Berfa Sor û bandora nivîsa Amerîka Latînî
Romana Berfa Sor gorî Rastiya Efsûnî hatiye honandin. Nav Wêjeya Postmodern de tê pejirandin. Ev tradisyona bêhtir aliyê nivîskarên Amerîka Latînî tê kar anîn. Efsun û rastî tevlihev dibin.
Çîrokên Latînî piştî Gabriel Garcia Marquez bala hemî cîhanê kişandiye. Çand û huner, civak û ola wan wek tiştekî fantastîk hatiye dîtin. Çand-hunera wan ber çavê hemî cîhanê hatiye raxistin. Pirtuka wî ya navdar "Tenêbûna Sedsal" piştî încîlê wek pirtuka ku herî zehf hatiye çapkirin tê nas kirin. Vê berhema xwe de Macondo, bajarekî nîv rast û nîv efsunî daye nişandan. Macondo tenê mêjûyê Marquez de hebu an rast bu ne diyare. Aractaca bi çavê zarokatiyê bûye Macondo. Nû de hatibe afirandin. Zarok wekî mezinan nabînin. Nêrîna wan kûre, yek car dibinin. Hestên wan xurte. Navbera wan bûyeran de tû kelem nîne. Malbata Buendia de zewaceke lêzimî çêbu ye, buyerên piştî vê zewaca xerîb hatine jiyîn navbera sedsalekî rêz kiriye. Piştî demekî rastî û efsûn tev li hev dibin. Destpêka rastiyê xilasbuna efsûnê ne diyare. Evîn û trajediyên malbatê, tiştên eletewş ê ku têne sere wan nava çîrokê de bi lez û bez didin dû hev.
Jiyana wan ne jiyaneke bi rêzê ye. Albay Aureliano Buendia, dema dar vekirina xwe de dîtina qeşayê ku bavê xwe re çibu tîne bîra xwe. Demeke ew qas dure navê gelek tiştan tuneye. Malbat gundekî 20 malên kerpiç hatiye ava kirî şên dike. Her sal dema meha Adarê çîngene tên Macondoyê. Wan deman de Melquiades tiştên ecêb xwe re tîne. Wê demê Sîmyayê nas dikin. Jose Arcadîo Buendîa piştî hatina çîngeneyan laboratuvareke Sîmyayê ava dike, demên xwe li vir der bas dike. Navbera wî û Ursula yê de zewac çê dibe. Tirsa wan a herî kur ewe ku zarokên wan bi poçik werên dinê. Tirsa wan bingeh nagire, zarok bê poçik têne dinê. Rebeca, Remeidos, Pilar roj bi roj hejmara malbatê zêdetir dibe. Malbat mehkumê tenê buna sed salî bûne. Bandora kapitalizmê li ser Macondo yê dibe. Dem bi dem guherîn çê dibe. Mirov, dem, kesayet nav hev de noq dibin. Marquez, mêju de car din bajarek ava kirî ye. Navek gorî dilê xwe lê kirî ye. Gelo rastî Aractaca an Macondo ye. Ew buyer qewimîn an xeyalî ne. Malbat navbera sed salan de pêşiya lêhiyê diherike, rê wenda dibe. Ne diyare çi encam bigire. Wekî gotina Heraklîtos nava çemekî de du caran nayên şuştin. Gûherîn hemî rastiyên wan berevajî dike. Navbera şeş jenerasyonî de bi navên wekî hev dixwazin malbatê ser piyan bihêlin. Hemberî bîr kirinê hêza bîr nekirinê bidin nişan. Sed sala dawî de kelema pêşiya hemî mirovan wekî hev bu. Jiyan pir zu, bi hêz û kelecan diherikî. Taqet nema ku em xwe pê re bigihînin. Hemî mirovahî yek car bîra rojên giran, wekî hev, ne biyan kiribu.
Romana Berfa Sor gorî Rastiya Efsûnî hatiye honandin. Nav Wêjeya Postmodern de tê pejirandin. Ev tradisyona bêhtir aliyê nivîskarên Amerîka Latînî tê kar anîn. Efsun û rastî tevlihev dibin. Sedsala me de her erdnîgariyê de nivîskarên postkolonyal û yê Rojavayî vî avayî dinivîsin hene. Feylesofê îtalyanî Giorgio Agamben li ser buyerên hevbeş disekine, bi vî awayî li ser bîra kolektîf kur dibe. Gorî vê nêrînê bîr ya hemî civakê ye. Bêhtir xwe zaroktiyê de eşkere dike. Rojên xweş û geş, rojên tengahî jiyana hemî civakê tesîr dike. Civak bi hev re şa dibe, bi hev re ditirse. Ev nêrîn civakên ku der dora xwe re zêde nakevin têkiliyê hildaye bin bandora xwe. Erdnîgariya kurdan wek Amerîka Latînî bin bandora der doran zêde nemaye cihêrengiya xwe parastiye. Nivîskarên kurd ev tradisyona xwestine tev wêjeya kurd bikin. Bi vî awayî têgihîştînê felsefe û Wêjeya Cîhanê tev nivîsa kurdî dibe.
Berehemek bi vî awayî hatiye nivîsîn ‘’Berfa Sor’’e. Çîroka Mehmet Dicle de cîhê Macondo yê Asus digire. Ewî Asus gorî dîtina xwe raxistî ye ber çavan. Lê bele kirina wî ne tenê adapte kirine. Çîrok an jî rastî bi çavê xwe pir serketî ava kirî ye. Çîrokên serê Asusiyan derbas bune hin cara bi serê xwe diherikin wek çemê Muradê, hin caran tevî hev dibin, mil didin hev nav kuçe-kolan, deşt û çiya, rê-robaran de dimeşin. Wek bîreke kolektif nav dil û bîra wan de der dikevin nû de tên afirandin. Serlehengê romanê Aram bingeha xwe de Ermen e. Dibe ku ew cîhê Jose Arcadio Buendia digire. Rojên borî de malbata wî ber buyerên sed sala derbas buyî, bi gelê wî ve hatibu qir kirin. Navbera kurda de cîh girtibun. Gelo niha Aram kurd e an Ermen e. Dibe ku bandora kevneşopiya kal û bavan be bi xwe nimêj nake. Lê belê pêşiya nimêja sibê ra dibe. Bo hevjîna xwe avê germ dike.
Şerbet bi wê avê destnimêjê digire. Karê wî yê berberî yê dibe kal bavan maye mîrate. Keça wî bo çi dikeve nava şer. Ne diyare. Nasnameyên wan tev li hev bûne. Dema kal û bavan de navên din hebun. Vê demê nav hatine guhertin. Mejuyê wan tevlihev dibe. Navên berê an yê nû rastin. Dem, mirov, nav yek car guherîn. Her tişt serû binî bu. Nav deryayek kur da wenda bu. Çi wext ol û netewa xwe guherandin. Navbera sed salî de wek malbata Buendia nav mij dumanê de wenda bun. Buka malê wek pejnekî an sîhekî digere. Hebûn, nebûna wê wek heve. Cehterê xwe dişo, bo ew rojên nexweş ew bêhna ku wan rojan tîne bîrê ji holê ra bibe. Dibe ku travmayeke ne diyar van tiştan pê dide kirin.
Bingeha novelê de hesp cîhekî girîng digirin. Vê mijarê de du heb hesp bala xwînêran dikişine. Ji van yek Hespê Şêx Fexrî ye. Nav Asusê de çar gavî direve. Ser buyerê de dem derbas buye. Lê belê bandora kuştina wî xweşmêrî li ser hespê wî Felek ne qediya ye. Dixwaze gelê bajêr bîr nekin. Wir de sembola bîr nekirina kolektîf Felek e. Tirs, xof, kelecan, wenda kirin yek car bi aliyê hespê xewa bajariyan direvî ne. Xewnan de eşkere dibe. Tişta ku mirina Şêx Fexrî, sedema mirina wî nişan dide hespê wî ye. Kuştina wan kesan û laşen wan ê ku nav suka Asusê de tê peşkeş kirin derûniya hemî gel de hêlunê ava dike. Wek gotina Paul Ricoeur hemberî bîr kirinê hewceye bîr nekirin ber xwe bide. Dîroka nêz û dîroka dur vî aliyî de wek rêyek tê kar anîn. Hespê Çeloyê Nehlbend, piştî mirina xwedî yê xwe bi rojan bê kes nav kuçe kolanan de şîhîneke wek girînekî digere. Şînekî dike gorî liv tevgera xwe. Hesp nankorî yê nake wek bajariyan. Kela dil venaşêre. Eşkere dike jana dil. Hebuna hespa, têkiliyên wan, şahidiya buyera û bandora li ser wan çê dibe her wext nav çanda kurdan de cîh girtî ye. Ev çand naveroka çîrokê de xwe dide der. Hemî pêşhatiyên kurdan xwestine hespên kihêl peyda bikin. Nav li wan dikin, wek endamekî malê tên dîtin.
Nav romanê de mirina Selîmê Postacî û Filîtê Mît dawiya pirtukê de mêjûyê xwînêr de bandor dihêle. Sedem çi dibe bila bibe daloqandina wan kesan mirova nav du diliyê de dihêle. Dibe ev sembol wek dar vekirina Aureliano Buendia hatibe kar anîn. Ew tiştên li ser xeberdan qedexe ye, civak bertekek wekî hev dide. Nivîskar dixwaze nîşan ev serpêhatiyên qewimîne werin rexnekirin û van tiştan bide nîqaş kirin. Salên Nodî de şer bi her awayî bilid bibû. Nav meşandina şer de bertekên civakê yê kesayetan wekî hev nîne. Civak wan kirinan napejirîne. Lê belê ew rastiyên şer in. Her tişt gorî dil nameşe. Kirinên Heqo, navê wî civakê de bûye sedemê tirseke mezin. Bi van buyeran salên nodî de bi çavekî siyasî tên rexnekirin. Gorî wan kirina rastiyên civatê, ew kesên dijberî dixin nav civakê, bi kirêtî tên bîr anîn. Rexneya wê ji xwînêr re dihêlin. Ev kesan hemberî rastiyên civakê cîh girtine, wek şirîkê dijberan tên dîtin bertekek kolektif dibînin. Pirsgirêkên wiha de civak dibe bedenek. Nêrîn, çewtî, rastî û kêfxweşî kolektife. Şîn û şahî ya hemî gel e. Civak naxwaze bîr bîne. Dîsa ev kirinên qirêj qelîştekek dibinin. Der dikevin rûyê dinê.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsini.