Betlane

Li Mêrdîn û li Amedê em ji behrê ketin qe nebe hema golek heba û me karîbûya rojane biçûya û bihata. Ew çax em nediketin tatêla betlanê. Lê wer xuyayî em dîsa man li gundê xwe.

Abone ol

Merheba ji wer canik û camerno. Havîn hat û em ketin dema betlaneyê. Êdî her kesî dest bi plansaziya betlaneyê kiriye. Piranî dibêjin em ê herin bajarên ku behr lê heyî. Lê yên ku van planan dikin tenê wê ji dehan yek jê here. Her sal ev plan kirin, lê giş di gotinan da dimîne. Îja hûn bibînin bê çi ji hev du re xweş dikin. Lê dawiya dawîn hew bi dilxweşkirinê xwe dimînin.

Gava tu ji wan ra dibêjî, ka hûnê biçûyana kêleka behrê û ji kêfa wê fîke fîka we bûya. Giş dibên, ma ji ber buhayê ka em ê çawa biçûyana. Niha jî xweşkirina heval û dost dest pê kiriye. Min ji wan ra go; kuro dîsa hûn ê bi xewn û xeyalên xwe bimînin. Dev ji planê belasebeb berdin. Camêran go, na na vê carê heke çawa be jî em ê herin. Di ser da jî ji min ra dibên, ka tu jî nayê? Min go, na heyra, hela bila meqseda we bigihê serî taliyê ez karim bigihêm we. Ji ber ku ez zanim wê planên wan bibe derew. Va ji niha da dolar dayî çar gavan û her tişt bû di qat.

Mirov xwe bi çîroka nexapînin lo. Helbet ez jî dixwazim herim kêleka behrê û xwe bidim ber pêlên behrê. Lê divê mirov ji rastiya xwe dûr nekeve. Ya na wê dilê me biêşîne ew kesên ku wê herin betlanê û wê sûreta bigrin û wê bi şev û roj di medya civakî de par bikin. Hew ji bo me bihesidînin ha. Temam heyra tu çûyî betlanê, îja tu çima rojê sê dana sûreta par dikî. Her tişt li hêlekê, ya ku wê tade li me bike, xelk û alem wê ji serê dinyê bên tirkîyeyê kêfa xwe bikin û em ê jî wa dirêj dirêj li wan binerin.

De were kincê xwe nebê çîr û neqetîne lo. Wele aqilek dibê hema li ser qaşî vî tiştî bi otostopê berê xwe bide bajarê Îzmîrê û hema ku guncav be konê xwe li wir veke. Ma ne hevceyî ku em herin otelên bûha an deverên lux. Li Îzmîrê hin bajarok hene ji wan cîhê lux xweştir in. Ez wan cihan ji salên nodî da zanim. Ew çax bi dîtina wan dera her çiqas min şoq derbas kir jî xweş bû wele. Min nû lîse qedandibû. Emrê min hîn hijdeh bû. Wekî her Kurdî bo kar min berê xwe dabû Îzmîrê. Îja wê demê ne wekî niha bû. Ne televîzyon, ne internet û ne wesayît wekî niha hebû ku me dînya nas bikira. Heta ne ji karekî ferzî ba em dernediketin nediçûn navçeyê.

Wer em li gund bûn. Îja hesab li cem we. Îja min berê xwe da Îzmîrê. Ku ez gihaştim wir, lo baboo ew çi dinya bû. Welatê me di nava şer û pevçûnê de bû, wir di nava kêf û coşê de bû. Birayên min î mezin li bajorokê Dikîlî ez pêşwazî kirim. Miletê wir giş nîvtazî bûn, ez bi gomlekê pîdirêj û bi pantorê kont. Hema birayê min ez birim dikanê û cil ji min ra stand û go ka em herin ber behrê. Cara ewil bû ku min behr didît. Birayê min go, de ka şortê xwe ji xwe bikî em têkevin behrê. Ji fediya min go ez şort ji xwe nakim. Birayê min go; kuro bi şort mirov pê digere û bi mayo mirov pê dikeve behrê. Ma ne me mayo ji bo vî hawî kirî. Û go, hela li dora xwe binêre bê ka kes bi şort heyî. Kir û nekir min şort ji xwe nekir.

Piştî ku em ji behrê derketin me xwe li ser qûmê dirêj kir. Di wî wextî da min li der û dora xwe nerî. Ji şîrî heta pirî giş bi mayo bûn û ne xema tu kesî bû. Piştî qederekî birayê min go, ka em dîsa têkevin avê. Min rabû şort ji xwe kir. Birayê min go, xêr e, ka te fedî dikir û te digo ez şort danaynim. Min go  abe heyran, min fedî ji ser xwe avêt. Tu dixwazî ez mayo jî ji xwe bikim. Birayê min go, na na wer xuyayî tê ew ka xwe ji derpê derxe.

Belê, xwezî bi wan çaxa. Îja min ji hevalan re go, ka em bi otostopê herin wî bajarokî. Lê mixabin kes xwe neda ber vî barî. Rê dûr e, bi tena xwe jî nabe lo. Cîhê nêz hezar km ye. Çi siûdeke xirab lo. Li Mêrdîn û li Amedê em ji behrê ketin qe nebe hema golek heba û me karîbûya rojane biçûya û bihata. Ew çax em nediketin tatêla betlanê. Lê wer xuyayî em dîsa man li gundê xwe. Li gund jî çemekî me hebû ew jî zuha bûyî. Ew zuha nebûya men ê bi wî çemî dilê xwe şa bikira.