Bijî serok Mao

Nivîskar berhemên xwe de li pey encamê nîne. Berheman de 'encam'ê ji xwîner û dîrokê re hiştiye. Baş an ne baş, xweş an telh, tirş an şêrîn; ewê encam ji dîrokê re bimîne. Mao gel bû, gel Mao bû.

Abone ol

Çayan Okuducî

Ji bo kurmancî cara yekem ji wêjeya Çînî ya modern berhemek tê wergerandin. Berhem ji îngîlîzî hatiye wergerandin. Nivîskarê Çînî Yu Hua Bi Deh Peyvan[1] behsa welat û biranînên xwe dike. Nivîskar, şoreşa Çînî û ya çandî bandora ku li ser gel neqiş kiriye, yeko yeko daye zanîn. Bi uslubek sivik û herikbar ji binî heta serî çand, civak, dîrok, siyaset, hiqûq û maf, hestên gelê xwe û daxwazên wan bilêv kiriye. Bi deh peyvan rêyek li ber me vekiriye. Bi deh peyvan me li kûçeyên Çînê digerîn e. Li bajêr û bajarokan, li gund û deştan, carcarna di trenek heta dev tijî de em bervî Pekînê va diçin. Ji rabûn û rûniştinê, ji xwarin û vexwarinê, ji şoreş û dij-şoreşgeriyê, ji feqirî û dewlemendiyê; kin û kurtasî ji bingeha jiyanê em metnê cûrbicûr dixwînin. Ji avakirina fabrîqayên hesin û polan, ji texlîd û avahiya bingehî heta avahiyên nûdem bi çi şiklî rabûye ser linga dide nîqaş kirin. Sîstemek çawa bi destê kedkaran mezin bûye û qonax bi qonax destnîşan kiriye. Qala şoreşa Çînê û derheqê serokê şoreşa Çînê Mao Zedong li ser gel çawa bandorek hiştiye, bi tespîtên balkêş hatiye eşkere kirin.

GOHARTIN PARALEL E

Nivîskar Yu Hua sala hezar û nehsed û şêstî/1960î de li Zhejianga Çînê ji dayik bûye. Roman nivîsek modern û xurt e. Em dikarin bêjin bandora şoreşa çanda Çînê li ser nivîskar û berhemenên ku afirandiye dibînin. Nivîskar xwediyê pênç romana ne. Şeş berhevokên çîrokan û sê berhevokên gotoran amade kiriye. Hua berhema wî ya bi navê Jiyan/yaşamak bi wergêra tirkî min xwend. Romanek gellek serkeftî, zimanek sivik lê di bingeha xwe drama û evînê neqişkiriye. Jixwe sala 1994an de ev berhema nivîskar bi destê derhêner Yimou Zhang bi navê To Live tê adebte kirin. Ev berhem gellek balkêş e, balkêşbûna vê berheme panoramaya malbetek e û ji malbatê veguherina Çîna modern e. Yanî em ji tûmewarê/tümevarım bi bervî tabloya mezin a Çînê diçin. Fuguî lehenga me ye di romanê de ye. Fuguî qumarbazek felakete û hemû tiştên xwe di qumarê da hinda dike. Di nav pergela kapîtalîzmê de xwediyê her tiştê ye û bi jina xwe re Jiazhen jiyanek rihet û dewlemend dijîn. Çaxê her tiştên xwe hinda dikin di nav belengazî û şerpezeyî de jiyanek nû destpê dike bo lehengên romanê. Ev guhartina mezin ji aliyek va veguherina Çînê ye jî. Buyerên ku qada malbatê de diqewime di sehaya Çînê de jî em dibînin, guhartin paralel e. Ji Salên çilî/40î bervî salên heftê/70ê ve guhartinek em dixweynin.

TIŞTÊN HÊSAN, TIŞTÎ HERÎ ZEHMETE DI WÊJEYÊ DE

Nivîskar guhartina civaka xwe tomar dike. Ne bi zimanek zuha û didaktik nivîsiye, bi zimanek hêza xwe ji wêjeyê û ji zimanê rojane wergirtiye. Li ser wê ji dîsîplînên zanîstî û sosyolojîk berhemên xwe bilind kiriye. Bêşik zimanê rojane gellek done didin destê me, ev encam jî me dibe ser zimanek sivik. Ev sivikbûn bila ney vê maneyê ku hêla ziman de sivike. Tiştê hêsan/besît, tiştê herî zehmete di wêjeyê de. Şeş pirtûkên nivîskar ji îngîlîzî bo tirkî hatiye wergerandin, di derqehe wêjaya Çîn a modern de destpêkek gellek baş e. Nivîskar di berhemên xwe de li pey encamê nîne. Di berheman de encamê ji xwîneran re û ji dîrokê re hiştiye. Nivîskar, li ser şewqa/onomatepîka şoreşe disekine. Emê di vê nivîsê da dengê nivîskar zêdetir guhdar bikin;

“Min wek bijîşkê diranan di 1978an de li bajarokekî Çîna Başûr dest bi karê xwe yê pêşî kir. Karê min bi piranî hilkirina diranan bû lê ji ber ku karmendê herî ciwan ez bûm, karekî din jî dan min. Her havîn şewqeyeke hesîr li serê min, çenteyekî dermanan li pişta min, di navbera fabrîqe û pêşdibistanên bajarokan de diçûm û dihatim û min derzî li karker û zarokan dixist.”

Nivîskar di nav gel de têkiliyek xurt avakiriye. Ne tenê dirana kaşkiriye an derman kiriye. Wan guhdar kiriye, dert û hêviyê wan seh kiriye. Feqîr û belangaziyên wan dîtiye. Çîrokên ferdî û gelêrî kom kiriye. Nivîskar dengê gelê xwe bi usluba xwe yê nerm û berfireh li qada wêjeya cihanê daye gerandin. Vêga em bi gotinên nivîskar armanca wî bixweynin:   

“Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vê gera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rûtin xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne. Siyaset û dîrok, civak û çand, bîranîn û hestên mirov, daxwaz û razên wan –hemû li wir deng vedidin. Jiyana rojane daristaneke rastîn e her wekî ku qiseyeke çînî dibêje, ‘Daristan li kû kûr bibe, tu dê li wir her celeb çûkan bibînî’.”

Pirtûka Bi Deh Peyvan piştî şoreşa Çînî dîrokek ferdî ye. Ev dîrok di bingeha xwe de soslojiyê, çandê, bîranînan, daxwaz û hêviyan honandiye. Çaxê meriv pirtûke temam dike, bi rastî jî hîsa sansûrê meriv dipêçe. Lê nivîskar sansûrê bi îronî û biranînên xwe yê komîk tarûmar kiriye. Îro li Tirkiyê çawa ku zarokên desthildar li ser pişta gel fîke fîkê dikin, bi keda kedkarên di nav keyfxweşiyê de dijîn li Çînî jî zarokên rayedaran di nav zewq û sefayê de rojên xwe derbas kirine. Bi gotina nivîskar em bêjin;

“Ji destpêka Şoreşa Çandî heta îro di çil û tiştek salan de gotina ‘gel’ hate bêwatekirin. Da ku mirov peyveke berdest bi kar bîne, ‘gel’ ji şîrketeke paravan pê va nebûye tiştekî din ku di serdemên cûda de mirovan pê hilberînên cûda di bazarê de bi cih kirine.”

GELÊ BAKUR BI HÊZA XWE YA BÊ HEMPA, XWE DA QEBÛLKIRIN

Tiştê ku nivîskar bi zelalî ji me re got; hema em vegerinin rojana xwe. Îro li Tirkiyê û Kurdistanê tiştê ku em dibînin, dixweynin, temaşe dikin û hîs dikin peyva gel ji bo desthildaran bûye “paravan”. Mesele do jî îro jî ti car nebû meselaya “gel”. Lê çawa ku gelê Bakur bi hêza xwe ya bêhempa û ji xwe bawer rabû ser linga û xwe da qebûl kirin… Sala 1989an de anarşîstên Çînî li dijî malbat û rayedarên diz rabûn ser xwe. Vêga em ji nivîskar bixweynin ka çi qewimiye;

“Di bihara 1989an de Pekîn bihuşta anarşîstan bû. Polîs ji nişka ve ji kolanan winda bûn û xwendekar û niştecih li şûna wan peywirên wan hilgirtin ser xwe (…) Gava tu li kolanê ber bi jêr ve diçûyî, di çar aliyê te de hawirdoreke germ û dostane hebû. Te karibû belaş li metro û otobêsan siwar bî, herkesî ji hev re dibişirî, êdî ti astengî li ber mirovan tune bû.”

Çi xweş aniye ser ziman, anarşîstên dilxwaz û hêja li dijî dizan û kedxwarên rayedaran serî bilind kirina wan û encama ku derxistiye meydanê me xwend. Hêvî dikim û ewê rojek li welatê me yê qedîm jî malbat û tevger û rayedarên ku li ser keda gelê me dikin fîke fîk, bi heza anaşîzmê ji ortê rabin. Pirtûk bi deh peyvan hatiye amadekirin: Gel, Serok, Xwendin, Nivîsîn, Lu Xun, Şoreş, Cudahî, Ewam, Texlîd, Xapandin. Her peyv beşeke. Her peyv sembolek li dar dixe, hêma dike. Ev peyvên ku nivîskar bijartiye eynika welatê Çînî ye. Piştî Partiya Komunîst a Çînî serket di cîhanê de bayê komunîzmê behtir xwe da hîs kirin. Posterên Lenîn, Marx, Engels, Stalîn û Mao li diwarên Rojava û welatên din dihatin daliqandin. Hêviyên kedkar, gundî, feqîr û belangazan geş û xurt bûbûn. Jin, zarû, extiyar, ciwan bi agirê sosyalîzmê û komunîzmê li dijî sermayeder û kedxwaran berxwedanek bêhempa meşandin.

Mao û rêhevalên wî jî li ser hêviyê hêvî geş kirin. Deh sal berê rojek ji rojên biharê bû ne şaşbim, li Beyoxlî antikafiroşan leqayê postera Maoyê ku bi mayoya xwe silavê dida. Poster bo min ne balkêş bû lê çaxê min Yu Hua xwend û behsa vê mijara mayoyê kir, ji nişka va hat bîra min. Ka em meseleya posterê Mao ji nivîskar bixwenin;

“Nûçefîlma avjeniya Mao li nav û derveyî Çînê gelek caran hat pêşandan, posterên li ser vê çalakiyê li dîwarên gund û bajaran rêz kirin. Mao, mayoyê wî li ser, dikene, destê xwe dihejîne û silavê dide; karker, gundî, leşker, xwendekar û firoşkaran bi rûyên geş, bi seknên meraqdar û nazik derdora wî girtiye. Ma kîjan siyasetmedar dê di nav mayoyê xwe de silavê bide gelê xwe? Tenê Mao karibû.”

MAO GEL BÛ, GEL MAO BÛ

Gel bi bawerbûna xwe li derdora rêberê xwe kom bû û ji nû va welatê xwe avakir. Îro Çîn di cihanê de bi aborî û teknolîjiya xwe herî qewet û xurte. Sala 1949an de Mao Komara Çînê îlan kir. Di nav 73 salan de welatê Çînê bû hêza herî biquwet. Sala 1966an de Şoreşa Çandê hat destpêkirin. Mao bi çalakiyek soberiyê metaforek û peyamek nû dida û ji avê derketinê jî ev çalakiyê hêma kir.

“Avjeniya li Çemê Yangtzeyê mînakeke xwe bû bo fêmkirina şêwaza xas a serokê me. Mao di 16ê Tîrmeh 1966an de li Wuhanê di çalakiyeke girseyî ya avjeniyê de ji nişka ve derket holê. Qîrînên bicoş ên bînerên ku derdora beravê tev girtinbûn, sirûda şoreşê ya ‘Rojhilat Sor e’ ku ji hoparlorê bi dengekî bilind derdiket; van li bin çengê Maoyê heftê û du salî da û wî jî li gel qîrîna 'Bijî Serok Mao' ya çend hezar avjenan bi ceger xwe avêt nav Yangtzeyê.”

Mao gel bû gel Mao bû. 4ê Gulanê 1919an de li Çînî tevgerek civakî destpêkir. Ev îsyan di bingeha xwe de modernbûna Çînî ye. Bi piştgiriya kedkar û bazirgan, xwendekar û gundiyan jî gîhişt her qadî û heta ku em bêjin berfireh bû. Bi pêşengiya Partiya Komunîst a Çînê tevgera 4ê Gulanê bi xwe re gellek guhartinên siyasî, civakî, edebî û çandî anî. Berhema Bi Deh Peyvan baş bê femkirin dibe ku em herin 4ê Gulanê. Tevgera 4ê Gulanê destpêka Wêjeya Çîn a Modern e. Felsefeya wê di wêjeyê de ziman dibe ku zelal be, ne tenê zumreya welat bixweyne berheman, bi zimanê rojanê edebiyat were kirin û hemû gel bixweyne. Bi vê tevgera Çarê Gulanê wêjeya Çînî bû zimanê gel. Zimanê wêjeya klasîk bi navê Wenyan bû, zimanê rojane jî bi navê Baîhu bû. Êdî zimanê wêjeyê bû zimanê rojane.

Di vê serdemê de Wêjeya Çînî gellek berhem hatin afîrandin, bi navarok û hêla ziman de xweser bû û nivîskarên ciwan bi berhemên xwe bi bal dikşandin. Ala edebiyata nûjen di destê Hu She û Chen Duxîu bû. Hu She, sala 1917an da Kovara Nûjen a Ciwan de ku bi edîtoriya Chen Duxîu derdiket makaleyek bi navê Pêşniyarên Bo Sazkirina Wêjeyê hat weşandin. Ev kovar yekemîn Şoreşa Wêjeyê bû. Di vê makaleyê da qural û qeydeyên rêz dikir;

“Berhemên bi şêweya modern hatine nivîsandin dibe ku zimanê wî zimanek rojane be, navarokên wan jî ji babetên aktûel pêk bê. Xwedî berhem xwe ji ziman û navaroka klasîk e dibe xwe dûr bixe. Xwe ji peyamên qalib û çêkirî heta ku ji dest tê dûr bixe. Dev ji jêr girtinên klasîk berde.”[C.Zhou û Y.Zhou, 1988,s.610].

Lê her çiqas di navbera salên 1917-18 destpêkiri be jî bi tevgera 4ê Gulanê xwe gîhiştandiye hemû gel û bi nivîskar Zhu Zîqîng rabû ser xwe. Di modernbûna Edebiyata Çînî de Bîng Xîn, Xu Dîshan, Lu Xun, Xu Zhîmo, Zhou Zuoren, Chen Yanbîng û Zheng Zhenduo jî ciwanên serdema 4ê Gulanê bûn. Di nav ev nivîskaran de Lu Xun û Zhu Zîqîng derketine pêş. Çîmkî zêdetir parêzkarên Partiya Komunîsta Çînê bûn. Piştî Mao ji Lu Xun jêrgirtinan distendin û xitabê gel dikirin. Ka em ji nivîskar Yu Huayê derheqe Lu Xun çi nivîsiye em bixweynin;

“Di îthamên eşkere yên bo xelkê, ku li ser navê gel dihat kirin, gotinên Lu Xun hebû. Milkdar, gundiyên dewlemend, dij-şoreşger, kesên xerap û rastgir jî gotinên wî dikirin nav parastina xwe. ‘wek ku Serok Mao nîşanî me dide’ û ‘wek ku Birêz Lu Xun dibêje’ li tevahiya welêt di nav axaftin û gotaran de bûbûn peyvên polîtîk ên standard.”

Nivîskar jî ji Lu Xun feyz û sûd girtina xwe wisa eşkere dike; “Min bi dirêjahiya salên xwe yên Şoreşa Çandî gelekî sûd ji peyva ‘Lu Xun’ wergirt. Ezmûna min a mezinbûnê li gel nîqaşên bêdawî bi piranî bi şoreş û xizaniyê ve derbas bû.” Welatên di bin yek partî an yek kes an sîstemên antî-demokratîk de rêber, serok an nivîskarên ku li gora îdeolojî û propagandayê riste rêz dike, bêşîk dibe îdol û piştî wextek din êdî ne tê nîqaş kirin û ne jî tê rexnekirin. 

Li dijî me ewê pûtek hebe, ewê tabûyek hebe, ewê dîwarek hebe… Îro li dinyayê ji serokên partiya bigrin heta ê olî û çandî. Gelên ku pirsan neafîrinin, rexneyan nekin û li derdora siyasetê her tim herin û werin bive-neve ewê têk biçin. Her tişt di tehma xwe de xweşe, dibên pêşiyên me. Mirov, gel, civak bi zûzika ji xwe tabûyan ava dikin, tiştên ne dîtî ji xwe re didin çêkirin. Do olên pirxweda bû îro dinyaya dijîtal vê ji xwe re tiştan çêdikin em. Baş an ne baş, xweş an telh, tirş an şêrîn; me li jor anîbû ziman, ewê encam ji dîroke re bimîne.

Emê nivîsa xwe bi beşa “Şoreş” e bi dawî bikin; “Hin rewşenbîrên
rojavayî hene ku bawer dikin aboriyek ancex di pergaleke demokratîk de
bi lez xurt dibe. Lê îcar şaş dimînin dema dibînin ku di welatekî
xwedî siyaseteke ne-şefaf de aborî hinde bi lez bi pêş de diçe. Lê bi
min xaleke girîng ji bîr dikin: li pişt mûcîzeya ekonomîk a Çînê cotek
destên biqewet hene ku daf didin tiştan ku bi pêş bikevin û navê wan
jî Şoreş e. (…) Li vir helbet şoreş êdî ne têkoşîna çekdarî bû lê bûbû
rêzetêkoşîna siyasî ku li dû hev pêk dihatin û di Pêngava Mezin û
Şoreşa Çandî de jî gihabû lûtkeyê. (…) Lê ji 1978an û vir ve, şoreş di
mûcîzeya me ya aboriyê de qet ji holê ranebûbû, bes tenê kirasekî din
li xwe kiribû.”

[1] -Bi Deh Peyvan Çîn/Yu Hua/ji îngîlîzî:Yusiv Hemed/Weşanxaneya Avesta-2022