Bingeha fîzîka pariyan: Modela standard
Hêzeke balkêş e, di navbera hemî pariyên bi girse de tevdigere. Di teoriyên nûjen ên gravîtasyonê de, ev tevgera hêzê ji bo danûstendinên makroskopî yên kêm-enerjî wekî rewşeke taybet tê hesibandin.
Ayşenûr Ozel
Fîzîk bixwe qadeke wisan e, her dem bi cudahiyên xwe ji qadên zanistê yên din cudatir bûye. Di vê qada jiyanê de qadeke wisa heye, em jê re dibêjin fîzîka pariyan (pirtikan). Fîzîkvanên pariyan yan jî bi navê wê yê din enerjiya zêde, li ser pariyên ji atomê piçûktir dixebitin. Modela Standard bingeha karên wan e.
Modela Standard du komên mezin di nava xwe de dihewîne. Ew komên mezin ên pariyan wekî fermion û bozon tên binavkirin. Di nava fermîonan de jî du kom hene. Ew jî kuark û lepton in. Kuarkên me up(jor), down(jêr), charm, strange, to(ser), bottom(bin) in. Leptonên me elektron, mûon, taû, notrînoya elektronê, notrînoya mûonê, notrînoya taûyê in. Bozonên me jî du cur in. Cureyek bozonên pîvanê, cureyek jî bozonên skaler in. Bozonên pîvanê gluon, W pozîtîv û negatîv, Z û foton in. Bozona din jî Higgs Bozon e.
Bêguman ev model ji bo em hevbandorkirin û têkîliyên pariyan hîn bin alîkariya me dike. Têkiliyên pariyan bi çar hêzên bingehîn tên ravekirin. Ev hêz hêza nukleerî ya bihêz, hêza elektromagnetîk, hêza nukleerî ya qels û hêza gravîtasyonê ne. Hêza nukleerî ya bihêz berpirsiyar e ku di navokên atomê de proton û notronan bi hev ve girêde. Di hêza nukleerî ya bihêz de hemî parî(pirtik) beşdar nabin. Wekî mînak, elektron û neutrîno bi bandor nabin. Ji navê xwe jî diyar dibe, ev hêz ji hêzên din gelekî bihêztir e.
Pariyên bi hêza elektromagnetîk re tevdigerin xwedî barekî ne. Di teoriya klasîk a elektrîka statîk de (qanûna Coulomb), hêza elektrîkê wekî berhema barên pariyên bi hev du re têkildar in û wekî çargoşeya berevajiya dûrbûnên di navbera wan de diguhere. Hêza magnetîkî bi bar û tevgerên wan ve girêdayî ye. Yekbûna hêza elektrîkî û magnetîkî di nav hêzeke elektromagnetîk de wekî destketiyên rewşenbîrî yên sedsala nozdehan tê gotin. Ev hêz ji bo modelên zanistî yên avahiya atomê û girêdana molekulî cihekî mezin digire.
Hêza nukleerî ya qels wekî navê wê jî diyar e, pir qels e. Ev hêz bi taybetî di xerabbûna bingehîn a pariyan û danûstandinên (havbandorkirin) neutrînoyê de diyar dibe. Wekî mînak notron dikare bi hêza qels bibe proton, elektron û notrînoyeke elektronê.
Hêza gravîtasyonê bi qasî hêza nukleerî ya xurt e. Di teoriya kilasîk a Newton de hêza gravîtasyonê wekî berhema girseyên pariyên hev du bandor dikin û wekî çargoşeya berevajî ya dûrahiya di navbera wan de diguhere. Ev hêz hêzeke balkêş e, di navbera hemî pariyên bi girse de tevdigere. Di teoriyên nûjen ên gravîtasyonê de, ev tevgera hêzê ji bo danûstendinên makroskopî yên kêm-enerjî wekî rewşeke taybet tê hesibandin. Li gorî hêzên din ên xwezayê, hêza gravîtasyonê ya herî qels e.
Pariyên atomî bi vê modela standard û van hêzan tê ravekirin. Ji bo fîzîkvanên vê qadê modela standard çavkaniya herî bingehîn e.