Cancîkyan ji me re çi hişt?

Cancîkyan helbesta xwe ji me re hişt. Dengê xwe hişt, xwediyê kul û êşan re bû çav û lêv. Bi zimanê gelê xwe bersivan da serdestan û xwediyê jenosîdan. Evînan honand. Cancîkyan kedkarê zimanê xwe bû.

Abone ol

Cancîkyan ji gelê xwe re bi peyvên xwe yê bi êş û ferasat helbestan hişt. Ji me re di temenê xwe yê kin de heftê û yek/71 helbest hişt. Ji me re hêviyên xwe yê şikestî û nîvco hişt. Ji me re di helbestan de wêrekbûn û romantîkbûnê destnîşan kir. Bi formên xwe yê xas û resen kul û derdê mirovan honand. Ne tenê ji gelê xwe re helbest hişt, ji xwînerên helbestan re risteyên bişewat û ji kezebê hişt. Bi zimanê dayika xwe berheman hişt, ji me re neheqiya ku li ser gelê wî hat meşandin tomar kir. Cancîkyan çaxê ji dayika xwe bû û çavên xwe vekir li ser jenosîdiya Ermanan pênc sal derbas bûbû. Bêhna qirkirinê û tehcîrê ji nav mala şa’r dihat. Diya Cancîkyan bêdeng û lal bû li ser vê mijarê. Wek kurdên ku sirgûn û di bin qirkirinê da derbas bûbûn; dê û bavên wan ji tirsana serdestên nasnemaya kûjer û qatlîamkaran ji sebiyên xwe re eşkere nekiribûn. Dê û bavê şa’r jî di bin bêdengiyê bi çavên xwe yê tirs diqêriyan. Di mal de cemeda kuştin û tehcîrê her tim xwe da hîs kirinê. Di nav feqirî û belangaziyê de û di ser da jî nexweşiya ziravê û neheqiyên ku nay ser ziman seh kir, hîs kir, dî…

Garbîs Cancîkyan 1920an de li Samatyaya Stembolê ji dayik dibe û ji ber nexweşiya ziravê, bîst û şeş saliya xwe de 26ê Sibatê sala 1946an de dimire. Helbest nivîsandina wî bi temenek piçûk da destpêdike. Helbesta wiya ewil sala 1936an de bi navê “Ore Or/Roj bi Roj” bi bernavka Araksî Soxoman di rojnemeya Badger de tê weşandin. Şa’r gellek caran helbestên xwe dişîne kovaran lê nay weşandin. Paşiye bi navê jinek helbesta xwe dişîne û pişt re tê parvekirin. Mahlas jî Araksî Soxoman e. Helbestên xwe yê ewil de bandora helbestkarên romantîk û şopên wan em dibînin. Zêdetir romantîkên Fransî bandor lê kirine, berhemên ermenkî da jî şopên helbestkarên ermenî em dibînin. Pirtûka ewil bi Hayganuz Kalustyan re sala 1942an de bi navê “Balkis” derdixin. Maneya Balkis/Alacakaranlık/Lêl e. Navê pirtûkê rihê şa’r destnîşan dike, qitkirina gel hêma dike û tehcîrê bibîr dixe. Ev pirtûk bi zimanê tirkî tê weşandin. Helbestkar bi du zimanî helbest nivîsandiye, ermenkî-tirkî. Çîroka Cancîkyan Orhan Velî, Melîh Cevdet, Oktay Rifat bibîr dixe. Ev çîrok jî di wêjeyê de nûbûne. Bi pêşengiya Orhan Velî û hevalên wî “Birinci Yeni” (Rêbaza Garîp) sala 1937an de di kovara “Varlik”ê de dest bi weşana helbestan kiribûn. Û paşiyê sala 1941an de bi navê “Garîp” pirtûkek hevpar weşandin. Orhan Welî, Melîh Cewdet ve Oktay Rîfat. Di helbestê de nû bûn, estetîk, form û polîtîkbûnê jî qelema Welî bi pêşgotinek armanca xwe diyar kiribûn. Salak paşiyê -1942an de- Cancîkyan û Kalustyan jî di pêşgotina “Balkis” de armanca xwe eşkere dikirin. Her du pêşgotin gellek nezî hevûdin in.

Di pêşgotina “Balkis”ê de ev paragraf balkêşe; “Nû bûn, bi kevnepoşiya korbûne va were meşandin di dawiya wê de xeletiye destnîşan bike.” Di Edebiyata ermenên Stenbolê da; nû bûn keda Cancîkyan û Kalustyan em dibînin. Di pêşgotinê de helbesta “nû” wisa xemilandine; “Realîstbûn tenê dîtin û destnîşan kirin nîne, şa’r bûn dibe ku nîşan bide û bide hîs kirine. (…) Tabîat naxapîne; agir daîma dişewîtine, cemed her tim sar dike (…)”. “Birinci Yeni” realîst-civakî bû. Helbestên ku di Balkisê dane em dixweynin, ji bilî çend helbestan, realîst in û meseleya civakî daye pêş.

2016an de bi navê “Ev Emrê Min e Şibatê/Şu Ömrümün Şubat’ı” hat weşandin[1]. Hemû helbestên şa’r û li ser şa’r tiştên ku hatine gotin û nivîsandin em dixweynin. Helbestên Ermenkî jî bi wergêra Ohannes Şaşkal hatiye wergêrandin bo tirkî. Cancîkyan ne tenê helbestan nivîsî, ceribandinan û bîranîne xwe jî nivîsiye. Di pirtûka ewil Balkis de em çarde/14 helbest dixweynin. Helbestên wî di bin bandora “Birinci Yeni” de maye. Estetîk û navarok jî dişibe Rêbaza Garîbê. Zimanê şa’r rojane ye, bi usluba xwe resen û romantîkbûna tenêtiyê honandiye. Kirdeyên helbestan ji mirovên derdora xwe, ji kedkaran, ji zarokên kedkaran, jinên mahkuman e, kin û kurtasî jiyana mirovên rojane di risteyên xwe de vegotiye. Helbestê ewil çiqas bi zimanê rojane were vegotin jî di bingeha xwe de qad bi qad mirinê neqiş kiriye. Helbest gellek kin in û rasteqînin. Vêga emê ji helbestên mînîmal çend helbestan bixweynin;

Mektep
Li kêleka mektebê
                 Girtîgeh
Bexçeya girtîgehê heye
Ê mektebê tineye

Navê helbestê “comparaıson” e. Helbesta “Ewê Çi Bibe/Ne Olacak” em bi xweynin;

Xemgîniya vê şevê
                   Xwedêyo
               Kûr û reş
Reşbûna vê şevê
                    Xwedêyo
            Bajar û dilê min
                      Li ser

RISTE MÎNÎMAL Û SAF IN

Ev helbest bi teşaya xwe nû bûnê bi xwe re aniye. Di serdema xwe de qaliban û kevneşopiyê kişandiye, Cancîkyan tiştê ku jê bawer kiriye li pey wê çûye ev jî bo wêrekiya mînakekê ye. Mînîmal û saf in riste. Hem teşe hem jî ahenga wê di bin bandora “Brinci Yeni”yê daye. Ka em ji Rupen Maşoyan, sala 1989an de nivîsa ku li ser “Yeni İstanbul Ermeni Şiiri ve Garbis Cancikyan” nivîsiye jê çend paragrafên balkêş bixweynin; “Şere Cîhana Yekemîn û Şoreşa Cotmehê, di civat û nav gelan de bandorek xurt meşand. Bi taybetî jî li ser gelê Rojava û civaka wê têkiliyên xurt derdixist meydanê. Huner û edebiyat jî ji vê bandore azade nîbû. Bîlhesa helbestkar ketin pey rêyên nû. Derdên ferdî û hestên kesayete cîhên xwe danî endîşaya cîhanî.”

Piştî Şoreşa Cotmehê çi helbest, çi roman, çi hunera plastîk be gellek caran em leqayê şopên şoreşe bûn. Ji qada kesayete xwe bi ber endîşeya cîhanî va qelapt. Di destpêka serdema Şoreşa Cotmehê û heta sala 1980an de berhemên ku hatine nivîsandin zêdetir bi nêrîna “Endîşeya Cîhanî” va berhem hatin honandin. Berhemên Cegerxwîn û Şikoyê Hesen jî bo vê mijare mînakên xurt didin destê me (helbest şoreşgerî). Helbestên Rojen Barnas û Abdulla Peşêw jî piştî Cegerxwîn û Hesen meriv dikare şopên “endîşaya netew” bervî “endîşeya cihanî” ve biqelibîne. Maşoyan didomîne; “Hunera angaje, edebiyata angaje, helbesta angaje. Êdî huner bo hunerê nîbû. Wek ekolên edebiyat û hunerê fûturîzm, Dadaîzm, Surrealîzm, Realîzm, Empresyonîzm cihê ekola Mîstîk û Romantîkê digirt. Tirkiye dervayê van rêbazan û ekolan nikaribû bimîne. Destpêkê da Nazim Hîkmet û di pişt re jî Orhan Welî û hevalên wî binyada 'Yeni Türk Edebiyatı' avadikirin û berbelav dibû. Bêguman bandor û tesîra 'Yeni Türk Edebiyatı' li ser Helbesta Stenbol a Ermenkî hebû. Lê dibe ku em viya jî binîn ser ziman. Helbesta Stenbol a Ermenkiya Nû ti car bêrokirin û pîvan li pey neçû.”

Di edebiyata nû ya ermenkî ne tenê ji Stenbolê bang dida, li Rojhilatê jî -1922an de- deng bilind bibû. Li Sovyeta Ermanîstanê bi pêşengiya şa’r Yexîşê Çarents û hevalên wî sala 1922an de “manîfesto” weşandibûn û armanca xwe wisa eşkere dikirin. “Helbesta me ya Ermenkî bivê-nevê di nav nexweşiya zirav de li ber mirinê ye. Me teşxîs kir û em derdikevin meydanê. Em bi xwe re hewaya pakij û bi pola sihata xweş tên. Di damarên xwe de em kelacaniya qelebalixan hîs dikin. Emê peymanek bidin, helbestê ji odeyan derxin, li kûçeyan û qadan bigerînin. Ji pirtûkan jiyanek bi peyvan ava bikin. Hema bila nebe ekolên arîstokrat, nivîskarên koşkan, pirtûkên li pirtûkxaneyê radizin û jinên eywanan!”(Bi Yek Kevir Du Bihar, wêrger: Ohannes Şaşkal, Stenbol: Weşanxeneya Adam/1989.)

MESELEYA HELBESTA CANCÎKYAN, MESELEYA MIROV BÛ

Cancîkyan di helbestên xwe de derdora mirovan da çû û hat. Meseleya helbesta wî meseleya mirov bû. Di însanan de xwe dîdit, êşên wan, hêviyên wan, tengasiyên wan, belangazî û feqîrbûna wan di helbestên xwe yê mînîmal de neqiş kir. Garbîs jî feqîr û kedkarek zarok bû. Tiştên ku nivîsî jê dûr nîbû. Di nav wê rewşê da dijiya, çaxê nexweşiya zirav lê ket bo tedawiya xwe “Milli Piyango” distand, çavê xizaniyê kor be. Garbîs çiqas romantîk bû ew qas jî rasteqîn bû. Helbestên xwe de wêrek bû, peyvên ku ji civatê dûr ketî rû neda wan û risteyên xwe de bikar neanî. Mîsal berhema wiya bi navê “Seyahat/Ger” de em hem bi peyvên rojane çawa helbestê honandiye dixweynin hem jî şopên qirkirina gelê ermen dibînin;
Bavê min            diya min
   arapkîr              tekîrdax
     stenbol        hayrabol
                  şam
                 qudûs
                stenbol
               samatya
      caddeya marmarayê no. 55
                   20 sal
            kireciyê ev male ye

Dîsa berhema “Ore Or/Roj Bi Roj” da û “Cehennemê Mala Me” de şopên Qirkirina gel dibînin; “hemû derewin/hemûyan derewan dikin/tenê baweriya min bi peyvên dayika min heye/qet derewan nake diya min/û her roj eynî hevokê dibêje:/CEHENNEMÊ MALA ME SEBİYÊ MİN”. Di helbestên xwe yê ermenkî de êşa xwe bi êş û hebûna gelê xwe va girêdaye. Di pirtûkê de li ser qirkirine gellek done henin. Ji wan çend helbest ev in. “Ji Axê Re Pesn”, “Veqetandin”, “Zayîna Min”, “Keça Sewî”, “Cehennemî” û hwd.

Di wan helbestan de xwîner çîroka helbestkar dixweyne, lê di bingeha xwe de trajediya gel hêma kiriye. Îmgeyên ku bi kar aniye li ser du stûnan rabiye û dijberî hevûdin in. Wek bihar û zivistan an hêvî û mirin, bûkanî û kefen. Helbestek şa’r ê bênav risteya ewil wisa destpê dike; “ji spiye hez dikir ji rengan”. Şa’r bi hevokên xwe zorê dide mirinê û mirin li ber deriyê şa’r bi nexweşiye zor dide. Şa’r bi kulîlk, hêvî, hezkirin, evîn, aşîtî, ked û bi enstrumanên jiyana ku feyz dide li ber daye. Di helbestên xwe yê herî kelecan û hêvî da jî siya neheqiyê, nexweşîn, feqîrî û travmaya jenosîdê meriv bi rihetî dibîne. Tiştek balkêş di berheman de qet li jor dadgeha xwe ava nekiriye, ji jor biryar û qirar nedaye. Hêza ku şa’r di destê xwe de dibîne û bi vê hêze gellek caran li jor diaxive; Cancîkyan xwe ji vê hêze dûr xistiye. Me li jor gotibû wêrek e. Wêrekbûna wî hem qalibên kevnar şikandine hem jî ji devê kedkaran û birîndaran meseleya xwe vegotiye. Ev vegotin di bêjinga hişê şa’r de gîhiştiye me. Vêga emê ji çend helbestan risteyên cur bi cur bixweynin ku bila armanca me serpişt bibe. “çend lokme nan/çend cixare/û ji hemû manzareyên xweşik dûr/bila bibe cil û bikeve stûyê min ji we re strana binivîs im”, “piştî gere diwestiya/bo betlane/li parkek behna xwe dida”, “kes nizan bû/çima ew zarokê biçûk/destên wê di berîka wê de/digeriya bi beredayî”, “yek tine bû oxira xêrê lê bikirina/rehmetî zilamek baş bû”, “qefilîm/qefilîm li bin ev stêrkan ev heyvê û ewran” û hwd.

Vêga ezê dora xwe bidim Şaşkalê ku li ser Cancîkyan çi gotiye û tespîtên wî çinin, bi veguhêziya wî em bixweynin; Di serdema hewesdariyê de, bi taybetî jî wek şa’r bi nexweşiya ziravê jiyana xwe dest dane; du helbestkarên mezin û romantîk Bedros Turyan û Mîsak Medzarents bandoran wan em dibînin. Her wiha ji şa’re mezin Tanîel Varujan jî feyz girtiye, tesîr lê kiriye. Di uslubê de tesîrek, bandorek em nabînin. Zêdetir bandora ku li ser şa’r e; di risteyan da an bi metaforên ku dişibin hevûdin em dixweynin. An vegotina bibîrxistinî li ber çav dikeve. Her wiha, di helbesta "Cehennemî" de dubareyên derbdana "Bavo lez ke", risteyên Tanîel Varujan ku, "Hayr Orhne/Bav, pîroz" da tenê bi asta risteyê da hinartine em dibînin. Helbesta Cancîkyan “Keça Sêwî” de jî hezkiriye şa’r Mîsak Medzarents risteya wiya “Kuyr, modetsîr/xwe nêz bike xwişkê” (di helbesta Cancîkyan de ev peyv “xweşike” hatiye wêrgerandin) de deng wî deyn girtiye û badike. Di navbera helbestan de lêçûnek din meriv nabîne. Dîsa helbesta “Maçkirina Ewil” de pênc risteyên wiye dawî terza Bedros Turyan e. Helbesta “Bêhêvî” de risteya dawî dişibe risteya Bedros Turyan “Bidi Mernim Yes/Ezê Bimrim”.

Şaşkal jî diyar kiriye di risteyan de “lêçûnî” silav û denglêkirine. Arzûyên şa’r xav in û ji seydayên xwe re silavên xwe yê germ û ji dil pêşkeş dike. Ev bûyer jî em dikarin bêjin xwesteka şa’r Garbîsê ye xwe bigîhijine seydayê xwe û ev risteyên ku Şaşkal destnîşankir tezahûra binhiş e. Çaxê min dest bi ş’ira kurmancî kir, deng û ritma seyda Berken Bereh li ser helbestê min a kurmancî tesîr û bandora wî xurt bû. Ev bandor û tesîr rê li ber min vedikir, herikbariya risteyan û dengê ku ji helbestan belav dibû: zelal, pak, rojane û samîmî bû. Di bingeha xwe de şîrê kurmancî dianî nav malê, hestên xav di bêjinga hiş û ferasete da digîhişt guhê min. Hin kes û heval li ser helbesta Seyda Berken Bereh çima nanivîsî, dibên. Meriv dikare binivîsê lê ew qas ne hêsane, zehmetiya wê piştî her xwendinê hûrbûn û kûrbûna risteyan de an meriv bervî xwarê va diçe an li ser asoyan derdikeve gerê. Yanî têkiliya min û helbesta seyda hestiyare, heta ku hûn bêjin bi hîs û bibingehe. Ewên ku dest bi helbest xwendina kurmancî bikin teqez bila bi helbestên Seyda Berken destpê bikin. Çimkî helbest xas û ji malê ye. Bi vê pêwendî yê jî şîfayê daxwaz dikim ji Seyda Berken Bereh re.

Nivîsê em bidin hev, Cancîkyan emrê xwe yê kin de helbesta xwe ji me re hişt. Dengê xwe hişt, xwediyê kul û êşan re bû çav û lêv. Bi zimanê gelê xwe bersivan da serdestan û xwediye jenosîdan. Evînan honand, zarokên kedkar kir meseleya xwe bi devê wan axivî. Garbîs Cancîkyan kedkarên zimanê xwe bû.

[1]Şu Ömrümün Şubat’ı/Garbîs Cancîkyan/Ohannes Şaşkal/2016/Weşenxaneya Aras