Çavên li deriyan xwelî li seriyan
Gelên ku ne xwedan statû ne û nebûne xwedan dam û dezgehên dewletî, çîrok û dîroka hebûna xwe ji xelkê hîn dibin. Mixabin em kurd jî îro di vê rewşê de ne.
Samî Tan
Xebatên akademîk di geşedana netewesaziya gelan de pir girîng in. Pirî caran mirov dibêje qey qada akademîk dûrî siyasetê ye, xebatên akademîk ji bo xatirê ronîkirina civakê û xwegihandina rastiyên zanistî tên kirin, lê belê rastî ne wisa ye. Qada akademîk jî li gorî daxwaz û berjewendiyên desthilatdaran teşe digire. Di qonaxa netewesaziyê de gelek dewlet ji bo ku ji xwe re dîrokekê û nasnameyekê ava bikin, razemeniyeke taybet li qada akademîk dikin, li gorî pêdivî û berjewendiyên xwe xebatên akademîk didin kirin, zanîngehan didin avakirin, di nava zanîngehên navdar û biprestîj de kursiyên der barê çand, ziman û dîroka xwe de didin avakirin.
Gelên ku ne xwedan statû ne û nebûne xwedan dam û dezgehên dewletî, çîrok û dîroka hebûna xwe ji xelkê hîn dibin. Mixabin em kurd jî îro di vê rewşê de ne. Gelek akamîsyenên kurd hene, lê belê wekî qadeke xweser akademiya kurdan nîn e. Çend zanîngehên ku li başûrê Kurdistanê hene jî hê nekarîne xebateke wiha bikin ku di warê netewesaziya kurdî de şoreşekê pêk bînin, aliyên tarî û nuxamtî yên ziman, dîrok û çanda kurdan ronî bikin. Em dîroka xwe û dîroka ziman û wêjeya xwe ji xelkê hîn dibin. Ew rewş jî gotina pêşiyan a ku dibêje, “Çavên li deriyan, xwelî li seriyan” tîne bîra mirov.
Îro kesên ku li ser dîrok, ziman û wêjeya kurdî lêkolînan dikin wekî takekes û bi derfetên pir kêm van xebatan dikin. Ji bo ku yek karibe di qadekê de xebateke akademîk bike, divê li gorî pêdivî û pêwîstiyên wê qadê hatibe perwerdekirin, karibe xwe bigihîne çavkaniyên serçaviyan û ji wan çavkaniyan sûdê wergire. Her wiha karên bi vî rengî domdariyê dixwazin, xebata nifşekî divê derbasî nifşekî nû bibe û bi vî awayî bi dehsalan berdewam bike. Li gel vê yekê jî, xebatên bi vî rengî divê awayekî kolektîf werin kirin. Ev yek jî dam û dezgehên mayinde dixwaze.
Dema ku mirov dixwaze li dîroka zimanê kurdî lêkolînê bike, bivê nevê berê mirov dikeve aliyê geştiyar, mîsyoner û zanyarên biyanî, bi taybetî yên ji Ewropayê. Ew xebat jî mora dewletan li ser e û nêrîna wan zanyaran jî pirî caran li gorî daxwaz û berjewendiyên dewletan teşe girtiye. Ji bilî wê jî berbendî û astengiyên dewletên ku welatên kurdan li hev parve kirine, nahêlin ku ev xebat bi awayekî baş bi rê ve biçin. Tiştên ku di vî warî de hatine serê mamoste Îsmaîl Beşîkçî em giş pê dizanin. Em nimûneyeke din bidin; pirtûka D. N. MacKenzie ya bi navê “Kurdish Dialect Studies” ku wekî du cild di sala 1961ê de hatiye çapkirin di warê xwe de li gorî dema xwe xebateke yekta û bêhempa ye, lê belê der barê devokên kurmanciya aliyê Bakur de zêde tê de agahî tune ne. Sedema wê jî MacKenzie di despêka pirtûka xwe de wiha rave kiriye: “Di rastiyê de me dil hebû ku em demekê bi qasî hev hem ji bo xebata li Iraqê hem jî xebata li deverên kurdîaxêv ên Tirkiyeyê terxan bikin, lê destûra xebatê ji rayedarên Tirkiyeyê nehat, lewma jî me deh mehên xwe li bakurê Iraqê, di navbera Helebçe û Zaxoyê de birin sêrî.” (1)
Tevî ku van xebatan di warê nasîna kurdan û kurdî xizmeteke baş kiriye jî, piraniya van zanyaran wekî zimanekî bêstatû û bêxwedî nêzî zimanê kurdî bûne. Devoka her hozeke kurd wekî zaravayekî hatiye binavkirin. Bo nimûne, Ernest N. McCarus di gotara xwe ya der barê kurdî de zimanê kurdî wiha pênase kiriye: “Kurdî têgiheke sîwaneyî ye ji bo koma herî mezin a zaravayên bi xurtî têkildar ên rojavayê Îranê…”(2) Ev cure pênasekirin bivê nevê, pênasekirina rayedarên Tirkiyê tîne bîra mirov a ku wan di zagona ji bo weşan û hîndekariya zimanên ji-xeynî-tirkî de kiriye. Di wê zagonê de ew ziman wiha hatine pênasekirin: “Ziman û zaravayên ku hemwelatiyên tirk di jiyana xwe rojane de bi awayekî toreyî bi kar tînin”.(3)
Her wekî E. B. Soane di pêşgotina berhema xwe ya bi navê “Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language (Rêzimana Kurmancî yan jî Zimanê Kurdî)”(4) de diyar kiriye, hinek geştiyaran zimanê kurdî bi şêwazeke kirêt, wekî zaravayekî xerabûyî yê farisî, zaravayekî ku ji bilî gelê ku bi awayekî suriştî pê xeber dide, kes jê fam nake pênase dikir, hinekên din jî kurdî wekî zimanekî çêkirî bi nav dikir ku ew ji peyvên farisî, ermenkî û tirkî pêk hatiye. Ev pênasekirin demeke dirêj ji hêla aqilmendên dewletên dagirker ve ji bo biçûkxistin û bênirxkirina zimanê kurdî hate bikaranîn û hê jî ev cure raman bi reng û rûçikên nû derdikevin pêşberî me.
Em ji pirtûka R. F. Jardine(4) hîn dibin ku kurd bi xwe jî ketine bin bandora vê ramana biçûkxistina kurdî, ji ber ku li gorî Jardine gelek kurd jî zimanê xwe yekî formeke xerabûyî ya zimanê farisî dibînin ku bi têkilbûna peyvên erebî, tirkî ên kurmancîbûyî pêk hatiye. Lê belê Soane li dijî van gotinan radibe û der barê zimanê kurdî vê nirxandinê dike: “Lêkolîneke biçûk nîşan dide ku hêja ye mirov wî zimanî jî wekî zimanekî cuda û bi qasî farisî û tirkî bipêşketî bibîne.” Her wiha Jardine jî vê ramanê li ser bingeha bîr û boçûnên Soane red dike û diyar dike ku kurdî û farisî du zimanên nêzî hev in, zanîna yekî ji wan ji bo hînbûna yê din dibe alîkar.
Di encamê de divê bibêjin ku tevî hemû kêmasiyan jî em qerzdarê van zanyaran in, lewre bi saya serê zanyarên ku li ser kurd, kurdî û Kurdistanê xebat kirine, îro dikarin hinekî pêşîya xwe bibînin. Îro di qada akademîk jî hejmareke baş a zanyarên kurd gihaştine, lê belê dam û dezgehên ku van bigihînin hev, di warê dîrok, ziman û wêjeya kurdî û kurdnasiyê de xebatên domdar bikin û encamên wan xebatan bixin xizmeta gelê kurd pêk nehatine. Li aliyê din, siyaseta kurd jî hê negihaştiye wê hişmendîyê ku di vî warî razemenîyê bike.
Binêr:
(1) MacKenzie, D.N. (1961). Kurdish Dialect Studies. Oxford University Press, London, r. xvii.
(2) McCarus, E. N (2009). Kurdish. The Iranian Languages (Edit:Gernot Windfuhr). Routledge, London, r.587.
(3) Türk Vatandaşlarının günlük yaşamlarında geleneksel olarak kullandıkları farklı dil ve lehçelerde yapılacak radyo ve televizyon yayınları hakkında yönetmelik, Resmi Gazete: https://www.resmigazete.gov.tr/eskiler/2009/11/20091113-13.htm.
(4) Soane, E. B. (1913). Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language, Luzac & Co. London.
(5) Jardine, R. F. (1922). Government Press, Bahdad. r.2.