Ceyran

DEDAŞ zulmê dike lê em heqê wan nexwin, qenciyên wan jî hene ha. Wexta qutkirina ceyranê diyar dikin. Dibên ey gundî û malîno, qutkirina ceyranê ji saet heştê sibê heta çarê esir e.

Abone ol

Mehmet Erbey

Merheba ji wer canik û camêrno. Li welatê me havîn zûdeye rû daye. Jixwe êdî li ba me bihar nemaye. Em ji zivistanê raste rast derbasî havînê dibin. Ew gotina ku; pîrê nemire bihar hat, êdî bê wate ye.

Belê ev tişt ji hinekan re bi xêr e, lê ji me re nebixêr e. Hûnê bêjin çawa? We go çawa ne wer. Belê de ka ez ji wer qal bikim. Welatê sar û serma wê zêde be, mirovên wê dibên hema havîn bihata em derketana ger û seyranê. Bi çar çavan li benda havînê ne. Ji zivistanê de planên xwe yên havînê yê ger û geştê dikin. Kamera derfetê wan jî heye. Ê ma ew negerin wê kî bigere? Xweziya me bi dilê wan. Bi serê xetoyê dînik me re dikare bêje wek ew li welatê me geriyanin, em negeriyane lo.

HAVÎNAN EM DIXENIQIN

Weke me got havîn ji hinekan re kêf û seyran e. Lê ji me re ezab e. Bi her hawî. Germa me ew qas dijware, havînan em dixeniqin. Em nikarin bêhna xwe bistînin. Jixwe ger û seyran xeyal e. Ku dibe havîn, em dikevin heyrê û em dibên ka ev havîn dê çawa biqede. Ji ber vê germê gotina kalekî ez qet ji bîr nakim.

Go:
- Gelî civat, ger cihenim hebe, di bin welatê me de ye û havînê zebanî agir gur dikin.

Wele gotina wî ji kitêbê bû lo. Ev gotin niha hat bîra min û ez niha dikenim. Îja ev germa dijwar ne bes e, di ser de jî her havîn ceyranê li me qut dikin. Çi ye, ne çi ye dibêjin hûn zeviyên xwe bi ava  bîra ku bi ceyranê dixebite av didin û ew ceyran jî qaçax e.

Lo bavo îja hûn bibînin rojê şeş saet, car caran jî heşt saet û tew carinan bi rojan ceyranê nadin. Û ev bi salane wiha ye. Weke hûn zanin êdî bê ceyran jiyan dom nabe. Me re şerpeze dibe. Kar û barê me re nîvco dimîne. Yek jê jî nivîse. 

Wexta ku qonpîtura min a leptop tunebû nivîs ji min re şkence bû. Ku ceyran qut dikirin min çi nivîsîbû tev de diçû. Ez dîn û har dibûm. Axir min leptop stand û ji wî derdî xelas bûm. Lê min pir kişand ha.

GUNEHÊ ME HUSTIYÊ DEDAŞÊ DE YE

Îja bi ceyranê av jî qut dibe. Ew jî bi ceyranê ye. Weke demên borî bîrê hêlî jî tuneye. Gelek kes ji ber tunebûna avê digotin em nikarin destmêj bigrin û gunehê me giş di hustiyê DEDAŞê de ye.

Di serî de me gotibû, ji ber qutkirina ceyranê milet nikare erd û zevîye xwe av bide û tev de hişk dibe. Ji ber vê yekê her sal milet serî hildide, diçin ber deriyê DEDAŞê û şer û pevçûn çê dibe. Heyra yê ku ne jiya be nizane ha. Te dî divên haya zikê têr ji yê bîrçî tuneye. Hûn bawer bikin ji ber ceyranê her havîn pîsqolojîka me diêşe lo.

Belê TEDAŞ zulmê dike lê em heqê wan nexwin qencîyên wan jî hene ha. Wexta qutkirina ceyranê dîyar dikin. Mesela Mêrdîn. Dibên ey gundî û malîno qutkirina ceyranê ji saet heştê sibê heta çarê esir, herêma Dêrikê, ji çarê esir heta duwazdehê şevê, Qoser û hwd. Wele qencîyên wan pir in, lê bextê me tune lo! Ku ji me re negotina, me yê çi bikira!

Bi meseleya ceyranê re pir tiştên trajîkomîk jî diqewimin. A ji wer yek ji wan. Berî niha bi çend sala ez bi mêvanî çûm gundê mala xalê xwe. Êvarê wexta qutkirina ceyranê bû. Rabû me gişan rahişt kursiyên xwe û em derketin hewşê. Me go berî ceyran were birîn, em cîhê xwe bigrin.

MA QEY WÊ DILÊ WAN BI ME BIŞEWITE?

Belê wext hat lê ceyran neçû. Me ji hevdû pirsî. Kuro ceyran neçû. Ev çi meseleye. Hinek ji me digotin heyra meraq nekin niha wê qut bikin. Ma qey wê dilê wan bi me bişewite? Ez serê we neêşînim deh deqe derbas bû ceyran neçû. Pazdeh deqe bû neçû.

Em giş şaş bûn. Ji hêlekê jî kêfa me dihat û me digot başe wa ceyran qut nekirin. Lê xalekî me yê bêsebir, go ka ezê li DEDAŞê bigerim bê ka ev çi meseleye.

Kesên li civatê jê re gotin:
- Kuro dev jê berde. Wa ceyrana me heye. Tê çi kera bi guh bikî!
Ê ka yê karibe bixwe. Rabû geriya û binêrin bê çi bû.
- Eloo DEDAŞ
- Keremke xalo
- Kuro ev saet, saeta qutkirina ceyrana me ye.
- Ê xalo
- Ê ka we qut nekir. Çi meseleye gelo?
- Xalo navê gundê we çi ye.
(em li wir navê gund nedin)
- Navê gundê me felan gund e.
- Uuuu xalo li qisura me nenêre. Wele me ji bîr kiriye. Baş bû ku te anî bîra me. Mala te ava xalo. Em aniha qut dikin.

Go pit û ceyran çû. De îja wer kirasê xwe nevê çîr û neqetîne. Kesên li civatê hêrîşî xalê min kirin. Gotin, ê kuro çi ji te re. Ma bi stûyê te ketibu. Em li ber ceyrana xwe runiştîbûn te çima pêde r…t û hwd.

Xalo nema zanîbû çi bigota. Ji wê rojê ev mesele li wî gundî tê qal kirin. Va min jî ji were qal kir. Îja havîna me û qutkirina ceyranê dest pê kiriye. Ka bê çi mesele, li me biqewime nizanim. Meraq nekin ku meselê me çêbû, ezê haya we jê çê bikim. De heyra berî ku ceyran here ez nivîsê biqedînim.