Danû

Wekî berê danû zêde nema tê kelandin. Êdî yên ji febriqeyan derketiye tên kirîn. Gundiyê me yên danû dikelandin ji vê yekê gilî û gazin kirin û gotin; wele bavo em nikarin yê febriqeya bixwin.

Abone ol

Merheba ji wer canik camêrno. Demsal guherî û em ketin demsala payîzê. Ji hêlekê ve hênike û xweş e, ji hêlekê ve jî demsala xemginiyê ye, merê bêkêf e. Bi hênkaya payîzê ve merê dilşad nabe û berevajî dil xwe bi reştariyê dinixwumîne. Payîzê, pir caran, çav di valahiyê da pûç disekine û jiyana te bêsekin di mejiyê te da diçelqe. Demên borî û pirayî zarokatî, giranî dide rih û laş. Tew berêvarê, payîz bi xume xum ji ezman dibare û li ser hev de teqlo meqlo dibe hevokên helbestan. Li benda helbestvanên xwe ne ku wan di ristên gewre da bi cîh bike. Û di serî da tu hay ji payizê tuneye. Tu di nava fikaran de yî û tu dibê ev xemgîniya min bo çi ye. Belê, dil ne cîhê ku dawet û govend lê hatiye gerandin ku bi coş be, lê bo xemgîniyê jî sebebek tuneye. Wexta ku pelên dara yê ku hişk bûyî, di bin nigên te, dike qirçe qirç tu li xwe hay dibî û tu dibê hay loo payîz e, demsala xemgîniyê ye.

Temam heyra ez huş bûm. Ez xemgîniyê di ser we da jî nebarînim. Mesela me danû ye. Weke hûn zanin di demsala payîzê da amadekariyên zivistanê tên kirin. Yek jê jî danûyê ku jê sindik, xişan û savar tê çêkirin. Îja, îro li gund hinek gundiyên me danû dikelandin. Min ew çawa dît, min ji malê rahişt sêniya xwe û berê xwe da wan. Him xwarina danûya xweş e û him jî wexta min rahişt sêniyê çûma zarokatiya xwe. Lê hîn danû nekelîbû. Sênî di destê min da li ba gundiyê xwe rûniştim. Wekî berê danû zêde nema tê kelandin. Êdî yên ji febriqeyan derketiye tên kirîn. Gundiyê me yên danû dikelandin ji vê yekê gilî û gazin kirin û gotin; wele bavo em nikarin yê febriqeya bixwin. Bê ekil in. Ku merê bi destê xwe nekelîne û merê wiha li hev du kom nebe, zarok sênî di destê wan da neyên danûyan nexwazin ma tama wê heye! Rastî jî mafdar in. Heke taba wê hebe, kêfa wê jî heye. Her tişt li hêlekê wexta em kevçiyan li danûyan dixin berberî her tiştî ye.

Piştî qederekî kel li danûyê me ket. Agir hate vemirandin. Zarok û ciwanan rahiştin satilên xwe û dest bi kişandina danûya kirin. Û dor bi dor birin ser xanî ro kirin. Kesê satila xwe dadigirt û didan rê, kulma xwe jî di nav da dadikirin û danû davêtin devê xwe.

Camêran sêniya me jî dagirtin. Gava min go de va ezê herim gotin hela bise, di serî da em bi hevdu ra çend kevçî danû bixwin taliyê here. Min jî go; na wele ez danûyê xwe nadim we. We sênîk danû da me, mala we ava. Îja çima hûn xwe dikin şirîk. Ma wiha dibe. Keniyan û gotin; kuro ne ji sêniya te haho. Haa a va sênî. Tu nebêjî berê hazirî kirine. Sênî derxistin, ji niqrê danû bi ser kirin, zeyt rijandin ser û bi kevçî xweş lihevxistin û ji min ra gotin; de wer bixwe ha. Min jî go; ma ka xwêya wê. Gotin meraq neke heyra, a va xwê jî û a va îsot jî. Min go; xwê temam, lê îsot! Xwediyê danûya go: heyra gere tu gorî demê tevbigerî. Binêr va ketçap û mayonez jî. Ez keniyam û min go; wele ev ji danû bêtir, bû tirşik. Belê, me ew jî lê kir û me xwar. Lê mixabin ew îsot mîsot tahma danû kuştibû.

Hîn em di ser danû bûn, jina malê go; zêde nexwin ha. Hûnê qefsî bibin. Lê ka yê ji çila karibe bixwe. Min jî jina malê go; ku em qefsî bûn, emê herin xwe pitik bikin. Belê, demên berê yê ku bixwarinê diketin, dibirin wan pitik dikirin. Yên nexweşa pitik dikirin ji gundê Mevîjo bûn. Di wî gundî da mala Ferman hebû. Li ser destê wan rihet dibûn. Heta gotin li ser wan hatibû çêkirin û digotin; mala Ferman, pitikên wan derman. Pitikkirin jî bi êş bû ha. Paçekî li hev du digerandin û dikirin fitîl. Agir pê dixistin û ditefandin. Lê paç dikizirî. Wî paçê dikizirî, li sê aliyê zikê nepixî dixistin û pitik dikirin. Hûnê bawer nekin lê piştî seatekê ew zikê nepixî rihet dibû.

Li Mêrdîn gotina pêşiya li ser pitikkirinê heye. Kesek ku fen lê hatibe kirin dibêjin; filan kes pitik kirine. Belê, min piştî danû xwar, sênî di desta da, min berê xwe da malê. Ji paş min gundiyê min, bi ken bang kir û go: kuro tu hew bixwî ha. Mala ferman jî tuneyî ku te pitik bikin. Min jî go; na na hûn meraq nekin. Ma ka ne ya min e, ma kadîn jî ne ya min e.

Heyra pêvajoya danûya dûdirêj e. Hîn di cirn da tê kutandin, dişînin dengê û hwd. Lê him nivîs dûdirêj bû û him jî ji ber danûya weke rewşa zikê min nebaş e. Ya baş berî ku tiştek bê serê min ez herim ser nigên xwe bigerim û danûyê min xwariye biferikîn im. Ya na karê min tune ez herim li mala Fermano biger im.