Dewrêşê Evdî, Hamlet ango Tobîas Rahîm: Konsertek di bin Stêrka Saturn de
Tobias bi performansa delal kûr û ruhê sivik, bersiva hunermendiyê, kurdayetiyê û dilsoziyê dide. Bê slogan û bê çek bi dengê xwe yê zelal welatekî ava dike li ser dikê.
Rûya Galîp
''Birêm Şêrko!
Min bi çavê serê xwe dî
Girnijîn li pey wê bû
Sindoqa te ya Girînê.
Di dilopên hêsirê te de
Min damarê bazûyê Kawe dî.
Min laşê ketî yê Dehak dî.
Min alaya bilind a milmilî dî.
Min asoyeke ronak dî.
Di dilopên hêsirê te de
Min Zerdeştî dî.
Hembêza xwe vedikir
Ji bo hejar û belengazan.
Min bihişt dî.
Rast dibû li ser laşê çar dîwarê hilweşiyayî!'' (Abdullah Peşêw)
Pênc hezar sal e ku em li dû helbesteke wenda ne; em li welatê xwe digerin. Ala me di paşla me de, em li hemû bajarên cîhanê li welatê xwe li ''helbesta wenda'' digerin…
Bi qasî hejmara darên li çiyayê me, ewqasî pismam û dotmam, li pey ''helbesta wenda'' wenda bûn li çiya û deştan. Em çiqasî bûn Derwêş, welat ewqasî bû Edûl; dûr dûr dûr.
Li ser dikê rûyekî qemirî û dengekî zîz wilo ava dike Kurdistan; ''Were pismam, were pismam!'' Li Danîmarka kurdekî bi navê Tobias Rahim, bi konsertekê mîna çîrokekê mîna xewneke şeveke havînê, di dilê bi hezaran kurdan û Ewrûpiyan de katharsîsek pêk anî.
Bi qasî ku em dizanin bavê wî kurdê Anatolyaya Navîn e, dayika wî jî ji Danîmarkayê ye. Tobias Rahim stranên xwe bi zimanê Danîmarkayê distire. Vokala wî Luna Erşahin jî bi kurdî digrî û distire. Xortekî kurd bi mahlasa ZK jî rap dibêje û piştî performansa xwe diçe pişt Tobias û Ala Rengîn li ba dike.
Bi enstrumanên nûjen û herêmî bi awazeke cûre bi cûre lê di heman demê de jî yekaheng yekreng, bi sentezeke nazik û tenîk û helbestî, performanseke bêhempa derxiste holê…
Tobias bi şêwaza xwe bi tarza xwe a post-modern, bi cil û bergên xwe û bi xeml û girêdana xwe ve mirov heyran û mat dihêle.
Xetên rûyê wî dişibin yên rênçberekî kurd; hişk û qemirî, cil û bergên wî makyaja çavên wî tu dibêje belkî ji salên 60-70yi hatiye, dişibe Fredie Mercury û Elvis Presley. Ruhê wî wek Mirzayê Danîmarka Hamlet bi coş û kelecan. Lê dilê wî bi rîtmeke kurdî strana Derwêş lêdide.
Bi dengê orgê we dibe kêleka melekekê û ayînekê pêk tîne li dêrê. Bi dengê tembûrê jî we dibe dawetekê zemanê berê li Kurdistanê. Bi ruhê Hiseynê Omerî. Û ji nişkê ve ji paşila xortê kurd, Ala Rengîn ba dibe li ber bayê Ewrûpa li ser dika Kurmancî.
Pismam Tobias, tiliyên hemû guhdarvanan digihîjîne hevdû û govendeke mûezzam dide gerandin li qada konsertê. Enerjiyeke bêhempa, aûrayeke ezamet belav dibe li asîmanê Ewrûpa. Tobias bi performansa delal kûr û ruhê sivik, bersiva hunermendiyê, kurdayetiyê û dilsoziyê dide. Bê slogan û bê çek bi dengê xwe yê zelal welatekî ava dike li ser dikê. Vokala delal Luna Erşahin bi keser û hêsiran mîna lawjeyekê distire li ser dikê;
''Em hatin xurbetê,
Em xebitîn, me gelek hewldan kirin.
Hesret di dilê me de.
Hesret di dilê me de.
Em nehatin ku bibin biyanî…''
Bi tililiyan kela dilê guhdarvanan radibe. Alper Şahin jî bi elektrosazê rîtma giranî lêdixe. Govendeke devasa digere li qadê.