Di dîtinê de lihevanîna optîka quantumê û klasîk

Dîtina rindtir û paktir di her karî de grîng e. Her wiha di fîzîkê de jî gelekî grîng e lê dîtina tiştên biçûktir ji bo karên fîzîkî dibe alîkariyeke gelekî mezin.

Abone ol

Ayşenûr Ozel

Di jiyana me ya rojane de beşeke fîzîkê heye, her em pê re rû bi rû ne. Ew jî optîk e. Optîk di jiyana me ya rojane de cihekî gelekî mezin digire. Bikaranîna berçavkan, neynik, lens, teleskob, mîkroskob û lazeran de optîk heye. Optîk bi dîtina lensan derketiye holê. Dîroka lensan digîhe salên 500an a Beriya Zayînê. Di nivîsên wêneyî (hiyeroglîf) yên Misirî de ji bo lensan gotina "meniskûsên şûşe yên hêsan" derbas dibe. Di Misir, Babîl û Yewnana Kevn de hebûna van cureyên mercekan yeqîn nakin lê dîsa jî divê em grîngiyê pê bidin. Ne tenê li van deveran li Nemrûdê jî lensên Nemrûdî û Asûrî hebûne.

LENS CARA PÊŞÎN LENS JI BO ÊGIR VÊXIN HATIYE BIKARANÎN

Lens aliyên ronahiyê digurîne û tirêjên ronahiyê nêzîk an jî dûrî hev dike. Ev amûra optîkî ji şûşe (cam) an jî ji plastîka zelal (şefaf) dihat çêkirin lê lensên herî kevn ji belûrên (krîstal) cîlayî hatine çêkirin. Lê belê cara pêşîn lens ji bo êgir vêxin û wekî hûrbînekê hatiye bikaranîn. Zanistvanê Ingîlîz Roger Bacon di sedsala 11an de gotiye lensan wekî berçavkan jî dikarin bi kar bînin. Ev fikra Bacon ji Îbnî Heysem îlhamgirtî ye. Îbnî Heysem bi navê xwe yê din Alhazen di bin pirtûka xwe ya Optîkê de li ser lensên konkav û berçavkan de nivîsiye. Bacon bi vê fikra Îbnî Heysem di salên 1250-1280an de ji bo mirov di xwendinê de rindtir û paktir bibînin bi parçeyên şûşeyên gilover berçavk çêkiriye. Ji van berçavkan re "kevirên xwendinê" jî digotine.

RONAHÎ NE PIRTIK E, PÊL E

Bêguman ronahî her dem di jiyana me de hebû. Her dem bala mirovan dikişand lê heta Newton kesî nizanibû ronahî tiştekî çawa ye. Newton cara yekê xebateke zanistî li ser ronahiyê kiriye. Newton wisa fikir dikir ronahî ji pirtikan pêk hatiye. Newton jî tam nizanibû ronahî pirtik e an na. Chistiaan Huygens jî wisa fikir dikir ronahî ne pirtik e pêl e. Lê belê gotina Huygens jî tam rast nînbû. Zanistvanên wê demê rind nizanibûn ronahî ji fotonan pêk tê. Ev zanabûna li ser fotonan jî ji optîka quantumî tê. Em pir caran dibêjin fîzîka quantumî lê di rastiyê de ev ji ronahiyê derketiye. Yanê ji fêhmkirina hebûna ronahiyê derketiye.

Piştî Newton û Huygens James Clerk Maxwell di sala 1861-1862an de hevkêşeyên xwe yên ji bo optîka klasîk, elektromagnetîzma û elektrodînamîkê alîkar amade kirin. Ev hevkêşe wekî "Hevkêşeyên Maxwellî" tên binavkirin û di warê fîzîkê de jî xwedî grîngiya mezin e. Di beşên girîng ên zanista fîzîkê de tên bikaranîn. Maxwell modelkirina radyasyona cisma reş wekî danûstandina enerjiyê ya di navbera made û ronahiyê de wekî quantayên cuda rave kiriye. Quanta guherîna herî kêm a mezinahiyekê ye. Sedema cudahiya van quantayan jî nizanibû. Paşê bi Teoriya Fotoelektrîk a Einstein û bi xebatên Niels Bohr optîka quantum bi pêş de çû. Bi pêşdaçûyîna optîka quantumî yan jî bi awayekî din fîzîka quantumî xebata nûjentir, lazer û amûrên din dîtin.

DÎTINA RINDTIR Û PAKTIR DI HER KARÎ DE GIRÎNG E

Bi pêşketina optîka quantumî em niha mîkroskob û teleskobên nûjentir dibînin. Lê belê ji bo pêşketina zaistê mîkroskobên optîkî yên niha jî têr nakin. Ji beşa endazyariya elektrîkê ya zanîngeha Coloradoyê professor Randy Bartels ji wan kesan yek e di pêşketina mîkroskobên optîkî de keda wî heye. Ew û tîma wî ya ji CSU û zanîngeha Coloradoyê ya Minesê lêkolîna hin mîkroskobên optîkî yên herî bihêz dikin û dixwazin wan mîkroskoban çêbikin. Dixwazin mîkroskobeke wisa çêbikin, pê bikaribin tiştên ji nîvê dirêjahiya pêla ronahiyê bibînin û li ser rehettir bixebitin.

Profesorê fîzîkê ya ji zanîngeha Coloradoyê ya Minesê Jeff Squier û Randy Bartels ji bo mîkroskoba ronahiyê ya bihêztir rêbaza lihevanîna optîka quantum û ya klasîk wekî teorî ji me re dibêjin. Ev rêbaz ji bo fîzîka optîkê wekî sûper-çareserî ye. Her du zanistvan jî di pişt xebata wan de fîzîk û matematîk çi karî dike, alîkariya fîzîk û matematîke ji bo vê meseleyê çi ye di gotara xwe ya kovara Intelligent Computing de behs dikin. Nivîskarekî din ê gotarê jî dîrektorê berê Nîşandana CSUyê û Navenda Zanista Qadê Jeff Field e. Zelalkirina xebatan a bi lezeke zêde û di qadeke firehtir de armanca wan e.

Dîtina rindtir û paktir di her karî de girîng e. Her wiha di fîzîkê de jî gelekî grîng e lê dîtina tiştên biçûktir ji bo karên fîzîkî dibe alîkariyeke gelekî mezin. Erê aniha gelek kes mîkroskoban çêdikin lê ya grîng ev e, ji bo dîtina hûrgiliyên tiştên gelekî biçûk mîkroskoba herî bihêz. Ji ber ku zanistvan naxwazin bi tenê tiştên biçûk bibînin, dixwazin hûrgiliyên tiştên herî biçûk jî bibînin.