Di Êzîdayetiyê de Sêqoliya Şêşim, Xwedan û Êzî

Êzî, Ezda yan Xweda yan Tawisî Melek: Êzî mirov e li gorî raya min, ew lingek ji lingê nasîna Xwedê ye. Belkî xala herî giringe, Ez, ango evd, Evdê xwenas, ango; Xwedênas.

Abone ol

Newaf Mîro

Di Êzîdayetiyê de, sê heftiyan li pey hev rojî tê girtin û sê eyd, tên pîroz kirin. Şêşims; ango Xwedanê Rojê. Roj; nîşaneya Êzîdiyan a xwedênasiyê ye. Ya duyem; Êzîdî, bi heft melekan bawer in. Çawa ku heft roj û heft reng hene, wûsa jî heft melekên Xwedayê bi tenê hene. Bi wan, ev dinya tê birêvebirin. Êzî, yan Ezda, navekî ji navê Xwedê ye li gorî baweriyê. Çawa Platon hemû heyînan bi heyiyeke nepend û ne diyar ve girêda ye, Hegel jî heman tezê bi heyî, domandiye. Wûsa jî feylesofên din bi rasyonaliteyê ve girê dane. Ango bi qasî "mirov dihizire, mirov dijî" Descartes jî gotiye; ez difikirim, nexwe ez heme. Helbet di gelek ol û baweriyan de, wûsa jî ramanwerên cîhanê li heyiyekê geriyane. Hinekan li esmanan, hinekan di ruhê pîroz de û hinekan jî di hizrê de, lê geriyan. Ev yek di ola Mesîhiyan de bi sêqoziya; Bav, Kur û Ruhê pîroz, şîrove dibe. Jiyan, bi xwe lêgerîn e. Tiştê îro rast, dibe ku sibê kêm an jî çewt derbikeve. 

Em dîsa vegerin ser mijara xwe a di Êzîdayetiyê de. Carekê hejmara sêqolî ne tenê bi Xwedê, Xwedan û bi evdan re, di kastên Êzîdayetiyê de jî mewcûd in. Pîr, Şêx û Mirîd in. Çawa ku sîtil li ser sê kuçika ye, mirov jî di sê nivşa de hev temam dikin. Yek dîrok û zanîn e, yek jî rêvebirî û berpirsiyarî ye û ê din jî, siberoj e. Dema hev temam nekin, şeht dimînin. Şêşims: Şems yan Şêşims, ronahî ye, ber û bereketa jiyanê ye. Û raza wê, hê jî bi temamî bi zanînê nehatiye kifşkirin. Îro jî roj nebe, hebûn nabe. Şem, an Şems, navê xwe li rojên me daye, îro heftî bi yekşem û duşemê dest pê dike û heta înê, didome. Înî, bi ihtîmaleke mezin roja anîna nêçîrê û hev dîtinê ye. Di serdema kevnare de, wekî xwedawenda Înanna di destana Gilgamêşî de tê naskirin. Ilimdar bi xwe, di wê rojê de digihin hev. Lewma, roja înê hê jî di dînê Îslamê de roja ebadetê ye. 

Xwedan: Çawa me got, heft melek hene, her malbatek jî xwedanekî wan heye. Ango şêx û pîrê her Êzîdiyekî heye. Yê şêxan jî, şêx û pîr hene. Şêx û Pîr jî, mirîdên Şêx û Pîra ne. Lê ew sêqolî, li ser wan jî ferz e. Êzî, Ezda yan Xweda yan Tawisî Melek: Êzî mirov e li gorî raya min, ew lingek ji lingê nasîna Xwedê ye. Belkî xala herî giringe, Ez, ango evd, Evdê xwenas, ango; Xwedênas. Xwedênasî navekî din Xwedênasiyê, xwezanasî nîşaneke ya Xweda, Xwerist û Xwedê ye. Xwenasî, Xwezanasî, Xwedênasî. Ev jî sêqoliyeke din ya hevkemilandinê ye Çawa Xelacê Mansûr gotiye; Ez Heq im, yan Rastî û Heqîqet in. Ango; her tiştî nediyar di yê diyar de veşartiye. Ev tê wate ew lêgera di dilê xwe û di hizrên xwe de li Xwedayekî kamil e. Çawa Xwedê kesekî nedîtiye. Xwedê her tişte, lê ne tişteke ji yên dîtbar e. Yan her tiştê tên dîtin û hiskirin, tiştek ji Xwedê ne. Ango sêqozî di vir de; bi Şems, Xwedan û Êzî-Tawisî Melek, yan Ezî yan evd bixwe ye, ew hersê dibin kuçikê Xwedê.

Lewma jî meriv dikare vê xalê de, bi çend mînakên din jî rave bike. Çawa Roj heye, Heyv heye û Dinya heye, yek yekî temam dike. Wûsa jî mirov ji tunebûnê, dibe hebûn, ji hebûnê dîsa dibe tunebûn. Hebûn tunebûnê, yan tunebûna hebûnê? Lêgerê olî, ji kiryar û hebûna tunebûnê re, li hebûneke digere. Lê ma hizr bi xwe jî tê dîtin? Na helbet, gava dibe nivîs, yan tê gotin dibe obje, yan rastiyek. Yan xal û mijarek e. Ma hizr heta ciyê xwe nebîne, dibe hebûnek? Ango; hizr dendik e, lê dendik ax û avê nebîne, dibe heyiyek? Helbet na. Lewma ev sêqoziya Şêşims, Xwedan û Êzî girîng e.

Yek ji bo meriv bibe tiştek; divê mirov bi xwe bi xwe re dirust be. Di xwe de, li hebûnê bigere. Hizr, raman jî dikare bibe nîşanek ji hebûna Xwedê, yan Heqîqetê. Gava mirov xala Ezê sererast kir, xala duyem tê. Ew jî bi Xwedanê xwe re, divê dirust be. Ew jî, parastin û pêşvebirina malbat û nirxên xwe ye. Ji bo Xwedan, mirov û malê biparêze, divê ew xwe û Xwedanê xwe re dirust be. Dirustbûn yan hezkirina malê, malbatê dibe hezkirina Xwedê û Şêşims. Yan berevajî wê, mirov di xwe de li rihekî, di ruh de li Afirênerekî digere. Yê ji tunebûnê kiriye hebûn û dîsa tune dike.

Jêrenot:

1-‘Felsefeyeke Serhildanê’ – ‘Gazete Duvar’ - Ali Gurdilî 
2-https://de.m.wikipedia.org/ wiki/Al-Hall%C4%81dsch