Di helbestên Rênas Jiyan da çirûskên evînê

Rênas Jiyan, di helbesta kurdî ya modern da helbestvanekî afirîner e. Helbesta wî bi hêz û bedewiya xwe ji çirûskên îmajên nûwaze digire.

Abone ol

Evîn di edebiyata cîhanê da ji mijarên herî zêde berbelav e. Her hunermend hest û ramanên xwe bi mîrateya berî xwe dermale dike û hewl dide bêhna hunera xwe bide vê mijarê da ku sirrên evînê aşkere bike. Hin hunermend, bi dubarekirina metaforên mîrateya berê, xwe xapandine û benîştê bi sedan salan hatiye cûtin di devê xwe de birine û anîne; hinek hunermend jî bi pey xeyalên ter û taze ketine. Her hunermend bi amûrên qada hunera ku pê ve diştexilin evîna xwe vedibêjin. Wênesaz, bi harmoniya rengan evîna xwe tînin ziman. Peykertiraş, bi hemû hostetiya xwe zêdahiyên kevir diavêjin û laşên bêrûh û can diafirînin.

Di helbesta kurdî ya modern a bakur da mijara evînê, ji mijarên sereke ye û têra xwe pirşaxî ye. Evîna cîsmanî, evîna welat, evîna xwezayê, evîna azadiyê hwd. Evîn, di helbestên helbestvanên kurd ên modern da bi vêbêyînên curbicûr derdikeve holê. Her helbestvan li gor jiyana xwe, ramanên xwe, rabirdûya xwe ya hunerî, têgihiştina xwe ya estetîkê û felsefeya xwe ya jiyanê nêzîkî mijarê bûye.

Em ê hewl bidin bi alîkariya gelek mînakên ji helbestên Rênas Jiyan, mijara evînê binirxînin û bi hûrgilî lêbikolin ku Rênas Jiyan damezirênerê bizava çirûskîzmê ye, bi îmajên çawa evîn di helbesta xwe da bicih kiriye.

“tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê” (Jiyan, 2003: 13).

Di vê îmaja Rênas Jiyan da berf, remza safîtî û masûmiyetê ye. Berf, ji krîstalên cemedê pêk tê. Cewhera wê av e û spîboz e. Kurd, ji jinên bedew ên sipîboz ra “gewrê” dibêjin. Wek nav jî li wan dikin. Ji bo şayesa jinekê teşbîha “kuliyê berfê” ser bi xwe îmajekê diafirîne. Dema ew yara, ji dola kuliyekî berfê be îmaj ji aliyê estetîka vegêranê hîn tekûztir dibe.

“tu kuxika cixareya min a ewilî yî

tu rondikvexwarina ewil a giriyê min î evînî yî

tu lîseya emrê min î” (Jiyan, 2003: 21).

Di van risteyên jorî da Rênas Jiyan, bi rêze teşbîhekê yara xwe dişayesîne. Her teşbîhek wêneyekê li ber çavên me radixe. Şibandina yarê, “bi kuxika cixareya ewil” ji aliyê peywenda evînê balkêş e. Yên ku cixareyê dikişînin ji ber ku pişika wan hînî dûxana cixareyê nebûye, zêde dikixun. Ji aliyekî din ve jî bi heweseke mezin gulpan li cixareya xwe dixin. Ango cixare, hem kêfê dide wan hem jî êşê. Ji ber vê peywendê ev îmaj, wek kurteçîroka evînê ye. Ji ber êş û elema evînê, carinan evîndar, rondikan dibarînin û rondikên wan ji rûyê wan berjêr dibin û dikevin devê wan. Vexwarina rondikên evînê, bi teşbîha “lîseya emir” ra tabloyekê çêdike.

“tu mihîneke xweşik î li nav pirêzeyên beriyê dîn û şîn” (Jiyan, 2003: 27).

Rênas Jiyan di vê risteyê da jî yar şibandiye mehîneke li nav pirêzeyên dîn. “Dînitiya beriye”, aksiyonek aniye atmosfera helbestê. Bêjeyên “pirêze” û “berî”yê dema bi mihîneke xweşik di konteksekê da hatine bikaranîn îmaj welidiye. Ew mihîn, yar be, evîneke azad û biper û bask di xayala xwîneran da şênber dibe.

“ev çirûsk ji reqsa agirê li ser canê te yê tazî hetiye

berhevkirin” (Jiyan, 2003: 27).

Çirûsk bêjeyeke kevnare ye. di reqsa agir ê ku ji aliyê reqsê ve bihêz e, esas jin e lê jin nehatiye gotin. Ev jî îstiare-î mekniye ye. Dema siya ribîniya agir bikeve ser dîwarekî, ahenga ribîniya agir dişibe reqsekê. Rênas Jiyan, çirûskên reqsa agir, ji ser canê yarê yî tazî berhevkiriye. Canê tazî yê jinekê û “çirûskê reqsa agir” hatina wan î cem hev îmajeke ji aliyê wêneyî ve bihêz afirandiye.

“hew ji goşt kinc li ser te maye

aniha tu sêveke qeşartî yî” (Jiyan, 2003: 27).

Kinc, laşê mirov ji çavan diparêze. Şibandina goşt bi kincan, ji îmajê ra cih vekiriye. Her çiqasî hestî û tamarê canê mirov, bi goşt hatibe lefandin jî goştê bêkinc tazî ye. Rênas Jiyan, ev tazîbûnî bi teşbîheke din temem kiriye. Ew jî teşbîha yarê bi sêveke qeşartî ye. Sêva qeşartî ji xwarinê ra amade ye. Tazîbûna seksuel, bi şibandineke kevneşopî ketiye kirasê pîvanên civakê û helbest, bi avakirina vê îmajê ji aliyê meneyê ve kûr bûye.

“kaniyên girên sînga te kevz girtine

divê ez biherikim hundirê te” (Jiyan, 2003: 29).

Kaniyên berê ku dişibiyan hawizan, dema ji mêj ve kesek bi ser wan de neçûya kewz bi ser ava wan diket. Rênas Jiyan bi îlhama dîmena wan kaniyên berê yên ava wan an jî binê wan kevzgirtî, sîngê yarê “kevzgirtî” neqşkiriye. “Herikandina hundurê yarê” yara ku sîngê wê kevzgirtî, îmajeke pirtebaqe avakiriye. Kaniyên ku ava wan kevzgirtî ji bo ji wê kevza xelas bibin, ava birkeke din an jî kaniyeke din diherikandin ser wan, bi vî awayî bi saya ava nû kevza ava kaniyê paqij dibû. Herikandina hundurê yarê jî, sîngê yarê ku kevzgirtî hatine resmkirin dê paqij bike. Ev îmaj, di nava îmajên li ser yarê, îmajeke gelek gemarî ye. Helbestvan, piranî yarê xwe dişibînin tiştê sipî, paqij, teze, nûhatî, bêqusûr, birqokî, ronî, bitehm, bibîn hwd.

 “tu jî dizanî ez ne ew qasî mêr im û binihêrim li canê te yê tazî

bi van çavên xwe yên fîncanşikestî” (Jiyan, 2003: 30).

“Çavên fincan şikestî” di edebiyata modern da îmajeke resen e. Evîndar ku nikarîbe li laşê yara xwe yê tazî binêre tê meneya ku ev evîn, tevlî seksualîteyê nebûye. Jixwe îmaja “çavên fincan şikestî ” jî bo çavên nikarîbe rasterast li armanca dîtina xwe temaşe bike wek remzekê hatiye bikaranîn. Noqsaniyekê di naveroka xwe de dihewîne.

“deng

bûn pûş û şewitîn di kadîna guhê min de

ax ruyê te gundekî xerabe” (Jiyan, 2003: 61).

Di van risteyên jorî da di navbera bêjeyên pûş, kadîn, şewitandin, deng û guh da hunera tenasubê heye. Ango bêjeyên peywenda wan nêzîk di risteyekê da hatine cem hev. Deng bibe pûş û di kadîna guh da bişewite tê meneya ku evîndar gelekî bi hesreta yara xwe xemgîn e. Dengê yara wî ku her tim li ber guhê wî ye, wek agirekî têkeve kadînekê û wê kadînê ji hundur ve bişewitîne, guhê evîndar ji hundur ve dişewitîne. Îmaja “kadîna pûşê wê dişewite” û şibandina “rûyê yarê bi gundêkî xerabe” avahiya îmajê temam dike.

“ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te

Ji bişkulên şil morik min rêz kirine li gerdena xwe” (Jiyan, 2014: 11).

Evîndar, dema hevdu dibînin berî hevdîtinê, xwe xweşik dikin. Ev yek tiştekî ji rêzê ye. Tezada van risteyana hêza îmajê bilind dike. Ji ber ku tiştekî wek bişkulên şil, pîs; ji bo xweşikbûnê wek amûr hatiye bikaranîn. Di nava mercên tunebûnê yan jî ajalvaniyê da tiştê ku li dora yarê heye tenê bişkul in. Yara ku ji bişkulên şil, morîk li gerdena xwe rêzkiriye dîmeneke nedîtî derxistiye holê. Ev îmaj îmajeke gelekî xwemal e.

“rasterast bi guzên

wêneyê te li ruyê xwe diqelêşim” (Jiyan, 2014: 13).

Evîndar dema ji yara xwe dûr e yan jî nagihêje yara xwe her dem beriya wê dike. Di van risteyan da evîndar dixwaze wêneyeke yara xwe çêbike, lê li ser rûyê xwe. Ne bi pênûsê lewra bi pênûse be, dê jê here. Bi guzan dixwaze wêneyê yarê li ser rûyê xwe biqelêşe da ku tu carî jê nere. Dema wêneyê yarê li rû be, her tim evîndar dikare bi dest û tiliyên xwe wêneyê yara xwe mizbide heta dikare li eynikê binêre û rûyê yara xwe di rûyê xwe da bibîne. Rênas jiyan bi vê îmajê, aliyê evînê yê bikul û keser jî baş diramatîze kiriye.

“tim bi taya te me, qirpikên min hiltên ji vexwarina destên te” (Jiyan, 2014: 16).

“Vexwarina dest” îstiareyekê saz dike. Ji aliyê vexwarinê ve dest, hêmana qels e. Hêmana bihêz av e. Ew jî nehatiye gotin. Ji ber vê yekê îstiareyeke girtî heye. Evîndar hingî bi hesreta yara xwe ye. Dixwaze destên yara xwe wek avê vexwe. Av, Bi carekê tê vexwarin. Evîndar ew qasî bêriya yara xwe kiriye dixwaze dema yara wî destê xwe bide, hema bi carekê destê yarê, wek avê vexwe.

“porê min tiberk e Piştî mirina min ta bi ta li dilketiyan belav bike” (Jiyan, 2014: 33).

Evîndar ji ber rewşa evîniyê xwe ev qasî pîroz dibîne ku li gor wî porê wî tiberk e. Ji yara xwe dixwaze ku porê wî yê tiberk e, yara wî ta bi ta li dilketiyan belav bike. Wek wesiyet ev daxwaza, dîmeneke balkêş ava dike. Evîndar naxwaze mirin wî ji evînê dûr bixe, bi vê boneyê dibêje: “Porê min ta bi ta li dilketiyan belavbikin.” Eger porê wî, bê belavkirin û ji ber ku tiberk e neyê avêtin ango bê veşartin wê parçeyek ji evîndar, her tim li dinyayê bimîne.

“ji hestiyên çeng û çîpên min bila bikolin bilûran û lê bixin ji bo qîzên bavan” (Jiyan, 2014: 36).

Rênas Jiyan, bi anîna balhev a hestî û bilûrê, îmajek afirandiye. Kolandina hestî û çêkirina bilûrê ji bo qîzên bava ye. Helbestvan bimire jî bilûra ku ji hestiyên wî hatiye kolandin wê her tim ji bo qîzên bava bistirê. Hey helbestvan an jî evîndar miriye û nema dikare ji derdê evînê binale. Qet nebe bila bilûra ji hestiyên wî hatiye kolandin, ji ber kûl û keserên evînê, nalîna xwe bidomîne.

“qelbê te yê qesra qaçaxçiyan kanî” (Jiyan, 2014: 42).

Şibandina dil, bi qesra qaçaxçiyan îmajeke ji aliyê hermenoûtîkê (zanista şîroveyê) kûr e, pir tebaqeyî ye. Qesr, mezin in, binexş in. Îhtîşama wan heye, li ser vê dinya gewrik, bi çêkirina mîmariya xwe dewlemendiyekê nîşan didin. Qaçaxçî, her tim firarî ne. Xwe di qul û qulasan de, di xincik û şikeftan da vedişêrin. Cih û warê wan ê sabît tune ye, digerin, direvin. Ev konteksa bêjeyên “qesr û qaçaxçî” tezadeke mezin dihewînin. Evîndar, dilê yara xwe wek qesrekê dibîne lê çi fêde di vê qesrê da her tim mêvanên rojane hene û ev qesr, ji tu kesî ra nebûye cih û war.

“çavên te mexzenên şeraba sor

nêrîn bi nêrîn vedixum ” (Jiyan, 2014: 43).

Şibandina çavan bi mexzena şerabê, îmajeke resen saz kiriye. Dilê Rênas Jiyan tenê bi şerabê rihet nebûye teşbîha “mexzena şerabê” bi kar aniye, ev yek jî îmaj ji aliye esteteîka helbestê ve bedewtir û tekuztir kiriye. Şerab bi qurtan tê vexwarin lê helbestvan bi nêrînê, şeraba çavê yarê vedixwe.

“yara ku li ser pûrta sînga min diçêriya” (Jiyan, 2014: 44).

Çêrandin, lêkereke ji bo ajalan tê bikaranîn. Çêrandina yarê, îstiareyeke girtî ye lê yar li ser pirça sînga evîndar diçêre. Pirça sînga evîndar bişibe gîha, yara ku devê xwe dixe nava vê pirçê û wê maç dike wek berxikeke di nava mêrgekê da biçêre. Ev îmaj ji ber atmosfera teşbîhê hinekî jî erotîzmê dihewîne.

“bila li ser min lê bikeve vingevinga konçertoya mêşan

bedena min bibe bajarê kurman

gennî bûme min bêhn bike yaaaaaar!” (Jiyan, 2014: 47).

Evîndar hingî dûrî yara xwe maye ji dinyayê aciz bûye. Eger yar tunebe dê evîndar çima serê xwe bişo û li dora xwe here û were? Ê dema evîndar ji derdê yarê nema li xwe binêre wê qilerî bibe, wê kurm têkevin laşê wî, wê genî bibe. Mêş, ji tiştê genî hez dikin. Dema laşê evîndar bibe wek laşê berateyan, mêş jî dê bên û dest bi konçertoya vingevingê bikin. Tevlî van tiştan hemûyan dîsa jî evîndar, ji kezeba şewitî bangî yara xwe dike û dibêje “Ez gennî bûme min bêhn bike yaaaaaar!” Dixwaze ku yara wî bibîne bê ji derdê wê û evîna wê ketiye çi halî. Dibe ku gunehê yarê pê were û çenekî dilsoziyê nîşanî wî bide.

“li ser atomên evîna te kurk ketime” (Jiyan, 2014: 57).

Atom parçeyê herî biçûk e. Evîndar wek mirîşk, elok, ordek, çûk, kevok an jî keweke xwe bide ser hêkên xwe ango kurk bikeve, li ser atomên evîna xwe kurk ketiye. Dibe ku yarê, ji bo vê evînê hêviyeke biçûk dabe evîndar. Evîndar jî ji bo vê “atoma heviya evînê” wek kurkeke li ser hêkên xwe bimelise û wan ji hemû xetereyan biparêze hewl dide. Armanca kurkê derxistina çêlikan e. Kengî çêlikên wê ji hêkan derkevin şad dibe, digihêje meqsed û miradê xwe. Mebseta evîndar jî ji van atoman karîbe rojekê evînekê derxe. Îmajeke balkêş e.

“me evîn kirin qurtek jehr

û di şevên qemer de me bi ser zengelokên xwe dakirin”  (Jiyan, 2014: 69).

Zor û zehmetiya evînê, bi qurteke jehrê hatiye şibandin. Evîndar tevlî hemû zehmetiya evînê dîsa jî di şeveke qemer da wê bi ser zengelokên xwe ve dadikin û dixwazin tehma evînê bizanîbin. Di navbera evîn û jehrê da dijberiyek heye ku ev jî hunera tezadê derdixe holê.

“çirrek şîr didoşim ji ewrên spîboz ji bo çivîkên çavê te” (Jiyan, 2014: 75).

“Doşandina şîr ji ewrên sipîboz” ne cure gotineke ji rêzê ye. Ji ber ku bangewaziya doşandinê; mîh, bizin û çêlekan tîne hişê mirov. “Doşandina ewran” wek wêneyeke surrealîst e. Evîndar, dê ewran bidoşe û çawa bike? Ew “çirra şîrê ewran” jî dema ji bo “çivîkên çavên yarê” bê dotin û wan çivîkan pê xwedî bike îmajeke bihêz derdikeve holê. Çivik, remza şadî û bextewariyê ne. Dema mirov şad be çavên mirov dibiriqe. Rênas Jiyan bi vê îmaja bimecaz, dixwaze bibêje ku: “ji bo şadiya yara xwe ez dikarim ewrên sipî jî bidoşim û wî şîrî pêşkêşî çavên yara xwe bikim.”

“çavên te yên zeytûnî jî nîn in

ku ji navikên wan ji xwe re tizbiyan çêkim”  (Jiyan, 2014: 87).

Tizbî di gelek çandan da tê bikaranîn. Wek remzeke dînî û çandî tê nirxandin. Yan ji bo kişandina werdan an jî ji bo sebrê tê bikaranîn. Rênas Jiyan, ji bo peywenda îmajê sazbike bêjeyên lihevhatî bi kar anîne. Şibandina çavên yarê bi zeytûnê, her çiqasî teşbîheke di devê helbestvanan da bûbe benîşt jî di van risteyan da aliyekî resen heye. Çavên yarê, dema bişibin zeytûnan, dê navika wan jî dendikê zeytûnan bin. Em dizanin hinek tizbî ji dendikên zeytûnan jî çêdibin. Helbestvan ew qasî ji yara xwe hez dike û dibe ku dûrî wê be, dixwaze ji dendikên çavên yara xwe yê zeytûnî, tizbiyekê çêbike û her tim bi vê tizbiyê sebra xwe bîne. Tizbiyeke seranser hebê wê ji dendikên çavên yarê be, dema evîndar li tizbiyê binêre wê hemû çavên yarê bi hev ra li çavên evîndar binêrin. Ev jî ji bo wî bextewariyeke mezin e.

 “Seva ku ez û tu di biniyê de bigerin

Ez ê dilop dilop baranên şikestî bicebirînim ”(Jiyan, 2014: 100).

Baran ji bo hinekan rehmet e, ji bo hinekan bereket e, ji bo evîndaran jî çavkaniya romantîzmê ye. Evîndar ji ger û geşta binê baranan pir hez dikin. Di van risteyên jorî da jî Rênas Jiyan piroleyeke mezin kiriye û gotiye ji bo ez û yara xwe di binî de bigerin ez ê dilop dilop “baranên şikestî” bicebirînim. “Cebirandina baranên şikestî” îmajeke estetîk e.

Rênas Jiyan, di helbesta kurdî ya modern da helbestvanekî afirîner e. Helbesta wî bi hêz û bedewiya xwe ji çirûskên îmajên nûwaze digire. Rênas Jiyan, bi gotinên rengîn, ji asîmanê helbesta kurdî ra bûka baranê dixemilîne û li hespa kihêl a xeyalan siwar dike.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Çavkanî:

Rênas Jiyan, Mexzena Xwînê, Weş. Belkî, Diyarbakır, 2003.

Rênas Jiyan, Janya, Weş. Belkî, Stenbol, 2014.