Edebiyat û reşbînî

Kesek nasnameya xwe hinda bike bêguman destpêkê da ji civata xwe re xerîb dibe. Bi çavek kêmxistî nêzikatiyek qure tevdigere. Îro mînakên ev nêzikatiya sosret li Amade tê xuyakirin.

Abone ol

Çav jî wek kendalan in. Seknekî li ber kendal an demek dirêj temaşekirina wî ew ê te bikişîne xwe. Çav jî wisa in piştî qederek tu dikevî nav. Çaxê min dest bi nivîsê kir, çavên zarokên me yî ku hatine kuştin min yeko yeko temaşe kir. Çavên Ugur Kaymaz û ê Ceylanê, ê Enes Atayê…

Çavên ku em lê binêrin û xwe tê de hinda bikin gelek in. Ev çavên qeşeng, delal bi çavên xwînsoran hatin temirandin. Pişt re çavên xêrnexwazan min temaşe kir, tenê xwîn û dijminiyek bêbav xuya dikir. Ev çavxwînî û sor dikin qareqar, her roj bo em binkevin, birizin xwe bêhtir tûj dikin. Leystikek ne şefaf û zelal xwe daye xuyakirin, gav bi gav ev tê meşandin. Li dijî milet û welatê me leystikek nû danîne ser dîke, lê baş e ku jîr û hêjayên me ew ê dîsa bi polîtîkayên wan ên veşartî ew ê bên deşîfrekirin.

Li hêla me di esasê xwe de ji kolanên wan hatine ketine nav kuçe û taxên me bi tevgirtinên xwe, bi daxuyaniyên xwe hiş dixwazin tevlîhev bikin. Tasfiyekirina tevgera sîvîl bêguman valahiyekî bi xwe re anî. Çi kontra çi îqtîdar û çi dewlet bi xwe valahiyê li gor xwe xwestin tije bikin. Birastî jî viya li gor dilê xwe tije nekiribin jî di dawiya rojê de serkeftinek demkî bi dest xistin. Çavkaniya me tevgirtinên siyaseta sîvîl de xwe bicihkirinê û daxuyaniyên didin her tiştî eşkere nake? Ez ê îro rihek reşbînî tevbigerim û lê reşbîniya min çiqas bi êş be jî rastiya min û ê te ye.

Nîçe di berhema xwe ya “ji baş û xerebiya wê de” dibêje, ger tu demek dirêj li kendalek binêrî ew ê kendal jî li tê binêre. Bila çavên zarokên me yî hatine qetîlkirin binêrin ku bila fehm bikin, ev mesele çiqas şolî û berbelav bikin jî dawiya rojê de tav ew ê zarokên rojê re bikene.

Lodos heye, ba û tofanek li derve dike guregur. Ewrên reş hikma xwe li ser bajêr daniye. Rih jî ji bo vê atmosferê amade ye. Her tişt bo tarî û reşbîniyê û bo nivîsê xwe hazir û nazir kiriye. Edebiyata cîhanê de damara reşbînî, dîroka mirovahiyê pirî caran kendalên kûr nêrtiye. Ev kendalên kûr hem li Rojava hem jî li Rojhilatê çiqas bişibin hevûdin jî bi çand ji hev diqetin. Yanî çand civatan û gelan ji hevûdin cûda dike.

Wêjeya Rojava di bandora modernîzmê de tenêbûna ferd, gerîna wiya xwebûn û hebûnê sancoyên wî ne; Wêjeya Rojhilat jî bêhtir li ser qeder û lêpirsîna gerdûnî ye. Kokên reşbîniya rojava li ser du lingan mezin bûye: modernîzm û hebûn. Kafka her tim tenêbûna ferdî ji xwe re biyanîbûyîn di berheme xwe da honand. Berhema wiya “veguherîn/dönüşüm” da sancoyên Samsa em dixweynin. Çiqas veguhertina

Samsa bi sembolekî fîzîkî be jî nasnama xwe dide pêş. Kesek nasnameya xwe hinda bike bêguman destpêkê da ji civata xwe re xerîb dibe. Bi çavek kêmxistî nêzikatiyek qure tevdigere. Îro mînakên ev nêzikatiya sosret li Amade tê xuyakirin. Ji ê derva re bi taybetî wêjekarên serdest re wek pisîkek xuya dikin ji ê malê rê dibin hirç dibin gur dibin her tiştî lê nabin ji xwe re. Belê Kafka reşbîn bû li hemberî civata xwe. Û ev reşbîniya wî di navbera ferdbûn û civatê de zayîna kendalek kûr derxistiye meydanê.

Nivîskarên ku li ser pergala “hebûn”ê berhemên xwe avakirine wek Jean-Paul Sartre û Albert Camus, trajediya hebûnê honandine. Berhema “biyanî” a Camus de karektera Meursault li hemberî jiyana dinyayê wateyan bar nekiriye, rasterast qebûl kiriye. Jiyan ji bo wî li ser wê fikrandinê ne bi qiymetê û bi min ev hîsa nîhîlîstî vêga wek bayê lodosê li ser her civatê hêza xwe diweşîne. Demên şer de û şerên ku li ber deriyan zorê didin ferdan û civatê, ev hîsa nîhîlîst wek ewrên asmanî her der dagir dike. Piştî Şerê Cîhana Yekem û Duyem de berhemên ku hatine nivîsandin, atmosfera reşbînî û hîsa nîhîlîstî, hiş û rihê karekteran dagir kiriye. Dema şer de yanî li aliyek tank û top li, aliyê din qelem û rûpel xwe çawa temam kirine: reşbînî û nîhîlîstî meşiyaye. Edebiyata me balkêşe ti car serî nîhîlîzmê nexistiye çimkî hîsa wî jî bo me luks e.

Nîhîlîzma Rojava û Rûsyayê jî ji hev gelek cudane. Reşbîniya Rojhilatê jî me gotibû li ser esasê qeder û çerxa bêdawîbûnê dimeşe. Reşbîniya mirovên Rojhilatê bi destê ferd pêk nayê, bêhtir ji derve ve tê kontrolkirin. Temayên ku tên pêşiya me li ser têkîliya xweza û gerdûnî de xweşbîniya jiyanê û reşbîniya wê de diçe û tê. Ne dikare dev ji jiyanê berde ne dikare li hemberî qederê dengê xwe bilind bike. Jiyan piranî li ser pergala êş û keserê diçe serî an dawî dibe. Reçeteya Rojhilatê jî li seranserê dinyaye de her tişt ew ê leqaye êş bibe, çareseriya wî jî vegerandina hindirê xwe ye. Wek vegera malê ji hemû êş ên derve xelasbûn û bi xwezaya xwe re lihevhatinê tembîh dike.

Herdu çand jî li hemberî “reşbînî”yê pêşberî/rûbirû mane, hatine, lê wiya bi şewazên cuda pêk anîne. Rojava tenêbûna mirovî û wateya wê kûrtir dike. Rojhilat jî di bin barê qederê de lihevhatinê digere, li pey aramiya hindir e, ji demborîna dinyayê wê de dixwaze binêre, temaşe bike. Ev gerîn û keşîfkirin gelek caran êşê hêma bike jî meşa ku tê domandin ronkahiya wê jî tê dîtin. Û ev jî destnîşaniya mîrovaiyê dike. Do serdest te ti tiştek nedihesibandin îro li derdora te diçin û tên.

Çaxê diçin û tên jî bi tevgirtinek genî, êrîşkarî û li ser esasê tasviye û teslîmgirtinê nêzikatiyên xwe eşkere dikin. Ew ê bêhtir bi darê zorê werin ser gel, ew ê bêhtir êrîş bikin… Ehlaq ev e zihniyet ev e. Ew ti car ney ser rêya mîrovahiyê, aşîtiyê, wekheviyê, edelet û qanûnan li gor xwe ew ê bitewînin. Çimkî zanin qeweta te têkçûna wan ew ê nebe serî. Putîn du deqîqe wan li ber derî da seknandin di ser da jî dîmenên wan weşand. Peyamek şand ji wan re û xwediyên wan ên rojavayî re. Ger hêza gelê kurd wek kulmek bûna li bin banek ti tofan û bahoz nikaribû têkbibirina.

Hewa hîsa reşbîniyê dide, ba û bahoz dike guregur û li ber çavên min çavên zar û zewiyên welat heye. Ger we tiştek kir qet nebe bila ew çavên delal ji we re bibin rêber.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.