Evliya Çelebî û zimanê kurdî

Kurdî yê ku li Kurdistanê tê bikaranîn Melîk Kurdîm maye. Li cihekî din jî dibêje Melîk Kurdîm li seranserî Kurdistanê geriyaye, bi tenê avûhewaya Meyafarqînê ecibandiye, zimanê xwe li vir afirandiye.

Abone ol

Kesên ku ne xwedanê hişmendiyeke dîrokî û dêrin bin, dibêjin qey polîtîkayên red û înkarê yên li ser zimanê kurdî ji mêj ve hebûne. Lê her wekî me ferhenga Yusuf Ziyaeddîn Paşa wekî mînak pêşkêş kir, berî ku hişmendiya neteweperest a tirkan bi pêş bikeve, tu zana û alimên tirkan bi vî çavî li kurdan û zimanê kurdî nedinêrî. Bo nimûne mirov dikare li Kamus ul Alam a Şemseddîn Samî jî bi bîr bixe.

Di warê kurdan û zimanê kurdî yekî din ê zêdetir naskirî heye; ew jî Evliya Çelebî ye. Em bi saya serê pirtûk û nivîsên kurdnasê navdar Martin van Bruinessen hînî gelek tiştên dibin ku di Seyahatnameya wî de der barê kurdan û kurdî ne hatine nivîsandin. Li gorî gotara wî ya bi navê “17. Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürtçe Lehçeleri Üzerine Evliya Çelebi’nin Notları (Di Sedsala 17an de Kurd û Zimanê wan: Der barê Lehçeyên Kurdî de Nîşeyên Evliya Çelebî)” ku hejmara 1-3 ya Studia Kurdicayê de sala 1985an hatiye weşandin, Evliya Çelebî di berga çaremîn a Seyahatnameya xwe de der barê zimanê kurdî de agahiyên berfireh dane. Lewma jî Martin van Bruinessen wî yekî yekemîn kurdolog bi nav dike.

Wî daye zanîn ku ev berga Seyahatnameyê di Pirtûkxaneya Topkapiyê de bi hejmara Bağdat Köşkü 305 tomarkirî ye. Her wiha Bruinessen daye zanîn ku ev destnivîsa Seyahatnameyê resen e û kesên ku dixwazin der barê Evliya Çelebî de xebateke cidî bikin divê vê destxet bingeh bigirin. Evliya Çelebî zimanê kurdî digihîne Kurdîm Melîk ku yek ji ummeta Nûh ku bi xwe hikumdarê bajarê Cûdî ye, 600 salan jiyaye, ev zimanê balkêş û xweş ê bi navê kurdîm pêk afirandiye. Bi kurtasî ev zimanê kurdî yê ku li Kurdistanê tê bikaranîn, Melîk Kurdîm maye. Li cihekî din jî dibêje, Melîk Kurdîm li seranserî Kurdistanê geriyaye, bi tenê avûhewaya Meyafarqînê ecibandiye, zimanê xwe li vir afirandiye.

Her wiha ew qala 12 lehçeyên kurdî dike, lê dema di hejmêre 16 navan dide: Zazakî, loloyî, Zimanê Hekariyê Cîloyî, Avnikî, Mehmûdî, Şîrvanî, Cizrewî, Pisanî, Sincarî, Herîrî, Erdelanî, Soranî, Xalitî, Çekvanî, îmadî (Amêdî), Rojkî. Li vê derê soraniya ku qala wî hatiye kirin devokeke kurmancî ye, komeke ku li qeraxa Çemê Batmanê dijîn, pê axivîne. Di wê gotara binavkirî de Martin van Bruinessen ji Seyahatnameyê ferhengokekê û straneke kelekvanên Cizîrê pêşkêş dike:

Çûme Cizîrê, kelek berdane

Çûme Xabûrê, xîvet vedane

ayayaya oyoyoyo oyoyoyoyo

eman ezîzim, bo çî kelendû?

(nakarat:) eman muruwet ezîzim, boçî kelendû?

Îro du ro je mekan dûr e, xûb xûb

Îro du ro je mekan dûr e, xûb xûb

bejnik zirav e, xal zahûr e, xûb xûb

bejnik zirav e, xal zahûr e, xûb xûb

(nakarat)

Îşev çi şev e, şeveke tarî

Çavên te reş e, baran dibare, xûb xûb

ayayaya oyoyoyo oyoyoyoyo eman

murûwet ezîzim, bo çî kelendû?

Gotareke Martin van Bruinessen di hejmara 3yêm a kovara The Journal of Kurdish Studies de sala 2000î hatiye weşandin. Navê vê gotara bi îngilîzî jî “Kurdistan in the 16th and 17th centuries, as reflected in Evliya Çelebi's Seyahatname (Kurdistan di sedsalên 16 û 17an de  Her wekî di Seyahatnameya Evliya Çelebî de hatiye nîşandan)” ye. Di vê gotarê de piraniya agahiyên gotara berê hatine dubarekirin, lê îcar qala serdana Evliya Çelebî ya Amediyê hatiye kirin û parçeyek ji qasîdeya Mele Remezanê Kurdkî hatiye pêşkêşkirin.

Reyi li asef diken                     Walih û heyarê ‘işq

Dersê Aresto diden                  Serxoş û sekranê ‘işq

‘Eqlê ku li er bête nîv              Mektebê ‘işqî demek

Dê bibitin mezhekî                   Tiflê hewesxwanê ‘işq

Li gorî Bruinessen ev kevntirîn teksta helbesta kurmancî ye. Helbet xebatên ku li ser dîroka wêjeya kurdî hatine kirin nîşan didin tekstên hê kevntir hene, lê rastiyeke li ber çavan e ku em bi saya serê Evliya Çelebî ji helbestkarekî nû yê kurdî agahdar dibin.

Tehsîn Îbrahîm Doskî di berhema xwe ya bi navê “Baxê Îrem” de vê rastiyê piştrast dike. Ew jî Seyahatnameyê dike û navê wî helbestkarî wekî Mele Remezanê Ebbasiyan tomar dike. Piştî vê yekê jî teveka qasîdeya ku Martin von Bruinessen hindek jê dabû, pêşkêş dike. Lê belê ew helbestê wekî xezel bi nav dike:

Xezel

Rayê li Asif[1] diken walih û heyranê ‘işq

Dersê Arîstoyî diden serxweş û sekranê ‘işq

‘Eqlê kul er bête nîv mektebê ‘işqê demek

Dê bibitin mezhek[2]ê tiflê hewesxwanê ‘işq

Def’ê heraket diket ma ji dilî zemherîr

Layezela germiya ateşê sûzanê ‘işq

Dê bisujit ‘alemê ahê şererbar[3]ê dil

Ger hebitin gavekê mani’ê tûfanê ‘işq

Min hesabê kufrê bû dax e li îmanê lew

Serger û pêxwas diçûm damenê ruhbanê ‘işq

Daxê nihanî me lew eşkere zahir kirin

Emrê çiraxan kire Xusrewê xubanê ‘işq

Geh  ji zemîrî bi xwe xûn ku tereşşûh[4] diket

Dîde dibit me’denê le’lê Bedexşan[5]ê ‘işq

Xunceyê bustan eger bendê nîqabê veket

Lal dibit bêguman murxê gulistanê ‘işq

Faş meke zarê xwe ey Remezan ger dikey

Şubhî Nesîmî dibî tazî û ‘uryanê ‘işq

Di encamê de em dikarin van gotinên Evliya Çelebî wekî bersiv pêşkêşî van kesan bikin ku îro êrîşî zimanê kurdî dikin: Eger çi hatibe gotin “Erebî fesahet, ecemî (farisî) zerafet, tirkî qebahet, zimanên din necaset e, lê belê zimanê kurdan hem fesahet, hem belaxet jî tê da heye…

Çavkanî:

[1] Wezîrê Silêman Pêxember

[2] pêkenîn

[3] agirbar

[4] niqutîn

[5]  Cureyekî le’lê ye.  Madenekî pir bi qîmet e.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.