Fisteq

Dawiya dawîn ez û cotkariya xwe li ku bisekinin û hîn çi bê serê min nizanim. Lê heyra va min meseleya xwe ji we ra qal kir. Îja temiya min li we. Karê ku ne karê we be, xwe têwernekin. Nebî nebî ha.

Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin meha Hezîranê, meha paletiyê ye. Li welatê me, tu herî kîjan gund û bajarî qal û behsa genim, garis û hwd tê kirin. Vê gavê gundî genimê xwe diçinin. Ku tu terî civatan, mijar hew genim e. Her kes ji her kesî dipirse û dibêje ka genimê te çawa bû? Serê donimê çiqas genim jê hat? Yê ku genimê wî baş hatibe vedişêre û nabêje, bê serê donimê çi jê hatiye. Dibê bila nezerî nebe û tenê dibêje şikur baş bû. Îja hinek dajon ser wan û dibêjin, erê kuro çavê me ne li malê te ye, pirsa me ji bo bê hela îsal xêr û bêra genim çawa ye. Ew jî ji ya xwe danakeve û dibêje, ma ne wa min go baş bû, hîn çi. Hûn bawer bikin bo vê mijarê di civatê de şer derdikeve carna. Hin kes jî wexta ku ji ber bênderên genim derbas dibin, tên ser cêzên genim, kulma xwe li genim dixe û hebo hebo li gênim dinêre. Taliyê dibêje, maşele ev mal malê kê ye gelo. Îja xwediyê genim bê çi xweş dike û dibêje; malê xwedê, malê me ye. Ê kuro hema bê malê me ye. Kesekî ku çavînî bike, tu çi bibêjî jî wê çavînî bike. Fitwê tu ji xwe re derdixî belesebeb. 

Belê, gilî û gazinê îsal li ser bihaya mazotê ye. Rastî jî êdî hew dibe. Lîtirek mazot sî wereqe derbas kiriye. Sala par xwediyê bîçeran pirêzê genim, dikirin ka, û serê donimê sed wereqe didan cotkaran. Ji ber bihaya mazotê sêla îsal, pûş û ka ji xwediyê bîçerê re ye û ew jî heqê çinîna genim ji cotkaran nastînin. Îja hin kes bo dost û mervê xwe bihesidîne bi derewan dibêjin; min bazara xwe kir û min heqê kaya xwe stand. Dibêje ma ez weke we bêaqil im. Lo bavo îja tu li temaşê binêre. Bi peyv û gotina hevdu şerpeze dikin.

Weke min go mijara her kesî genim e. Tenê ya min, darê fisteqa ye. Kûr bi kûr li darê fisteqa difikirim û dibêjim min çi anî serê xwe! Belê ji bavê me parçeyek erd ji me re maye. Ew jî ne li gundê niha em lê dijîn, li gundê me yî yê apanê me lê dijîn de ye. Û di sînorê devleta Surî de ye. Nava me û Rojava dused mîtro tune ye. Me heta niha erd dida apanê xwe û bi şirîgantî wan ji me re dikir genim û garis hwd. Îja berî niha sê salan birayê min kete bin û go ilim ka em şitlên fisteqa deynin. Min go, kuro dev ji me berde, sî km rê durî me ye, bîr û ava me tuneye, mitor û traqtora me tuneye, em ne vala ne… Lo bavo tu ji kê ra dibê. Go na nizam darên fisteqan bi fêde ye, emê lê miqatebin û filan bêvan.

Ez serê we neêşînim, min bi ya wî kir û min xwelî li serê xwe kir. Îja heyra sî km rê û ew rêyên ku cotkar bi bîra av dikin û tevda dikin çirav. Nayê bîra min ku rojekê ez û ereba xwe di çiravê da nemane. Îja di nava çiravê da, bêr di dest min de ye heta ku ez erebê ji çiravê derdixim. Ji bo dora şitlan bê çapekirin dîtin û birina pala jî derd e. Pir caran ji neçarî çape di destê min de, dar bi dar ez çape dikim. Bi traqtorê ajotina nava dara derdekî din e. Karê min tune ji meriv û dostan re bibêjim ka werin erd biajon. Ava cîranên erdê me di ser me de tê û ez û wan wer di nîqaşan da ne. Te dî em dibêjin kurd bo bihostek erd hevdu dikujin. Di van sê salên dawîn de, min fam kir ku mesele ne bihostek erd e. Mesele yek dibê ah va ezê wer bikim û çi ji te tê texsîr neke. Weke min go, her ku ez çûme ser erd, bê pirsgirêk ez wenegeriyame.

Rojekê pismamekî min go; kuro hema carekê te bigota îro karê min meşiya û bê teşqele ez wegeriyam. Teşqelê min î erd, ji der û dora min jî bûye derd lo.

Îja şitlên me gihaştinê û bûne dar. Me berî niha hefteyekê wan qelem kir, tahmand. Kesên hatin qelem li dara xistin ji Sêrtê bûn. Min gilî û gazin ji dara kir û min go evqas teşqele û wer deh sala li benda wan be ku fêkiya bide. Camêr go di deh salan da wê baş fîkiya nede. Lê piştî bîst an sî salî wê darên te di bin fisteqan bimîn e û tê jî zengîn bibî. Hey lo loo. Min go kuro piştî ku ez bûme heftê salî û ez ji dest û nigan ketim jahr di wê zengîniyê de be. Û min go em ketine vî karî, ji şerma dinyayê em nema karin jê derkevin. Ya na bi serê Xetoyê dînik min ê giş rakira û weke her kes î, min ê genim û garis biçanda. Te dî min di serî gotibû bîra me jî tuneye ku em av bidin.

Yek ji wan hosteyan, go ma çima hûn bîrê nakolin. Wiha bê av nabe. Min jî go, heyra bîra ku ez bikolim bihaya wê herî kêm pêncsed hezar e. Erdê me jî di sînorê Rojava da ye û hûn rewşê dizanin, wa dîsa Tirkiye xwe radişîne ku şerê Rojava bike. Ku ez bîrê bikolim û şer derkeve ezê erd û çi mal û milk hebe li ser bîrê bikim û bifroşim. Hoste go, na lo ewqas xwe netirsîne, înşala tu şer tuneyî. Min jî go, şer tunebe jî, ku ez bîrê bikolim ji ber bêsiûdiya min wê şer derkeve. Hema deng jê nîne û bila ji bêsiûdiya min dinya bin guhê hevdu nekeve. Em pev ra bi halê min keniyan.

Dawiya dawîn ez û cotkariya xwe li ku bisekinin û bê hîn çi bê serê min nizanim. Lê heyra va min meseleya xwe ji we ra qal kir. Îja temîya min li we. Karê ku ne karê we be, xwe têwernekin. Nebî nebî ha.