Gelo alfabeya kurmancî yeka fonetîk e?

Wekî encam em dişên bibêjin ku alfabeya kurdiya kurmancî ya ku em îro bi kar tînin ne alfabeyeke fonetîk e û ne pêwîst e ku wisa be jî.

Abone ol

Di vê gotarê de ez dixwazim qala mijara denganiyê bikim. Ev têgiha denganî ji hêla Mîr Celadet Bedixanî ve bi mebesta pergala dengî ya zimanekî, ez jî li şûna têgiha phoneticsa îngilîzî û phonemicsa amerîkî bi kar tînim. Denganî dengzanî (phonetics) û dengnasiyê (phonology) digire nava xwe. Di zanista denganiyê de yekedeng anku dengê bingehîn (fonem), rengedeng (allophone) hene. Yekedeng ew deng e ku di bêjeyê de wateyê diguherîne. Bo nimûne di bêjeyên; kar, bar, çar, jar, mar, sar… dengên pêşîn k, b, ç, j, m, s wateya peyvên diguherînin, ev jî nîşan dide ku ew deng ne rengedeng in, yekedeng in. Lê di bêjeya “xezal” dengên /x/ û /ɣ/ rengedeng in. Li gorî van pîvanan em bala xwe bidin denganiya kurdî û binêrin ka bi rastî jî alfabeya kurdî ya îro her wekî Mîr Celadet Bedirxan gotiye, alfabeyeke fonetîk e.

Celadet Bedirxan di xebata xwe ya bi navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî” de dibêje:

“Di her zmanî de herçend deng hene ewçend jî tîp peyda dibin . Ji ber ko di zmanê kurdmancî de sih û yek dengên bingehîn hene ji lew re tîpên zmanê kurdmancî sih û yek in .”[1]

Her wiha di xebata bi navê “Kürtçe Grameri (Kurmanci Lehçesi)” de ku ji hêla Celadet Alî Bedirxan û Roger Lescot ve hatiye nivîsandin ev tişt hatiye gotin:

“Alfabeya bi tîpên latînî ya kurdî alfabeyeke fonetîk e. Tîpên ku vê alfabeyê pêk tînin ji bilî çend dengên ku kêm peyda dibin, beramberî dengekî tên, bi tu awayî beramberî dengekî din nayên bikaranîn. Hemû peyv çawa tên bilêvkirin, wisa jî tên nivîsandin (du dengdarên mustesna ne tê de).  Bi heman awayî, dema ku tên xwendin jî hemû tîp tên bilêvkirin.”[2]

Lê em dizanin ku di denganiya kurmanciyê de hilmandin diyardeyeke girîng e. Heşt deng (çar hilmandî, çar nehilmandî) hene ku bi hilmandinê ji hev cuda dibin. Ev heşt dengên kurmancî di alfabeya Mîr Celadet Bedirxan de bi tîpên “ç, k, p, t” yê tên nîşandan. Di lîteratûra rêzimannasiya kurmanciyê de wekî dengdarên nerm û hişk ji hev hatine veqetandin. Di alfabeya fonetîk a navneteweyî de li ber dengên hilmandî “h”yekê datînin. Bo nimûne dengê /p/yê heke wekî /pʰ/ were nivîsandin, hilmandî ye.

Ev her du kom deng di alfabeya Celadet Bedirxanî de bi heman tîpan tên nîşandan, wisa xuya dike ku mîr Celadet ew wekî rengdeng qebûl kirine, lê ew bi kurmanciyê dengên bingehîn anku yekedeng in. Ji bilî wan jî tîpa “r” jî du dengan dimîne. Lê ev cudatî di nivisandinê ji bilî çend peyvan zêde arîşeyê dernaxe. Her wiha tîpa “l” jî du dengan nîşan dide. Ev her cudatî bi tenê di çend peyvan de xwe nîşan dide. Di alfabeya kurdiya soranî de /r/’ya lerzok bi dabirekê ji dengê /r/ya asayî tê cudakirin. Her wiha her du dengên /l/ jî ji hev hatine veqetandin.

Wekî encam em dişên bibêjin ku alfabeya kurdiya kurmancî ya ku em îro bi kar tînin ne alfabeyeke fonetîk e û ne pêwîst e ku wisa be jî. Bi tenê pêdiviya me îro bi alfabeyeke fonetîk heye ku em di em karibin di xebatên xwe yên translîterasyonê de bi kar bînin. Her wiha divê di xebatên perwerdehî û ferhengsaziyê jî hemû dengên bingehîn ên kurdî werin nîşandan. Her wiha hinek dengên erebî yên ku ketine kurdî jî divê werin nîşandan da ku peyv bi awayekî rast werin bilêvkirin û dengandin.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Jêrenot:

[1]Bedirxan, C. (1998). Bingehên Grêmara Kurdmancî. Hawar Cild 2, Weşanên Nûdem, Stockholm, r. 695
[2]Bedir Han, C. Lescot, R. (1990). Kürtçe Grameri (Kurmanci Lehçesi), Paris Kürt Enstitüsü, Paris, r. 3