Gelo pêwendiyek di navbera orgazm û azadiyê de heye?
Zewqa zayendî û orgazm ji gelek zewqa xweştir e û mirov bextewar dike. Ji bilî vê jî ev zewq di nav du kesan de bi hev re tê avakirin û tê parvekirin.
DUVAR - Par li ser jinên ku orgazm dibin û yên ku orgazm nabin me lêkolîneke berawirdî kir. Hat dîtin ku li gorî vê xebata ku me weke teza lîsansa bilind ya Derûnnasa Pispor Sibel Dinç kiriye; jinên ku girêdayî dêyên xwe ne, di orgazmbûnê de pirsgirêkan dijîn. Jinên ku orgazm nabin mala wan bêhtir nêzîkî ya diya wan e û di nava rojê de bêhtir bi diya xwe re diaxivin. Ango hat dîtin ku jinek çiqasî pir bi diya xwe bişêwire an jî diya wê çiqasî pir bi hal û karê wê biştexile, jin ewqasî zor orgazm dibe.
JINÊN KU ORGAZM NABIN DÊYA XWE WEKE JINEKE OTORÎTER DIBÎNIN
Danûstendina jinên ku orgazm dibin ya bi diyên wan re kêmtir e, ji diya xwe dûr dijîn lêbelê li gorî jinên ku orgazm nabin bi awayekî erênî behsa diya xwe dikin û bi diya xwe re têkiliyeke erênî pêk tînin. Jinên ku orgazm nabin dêya xwe weke jineke têkilîpêker/midaxîl, hişk, otorîter, sar û hwd; jinên ku orgazm dibin jî diya xwe weke jineke baş, henûn û xwînşêrîn pênase dikin. Ji aliyê têkiliyên wan yên bi bavê xwe re jî weke hev in; jinên ku nikarin orgazm bibin bavê xwe hişk û dûr; jinên ku dikarin orgazm bibin jî bavê xwe baştir û henûntir pênase dikin.
Di heman demê de têgîhiştina xwebûna wan jî dişibe hev: Rêzdariya xwebûna jinên ku orgazm dibin bilindtir e. Jinên ku orgazm dibin di hevşabûnê de bêhtir aktîf in û li gorî jinên ku orgazm nabin bi awayekî eşkere xuya dibe ku bêhtir ew hevşabûnê didin destpêkirin. Jinên ku orgazm dibin, li gorî yên ku nabin di dema hevşabûnê de tiştên ku dixwazin û naxwazin bêhtir tînin ziman.
Di nav jinên ku orgazm dibin de rêjeya masturbasyonê, li gorî jinên ku orgazm nabin çar qatan zêdetir e. Tirsên derbarê zayendiyê û hestên sûcdariyê yên ku piştî hevşabûnê derdikevin holê yên jinên ku orgazm nabin li gorî jinên ku orgazm dibin pirtir in. Têkiliyên birêkûpêk yên her du koman jî hene lêbelê di nav jinên ku orgazm nabin de zewac; di nav yên ku orgazm dibin de jî têkiliya xoşewîstî di rêjeyeke bilind de ye. Di encamê de hat dîtin, jinên ku orgazm dibin li gorî yên ku orgazm nabin bêhtir bi xwe bawer in, bêhtir jêhatî ne û bêhtir azad in.
GELO DI NAVBERA ORGAZM Û AZADIYÊ DE PÊWENDIYEKE ÇAWA HEYE?
Ji bo ku jinek di dema têkiliya zayendî de bi awayekî rehet zewqê bistîne û bê hişyarkirin du şertên sereke hene.
1 - Divê ji mêr piştrast be, ji bo ku têkiliyê weke bikaranînekê û henekpêkirinekê nebîne.
2 - Divê zayendiyê weke qebehet, sûc an jî gunehekî nebîne.
Ji bilî van her du şertan, pêdivî bi van her du şertên derûnî yên resen ên têkildarî zayendiyê heye ku weke ku paradoksek ava kiribe lêbelê di heman demê de bikaribe pê re serî derkeve:
1 - Di dema orgazmê de xwedî wê hêzê be ku hedana tenêtiyê ragire ji bo ku bikaribe şêlîbûna têgihiştinan, dûrketina ji cîhanê û partneran û hesta ku bi tena serê xwe maye tolere bike.
2 - Tevahiyeke derûnî ku ne di wê tirsê de ye dê sînorên eziyê hilweşin ji wê nêzîkahiya gelekî taybet ku bi mirovên din re danûstandineke zêde û rewşeke hevpar vedihewîne.
Herçiqasî gelek jin xwe bi xwe, bi masturbasyonê orgazm bibin jî, ji ber ku bi van şertên derûnî re nikarin serî derkevin di dema têkiliya zayendî de nikarin orgazm bibin. Gava ku ber bi orgazmê ve diçin, xwedîderketina li coşa xwe û xwebaweriya ku bikaribin li hespê coşa xwe siwar bibin û rakin ser lingan ji destên wan hatiye standin. An jî fikrên neyênî yên derbarê mêran; di dema têkiliya zayendî de nêzîkahiya ku bi wan re dijîn vediguherîne diltepînê û ji ber ku ji zewqê dûr dikevin, ev yek rê li ber orgazmê digire.
GELO ÇAND DIXWAZE PÊŞIYA ORGAZMÊ AN A AZADIYÊ BIGIRE?
Bedena mirov li gorî ku orgazm bibe hatiye afirandin. Orgazmeke birêkûpêk bandoreke mezin bi awayekî erênî li tendirustiya mirov ya ruhî û bedenî dike. Lê berevajî vê gelek çand ji bo ku rê li ber orgazma jinê bigirin di nav hewldaneke sîstematîk de ne. Hê ji dema zarokatiyê ve; ji bo ku jinan ji zayendiyê dûr bixin û wan ji zewqa zayendiyê mehrûm bikin, di dawiya dawî de wan tînin astekê ku êdî nema dikarin orgazm bibin, çi ji destê wan tê dikin. Weke ku tundiya çandî ne bes e, di hin çandan de klîtorîsa jinan tê jêkirin ku jin nema zewqê distînin û bi awayekî fîzîkî rê li ber orgazmbûna wan tê giritin.
Armanca bingehîn ya tundî û berhêlîkirinên çandî ew e ku rê li ber orgazm û zewqa ku jin ji zayendiyê distînin bigire. Lêbelê gava ku di vî warî de azadiya xwe ji dest didin gelo ev yek weke tesîreke din rû dide? An armanca bigehîn rêlibergirtina azadiya wan e? Di vê navberê de gelo şiyana orgazm û zewqa ku ji zayendiyê distînin xisarê dibîne?
JIN JI ZAYENDIYÊ ÇAWA TÊN DÛRXISTIN?
Di gelek çandan de keçikek weke negihîştina mirad û mexsedên xwe, bi dilşikestîbûnê an jî bi bêdengiya 'keçik çêbû' re tê dinyayê. Gava ku mezin dibe weke keçikeke milayîm ku dê alîkariya dêya xwe bike, tê mezinkirin. Bav û birayên wê alîkariya karê malê nakin. Ew û diya xwe û xwişkên xwe her dem di xizmeta bav û birayên xwe de ne û berpisryariya paqijî, xwarin, firax û kincan di stûyê wan de ye.
Wê hîn dikin ku hay ji tevgerên xwe hebe, keçikeke baş nikare li gorî dilê xwe rûne, pir napeyive, pir nakene, hokbokiyan nake û biaqil û giran e.
Gava keçikek ber bi kamilbûnê ve diçe, hin dayik derbarê kamilbûn û bêlimêjiyê zarokên xwe agahdar bikin jî gelek dayik derbarê kamilbûnê zarokên xwe baş agahdar nakin. Keçik ji derdor û hevalên xwe çend tiştan hîn dibe. Piraniya keçikan, ji ber ku ne xwedî agahî ne û ji ber ku ji fediyan bi dêya xwe re parve nekirine, bêlimêjiya wan ya ewilî ji bo wan dibe tecribeyeke trawmatîk.
Piştî ku kamil dibe astengiyên li ber wê zêdetir dibin. Divê êdî bêhtir xwe ji lawikan dûr bixe. Keçik, ji lawikên ku berê bi wan re bi lîstikan dilîst tê dûrxistin. Keçikê hişyar û hîn dikin ku nebe nêçîreke zayendiyê. Divê keçik êdî bi lawikan re negere. Divê keçik li hemberî lawikên pola xwe an jî lawikên cîranên xwe hay ji xwe hebe.
Gava ku memkên wê mezin dibin û bejn û bala wê li hev tê, hê bêhtir hîs dike ku dixwaze bê bidestxistin. Memkên xwe vedişêre û hewl dide ku wan ji nêrîn û eleqeyan dûr bixe. Ji laşê xwe fedî dike. Ev yek dikê ku gelek jin xûz bimînin.
Li gorî ku keçik hatine hînkirin lawik jî keçikan dûr, biyanî û weke objeyeke zayendiyê dibînin. Çend tecribeyên ku van hînkirinan piştrast dikin jî tên serê keçikan. Xortên jê mezintir an jî yên di temenê wê de hewl didin ku tiştekî pê bikin lewre hin tevger, destpêdan an jî tacîzan pêk tînin.
Gava ku hinekî din mezin dibe û arezûyên wê yên zayendî xurttir dibin, tundiya derdorê û ya ku wê xwe bi xwe li ser xwe ferz kiriye, mezin dibe. Ev tundî, bi nêrîna ku têkiliya zayendî pir bi êş û eziyet e, tê qeyîmkirin. Ji bo ku zayendiyê, zewqa zayendiyê û bedena xwe binase weke alternatîfekê mastûrbasyon heye lê ji ber ku mastûrbasyonê weke “tawanbariyê” dibîne serî lê nade.
Dawiya dawî dizewice. Derbarê tecribeya zayendiyê tu agahiya wê tune ye, piraniya tiştên ku ji derdorê bihîstine xedar in. Kesê ku dê çend tiştan jê hîn bibe hevserê wê ye lêbelê ew jî gelek tiştan nizane.
Tecribeya pêşî ya zayendiyê, bi tirs û zehmetiyê bê kirin jî tu tiştî jê fêm nake. Hin jê jî ji ber tirs û endîşeyan rê nadin ku têkiliya zayendî pêk were.
Piştî gelek riyan têkiliya zayendî pêk werînin jî gelek hevser, bi hev têr şa nabin. Têkiliya zayendî pêk bînin jî berî wextê ku jin orgazm bibe, hevserê wê orgazm dibe.
Zilam li xwe danayne ku tedawî bibe. Têkiliya zayendî ya ku bê hişyarkirin û bê orgazm dom dike, hişyarkirina jinê hêj xerabtir dike û di dawî de bêdilî jî lê zêde dibe. Jin êdî li benda dawîanîna daxwazên zayendî yên hevserê xwe disekine. Xwe li ser zarokên xwe dike, bi hin tiştên din mijûl dibe û keçikeke weke xwe mezin dike.
Piştî van hemû pêvajoyan jin;
1 - Dibin biyaniyê beden û zayendiya xwe.
2 - Daxwaza zayendiyê û zewqa ku ji zayendiyê distînin weke tawan, guneh û qebehetekê dibînin.
3 - Jiyana wan ya zayendî, weke peywireke zarokanînê û bicihanîna pêdiviya orgazmê ya hevserê wan sînor dibe.
Di encamê de jin zayendiyê weke ku tiştekî qebehet, xerab û qirêj e hîn dibin û dikevin wî halî ku edî ji zayendiyê zewqê nastînin. Bi kêrî tiştekî din bê jî û neyê jî, zayendiya jinê ji aliyê çandê ve tê kokirin û tepisandin.
ÇANDA KU ZILAM LÊ SERDEST ZAYENIYA JINÊ JI BER ÇI DITEPISÎNE?
Zewqa zayendî û orgazm ji gelek zewqa xweştir e û mirov bextewar dike. Ji bilî vê jî ev zewq di nav du kesan de bi hev re tê avakirin û tê parvekirin. Du kes bi hev re dikarin li fîlmekî xweş temaşe bikin an jî li muzîkekê guhdar bikin lêbelê hevşabûn ji ber ku bi hev re û rû bi rû tê kirin û tê parvekirin û ji ber ku zewqeke hevpar e, dibe tecribeyeke ku mirov pê xwe bextewar hîs dike. Ji çavkaniyên girîng yên zewqa zayendiyê yek jê jî ew zewq e ku mirov zewqê dide yekî/a din. Mirov ji ber bextewarkirin û zewqa ku dide kesê ku jê hez dike, hem zewqê distîne hem jî xwe bextewar hîs dike.
Çanda ku mêr lê serdest e, rê li ber orgazm û zewqa ku jin ji zayendiyê distîne digire û jinê vediguherîne pitikên naylonî yên nepixandî ku dikarin ducanî bibin ku jin ji ber vê yekê jî dev ji zewqa xwe ya zayendî û bextewariya xwe berdide.
Baş e, çanda ku mêr lê serdest e gelo gava ku jiyana jinê ya zayendî ditepisîne û dixe bin hikmê xwe, jiyana mêran ya zayendî bi temamî serbest dihêle?
LAWIKEK ÇAWA MEZIN DIBE?
Gava ku lawikek tê dinyayê daweta wê malbatê ye. Ji ber ku diya wî lawikek aniye dinyayê pozbilind e. Lawik delalî mezin dibe. Her dem tînin ziman ku lawik e. Wî hîn dikin ku her dem weke zilamekî tevbigere: Ango zilam nagirîn, hestên xwe nayînin ziman û divê ji bo serkeftinê her dem hewl bidin. Ji bo ku lawik bibe kesekî zîrek, serbixwe û jixwebawer tê teşwîqkirin.
Di qonaxa kamilbûnê de ji ber têkiliyên wî yên zayendî zext lê nayên kirin. Ji bo masturbasyonê, bi şertê ku ji adetê dernexe, kes lê nagire.
Di vê qonaxê de lawik pir serê xwe bi destxistina keçikan re diêşînin bê wê keçikan çawa ji bo têkiliya zayendî bi kar bînin û di vê mijarê de bi piranî jî meseleyên ne rast ji hev re dibêjin. Ev mesele jî bi piranî derbarê jinekê ye ku ji bo arezûyên xwe yên zayendî hatiye bikaranîn. Lawik jî wisa tên hînkirin ku zayendiyê weke tiştekî ne baş û qirêj dibînin lêbelê ev tişta ne baş ku bi keçikên 'ne baş' re bê kirin ne qebeheteke ewqasî pir mezin e. Ji ber vê jî lawik keçikan dikin du beş: Keçikên ku wê bêhna arezûyên xwe yên zayendî bi wan re derxînin û dê tu rêzê ji wan re negirin û keçikên dûrî zayendiyê ku dê rêzê ji wan re bigirin û tenê dê bi evîneke 'pak' ji wan bê hezkirin.
Di ciwaniyê de, lawik jî hema bêje weke keçikan bêhtir bi hevzayendên xwe re dibin heval. Bi şertê ku pir serê xwe bi keçikan re neêşînin, dil nekevin wan û ya girîng jî ji ber wan nekevin rewşeke pir xerab, hevaltî dikare bi keçikan re bê kirin. Lawikên ku dil dikevin keçikekê û rêzê jê re digirin, ji aliyê koma hevalên xwe ve piçûk tên dîtin. Hewce ye ku mirov serê xwe bi keçikan re pir neêşîne û guh nede wan.
Tecribeya wan ya zayendî ya pêşî bi piranî tekiliyeke bi pereyan e. Vê tekiliya ku tu tişt jê fêm nekirine û di wê kêliyê de ne rehet û fedyokî bûne, bi awayekî ku macerayeke mezin jiyane vedibêjin.
Di dawiya dawî de keçikeke li gorî xwe, yeke biexlaq û yeke ku çavên wê bi çavê tu kesî neketibe, dibînin û pê re dizewicin. Dema ku dizewicin jî hewce ye ku pir guh nedin hevsera xwe û pir ne romantîk bin.
Zilam di vê pêvajoyê de; hîn dibin ku forsên xwe bikin, ji xwe bawer bin, xwe îspat bikin û ji bo bi ser bikevin her dem derdora xwe dixin bin kontrola xwe. Ev meraqa serkeftin û xweşanîdanê, di nav têkiliyên ku ava dikin de jî derdikeve holê ku ev yek rê li ber têkiliyeke jidil digire.
JIYAN ZAYENDÎ YA KULEK A JIN Û MÊRAN ÇI LI CIVAKÊ ZÊDE DIKE?
Zilam ji ber çanda xwe, jinê ji zewqa zayendî mehrûm dikin û bi vê re jiyana xwe ya zayendî jî kulek dihêlin. Di dawiya dawî de ji bo her du aliyan jî, zayendî ji kêf û bextewariya ku dide wan dûr dikeve.
Bi sînorkirina zewqa zayendî ya jin û mêran, wext û enerjiya ku dê ji bo zayendiyê bê xerckirin ji bo çandê tê xerckirin.
Jiyaneke ku zewqa zayendî û têrbûna zayendî lê hebe, nahêle ku mirov bi tiştên din dakeve. Zayendiya ku bi awayekî azad tê jiyîn, dê nehêle ku mirov ji tiştên din re wext veqetîne. Xebat, reqabet, hêrs, xwesteka ku mirov bibe xwediyê gelek tiştên din, çavbirçîtiya ku mirov her dem xerc bike, bi vê xerckirinê re bextewarî; ji ber zayendiya ku bi awayekî tekûz nayê kirin, pêk tê. Bi saya tepisandin û xerckirina enerjiya zayendiyê; enerjiya zayendî bi riya reklam û sembolîzasyonan dişemite van qadên ku li wan tê zayendîkirin.
Lêbelê ne ji bo fêdeya zilaman be jî du-standardiyek heye. Jiyana zayendî ya jin û mêran ji aliyê çandê ve hatibe kesixandin jî; bi taybetî ji bo kesên halxweş, ango ji bo kesên serdest di ber zewaca wan re her dem derfeta wan ya 'sekseke baş' heye.
Ji bo girseyan ev derfet bi bijartekên ne baş yên weke kerxaneyan ve sînordar e. Lê ji bo kesên dewlementtir û serdest; têkiliyên bi pereyan, yên derzewac, anîna çend jinên din pêkan e.
Di dawiya dawî de, zilamên çîna serdest pir di bin bandora vê zexta ku li jin û mêran dibe de namînin, fêdeya wan jî ew girseya mirovên ku ji bo wan dixebitin û stuyê xwe li ber wan tewandin e.
GELO HÊVÎ HEYE? EGER HEBE LI KÛ YE ?
Li hemberî van hemû şertên neyênî jin û mêrên azad yên ku li beden û zayendiya xwe xwedî derdikevin hene. Jinên ku xwe ji çand û kevneşopiyan azad dikin, bi mêrên ku hesabê wan dikin û ji wan hez dikin re dikarin jiyaneke bextewar, têrker û bikêf ava bikin.
Ev pêvajoyên ku jiyan û azadiya zayendî ya jin û mêran asê dikin, dikare ji du aliyan ve jî bê guhertin. Ango çawa ku takekesekî ku bi awayekî azad hatiye mezinkirin dê xwedî jiyaneke zayendî ya bextewartir be; kesên ku bo jiyana xwe ya zayendî hewl didin ku bextewar bibin û bi ser dikevin, dê azadtir bibin.
Weke dawî em dikarin bibêjin ku di navbera azadî, têrbûn û bextewariya zayendî de tekiliyeke beramberî hev heye. Azadîbûna mirovan dê bandoreke erênî li jiyana wan ya zayendî bike û em dikarin bibêjin ku tekûzbûna jiyana wan ya zayendî, ji bo azadtir bibin dê alîkariya wan bike.
Nivîskar Doğan Şahin* Wergera ji tirkî
Kenan Ormek Ev nivîs pêşî di kovara Psychology Kurdî de hat weşandin.