Generalê Payîzê

Cîhanek bi eşqa xurbetiyan, koçberiyê, rêwî û rêwîtiyê raxistiye ber çavan. Emê behsa rêhevalên şevan, dostê bayê heftrengîn, esmanên belek, hezkiriyê kuçên tenha helbestkar Mihemed Omer Osman bikin.

Abone ol

Çayan Okuducî

DUVAR - Got, min bi pelên payîzê bipêçin. Got, ez im zivistan û bayê seqem. Got, berfa ku dibare bo min ar û agir e. Her tim li pey rêçên dilê xwe yî bi xwîn. War û wargehên wî ewrên reş. Bi hestên sêwiyan ji xwe ve diçû. Şevên bêçira û sar ji xwe re kir kiras. Tenetiyek ji mirov dûr, meşa bi segên bêxwedî re. Di kuçeyên kevnar de li pey bêhna azadiyê. Bi dengê baranê şa, bi vingevinga bayê xwîn lê dikeliya. Kuçên ji serî heta dawî bi hêsiran şil bûyî, kir ji xwe re yar û dost. Heval û hogirên wî, qijikên reş û belek, diaxivî li ber pencereyek şikestî, di odeyek cemed de bi xwe re diket hesabek dijwar: jiyan û mirin, mirin û jiyan! 

XEM, XEMGÎNÎ Û KULÊN BÊDERMAN KOM DIKIR

Mirinê, her tim di bêrika xwe de bi xwe re dibir. Ne şirîkê mirinê ne jî rêhevalê rojan bû. Ew bi şevên sipî re bû heval û hogir. Xem, xemgînî û kulen bêderman kom dikir, çi ji xeriban çi ji sêwiyan çi ji bêdengan. Gav bi gav hebûna xwe bi rengê payîzê vê honand. Peyaman dişand bo rêwiyên bêşeqal û bêkes. Nameyên ji kezeba şa’r daketî gîhişt ji xezeba zaliman xelas bûyî re, sewdaser ên çiyayîn re. Risteyan bi xwîna dilbirîndaran li ser qaxizan rêz dikir û êdî ewê ku ji binî venegerin re silavek, xatirxwestinek bû. Bi xiyalên sar, dinyayek germ afirandin bo xoşewîstên ji xeynî yar û welat...

Cîhanek bi eşqa xurbetiyan, koçberiyê, rêwî û rêwîtiyê raxistiye ber çavan. Emê behsa rêhevalên şevan, dostê bayê heftrengîn, esmanên belek, hezkiriyê kuçên tenha; helbestkar Mihemed Omer Osman bikin. Û li ser pirtûka/dîwana wî a bi navê 'Li Xurbetê'[1] di bêjinga hest û hişê me de derbasbûye, risteyên ku dilê me de cihê xwe girtiye û gîhiştiye asta rêzên qederbilind; xwendinek hem subjektîf hem jî ji nêz vê li pey şopa hêvî û hebûna wî bikevin.

GENERALÊ PAYÎZÊ DI NAV XORTAN DE BÛ ÎDOLEK

Generalê Payîzê mixabin sala 2019an de di 23 Çiraya Pêşiyê de xwe kuşt û mal avayî li me kir. Çaxê ji me xatirxwest 62 salî bû. Sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Sala 1975an de dest bi karê nivîsandin û rojnamevanî kir. 1985an de dîwana xwe ya bi navê 'Li Xurbetê' çap kir. Di dîwana wî de şi’rek wî ya bi navê 'Generalê Payîzê' jî heye. Di nav wêjedostan de navê wî wek 'Generalê Payîzê' belav bû û wisa hate naskirin. Generalê Payîzê di nav xortan de bo îdolek. Helbestên di dîwanê de ne zêdetir bi 10 zimanan hatin wergarandin. General bi dîwanê re reng û şêwazek nû anî nav şi’ra Kurdî. Şi’rên wî niha jî di polên 11mîn de û herwiha di zankoyan de tên xwendin. Heta niha çend tezên masterê û doktorayê li ser dîwana wî hat nivîsandin.

Generale Payîzê, bi zaravê Soranî kurdî hatiye nivîsandin. Ji aliyê wergêr û helbestvan Mehmed Osman ve hatiye Kurmancîkirin. Helbestek çaxê bi dest û dilê şa’rek ve tê wergerandin bêguman kêm zêde rihê berhemê bi dest dixe. Eger wergêr helbesta ku ewê wergerine nêzikî xwe bibîne encamek baş jê derdikeve. Osman Mehmed, dîwana General, bi dilek melonkolî, depresif, îsyankar, bi hêza bayê payîzê, wergerandiye. Rihê Generalê Payîzê ji soranî bo kurmancî herikiye. Min hewl da bi nêrinek melenkolîk, pastoral, derûnî û bi felsefeyek anarşîk helbestên şa’r binirxînim. Heta niha 7 helbestên General ji kurmancî wergerand bo tirkî û di kovaran edebî de hatin weşandin. 

Çaxê meriv pirtûkê vedike, di serî de hestek li der dora te diçe û tê; ev wek di nav reş û belek de mayîn e, di nav ewrên gewreyî de afirandina payîza medzer e, riste û dîmen dorê didin hevûdin. John Borger di pirtûka xwe ya 'Nêrinên/Dîtina Teşeyan' de dibjê; “nêrin pêşiya axaftine tê. Zarok pêşî dimenan dibîne, nas dike û paşiye fêr dibe.” Hişê dîtbarî an têrbûna dîtine di diwana General de 'mîhrîcaniya dîtine' jî em bi hêmayan dibînin. Ka ev hêmayan em bi çend risteyan -ji şi’rên cûda- gotina xwe xurt bikin, “bila ez vegerim ber bi cihana kesk a zarokatiyê, şax û gulî bûne bi hezaran destên delavî, min xwest ez mest bim û di serxweşiyê de.” 

'LI XURBETÊ' SENTEZEK JI JAN, JI XEYALAN PÊK HATIYE

Xwîner her ku diçe û risteyan li paş ve dihêle, tesîrek dudilî/hatin û çûyin/hebûn û nebûn her tim xwe dide xuyakirin, ev dudilî li ber deriyek bo derbasbûne seknek bi sanco, xem û tenêtiyê dihewîne. Weka ku di deste te de şûşeyek hebe û tu dibê qey ewê ji nişkava ji destê bikeve û bişkê, wek di navberekê kin de -kelecaniyek bêhemdî xwe- şikestiyên kûr û dirêj e. Di atmosfera dîwanê de xwîner leqayê şidanditiyek ji xwe bawer û diyalektîka jiyan û mirinê dide berhev. Dîwanê de tez -jiyan- li dijî wî antiteza -mirin- xwe ji honandiye û dîwana 'Li Xurbetê' jî temamî sentezek ji jan, xem, xiyalan pêk hatiye. Di dîwanê de ne kulîlkên rengîn ji we re bisitrin ne esmanên hêşin ewê ji we re bêjin merheba. Ew ê ji we re şevên sayî, demsalên şînê, rengên gewher, rojên seqem û berfê bîne.

General bo du kesan şî’r diyarkiriye di dîwana xwe de; ev du kes jî di hunera cîhanê de bi nav û deng in, berhemên ku ji bo mirovahiyê hêştine gelek giranbûhane. Yek jê helbestkarê mezin Ûris Sergey Yesenîn e yê din jî wênesazê Almanî Vang Gog e. Her dû şexs jî bi berhemên xwe û bi jiyana xwe gelek balkêş in û xwe kuştine. Mixabin Generalê Payîzê jî wek herdu hunermendên qedirbilind xwe kuşt. Meriv dikare bêje rihê wan dişibiyan hevûdin; melenkolîk, dildar, diltenik, dilnerm, dilşewat, dilwêrek… Aloziya di laş û giyanê wan de her tim mezin û geş bû, kaosek bişewat wek pêlên okyanûsê bilind û dijwar bi ser wan da radibû û berhemên wan şahidê rihê wan nin. 

Vêga em ji helbesta bi navê 'Yesenîn' çend riste bixweynin: “Ez rêwiyek bûm û/Ewrek negiriya bi ser bejna min de/Serabeke dûr riya sefera min bû.” Behsa serabe dike, behsa xwe û rêwitiyê dike. Rêwitiyek bi ber mij û morana ve meşek bi bar giranî vê şev heta dibû roj. Di helbestên Sergey Yesenîn de xweza/siruşt û romatîzmê, bi sembolan aniye zimên. Helbestên General de jî xweza wek sembol li pêş e, serkêşiyek lixwe zivirandî, şevên bi xem û kul hem bi şewat hem jî li du çûndinek tenitiyê.

DENGÊ ŞA'RÊ ME MERM E, BI CAN Û RIH E

Romannivîs Bextiyar Elî bo General dibê, “Mihemed Omer Osman ew şa’r e ku manîfestoya xerîban nivîsand (...) ew qesîdeyek e û pewistiya wî bi tefsîrê heye. Ne mumkin e ligel tu kêliyeke şi’rî, ligel dîtina her ciwaniyê min ew neanîbe bîra xwe.” Belê şa’re me sala 1985î de manîfestoya 'Li Xurbetê' weşand. Wek ku Bextiyar Elî jî aniye ser zimên, çaxê meriv helbestan dixweyne bivê nevê meriv diçe ser ciwaniya xwe. General bi awirên ciwanî, bi dilê xwe yî zîz manîfestoya xerîban, bêdengan, evîndarên dilxem û şikestî bi risteyên xweser bi me re diaxive. Çaxê behsa manîfestoyan dibe -bi taybetî jî di hunerê de- yek car propaganda û galegal, qareqar tê seh kirin. Di rêzên General de ne propagandayek tewş ne galegalek ne jî qareqarê em seh dikin û dibînin. Dengê şa’rê me nerm e, bi can û rih e, wek barana ku zelal dibare li ser kuçe û qadên bajêr. 

Di şi’ra 'Şeva Payîzê' de îsyana tenitiyê bi îmgeya 'pencere' ve hatiye honandin. “Îşev xelkê bajêr pencereyên xwe pihêt girtine/Tenê ne ji min be ku min pencereya xwe ta ser piştê vekiriye,” di dewama helbestê da, “serê xwe yî seqemî di pencereye re aniye der/Heta bi xema seyên reben ên jêr dilopan jî dixwim/Ne yek û du ne jî… ku ez li an bikim cilên xwe!” Segên kuçê her tim digîhijin hawara wî, rêhevalên şevên wî ne, dengê wan seh dike, bi awiran dikevin axavtinek dirêj. Di helbestê şa’r de seg, eyne û şevên tenêtiya şa’r dihewine.

BI Ş'ÎR DINYAYEK AVA KIRIYE

Dîsa helbestkarê mezin Şêrko Bêkes, bo helbestên General wisa dibê, “xeyala wî, ji şefafiyeta xwe wêdetir, ber bi asteke bilind a romantîk a nû hilkişiyaye. Dîwaneke payîza wê xurbetê ye ku şa’r ligel her bêjeyekê carekê diweşe û careke dî şîn tê.” Şa’r Şêrko Bêkes metafora ku aniye ser zimên 'diweşe û şîn dibe' hema hema di her helbestê de em hîs dikin. Li ser kendalên bilind meşek an li bin zinarek sistbûyî de seknek bi diltirsî. Bêkes didomîne, “em di vê dîwanê de şa’rek dibinin ku naşibe hevalên xwe yên şa’r ên wê serdemê. Welatekî dî yê ş’irê ji xwe re peyda kiriye.” Bi ş’ir dinyayek ava kiriye, wek Bêkes jî got, naşibe serdema şa’rên wê demê.

Îmgeya sereke 'payîz û ba' ye. Vêga em îmgeyên ku General 'Li Xurbetê' honandiye şîrove bikin. Pencere, şev, kêr, berf, seqem, bahoz, tenêtî, qeşa, mij û moran, rê û rewitî, xwîn, pel û pêl, reş, keştî, hetav, qedeh, deng, girin, xurbet, zer, xem, tabût, serap, kiras û xwekuştin. Ev îmgeyên ku me xwend, kêm-zêde di her helbestê de em dibînin. Peyvên dûbare tengasiya şa’rê me nîşan nade, bo helbestan oksîjen e. Em dikarin bêjin wek bêhn hilgirtin û berdan e. Gelo helbestkarî pê guhartine yan jî li ser rêya xwe bi bawerî meşandine? 

DENGÊ HELBESTA GENERAL JÎ JI HEZAR SALÎ VE DE DIHERIKE

Ûslûp û forma helbestan modern e, riste û helbest dirêj in. Mîsal helbesta 'Li Xurbetê' ji 82 çarîn û 328 risteyan pêk tê. Helbestên Bela, Li Xurbetê, Zozanê Vala, Babe Tahîr, van Gogh bi forma çarîn hatiye nivîsandin. General hem ş’ira me yê klasîk hem jî ê modern bi hevre honandiye. Helbest li du piyan radibe û digîhije sentaksê yek jê hêza klasîkê ye yê din jî modern ne. Par na pêrar, li ser kullîyata Hîlmî Yavuz çaxê mijul dibûm -bo min herî balkêş- di helbestên wî de gerdîşî/kevnşopî û modern e bi hevre honandi bû. Bi peyv û forma modern vê dengê gerdîşiyê jî meriv seh dikir. Dengê helbesta General jî ji hezar salî ve de diherike û devji denge xwe yî qedîm bernedaye. Û ev deng di helbestan de gellek serkeftiye. 

Helbestên ku nifşên nû dinivîsin ji dîroka helbestê dûr in, mîrata ku ji wan re maye bi çi awayî hatiye roja me meraq dikin gelo? Bo wî jî helbestên tên weşandin ji siya hest xelas nabin! Di kîjan qad û merhaleyan de derbas bû? Tesîr û bandora li ser civatê çi bû? Kîjan rêbazan li pişt xwe hişt? Felsefe, civaknasî, pîskolojî, çanda civatan çawa di helbesta cîhanê hat honandin? Ji Baba Tahîr Ûryanî ve de guherindina kirasê helbesta kurdî de çi qewimiyê? Mîrasa ku ji te re ma, te/me çi li ser zêde kir? Bi wan pirsan dibê ku em li ser dîroka helbesta xwe mijûl bibin û serdemên şa’rên xwe baş analîz bikin. Çaxê bi vê hêzê em li ser rêya xwe bimeşin ê me zanibin qedir û qîymeta seydayên xwe û keda wan.

Êm dîsa vegerin ser helbesta General. Rêz ne hatine kişandin lê peyvrêza risteyan bi hostatî hatiye rêzkirin. Şa’r bi çi awayî digîhije asta helbestkariyê? Hem bi felsefa xwe hem jî bi peyvrêza ku diafirîne wî ji helbest(ên)karên din cûda dike. Bi vê tekîliyê uslûba şa’r ji derdikeve meydane. Şêwaza şa’r me bi coşî diherikê, ev coşbûnî bi êşa hebûne, tenîtiya melenkolîk e. Di dîwanê de em mîta olî jî dixweynin ji helbesta 'Mij û Moranê' çend riste, “Ez Îsmaîlek im… Ne kêra îbrahîmê bav, Lê xwedayê mezin deng jê nayê?, Ji wê roja… Qabîl Habîlê birayê xwe kuşt, Ez Yûsif im… Yeqûp im jî.” Ev helbest bi hêla felsefe û sosyolojiyê girîng e, mîtosa Qabîl û Habîl, meseleya Yûsif û Yaqûp; şert û mercên ku em îro têdane li orta rasteyê û hê jî zindî û aktûel e. Bi destên desthilatan di nav war û welatê me de planên şerê birakûjî hêvî dikin. Dijminatiyek di nav xwişk û birayan de dixwazin her tim geş bikin û zindî bihêlin. Gelo ev helbest dibe ku şerê di nav YNK û KDP yî de hêma dike? Bi min ev helbest bi metafora Qabîl û Habîlê peyama xwe aniye ser zimên.

GENERAL BI PEYVÊN QEDÎM WÊNEYEK MODERN JI ME RE HIŞTIYE

Helbesta 'Zozanê Vala' wek tûvalek pastorale. Lê wêneya li ber çavê me raxistî ji mirov û keyfxweşiyê ve dûr e. Şa’r deşta ku ji me re xêz dike ne bi dilê wî ye, dilşikestiye, deşta têr û tijî digere. Rojên berê ji bîra wî naçin, li pey zozanê agirê geş, rêjnebaranê ye, li benda tirba çivîkan ne. Yekserî tiştê xuya dike û em di helbestê de dibînin bi risteyên şa’r bidin keys kirinê, “Ew deşta xweş a wextekî zozan bû, Ku ez çav digerinim… Her zixurkên reş in/Û xweliyeke tefiyayî û cemidî, Ne awazek tê ne denge ewte ewtekê/Perçeewrek tê bi dev asoyê ve/Ji bo naştina cesedê hingûrê.” Ev risteyên hilbijartî ku me xwend; kirdeya veşartî jî dide destê me. Di şerê Pêşmerge û hikûmeta Baas de, gellek Kurd ji neçarî warên xwe terk kirin. Bi min ev helbest bi du alî were xwendin. 'Zozanên vala' îmgeya stratejiya desthildaran diyar dike, Kurdistanek çol, guhertina demografiye nîşan dide. Ev stratejiya qirêj û bêehlak hê jî bi destê dijminên bav û kalan ve pêk tê: Li Kerkûk û Efrînê tiştê ku diqewime ev e. hafizaya civatan qut e, zû jibîr dike, lê çaxê ev bîranîn bi destên hunermanda tê neqişkirin, tê nivîsandin; ji xelkê/civatê re hafizayek hevpar ava dike. Bi ûslûp û îmgeyên xwe meseleya xwe estetîze, nade jibîr kirin. General jî li ser hiş û dilê xwe vê; xiyalên gelê xwe bi sebir û kelecanî bi risteyên xwe yî xweser gîhiştandiye asta helbestê. Dîwana Generalê me, payîza me ye, zivîstana me ye, şikestiyên me ye. Tabloya welat û dilê me bi peyvan daye nîşandine. General bi peyvên qedîm wêneyek modern ji me re hiştiye. Ji helbestên General kêm nemînin.

Ezê nivîsa xwe bi peyvên General bi dawî bikim: “Şi’rên min ji soranî li kurmancî hatiye veguhestin, yanî şi’rên min ji kurdî bo kurdî hatine veguhestin! Îca ez nizanim dilxweş bim an xembariyê pê bikim an bigrîm? (…) pirzaraveyî zimanekî lawaz nake ew nîşaneya dewlemendiya wî zimanî ye…” 

Çavkanî:

[1] Weşenxaneya Avesta/çapa yekem/2013