Germahiya zêde û tenduristî - 2

Di şewata tavê de heta 48 saetan di çerm de êş, hesta germahiyê û şewitîn berdewam dike. Merhemên nêmdarkirinê dikare bên bikar anîn. Rojê 3ê carê û du rojan ev merhem wê mirov rehet bike.

Abone ol

Di nivîsa berê de ez li ser lêxistina tavê sekinîbûm. Nivîs pir zêde dirêj dibû, ji ber wê jî wekî berdewamî min ev nivîs nivîsand û şewata tavê mijara vê nivîsê ye.

ŞEVATA TAVÊ

Xaleke din a girîng jî şewata tavê ye. Ji ber tava zêde çermê laşê mere dikare biêşe û bişewite. Di çerm de sorbûn, şewat, êş, xur, peq dikare çêbibe. Asta şewatê girîng e. Carinan asta şewata tavê zêde dibe û di çerm de peq jî çêdibin ku ev rewşek hê cidî ye.

ŞEWATA TAVÊ ÇAWA DERBAS DIBE?

Di şewata tavê de heta 48 saetan di çerm de êş, hesta germahiyê û şewitîn berdewam dike. Merhemên nêmdarkirinê dikare bên bikar anîn. Rojê 3ê carê û du rojan ev merhem wê mirov rehet bike.

Merhemên tîr ne baş in û divê neyên bikar anîn. Ji ber ku dikare temasa hewayê ji laş qut bike û xwêdanê asteng bike.

Bi pembo an jî paçekî bi ava cemidî şilkirî ciyên bûne birîn dikare bên paqijkirin. Bi ava hênik mirov dikare serê xwe bişo.

Divê pir av bê vexwarin ku rê li ber nexweşiyan bên girtin. Piştî şewatê laşê mirov pir avê wenda dike û hewcedarî bi vexwarina avê zêde dibe.

Heta hefteyekê qalikê çerm wê rabin û mirov dikare merhem-kremên nêmdarkirinê bikar bîne. Merhemên wekî vazelînê tîr ku qulikên çerm dixetimîne bikar nînin.

Yek ji wan şaşiyên di şewata tavê de tê kirin jî ev in; mirov macûna diranan, ava bacanên sor, mast, merhemên tîr li ciyê birînên şewatê didin. Tu sûd û fêdeya van tiştan tune ye. Berovajî wê xwêdanê zehmet dikin û paqijkirina wan zehmet e. Û ev tişt dikarin bibin sedema girtina mîkrob û enfeksiyonan jî. Ji kerema xwe re baldar bin û di vê mijarê de derdora xwe jî hişyar bikin.

Şaşiyek din jî ew e ku merhemên tavê û yên ji bo reşbûnê tê tevlihevkirin û li laş tê dayîn. Ev şaş e, hewce ye kremên tavê bi tenê bên bikaranîn.

Kesên asta şewata wan a tavê zêde be û peq li canê wan hebe hewce ye herin nexweşxanê.

PÊŞNIYAR JI BO PARASTINA JI TAVÊ

Jixwe bi giştî peyva me ya derbasdar ev e ku tedaviya herî serketî nexweş neketin e an go xwe parastina ji nexweşiyê ye. Ji bo em xwe ji bandorên nebaş ên tavê biparêzin, ji bo tav li me nexe û em ji ber tavê neşewitin hewce ye em pir baldar bin.

🔸 Dema tav herî no ye saet 10-16 ye. Wî wextî heta ji mirov tê divê dernekeve derve. Ku mirov ji neçarî derket derve jî bêtir li bin siyan bimeşe û bisekine çêtir e. Bikaranîna şewqe, berçavkên tavê, sîwan-şemsiye û krema tavê jî alîkariyê dike. Bi taybetî zarokên biçûk, kesên yextiyar û kezên nexweşiyên wan ên giran û kronîk hene divê pir baldar bin.

🔸 Cilên rengên wan vekirî, fireh û rehet, cilên tenik û ne qalin li xwe bikin.

🔸 Zêde avê vexwin û carê bi ava hênik serê xwe bişon.

🔸 Kesên dikevin behrê jî divê dema pir no ye (saet 10-16), zêde nekevin behrê û xwe nedin ber tavê.

🔸 Li ciyên ku tav zêde dikeve hundir hewce ye bi perdeyên rengên wan girtî tav bê astengkirin. Hundir jî baş bê hewadar kirin.