Geşkirina rûyê zimên yê hundirî
Wate, xwîna zimên e ku di damarên avaniya wê de digere û di her organekê de, rengûawayekî dîtir dide xwe û li gorî wî rengûawayê jî hevpêwendî bi organên zimên re datîne.
Dilawer Zeraq
Avaniya ziman, di nava xwe de xweyî çend tewqan e. Tewqên herî nas û têzan; gramer, morfolojî, fonolojî, semantîk û ferheng in. Herçî gramer û morfolojî ye, ew matematîka zimên in û wekî matematîka jimaryarî, şiklî û mentîqî, sînorê gramera zimanekî jî di çarçoveya xwe de danandî û diyarkirî ye û derketina ji derveyî wî sînorî zêde ne gengaz e.
Lê belê ev sînor, ji alî hin bin-hêmanên zimanî ve tê qetandin. Ew bin-hêman, beşek ji biwêjan û ji qalibên derbiranê pêk tên. Digel wan bin-hêmanan, hêmaneke dîtir ya xurt jî heye ku hem piştevaniya peyvên di ferhengê de û hevoka di gramerê de dike hem jî bi pîbarê derbiranên qalibî-biwêjî radibe. Ew hêman; wate bi xwe ye.
Wate, dongiyeke têgihanî ye ku di çarçoveya çalakiyên zimanî yên kesaneyî û civakî de çêdibe.
Di çalakiya zimanî ya çêlhatî de, biwarên wekî çand, dîn, kelepûr, şer û pevçûn, desthilat, siyaset û hwd., bûne ew qad û war ku ziman di wan de sînorê xwe yê matematîkî ya hişkobiringo qetandiye û pê re jî bin-hêmanên xwe yên diyarker peyde kirine û wate; hêmana ku bûye navçîna* herî xurt û pêwîst ya hevpêwendiya mirovan ya bi mirovan re, ji bo hemû hêmanên zimanî bûye hêmana ku hem di nava wan de dihewe, hem rengûawa dide wan, hem dortengî û dorfirehiya sînorê wan diyar dike û hem jî awayê hevpêwendiya hêmanên zimanî yên bi hev re diyar û xurt dike.
Loma jî, wate; ji bo zimanekî hêmaneke bivênevê ye.
Bivênevêtiya bi navê wate ku li zimên barkirî ye, di heman demê de, wateyê ji bo zimên dike kevirê rikinê (kevirê berhîmê) ku pêwîstiya hemû hêmanên zimanî pê heye. Digel vê yekê, wate û çarçoveya wê ya dorfireh, ew biwar e ku hêmanên dîtir yên zimanî tê de xwe heyî dikin.
Wateya di zimên de, li ser awayên xwe yên wekî; 1) wateya zanînî, 2) wateya ezmûneyî, 3) wateya kargîniyê 4) wateya naverokî (hundirî), 4) wateya teşeyî (derveyî), 5) wateya têgihî, 6) wateya deqbendî (kontekstî), dide der.
Her wekî zimanên din, wate di kurdî de jî, bi van awayan bûye hêmaneke avakar û ya bivênevê.
Lê belê, ji ber ku kurdan, li bakur, bi awayekî gelemperî, sîstema famkirina xwe ya ji zimên, li ser gramerê û li ser rastbûn û nerastbûna hêmanên zimên ava kiriye gava em bala xwe dibin ser rewşa roja îroyîn ya kurdî, em vê kartêkê li ser kurdî nabînin.
Herçî gramer e, çawa ku min diyar kir, matematîka zimên e û rûyê derveyî yê zimên e. Ji ber ku di vî rûyî de hiş û feraseta matematîkî li kar e, hişê zimanî jî li ser fama ‘rast-nerast’ ava dibe û sed korayî, îro ro, pêwendiya kurdîhezan li ser vî rûyê derveyî bi zimên re çêdibe. Sedema vî awayê pêwendiyê, likarketina mentîqa matematîkî ye ku di matematîkê de, armanc gihîştina bo dongiya rast e. Vê derava hanê, dike (û kiriye) ku kurd, ji ziman wisa fam bikin ku zanîna zimanekî tenê zanîna gramera wî ye û tenê wateyeke rast ya peyvê, qalibê û derbiranê heye.
Halwe, gramer tenê kar û pêbiliya zimanzanan e û “Zimanzan tenê bi rûyê wî yê derveyî li ziman hûr dibin”(1) ku ew rûyê derveyî jî gramera zimên e. Gramer çi qas rûyê derveyî û matematîka zimên be, wate jî ew qas rûyê hundirî, çalakdarî û fizîka zimên (yanî pratîka zimên) e ku li ser hîmên xwe yên pirhêlî text û şûn li xwe xweş kiriye û bi guhêrbariya xwe ve di nav çalakiya hundirî ya bikaranîna zimên de dor li xwe firehtir dike.
Wate, bi vî rengê xwe yê çalakdariya xwe ve, pratîk û tevlivîna zimanî ye.
Wate, xwîna zimên e ku di damarên avaniya wê de digere û di her organekê de, rengûawayekî dîtir dide xwe û li gorî wî rengûawayê jî hevpêwendî bi organên zimên re datîne.
Li ser van agahî û zanînan, em dikarin bêjin; zimanê kurdî, li bakur, her çend roja îroyîn ji alî bikaranîn û çalakkirina devkî-axaftinî ve ber bi qelsbûnê ve diçe û ji hêza xwe dikeve jî, em dikarin ji alî xwendin û nivîsînê ve, xwîn li zimên geş bikin. Ji ber ku tu zimanek, bi tenê axaftin û bi zanîna gramerê, ji tunebûn û mirinê xelas nabe.
Û îro ro, pêwîst e em bi awayekî din pêwendî bi zimên re daynin.
Yek ji awayê sereke yê pêwendîdanînê ev e; pêwîst e em hemû deriyên kurdiyê serpiştê bikin ji bo hemû awayên watehildanê re û ya herî girîng, divê em êdî qîma xwe bi wateyên heyî yên peyvan û qaliban neyînin û; a) wan wateyan wisa ji hundir de ji hev veçirînin, ji hev parçe bikin û ji wan parçeyan, wateyên dîtir yên nû biafirînin, b) em ji wateyên hundirî, derveyî û deqbendî yên heyî havilê hildin û wan bikin berginda wateyên nû yên ku di dîsîplînên dîtir de tên bikaranîn.
Ew awa çalakgerî, yanî bikaranîna pirhêlî ya wateyên zimanî, wê sînorê zimên lê dorfirehtir bike û bi vî awayî, wê wate di ser pratîka xwe ya kesaneyî û civakî re bigihîje hafa xwe.
Û wek têgihî, navê vê çalakiya hanê, geşkirina rûyê zimên yê hundirî ye.
1 - Achard Pierre (1994) Dilsel Toplumbilim, İstanbul: İletişim Yayınları, (çev. Deniz Kırımsoy), 17
*navçîn; navbeynkar, intermediary, mediator