Hawarî

Mixabin “kuştin” perçeyek jiyana me ya rastiyê ye. Helbet ji azadiyê, ji serbestbûnê bêpar û mafên ku hatine dagirkirin yek ji wan piyên sedemên encamê ye

Abone ol

Dayika Emîne nobeda xwe ya “Edaletê” dawî kir. Kurê wê Fadil Şenyaşar ji zindana Amedê de hat berdan. Piştî qederek, çend roj paşê jî bo aşitiya navbera malbatên Şenyaşar û Yildizan pêk were, siyasetmedarên DEMê û AKPê çûn serdana wan. Aşîtiyek birûmet, heq û di wicdana civatê da bêcihkirin. Em baş dizanin û me gelek tecrube kiriye ku ji kuştin û xeynê çareserî, aşitî naçe serî. Ev tevgirtin û hewldana aşitiyê û aramî dibe bi edelet û biwîcdan were ser dîkê ku ji bo hemû dijmintiyên navbera malbetên welat mînakek be. Dayika Emîne bi têkoşîna xwe ya bêhempa di dîroka Kurdistanê de mînakek zêrîn e.

Miletê kurd û dostên wan ên samîmî û ji dil li derdora dayika Emîne çeper bûn û ji bo têkoşîna wê ya wek şîrê dayikê helal wê bi tena serê xwe nehiştin. Meriv ji hevûdin sed mêr dikuje li dawiya rojê lihevhatin xwe dide ber derî. Mixabin “kuştin” perçeyek jiyana me ya rastiyê ye. Helbet ji azadiyê, ji serbestbûnê bêpar û mafên ku hatine dagirkirin yek ji wan piyên sedemên encamê ye. Malbata Şenyaşar daxuyaniyek da û got me hawariya xwe daniye. Piştî şeş sal û çar meh paşê ew ê şîna Esvet, Celal û Adil Şenyaşar bigrin. Jixwe malbata Şenyaşar ew ê her agahiyê bi civata xwe re parve bike. Ev encam di şexs û pêşengiya Emîne Şenyaşar de bi rihek û wicdanek hevpar da meşiya. Hêviya me aşitiyek birûmet û aram pêk were. Di dîwana Seyda Cegerxwîn de risteyên ku di helbesta “Jîn û Hebûn”ê de derbas dibe têkoşîna dayikan re wek eynikeke;

Pir xurt û hêz im ez hebûn,

Ez pêşveçûn û serxwebûn,

Herdem di nav damar û xûn,

Ez her heme, qet namir im.

Risteyên seyda şahîdiya têkoşîna kurdan kir, tomarkir. Bi estetîk û awaz xwe ya serbixwe neqiş kir. Deng bilind kir, guh da û bi risteyên xwe yê nemir aş û derman kir. Cegerxwîn evînê, sewdayê kul û kesere ye. Ew ê rojê bû, ê tavê bû. Rûyê xwe her tim vegerandibû welat û bindestiya miletê xwe. Seyda Cegerxwîn çil sal berê ji nava me barkir û çû. Hêrsa xwe, hêviyên xwe, ar û agirê xwe, tecrubeyên xwe, çi dîtibe û xiyal kiriye ji me re hişt. Ji bo pêşarojê bû stûnek di wêjeya me da. Ne tenê bi risteyên xwe hizmetkariya gel kir, heta serê mûyê xwe di xizmet û pêşvaçûna miletê xwe de rolek girîng lîst. Sosyalîst û kedkarekî welatparêz bû. Cotkar û xwebawer bû. Hişyar dikir, baldikişand û ji şikê dûr mîrasek, kanonek û kulliyatek ji me re hişt. Bi risteyên xwe yê şoreşgerî, evîndarî, mafdar û zêrîn hişt ji pêşarojê re. Serdemek hêma dike Seyda Cegerxwîn.

Serdema hebûnê û li ber xwe dayînê bû ev dem. Serdema şahîdiya tevgerên kurdan û yê azadiyê bû. Dîrok e her risteyên wî, perçeyek ji dîroka cîhanê ye, dîroka serdema xwe ye, bi dengê xwe yê xweser û serbixwe bangkirina miletê xwe bû. Îro rêheval û şagirtên Seyda gavên xwe bi hêz davêjin û bi bawerî pêş ve diçin. Axa Seyda bûye pêşeng û mînaka çand û hunerê. Zaningehên serbixwe li ser mîrasa Seyda kêlî bi kêlî mezin dibin. Ez im Cegerxwîn xortê kurdî me, digot. Helbestkar, hiş û hafîzaya kurdîhêz bû. Çiqas li hemberî dagirkeran qelema xwe weşand ew qas jî dijî kevneşopiyên ku di nav malê de bi cîh bibûn li dijî wan jî sekinî. Bi ol û bi maskeyên oldarî, şêx û melayên ku ji serdestan re dixebitî yeko yeko bi wan re ket nav şerek dijwar. Bar giran, rê dirêj, hêvî xurt bû. Vêga barê Seyda belav bûye li ser her perçeyên welat. Ax e, ziman e, çand e, hafîza ye; kin û kurtasî welat bû. Îro li welatê Seyda û derdora wî demên dîrokî tên tomar kirin. Her roj bi buyerek dîrokî em şiyar dibin. Gelo Seyda van roja bidîtina ew ê çawa rêz bikirina nêrîn û risteyên xwe. Belkî wek Ferhad Pîrbal di hin kêliyan de tenê tû bikirina, ew ên ku li dijî yekîtiya kurdan bi deq û dolaban diseknin.

Hefta çûyîn li Kurdistana Başûr hilbijartinek pêk hat. Mixabin gelê başûr bêhêvî çû ser sandoqan. Meriv ji tevlîbûna gel fêm dike ku gelek kes neçûne ser sandoqan. Hilbijartinek dîrokî û encamên wî em ê di pêşaroja xwe da bêhtir hîs bikin. Çimkî gelê başûr hêvî ji rêveberan qutkirine. Rêveberiyek bifikirin ku tikûtenê ketiyê etra xwe. Rêveberiyek ji hevparî, adeletê û azadiyê dûr li gor nêrînên xwe yê malbatî û çewt dimeşin.

Hema dibêje kepçiyê min û kepçiyê min. Meriv ji hemû pratik û polîtîkayên wan, ji nêzîkatiyên wan bi rihetî vê encamên sosret derdixe. Hezar carî mixabin hişê netewbûnê, miletbûnê di ber wan de derbas nebûye lê carcarna bo bikarbînin ev kodên welatbûnê didin pêş. Lê şert û mercên vêga welatê me bi rê ve dibin, ber bi tinekirinê ve biçargavî diçin. Ti tiştek neguherî û guhertina wan bi ber nebaşiyê ve dimeşe. Gel di nav tinebûn û şer da bila li ber xwe bide nevî û kur jî li seranserê cîhanê bi keda gel bikin fikefîk, çiqas şibiyane serdestên xwe!

Li ser hilbijartina Kurdistanê kêlecaniya guhertinê xwe neda hîskirin. Piştî şeş salan ger şert û merc zorê nedaya malbata Barzanî û Rêveberiya Kurdistanê ew ê heta dawiya dinyayê bêhilbijartin, karên xwe yê sosret, polîtîkayên qels bidomandana. Çav dikin ji despotîzmê re, belkî di rihê wan da şewqa dîktatoriyê hatiye diveşartin. Yanî di esasê xwe de Emerîka nîn bûya ev sandoqên ku wek sembolîk hatiye dayîn me yê ne dî ya.

Exlaq, tarz û nêzikatiya polîtîkayên AKPê ku li ser Tirkiyê dimeşîne mixabin em li Rêveberiya Başûr de jî ev kodan dibînin. Pêşî bi destbixe, bike mihtacê xwe paşê wek gernasan bigîhije hawara wan. Îradeya gelê başûr hatiye îpotekirin, ger dest nehatibûna dayîn ciwanên ku ji başûr bi ber welatên biyanî û Avrupayî ve çima bi hinceta mirinê ve sînoran derbas bikin? Li welat aramî, azadî û hevparî hebûna ew qas ciwanên xwedî feraset û jîr çima terka welatê xwe bikin? Dê, bav, bira, xwişk çima berê xwe bidin têkçûnê, xerebiyê.

Ma li welatê me av tine, dar û dewî nemane. Erdên me ziwa bûne? Na. Azadî tinebe hema bila hemû tişt bi zêrîn û misk be çi feyde ye. Zarokên xwedî feraset di navbera sînoran de bila bi mirinê re rûbirû bimînin, nevî û kurên malbatan jî bila bi hemû nezaniyên xwe li ser milk û axa me wek qofên kimêtî palbidin. Mîsal hilbijartinên di bin kontrola AKP û MHPê de çi diqewîmiyan em baş dizanin. Bi şibandina tarz û ehlaqên serdestan ev rê naçe bihuştê. Ev rê civatê û hemû berdelan dibe têkçûnê. Pêşî meriv nav mala xwe bicîh û rast dike. Risteyên Seyda Cegerxwîn û herî di nav gel de digere; “Kurdino bibin yek! Ger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.”

Ev riste hê jî zindî ye û mînakên wî jî li Başûr eşkereye. Cegerxwîn di bîranînên xwe de behsa Mela Mistefa Barzanî dike û dibêje li ser soz û peyama xwe neseknî… Gelo ev risteya wate giran, rasteqîn û bi êş ji bo malbata Barzaniyan hatiye gotin? Seyda pêşarojê dî û bi du risteyên xwe hawara gelê xwe kir…           

Nivîskar, helbestkar û xwedî raman Ferhad Pîrbal di helbesta xwe ya bi navê “kurteçîrok”ê da risteya wî ya “tiştek ji destê min nehat ku jê re bikim” dibêje. Belê xelkê Başûr vêga ji bo welatê xwe tiştek neguharand û ji destê wî tişt nehat ku bike! Lê ew ê rojek îradeya xwe ya azad bi dest bixe û guhertinek bi hişê netewbûnê pêşaroja xwe neqiş û ava bike. Ji malbat û ji rantên xwe xelas bike. Kî dizane tûka Ferhad Pîrbal belkî hemû nerazîbûna xelkê Başûr û perçeyên din hêma kir. Ew ê Kurdistan nebe bazara nevî û kuran, pismam û dotmaman. Ew ê bibe bazara zanîstê, azadiyê, wekheviyê, feyzayê, xweşbîniyê… Kurdistan çi dî û çi ne dî! Azadî nêz e û bêhna wî dike guragur.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.