Hemîd ensîklopedyaya ser piyan bû

Camêrtîya Kek Hemîd cihê şanazîyê ye bo gelê Kurd. Ez bûm mêvanê Hemîd û Nofa li mala wan ya li Swêdê, û min kur û keçên wan jî nas kirin. Ew bi zarokên xwe ra hertim bi Kurmancî dipeyivîn, û ew hînî gotinên pêşîyan û îdiyom û çîrokên gelêrî kirin. Xwezî hemî dê û bavên Kurdan zarokên xwe wisa perwerde bikirana.

Abone ol

Michael L. Chyet*

DUVAR - Ez bi xebera wefata hevalê xwe yê hêja Hemîd Kiliçaslan ber xwe ketim. Cihê Kek Hemîd bihuşt be. Grûba Kurmancî û Kurdan bi giştî camêrekî gelek birêz û bi qîmet ji dest da. Herçî zargotina Kurdî û jiyana Kurdewarî ye, Hemîd wek ensîklopedyaya ser piyan bû.

Min Kek Hemîd sala 1998'an li Swêdê nas kir, gava ku cara pêşîn ez beşdarî Civîna Kurmancî (Grûba Kurmancî) bûm. Zûda pisportîya wî di devoka Qoserî da kifş bû; her gotina wî derseke nû ya kurdewarîyê bû. 

Ez hînî gelek peyivên kevneşopî ji Kek Hemîd bûm, wek 'gidîş' û 'kalvêjî' û 'paşlandik', û her wisa biwêj û îdiyomên xweş wek "Te kulka xwe weşand" û "Di ber pêsîra filankesî re derbaz kirin". 

Zêdebarî vê çendê, Kek Hemîd henekbêj bû: armanca min her ev bû ku ez Kurmancîya xwe pêşvebibim, da ku ez bikaribim henekên wî fêm bikim, û tevî hevalên din jî bikenim.

Bi xêra wî (û hemşehrîyê wî Mustafa Aydogan), ferhenga min ya Kurmancî-Îngilîzî dewlemendtir bû; her wisa wî çav gerande pirtûka min "Em Hînî Kurmancî Dibin" (ku hêj çap nebûye).

Camêrtîya Kek Hemîd cihê şanazîyê ye bo gelê Kurd. Ez bûm mêvanê Hemîd û Nofa li mala wan ya li Swêdê, û min kur û keçên wan jî nas kirin. Ew bi zarokên xwe ra hertim bi Kurmancî dipeyivîn, û ew hînî gotinên pêşîyan û îdiyom û çîrokên gelêrî kirin. Xwezî hemî dê û bavên Kurdan zarokên xwe wisa perwerde bikirana.

Birêz Hemîd Kiliçaslan berhemeke xwe ya çapnebûyî ji min ra emanet kir, ku ez redakte bikim û têbînîyên xwe li ser wê binivîsim. Ew berhem jî wergera wî ya Serpêhatiyên Hayqar (Ahîqar) e ku 'esla wê bi zimanê Sûryanî ye. Ez şermezar im ku deh sal derbaz bûn berî ku min ew kar qedand û jê ra vegerand. Pêşniyara min ev e ku wek bîranîneke ebedî ya Kek Hemîd, em wê pirtûkê biweşînin.

Serê me hemîyan sax be. Beşdarî ẍemtanîn بەشداری غەمتانین.

Ev dinya bê hevalê me Hemîd cihekî sartir e. 

* Zimanzan