Hilweşandin

Mirov dixwazin travmayên kûr demeke kin de bîr bikin û vegerin jiyana xwe ya berê. Ev nêrîn bo serdesta wek derfetek tê şixulandin. Gav bi gav kêmasiyan didin bîr kirin.

Abone ol

Mehmet Sena Sonmez

Hin dem hene mirov naxwaze tê de bijîn. Ji ber ku di wan deman de her tişt ser û binî dibe. Tu rê û risim namîne. Ew xîmên ku mirovahiyê ser piyan digire hemî bi hev re hildiweşe. Dad bin pê dibe. Mafên mirovan wekî hebûn, jiyîn, cudagirtina olî, netewî, cinsî hemî têne jibîrkirin û bin pê kirin. Hoviya nav dilan de veşartî, bin mêjû de axa ser xwe hildiweşîne bi her awayî qirêjiya xwe eşkere dike. Ronahî wenda dibe şeva reş dest pê dike. Başî, parastina mafên mirovan wek gunehek bêhempa didine nîşan. Her dem ronahî, jiyanê ser piyan dihêle. Lê belê tarî dijminê ronahî yê ye. Dixwaze wê têk bibe. Zerdeşt pêşiya hemî olên semawî fikrek anîbû ziman. Her dem tarî û ronahî nav şer û pevçûnê da ye nîşan ew tişt tenê di navbera Xweda û xwedawendayê de nayê meşandin. Nav jiyana mirovan de kelecaniya xwe winda nake, hemî dem û deveran de ber çavane. Jiyana mirovan bi vî awayî dimeşe demsala tariyê karê xwe dewrî ronahî dike.

Hin caran hundirê mirovan de ew şer dimeşe, hestên me dixwazin hevdû têk bibin. Bihuşt û dojeh herdu kêleka hev konê xwe dadigirin. Nav van şert û mercan de dîstopyayek dest pê dike. Lê belê ew dîstopya tenê nava pirtûka de nîne. Hin caran demên tarî de hemî qirêjahiya xwe nîşan dide. Afatên xwezayî an jî ê însanî herdû jî vê rewşê didin ber çavên me. Nav van kirinan de dê, bav, xuşk, jin, rêheval hemî bêwate dibin. Di van deman de mirov bêkes tena serê xwe dimîne. Baweriya rojên pak dostanî, hevalî wenda dibe. Tenê hikmê kuştinê heye. Xwîn rijandin dibe armanca sereke. Hoviya bin mêju de cîh girtî, girtîgeha xwe derdikeve holê. Gorî dilê xwe dixwaze hemî nepakiyan bike. Erka dojehê tê ser text.

Nivîskar û feylesofê hêja Jean Paul Sartre derheqê van hestê mirovan de rêzepirtûk nivîsiye ser navê ‘’Rêyên Azadiyê’’. Navenda vê rêzepirtûkê de a herî balkêş “Hilweşandin”e. Pirtûka herî dawiyê de nivîsiye. Dixwest pirtûka çaremîn jî binivîse lê belê ji ber ku bûyerên ber çavên wî dihatin jiyîn, sebra wî revand ji ber vê daxwaza xwe neanî cih. Dewleta Ewrupayê ya qedîm Fransa dema şerê Dûyemîn ya Cîhanê de wekî navê pirtûkê bi her alî ve hildiweşe. Dewleta bîst sal pêşiyê de serkeftî, vê carê baweriya xwe winda dike. Hemberî gîzmeyên Naziyan tê perçiqandin. Dema xeta Magînotê êdî nikare ber xwe bide nav çend mehan de hemberî artêşa Germena têk diçe. Piştî vê bûyerê bajar û bajarokên Fransayê yeko yeko ji dest diçin. Paytexta wan a qedîm Parîs nikare ber xwe bide. Bi operasyona Birûskê nav demeke kin de hemî deverên bajêr de çekên xwe datînin, şerê hemberî Germana didin sekinandin. Nav lehengên pirtûkê de ya herî balkêş Brunet tê xuyayê. Ev bûyera hatiye serê wan mêjuyê wî hilnade. Çepgirên Fransayê her wext têkiliyên xwe domandibûn. Bêhtir şerê dema Franko de li welatê îspanyolê de çêbibû. Wan alîkariyeke mezin dabûn koalîsyona dijî Franko. Brunet jî nav vê şerî de cîh girtibû. Wek nivîskarê kovarekî bêhtir pênûsa xwe wek çekekî şixulandibû.

Nîqaşên navbera wî û hevalê wî Schneider de gelek balkêş e. Schneider bi nêrînên kûr li bûyeran dinihêre. Tiştên balkêş derdixe holê. Nava qampê de sîh hezar kesin. Dixwazin têkiliyên xwe xurt bikin, bi vî rengî mafên xwe biparêzin, lê belê tu derfet nemaye ku jiyana wan ber hev bike û malbatan bi hev re agahdar bike. Her awayî hêza xwe winda kirine. Brunet dixwaze wan car din rabike ser piyan. Hevalên xwe re dibêje ku hejmara xwe der bixin holê. Lê belê nav ewqas kesî de herî zehf bîst kesin. Ev dide nîşan ku demên awarte de gelek kes fikr û ramanên xwe berdidin. Baweriya wan bi tu dozekî namîne. Tenê dixwazin zikê wan têr bibe, bilî wê bo neyên kuştin stuyê xwe xar dikin. Hem ber kujeran jî per û baskên wan yek car dişkê. Lehengên pirtûkê hemiyan baweriya xwe jiyanê birîne. Jiyana wan ser û binî bûye. Têkiliyên malbatan qut bûye. Hin kesên wekî Mathieu nav şer de xwe kêr nehatî dibînin. Ew bo şervaniyê hatibûn lê belê yek gullek ne teqandibûn. Ji ber wê xwe nava tîmekî de cîh dikin, gorî hêza xwe tevî şer dibin. Berxwedana wan ne wekî artêşekî ye, tena serê xwe gav diavêjin. Zarok, jin, kalemêr, pîrejin, nexweş hemî bi tirs û xofeke mezin hêviya pêşerojê ne. Ev pêvajo gelo çi aliyî de berdewam bike. Herikandina çem bi çi awayî çêbe. Çemê Seine bi her awayî baweriya xwe winda kiriye.

Nava şer de jiyan gorî xwe dimeşe. Her tişt yek car tê veguhertin. Daxwazeke mezin bêhempa hebe jî bo aşîtiyê ew zû bi zû dest nakeve. Baweriya mirovan winda dibe. Baweriya olî, derunî, civatî her aliyî ve wenda dibe. Mirov nava deşt û çolekî de bêkes, belengaz dimîne. Hemî êş, azar xwe eşkere dikin. Tu wateya hebûnê namîne. Hebûneke puç û vala, çermek, bedenek bêgiyan mirovan dîl digire. Hemî kevneşopî dest diçin. Gelê Fransayê nava pirtûkê de bi vî rengî tê teswîr kirin. Kesên dijî şer wekî Philip neçar dimînin, nava wendakirina hiş de cîh digirin. Kesên wekî wan difikirin jî bêdeng bêsewt nav civakê de veşartî dimînin. Biryara ku hatiye dayîn çiqas kes dilê xwe de şer nexwazin jî dengê wan diçilmise. Ji ber ku nebaşî nav demên wiha de bihêztire. Mirov der dorê nebaşiyê tîfaqa xwe bêkelem ava dikin. Başî ne hêzeke ku mirovan der dorê xwe berhev bike. Hemî lehengên pirtûkê bi dil û can dixwazin aşîtî bidome. Lê belê mûyekî ji xwe bernadin. Dikevin ber lêhiyê diherikin nav qada şer. Aşîtî bo wan êdî bihuşteke wenda ye. Ew demên borî de hebû lê êdî dest çûye. Tu derfet nîne ku carek din dest bikeve. Destê wan de filitiye. Nayê girtin. Hemî rê û rismên jiyanê vegeriyane celebekî din. Gorî nivîskarê Romen Emil Michel Cioran pirtûka xwe ya Tendansa Hebûnê (Var Olma Eğilimi) de dema pirsgirêka dewletên Ewropa nîqaş dike li ser Fransayê kûr dibe, gelek dîtin û ramanên balkêş tîne ziman û wiha dibêje: "Şaristaniyek bi tenê tevgerê xapandinê hebûna xwe ava dike û xwe dide nîşan. Astên herî bilind demên nebaşin, van deman de durî hêz berhev kirinê netêne berhewa kirin. Ji bo taqetê wê xelas be Fransa hêzên xwe badîhewa xerc kirin bo xwe kir kar, serket jî; bi alîkariya poz bilindî û hewla êrîş baziyê. (Navbera hezar salî de hemî dewletan bêhtir qey şer nekir?) Hemberî dengeyê piroletî yê wan jî bi xêr bûn. Serdestî bi tenê dijî hebûna xwe dest dixist. Xelasbûna wan bû pirsgirêka rûmetê. Peyvên şêwe, fikrên teqînkar, Fransa ya bengiya şêweyên îdeolojîk, zanebûn û rûmeta xwe hemî bi hev re xiste nav xizmetê nav van bûyerên deh sala de pêşkêş kir. Piştî pêşengiyê a niha stûyê xwe xwar kir, tirsek, xemgîn, ber besta dil renciyên xwe dûr disekine û ronahiya xwe dûr ketî bêhn dide. Ji ruyê xwe direve, dilerize hemberî eynikê… Qermiçokên rûyê netewekî wekî rûyê mirovan balê dikişîne."

Şeşê Sibata 2023an vir de em nav rewşeke wekî me çawa behs kir Fransaya nav Şerê Cîhanê a Duyemîn de ne. Hilweşandina avahiya, mirovahiyê, bajara, navçe û gundan bi hev re çê dibe. Afatake ber fireh û xwezayî bi her alî ve kesên nav herêma erdhejê, herêmên din yek car dîl digire. Zanebûn, rêvebirî, şaredarî, paytext, serokkomarî û hemî wezaret hildaye nava lepê xwe. Wana bi eynikê rû bi rû dihêle. Kêmasiya yeko yeko li hemberî wan tîne ziman. Qêrîn-hawarê dayîk, bav, ciwan û zarokan nahêle em serê xwe deynin ser balgihê xwe bi rehetî. Ev qêrin tu wext nahêle em xeweke şêrin de xewnên xweşik bibînin. Bilî mirin, şêlandin, bêçaretiyê tu tişt para me nakeve. Ev rastî em nedin ber çavên xwe her dem tiştên wiha were serê me, em jî neçar stûyê xwe hemberî xezebê xar bikin. Lê belê tiştên ku ji destême tên hewceye em bînin cih. Şaristaniyên qedîm demên wiha de mezinahî, kurahiya xwe didin ber çavan. Mirov dixwazin travmayên kûr demeke kin de bîr bikin û vegerin jiyana xwe ya berê. Ev nêrîn bo serdesta wek derfetek tê şixulandin. Gav bi gav kêmasiyan didin bîr kirin. Piştî demekî her tişt wekî berê tê meşandin. Hilweşandin her alî ve li ber çavan e. Em tenê nehêlin ber çavan were windakirin. Mêju dixwaze bîr bike homeostatîsa xwe bimeşîne. Çeka destê me de ya herî bihêz bîr nekirine.