Îstîsmara zayendî ya li hember zarokan

Hal û wextê malbatê jî bandorê li rûdana îstîsmarê dike. Heger dêûbav xwedî astengiyeke fizîkî bin, li zarokê xwe xwedî dernekevin, hezkirina xwe nîşan nedin, bo îstîsmara zayendî zemînekê amade dike.

Abone ol

Siyabend Aslan

DUVAR - Di îstîsmara zayendî ya li hember zarokan de kesekî gihîştî bo zewq û kêfa xwe zarokekî ji aliyê cinsî ve weke hişyarkerekê û objeyekê bi kar tîne. Îstîsmara zayendî ji tacîzê bigire heya tecawizê gelek tevgeran vedihewîne. Destdana cinsî li deverên taybet ên zarokan, axaftinên cinsî, pêşanderî, pornografî, seks (oral, genîtal, anal) hin ji van tevgeran in. Di îstîsmara zayendî de ne şert e ku şideteke fizîkî hebe û di vir de xwesteka zarok heye an tune ye ne girîng e (Polat, 2000). Ji ber ku zarok berî 18 saliya xwe ji aliyê fizîkî, derûnî û zayendî ve geşedana xwe hêj temam nekiriye rûdaneke îstîsmara zayendî bi xwe re gelek pirsgirêkên derûnî tîne û ev pirsgirêk di civakê de dibe aloziyeke mezin. (Ballı, 2010) Ji bilî vê serpêhatiyên ne xweş ên qonaxa zarokatiyê geşedana mêjî xera dike, dibe sedemên nexweşiyên fizikî û derûnî û bi riya epîgenetîkê ev pirsgirêk derbasî nifşên din dibin. (Neigh, 2009) Dibe ku ev kesên ku hatine îstîsmarkirin bixwe di rojên pêş de bibin kesên faîl (îstîsmarker), nikaribin li zarokên xwe xwedî derbikevin, ji aliyê zayendî ve hin tevgerên ne baş bikin. Lêkolîn jî destîşan dikin ku ji sedî95 kesên ku fihûşê dikin di zarokatiyê de dûçarî rûdaneke îstîsmara zayendî hatine. Ev kes ji aliyê tevgerên zayendî ve tevgerên gelekî bi rîsk pêk tînin, zû dikevin têkiliyên cinsî, di temenekî piçûk de ducanî dimînin, bi gelek kesan re têkiliya cinsî dikin û xwe naparêzin û bi van kesan re bêhtir nexweşiyên cinsî tên dîtin. Herçiqasî di îstîsmara zayendî de bêhtir keçik dûçarî vê rewşê bibin jî hejmara lawan jî ne hindik e. Li gorî daneyan ji her 3 an jî 5 zarokên ku dûçarî îstîsmara zayendî dibe law e. (Kara û hev., 2004)

'ÎSTÎSMAR NE RÛDANEKE WISA YE KU MIROV VEŞÊRE'

Gelo divê em kengî guman bikin ku rewşeke îstîsmarê heye di holê de? Helbet hin bertek û nîşêt hene ku divê em di wan rewşan de bêhtir baldar bin. Dibe ku zarok bêhtir axaftinên cinsî bike an jî bi temamî xwe ji van axaftinan dûr bixe, li hember tevgerên cinsî meyleke zêde nîşan bide, destperkê (masturbasyon) bike, pirsgirêkên xewê bijî, xewnên ne xweş bibîne, têkeve depresyonê û xwe ji her kesî dûr bixe, di bin xwe de bike an bimîze, neçe dibistanê û di dibistanê de pirsgirêkan bijî, gelekî hêrsok û bêhnteng bibe, fikr û fikarên xwekuştinê nişan bide, dest bi madeyan bike, ew bixwe hin kesan îstîsmar bike û hwd. Dibe ku piştî rûdana îstîsmarê zarok vê rewşê ji tu kesî re nebêje. Di rewşeke wisa de zarok xwe sûcdar hîs dike, ji dêûbavê xwe ditirse, gelek caran kesên faîl yekî nas e û zarok difikire ku ji hin kesan re bêje jî tu kes jê yeqîn nake, ji halê xwe fedî dike, nizane bê ma dê çawa bîne zimên. Heger dêûbav gumana vê rewşê neke pê nahese û ev rewş bi salan wisa dom dike. Di vir de çavdêrî û piştgiriya malbatê gelekî girîng e. Di rewşeke wisa de divê malbat ji rewşa zarok a fizikî û derûnî guman bike û serî li pisporekî bide. Hin nîşêtên fizîkî jî ev in: ji vajînayê an jî ji cihê anal xwîn were, ev dever sor bibin, bixwirin, reş û şîn bibin. Gelek caran jî zarok rûdana îstîsmarê ji yekî nas re dibêje lê malbat yeqîn nake û ji bo ku ji bertekên civakê ditirse malbat dixwaze vê veşêre û xwe nedîtî û nebihîstî dike. Ev ne rewşeke wisa ye ku bê veşartin. Ev rûdan bandoreke tund li ser zarokan dike. Moral, motîvasyon û piştgiriya malbatê gelekî girîng e. Divê di destpêkê de malbat ji zarokan yeqîn bike, bide hîskirin ku ev ne sûcê zarokan e da ku zarok ji axaftinê nerevin û xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Ev ne rûdaneke wisa ye ku mirov veşêre. Heger bê veşartin û kesê faîl neyê girtin dê ev rewş berdewam bike û zarok têkeve rewşeke gelekî xerab.

'HEMÛ ZAROK XWE HEWCEDARÎ HEZKIRINÊ Û ELEQEYÊ DIBÎNIN'

Divê em li ser çend xalan rawestin da ku em bizanibin bê ma ka çima zarok dûçarî rûdana îstîsmara zayendî dibin. Yek ji van taybetmendiyên kesên mexdûr in. Gelo çi taybetmendiyên van zarokan hene ku dûçarî îstîsmara zayendî dibin? Çi taybetmendî wan dixe asta xetereyê? Bi nêrîna kesên faîl hin taybetmendî hatine destnîşankirin (Yavuz, 1996, Barutçu, 1999). Yek ji van taybetmendiyan meraq e. Zarok bi wê hesta meraqê dixwaze xwe û derdora xwe fêm bike. Yek ji wan tiştê ku meraq dike jî zayendî ye. Weke ku tê zanîn ev mijara zayendiyê di civaka me de weke tiştekî tabû tê dîtin. Û li ser vê mijarê gelek kes naaxivin û agahiyên zelal nadin zarokan. Ji ber ku ev meraq bi awayekî dirust ji aliyê malbat û derdorê ve ji holê nayê rakirin, ew kesê mexdûr gelekî bi hesanî ji aliyê faîl ve dikare ji rê bê derxistin. Taybetmendiyeke din jî hewcedariya hezkirinê ye. Hemû zarok xwe hewcedarî hezkirinê û eleqeyekê dibînin. Wexta ku ev hezkirin bi taybetî jî ji aliyê dêûbavan ve neyê nîşandan zarok xwe bêqîmet hîs dike û dikeve nav lêgerînekê. Mixabin di vê legerînê de zarok ji aliyê faîl ve bi awayekî nebaş tê bikaranîn. Taybetmendiyeke din jî ev e ku kesên gihiştî dikarin bi awayekî hesan berê zarokan bidin aliyên din. Zarok ji ber ku bi ya kesên mezin dikin, ji wan re rêzê digirin û nikarin xwe biparêzin ev yek jî ji aliyê faîl ve bi nebaşî tê bikaranîn. Taybetmendiyeke din jî veşartina rûdanê ye. Bi taybetî jî di qonaxa ku zarok nû ber bi kamilbûnê ve diçe de ew meyla ku gelek tiştan ji malbata xwe veşêre peyda dibe. Ev meyla veşartinê ya zarok bi kêrî faîl tê û ew jî vê rewşê bo armanca xwe bi kar tîne. Zarok di wê baweriyê de ye ku heger ji malbatê re bêje dê malbat jê re astengiyan derbixe û dest biavêje azadiya zarok. Ji bilî van taybetmendiyan heger zarok ji aliyê zihnî û fizîkî ve xwedî astengiyekê bin, pirsgirêkên wan yên derûnî hebin, nehatibin hezkirin û di lêgerînekê de bin, xwe tenê hîs bikin, ji mal reviyabin û hwd jî bo îstîsmara zayendî xetere heye.

'DI RÛDANA ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ DE MALBAT JÎ FAKTOREK E'

Xala din ya ku divê em behsa wê bikin taybetmediyên kesê faîl in. Ev kes çima tiştekî wisa dikin, dibin faîl û ev kî ne? Di rûdanên îstîsmara zayendî de kesê faîl gelek caran ne yekî xerîb e; yekî nas e, yekî xizm e, yekî ji derdora zarok e. Johan û hevalên wî bi 202 jinên ku temenê wan 18-30 sal e re lêkolînek çêkirine. Di vê lêkolînê de hatiye dîtin ku ji van 202 kesan 44 kes di zaroktiya xwe de dûçarî rûdaneke îstîsmarê hatine û ji sedî 82ê faîlên van kesan nas an jî kesekî ji derdorê derketiye (Johan, 1994). Gelek ji van kesên faîl di gelek babetan de xwe kêm hîs dikin (cinsî, aborî, danûstandin), ji xwe bawer nakin, pirsgirêkên derûnî dijîn an jî ji aliyê derûnî ve hêj kamil nebûne, ew bixwe dibe ku di zaroktiya xwe de dûçarî îstîsmara zayendî bûbin (Polat, 2001). Di rûdana îstîsmara zayendî de malbat jî faktorek e. Hal û wextê malbatê jî bandorê li rûdana îstîsmarê dike. Heger ji aliyê aborî ve di malbatê de pirsgirêk hebin, dêûbav bixwe xwedî astengiyeke fizîkî an jî zihnî bin, li zarokê xwe xwedî dernekevin an nikaribin xwedî derkevin û hezkirina xwe nîşanî wan nedin, di malbatê de şideta fizîkî hebe, danûstandina wan tune be, dêûbav ji hev veqetiya bin, dê an jî bav tune bin an jî ne yên heq bin, dê an jî bav bixwe di zaroktiya xwe de duçarî îstîsmara zayendî hatibin, di malbatê de bikaranîna madeyan hebe, dêûbav bixebitin û tu kesê ku li zarok xwedî derkeve tune be û hwd bo îstîsmara zayendî zemînekê amade dike (Yolcuoğlu, 2010).

TÊKILIYA BI ZAROKAN RE

Di rûdanên îstîsmarê de têkilî û danûstandina bi zarokan re gelekî girîng e. Bo ku zarok dîsa trawmatîze nebin têkiliyeke dirust û hesas pêwîst e. Di rûdaneke wisa de berî her tiştî guhdarkirin û fêmkirin şert e. Bi sûcdarkirin, rexnekirin, henekpêkirin, tirsandin, darizandin, tehdît û piçûkdîtinê tirsa zarokan zêdetir dibe, zarok xwe sûcdar dibînin û ji xwe fedî dikin. Gelek caran di rewşeke wisa de zarok naxwazin biaxivin, xwe ji mirovan dûr dixin û xwe îzole dikin. Mirov di rûdaneke îstîsmarê de wexta ku bi zarokan re axivî divê wê cesaretê bide wan da ku bêyî tirs û xwesûcdarkirinê xwe îfade bikin. Divê di vir de axaftina zarokan neyê birîn, bi sebr bên guhdarkirin, bertek neyên nîşandan, bi zimanekî ku fêm bikin bi wan re bê axaftin, bên qebûlkirin û nirxandinên nelirê neyên kirin. Wê baweriyê bidin zarokan ku hûn ji wan yeqîn dikin. Sozên ku hûn nikaribin bînin cih ji zarokan re nedin. Di gelek rûdanan de bi zarokan re ew tirsa ku ‘ez bêjim jî ji min yeqîn nakin’ heye. Gava ku we ew hest nîşanî zarokan kir û ji wan yeqîn nekir dê zarok bêhtir ji we dûr bikevin û baweriya wan bê şikestin. Di rewşeke wisa de heger zarok dîsa bên îstîsmarkirin dibe ku vê carê ji tu kesî re nebêjin. Bawerî û ewlehiya ku hûn bidin zarokan dê bandorê li têkiliyên wan bike. Wexta ku we guman kir ku zarok dûçarî îstîsmara zayendî bûne qet bi zorê û bi şidetê nekin ku bi we re biaxivin, hezkirin, dilnermî û eleqeyekê bidin hîskirin da ku zarok xwe di ewlehiyê de bibînin û hîs bikin ku hûn ji bo alîkariya wan tevdigerin. Di axaftin û guhdarkirinê de hay ji bertekên xwe hebin da ku zarok gelekî netirsin û bi dilekî rehet derde xwe ji we re bêjin. Heger zarok ji we bitirsin û li ser xwe zextekê hîs bikin dibe ku gelek tiştan ji we re nebêjin û bêdeng bimînin.

DERÛNIYA ZAROKAN

Bertek û nîşêtên klînîkî û bandora wan ya li ser zarokan li gorî çend xalan diguhere. Di vir de şiklê îstîsmarê, têkiliya faîl û mexdûr, bikaranîna şidetê û zirarên wê, temenê û geşadana zarokan, taybetmendiyên derûnî û berî rûdanê, rewşa derûnî çend pêkerên girîng in. Tê ragihandin ku bi ji sedî 60ê zarokên ku dûçarî îstîsmara zayendî hatine re pirsgirêkên derûnî peyda dibin. Kendall-Tackett û hevalên wan li ser 45 lêkolînan xebat kirine û dîtîne ku bi mexdûrên îstîsmarê re ji sedî 64-79 nîşêtên psîkiyatrîk derketine holê (Joseph û hev., 1991). Di xebatan de hatiye dîtin ku bi van zarokan re ji nav nexweşiyên psîkiyatrîk herî zêde Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT) û nexweşiya depresîf ya major peyda dibe. Helbet bertek û nîşêt li gorî zayendê tên guherîn û li gorî wê bertek bêhtir bi awayekî tund derdikevin holê. Keçik li gorî kurikan bêtir dikevin bin tesîra rûdanê û bêhtir nîşêtên NSPTê nîşan didin. Şiklê îstîsmara zayendî li ser bertek û nîşêtên psîkiyatrîk bandorker e. Bo derûniya zarokan tesîra îstîsmara navmalbatî ji ya derve girantir e. Di îstîsmara zayendî de bikaranîna şideta fizîkî zarokan bêhtir dixe bin tesîra trawmayê. Soylu û hevalên wî (2012) di lêkolîneke xwe de dîtine ku di rûdanên îstîsmarê yên di tê de kesên faîl gelek in rewşa derûnî ya mexdûr bêhtir xera dibe.

Di rûdana îstîsmarê de zarokên hebekî mezintir yên kamil ji zarokên ku hêj neçûne dibistanê bêhtir xwe sûcdar hîs dikin. Zarokên piçûk piştî îstîsmara zayendî hin tevger û bertekên wisa nîşan didin: bi pêlîstokên xwe re lîstikên li ser seksê dilîzîn, radihîjin tiştekî û dixin pêşî an jî paşiya pêlîstokê, kincên pêlîstokê jê dikin û dest didin deverên wê yên taybet, xwe tazî dikin û dest didin deverên xwe yên taybet, masturbasyonê dikin, axaftinên cinsî yên ne li gorî temenê xwe dikin. Ev zarokên piçûk ji aliyê zayendî ve ne li gorî temenê xwe tevdigerin. Zarokên ku diçin dibistanê piştî dûçarî rûdaneke îstîsmara zayendî dibin serkeftina wan gelekî lawaz dibe, di fêrbûn û tevgerên xwe de pirsgirêkan dijîn. Di lêkolînekê de hatiye dîtin ku ev zarok di dibistanê de li gorî hevalên xwe herî kêm salekê li paş in û li gorî hevalên xwe nikarin fêma xwe bidin dersan (Tong, 1987). Bi van zarokan re hin bertek û nîşêtên wisa jî tên dîtin: depresîf dibin, ditirsin, hêrs dibin, ji aliyê cinsî ve şidetê li zarokên din dikin, bi mijarên cinsî serê xwe diêşînin û hwd. Wekî din bi zarokên kamil yên dûçarî îstîsmarê bûne re depresyon, fikrên xwekuştinê zêde tên dîtin û jixwebaweriya wan gelekî kêm dibe. Dest bikaranîna madeyan dikin, alkolê vedixwin, ji malê direvin, têkiliyên zayendî yên nelirê dikin û bi wan re bêpergaliyên kesayetiyê derdikevin holê (İmren, 2013).

HEVDÎTINÊN EDLÎ

Piştî ku rûdanên îstîsmarê derbasî dadgehê bûn îcar divê bi awayekî profesyonelî bi zarokan re hevdîtin bê kirin. Ji van hevdîtinan re ‘hevdîtinên edlî’ tê gotin û bo ku zarok dubare trawmetîze nebin ev hevdîtin girîng in. Hevdîtinên edlî ji aliyê kesekî pispor ve tên kirin ku divê bi taybetî ji bo van hevdîtinan perwerde dîtibin. Bi gelemperî ev kesên pispor derûnnas, pisporê xizmeta civakî, pisporê geşedana zarokan in. Wexta ku hevdîtinên edlî baş neyên kirin pirsgirêk derdikevin holê. Weke mînak dibe ku îdîayên ne rast bên bidestxistin, zarok û malbat bêhtir bikevin stresê, dadgeh ji zarokan yeqîn neke, rastî xumamî bibin û kesê faîl ceza nestîne an cezayekî hindik bistîne û hwd (Wood û Garven, 2000). Ji ber vê yekê divê teknîkên van hevdîtinan her tim di ber çavan re bên derbaskirin û heger pewîst be revîzeya wan bê kirin.

Îstîsmara zayendî bo ku mijareke taybet û ne xweş e zarok fedî dikin û gelek caran jî ditirsin ku bi awayekî hesan behsa vê meseleyê bikin. Taybetmendiyên zarokan, temenê wan û taybetmendiyên kesên ku hevdîtinê dikin bo ravekirin û îfşakirina hevdîtinan girîng in. Wood û Garven pêşniyaz dikin ku divê ew kesên ku hevdîtinên edlî pêk tînin di hevdîtinên zarokan de xwedî tecribe bin, perwerdehiya wê standibin û têkiliyên wan bi zarokan re baş bin. Hatiye dîtin ku di hevdîtinan de zayenda kesê ku hevdîtinê jî dike bo îfşakirina rûdana îstîsmarê pêkerek e. Bo ku hevdîtinên xelet û yên acemî bên kêmkirin supervîzyon tiştekî baş e. Divê ev hevdîtin bên qeydkirin û bi awayekî birêkûpêk ji aliyê kesên supervîzor ve bên nirxandin (Wood û Garven, 2000).

Di hevdîtinên edlî de hatiye dîtin ku zarokên piçûk li gorî yên mezin hindik detayan didin û bêhtir bersivên kurt didin (Davies û hev., 2000). Ji ber vê yekê jî îspatkirina rûdanên îstîsmarê yên ku hatine serê zarokên mezin li gorî yên zarokên piçûk bêhtir pêkan e. Pêwîst e li gorî temenê zarokan teknîkeke hevdîtinê bê pejirandin û behtir li ser teknîkên hevdîtinê yên ku bi zarokên piçûk re tên kirin bê rawestandin. Zarokên ku hêj dest bi dibistanê nekirine li gorî yên diçin dibistanê bêhtir sîptomên fizîkî (êşa zik, serêşî, êşa vajînayê, xewnên ne xweş, masturbasyon, hêrsbûn û hwd.) didin xuyakirin. Wexta ku bi van zarokan re hevdîtin bê kirin divê mirov ji bilî îfadeyên devkî hay ji sîptomên fizîkî û tevgerên zarokan jî hebe.

Li gelek bajarên Tirkiyeyê bo ku ev hevdîtinên edlî bên kirin ‘Navendên Çavdêrîkirina Zarokan’[1] hatine avakirin. Ev navend di bin banê Wezareta Tendirustiyê de hatine avakirin û bi Wezareta Dadê, Wezareta Karê Navxweyî û bi Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî re di nav kordînasyonekê de dixebitin. Navenda Çavdêrîkirina Zarokan bo ku zarok dubare trawmatîze nebin, netirsin, zirarê nedin xwe û xwe baş îfade bikin hatiye sazkirin. Berî her tiştî ev navend bo başiya zarokan dixebite û heya ji van navendan tê nahêlin ku zarok dubare trawmatîze bibin û xwe ne baş hîs bikin. Ev navend tenê bi zarokan re hevdîtinên rûdanên îstîsmara zayendî dikin û di van navendan de kesên pispor (derûnnas, psîkiyatrîstê zarokan, pisporê xizmeta zarokan, hemşîre, pisporê geşedana zarokan) dixebitin. Van kesên pispor ji bilî pisporiya xwe li ser mijarên îstîsmara zayendî û hevdîtinên bi zarokan re perwerde dîtine. Hevdîtin ji aliyê kesên pispor ve tên kirin. Heger hewcedarî bi branşên din çêbibe jî (textorê edlî, cerahê zarokan û hwd.) ev kes tên van navendan, bi zarokan re mijûl dibin û karê xwe pêk tînin. Ji bilî van navendan li Tirkiyeyê di bin banê Wezareta Dadê de li gelek dadgehan bo ku hevdîtinên zarokan ji aliyê pisporekî ve bên kirin ‘Jûrên Hevdîtinên Edlî’[2] hatine vekirin. Di van jûran de ne tenê hevdîtinên rûdanên îstîsmarê rûdanên dîtir ku bi zarokan re têkiliya wan heye jî tên kirin.

BERGIRTINA ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ

Bergiriyên îstîsmara zayendî bi sê xalan tên nirxandin. Di xebatên bergiriya asta yekem de li ser hemû sedemên civakî tê rawestandin. Di van xebatan de civak li ser mijara îstîsmarê tê agahdarkirin û hişyarkirin. Bo geşadan û qenciya zarokan kîjan cih bêhtir baş in xebat tên kirin û zarok tên perwerdekirin da ku di rewşeke îstîsmarê de bikaribin xwe biparêzin (Geeraert, Van den Noortgate, Grietens û Onghena, 2004). Di asta duyem de xebat li ser zarokên ku bo îstîsmara zayendî bi rîsk in tên kirin. Ev kes tên tespîtkirin û bo ku parastina van kesan bê kirin ji aliyê zagonî ve xizmet tê dayîn. Di asta sêyem de jî xebat bi malbatên ku zarokên wan dûçarî îstîsmara zayendî hatine re tên kirin. Armanca van xebatan ew e ku bandora neyînî ya îstîsmarê kêm bike, di îhtîmala dubarebûna îstîsmarê de hin bergiriyan pêk bîne. Bi gelemperî ev asta sêyem bo ku îstîsmara zayendî zêde zirarê nede zarok, malbat û civakê xebatan dike (Koçak û Büyükgönenç, 2011).

Bernameyên bo bergirtina îstîsmara zayendî ji zû de hene (National Sexual Violence Resource Center, 2011). Lê li Tirkiyeyê ev bername û bergirî çiqasî di holê de ne ev mijareke nîqaşê ye. Di van bernameyan de weke ku lêkolîneran diyar kiriye ya herî zêde tê bikaranîn bernameyên perwerdehiya bi dibistanê ne (Walsh, Zwi, Woolfenden û Shlonsky, 2015). Ev bername zarokan li ser îstîsmara zayendî agahdar dike, wexta ku zarok dûçarî rûdaneke îstîsmarê hatin bê ma wê çawa li ber xwe bidin û ji hin kesan re bêjin disekine. Bi zarokan re axaftin bo kêmkirina rîskan pêkereke girîng e lê mixabin kêmkirina rîskan îstîsmara zayendî bi temamî ji holê ranake. Nêzîkahîtêdana bergiriya yekemane ew e ku divê şert û mercên sedema îstîsmara zayendî bên guhertin da berî ku rûdan pêk were pêşî li îstîsmara zayendî bê girtin (National Sexual Violence Resource Center, 2011). Bi riya dibistanan agahdarkirina îstîsmara zayendî û fêrkirina rê û rêbazên xweparastina ji îstîsmarê tiştekî li rê ye. Ji ber ku hem zarok hem jî malbat dikarin gelekî bi hesanî xwe bigihînin dibistanan û agahiyan ji wan bistînin. Bi rêya van bernameyên dibistanê kesên di pozîsyona qurban de ne fêr bibin bê ma ka dikarin çawa ji vê rewşê birevin. Dibe ku ev bername potansiyela kesên faîl biguhere û wan bitirsîne. Ji aliyekî din ve jî îhtîmal e ku hinek ji wan zarokan bibin şahidê rûdaneke îstîsmarê û fêr bibin bê ma di rewşeke wisa de çi berpirsiyariya wan heye û dikarin çi bikin (Finkelhor, 2009). Bernameyên li ser îstîsmara zayendî ku li dibistanan tên dayîn bo ku pêşiyê li îstîsmara zayendî bigirin agahiyan didin xwendekaran û wan fêr dikin bê ma di rûdaneke îstîsmarê de dikarin çawa xwe jê biparêzin û jê birevin. Li gelek welatan bernameyên wisa hene. Lêhaybûna bedenê û aîdiyeta wê, deverên taybet ên bedenê, destdayîna baş û ya nebaş, agahdarkirina rûdana îstîsmara zayendî hin mijarên sereke yên van bernameyan in.

Bo ku zarok ji aliyê cinsî ve hay ji deverên xwe yên taybet hebin û wan biparêzin divê bizanibin bê ma ka kîjan dever taybet in. Divê ji zarokên du salî û yên mezintir re behsa van deverên taybet bê kirin û ji wan re bê gotin ku ev dever ên te ne, aîdî te ne, tu kes nikare dest bidiyê heger pêwîst be dê û bav an jî textor dikarin dest bidinê. Ev perwerdehî devkî an jî bi riya pirtûkan dikare bê dayîn. Bi saya vê zarok hem fêr dibin ku deverên xwe yên taybet biparêzin hem jî fêr dibin ku dest nedin deverên taybet ên kesên dîtir. Piştî vê divê ji zarokan re behsa ‘destdana baş û ya ne baş’ bê kirin. Bi vî awayî wexta ku kesekî dest da van zarokan wî çaxî dê zarok ferq bikin ku nêta kesê li hember wan baş e an xerab e û dê li gorî wê tevbigerin. Di perwerdehiya deverên taybet de mijareke din jî ji zarokan re behskirina jûra wan û jûra dêûbavê wan e. Wexta ku zarok bû 4-5 salî divê ji zarokan re bê gotin ku bêdestûr nikarin bikevin jûra dêûbavê xwe yan jî jûra kesên dîtir. Dibe ku ew kes di jûra xwe de serê xwe dişon, kincên xwe li xwe dikin an jî kincên xwe ji xwe dikin û hwd. Bi vî awayî wê hay ji mahremiyetê jî çêbibe û bizanibe ku ev cih jî taybet in. Bêguman ev hesasiyet bo jûra zarokan jî girîng e. Wexta ku dêûbav bikeve jûra zarokan divê destûrê bistîne. Heger zarokan bo ku kincên xwe biguherînni ji dêûbavên xwe alîkarî nexwestibin divê mirov midaxale neke û bihêle ku zarok bixwe kincên xwe li xwe bikin an jî ji xwe bikin. Wekî din pêwîst e endamên malbatê jî di jûra xwe de kincên xwe biguherînin. Bi vî awayî hem hûn dibin rol modelên baş hem jî zarok zû fêr dibin.

Li ser tevger û derûniya zarokan bandora televîzyon û înternetê gelekî heye. Pêwîst e ku malbat û civak hay ji vê yekê hebin. Wexta ku malbat di televîzyon û înternetê de li rastî dîmeneke nebaş hatin divê midaxale bê kirin û ev rewş bi zimanekî xweş ji zarokan re bê gotin ku di serê wan de tu pirsgirêk nemîne. Divê li gorî temenê zarokan bername û qanal bên tercîhkirin. Divê malbat bi zarokên xwe re li bername û qanalên ku ne li gorî temenê zarokên wan in temaşe neke. Di vir de berpirsiyariya malbatê gelekî heye û pêwîst e malbat ji her alî ve bo zarokan bibe rol modeleke baş.

TEDAWÎ

Piştî ku rûdana îstîsmarê derket holê, gava yekem ew e ku zarok ji kesên faîl bên dûrxistin û îxbara wan kesên faîl bê kirin. Ev rûdaneke trawmatîk e. Bo ku tedawiya zarokan baş bê kirin pêwîst e ev rewş neyê veşartin û pêşî ji aliyê malbatê ve piştgiriya zarokan bê kirin. Divê di pêvajoya tedawiyê de zarok hîs bikin ku di ewlehiyê de ne, ji wan tê hezkirin, bawerî bi wan heye û guhdariya wan tê kirin (Topçu, 2009). Bi awayekî baş xweîfadekirina zarokan girîng e û di tedawiyê de roleke girîng dilîze. Ev xweîfadekirineke baş ji aliyekî din ve jî girêdayî têkiliya pispor û zarokan e. Heger di nav wan de têkiliyek dirust hebe dê zarok ji kesên pispor bawer bikin û piştî vê baweriyê dê zarok pirsgirêkên xwe û hewcedariyên xwe xweş bînin zimên.

Di tedawiya îstîsmara zayendî de gelek teknîk hene ku tên bikaranîn. Terapiyên komî û takekesî, terapiya lîstikê, terapiya malbatê, EMDR[1], terapiya reftarî ya venasînî û derman hin ji van teknîkan in (Avcı û Tahiroğlu, 2006). Bi taybetî jî EMDR û Terapiya Reftarî ya Venasînî (TRV) li ser tedawiya îstîsmara zayendî gelekî bandorker in. Terapiya reftarî ya venasînî gelekî tê bikaranîn. Di vê tedawiyê de li ser fikr û fikarên nebaş û berevajîkirinên venasînî tê rawestandin û li gorî wan fikran alternatîf tên dîtin (Topçu, 2009). Piştî rûdana îstîsmarê dibe ku bi zarokan re hest û baweriyên nekarîger yên weke şik û guman, redkirin, kerixîn, pênebawerî peyda bibin (Avcı û Tahiroğlu, 2006). Piştî rûdaneke wisa trawmatîk zarok difikirin ku êdî tu tişt nabe weke berê û telafiya vî tiştî ne pêkan e. Bo ku zarok li hember van fikran li ber xwe bidin, vê trawmayê li dû xwe bihêlin hewcedariya wan bi terapiyê heye. Wexta ku terapîst li ser van fikrên xelet rawestiya divê pêşî van fikran nîşanî zarokan bide da ku ew bixwe van ferq bikin û rastiya van baweriyan biceribînin. Di vir de divê bê tespîtkirin ku gelo ev fikr û fikarên xerab û xelet çiqasî girêdayî serpêhatiya zarokan bixwe ye û çiqasî girêdayî axaftinên derdorê ye. Ligel vê divê terapist li mantiqa van fikrên zarokan bipirse û bike ku zarok baweriyên xwe yên dîtir jî di ber çavan re derbas bikin û alîkariyê bide wan ku baweriyên xwe yên şaş bi baweriyên maqûltir biguherin (Geldard û Geldard, wrg., 2013).

Tedawiya îstîsmara zayendî pêvajoyeke dirêj û hesas e. Herçiqasî di tedawiyê de bêhtir mijar zarok bin jî divê mirov hay ji malbatê jî hebe. Ev rûdan bandorê li malbatê bixwe jî dike. Û dibe ku hewcedariya malbatê jî bi tedaviyê hebe. Di rewşeke wisa de divê malbat jî alîkariyê ji pisporan bixwaze da ku malbat piştgiriya xwe ji zarokan qut neke û alîkariyê bike.

* Derûnnas, Mêrdîn  s_aslan@hotmail. Com

Ev nivîs cara yekem, hejmara Psychology Kurdî ya 13an de hatiye weşandin

Jêrenot:

-Avcı, A. , û Tahiroğlu, A. Y. (2006). Cinsel istismar. İçinde Çocuk ve ergen ruh sağlığı ve hastalıkları. (ss. 721-726). Ankara.

-Ballı, Ö. (2010). Çukurova Üniversitesi Tıp Fakültesi’ne Başvuran Çocuk İstismarı ve İhmali Olgularının Değerlendirilmesi. Uzmanlık Tezi. Çukurova Üniversitesi Tıp Fakültesi: Adana.

-Barutçu N, Yavuz MF, Çetin G. Cinsel saldırı mağdurlarının karşılaştığı sorunlar. Adli Tıp Bülteni 1999;4(2):41-53.

-Davies, G. M. , Westcott H. L. û Horan, N. (2000). The impact of questioning style on the content of investigative interviews with suspected child sexual abuse victims. Psychology, Crime, and Law, 6, 81-97.

-Finkelhor, D. (2009). “The Prevention of Childhood Sexual Abuse”, The Future of Child, 19 (2), 169.

-Geldard, K. , û Geldard, D. (2013). Çocuk Psikoterapisi: Giriş Niteliğinde Uygulamalı Bir Rehber. (G. Erden; Ç. Kudiaki, İ. Dikmeer, . Çev. Ed. ). Ankara: Türk Psikologlar Derneği Yayınları (2008)

-İmren, G. , S. , Ayaz, B. , A. , Yusufoğlu, C. , Arman, R. , A. , Cinsel istismara uğrayan çocuk ve ergenlerde klinik özellikler ve intihar girişimi ile ilişkili risk etmenleri, Marmara Medical Journal (2013) 26:11-16 DOI: 10. 5472/MMJ. 2012. 02518. 1

-Johann FK, Christian T, Verena G, Wilfried B. Family background and sexual abuse associated with eating disorders, American Journal of Psychiatry 1994;151:1127–31.

- Polat O. Cinsel istismar. Çocuk ve Şiddet içinde. İstanbul: Der Yayınlar; 2001. 207-314.

-Polat, O. , 2007. Tüm boyutlarıyla çocuk istismarı. Ankara: Seçkin yayıncılık.

-National Sexual Violence Resource Center. (2011). Child Sexual Abuse Prevention: Programs For Children. Retrieved from www. nsvrc. org.

-Neigh, G. N. , Gillespie, C. F. , & Nemeroff, C. B. (2009). The Neurobiological Toll Of Child Abuse And Neglect. Trauma, Violence, & Abuse, 10 (4), 389-410.

-Kara, B. , Biçer, Ü. , Sevim Gökalp, A. (2004). Çocuk Đstismarı. Çocuk Sağlığı Ve Hastalıkları Dergisi. 47: 140-15.

-Koçak, C. , & Büyükgönenç, L. (2011). “Toplumdaki Bireylerin Çocuk İstismarı ve İhmaline Yönelik Bilgi ve Görüşleri, Hitit Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi, 4 (1), 89–104.

-Joseph H, Beitchman, Kenneth J, Zucker û ark (1991) A review of the short-term effects of child sexual abuse. Child Abuse & Neglect, Vol 15, Iss 4 : 537-556.

-Soylu, N. , Şentürk Pilan, B. , Ayaz, M. û Sönmez, S. (2012). Cinsel istismar mağduru çocuk ve ergenlerde ruh sağlığını etkileyen etkenlerin araştırılması. Anatolian Journal of Psychiatry/Anadolu Psikiyatri Dergisi, 13(4).

-Tong L. , Oates K & McDowell M (1987) Personality development fallowing sexual abuse. Child Abuse & Neglect, Vol 11, 371-383.

-Topçu, S. (2009). Cinsel istismar. Ankara: Phoenix Yayınevi.

-Wood, J. M. û Garven, S. (2000). How sexual abuse interviews go astray: Implications for prosecutors, police, and child protection services. Child Maltreatment, 5, 109-118.

-Yavuz MF. Cinsel saldırı olgularının değerlendirilmesinde yeni bir yaklaşım. Adli Tıp Dergisi 1996;12(3):155-60

-Yolcuoğlu, İ . (2010). Çocukların İhmal-İstismara Uğramasında Aile Ve Çocuklara Yönelik Risk Faktörleri Ve Sosyal Hizmet Müdahalesi. Toplum ve Sosyal Hizmet , 21 (1) , 73-83.

[1] Çocuk İzlem Merkezi - Child Monitoring Centers

[2] Adli Görüşme Odası-Forensic Interview Room

[3] EMDR (Eye Movement Desensitization and Reprocessing - Nehestyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan)