Jenosîda Êzîdiyan li parlemana Elmanya û dinyayê

Ger mesele dibe; kurd û Kurdistan, tirk, ereb, ecem û hevalbendên wan dibin yek. Gava mesele dibe; Îslam; ereb, ecem, tirk û mislimanê dinê û beşek girîng ji kurda jî bi wan re dibin yek.

Abone ol

Newaf Mîro

Heta niha ne pirr be jî lê gelek dewletên xwedî girîngî di nexşe û siyaseta dinyayê de dilîzin destdirêjî, qirkirin û bê war û milk kirina Êzîdiyan weke genosîd/qirkirin yan gelkujî pejirandine. Ne tiştekî hindike, Êzîdî miletekî ne bê nan û xwê ne. Yê qenciyê bi wan bike, ew jibîr nakin. Yê xirabiyê dikin jî, jixwe dikin. Qencî û xirabî cîranên herî nêzîkî hev in. Parastin û hebûna Êzîdiyan, gava ne ji bo mayîn, hebûn û xwebûna Êzîdiyan be dibe tiştekî din.

FERMAN DIDOME

Ez qala 72+2 fermana dikim. 72 tê wateya berdewamî û qirkirinên bi navê 72 miletî ne. Ango yên ji derve hatine, xwestine bibin xwedî û xwedanê war, malê û vî miletî. Ol Êzîdî ne oleke mîsyoner e, lê ew tim ketine bin êrîş û qirkirinên ol û qewmên misyoner. Ne tenê 3yê Tebaxa 2014an ferman bû, do, îro û sibê jî ferman e. Heta hebûn û nirxên milet û olekê bi peymanên navxweyî û yên navdewletî neyên misogerkirin, qirkirin didome. Ger gelkujî neçe mehkema ûjdanî, ew yek didome.

Raste qurbanî venagerin, Êzîdî jî ne civakeke tolgir û tundkar e. Lê meriv dikare tenê rûmetê bide mirovên bi nirxên xwe re mirî ne. Yên serê xwe û hebûna xwe di oxira ol, nirx û baweriya xwe dane. Her weha çawa meriv dikare, ew têgeha antî-êzîdîzmê kêm bike. Parlementerê Elman Michael Brand got; "Êzîdî miletekî derb xwariye, lê têkneçûye û serê xwe netewandiye. Me rêz û hurmeteke mezin ji bo we heye. Hol hola Tawisî Melek".

GOTINA DAWÎ

Parlementer Martîn Sichert got; Xortekî ji wî re gotiye, "DAÎŞê dem dabû bavê min, ji bo bibe misilman. Gava dem hat, ji bavê min pirsîn. Tu misilman bibî û şadeya olî bi navê Îslamê bînî, em te nakujin. Bavê min got; ez Êzîdî hatime dinê ezê Êzîdî bimirim. Ew bû gotina dawî ya bavê min."

Meriv ji neyarên xwe gazinan nake, lê ji dostên xwe dike. Bi rêya wan heta ji dijminên xwe jî dike. Em dibînin çendîn dewletên Xiristiyanî jenosîda Êzîdiyan qebûl kirine, lê mixabin meriv navê dewleteke misilman nabîne. Tevî ku dewleta Îslamî-DAÎŞê bi navê Îslamê xirabî bi Îslamê û misilmana kir. Ew tiştên qewimîn ger fîlmekî sînemayê bûya û kesên ne misilman çêkiribûna, misilmanên dinyayê wê rabûna ser piyan. Xwedê dizane wê çi bikirana û kî bikuştana, lê misliman bi navê misilmanan xirabiyê dike, misilman jê re nabêje; bese.

Ger mesele dibe; kurd û Kurdistan, tirk, ereb, ecem û hevalbendên wan dibin yek. Gava mesele dibe; Îslam; ereb, ecem, tirk û mislimanê dinê û beşek girîng ji kurda jî bi wan re dibin yek.

KURDÊN MISILMAN JÎ DI NAV DE NE

Gava em dibên misilman, helbet kurdên misilman jî di nav de ne. Di dîrokê de, yên ji aliyê olî ve zêde xirabî û kuştin bi Êzîdiyan kirine, kurdên misilman in. Ango yên berê Êzîdî bûn. Bi qelibîna olê re, bûn mîr, paşa, miftî, şêx û axayên Îslamê. Bi navê Îslamê Mîrê Rewandizê, Fermana Delana Paşo, Erinza Şêxs tiştê anîne serê Êzîdiyan, divê bêne vekolîn, ka ew dikevin nav pîvana Gelkujî û jenosîdê? Ma nabe qey ev qirkirin, ji nûve bêne vegotin û gengeşe kirin? Kengê emê bi xwe, dîrok û kiryarên xwe rû bi rû bibin?

EMÊ VEGERIN SER JENOSÎDA ÊZÎDIYAN YA DAWÎ

Genosîda Êzîdiyan ji aliyê parlementoya Herêma Kurdistanê, hatiye pejirandin mala wan jî ava. Lê heta niha çi piroje ji bo vekolîn, lêpirsîn û dadgeh kirina DAIŞê min nedîtiye û hebe jî ez nizanim. Ez dizanim Hikûmeta Kurdistanê û Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûne alîkar ji bo rizgarkirina jinên di destê DAÎŞ de dîl û kole. Tevî Şingal di nav sînorê dewleta federal ya Iraqê de ye, heta niha çi bername nîne, ji bo vegera Êzîdiyan û avadaniya Şingalê. Dadgeheke ku tewanbarên DAÎŞê darizîne nîne. Tevî ku serokdewletê Iraqê piştî Saddam her kurd in.

Pêşniyaz biryar li Parlementoya Tirkiyê du cara ji aliyê parlementera HDPê Feleknas Uca ve hatiye Meclîsa Tirkiyê, lê mixabin nehatiye erêkirin. Başe ev erk tenê dikeve stûyê Feleknas Uca? Nabe ev di ser partî û fraksiyona re be? Ne birayeke giştî û lihevkirî be, jixwe nayê pejirandin. Ma qey emê çîrok, ferman û serpêhatiyên xwe, tim ji xwe bi xwe re bêjin? Mesele Êzîdiyan bi xwe xwedî sedem û taybetmendiyên cûda yên siyasî û etnîkî ye.

HETA NIHA RÛSYA MEPEJIRINADIYE

Herêm û Rêveberiya Xweser heta niha jenosîda Êzîdiyan weke genosîd qebûl nekirine yan ez nizanim. Hê guman heye bi sedan jin û zarokên Êzîdî di kampên di bin rêveberiya wan de ne. Daxwaziya birina endamên dewleta Îslamê- DAÎŞê yên hemwelatiyên dewletên Ewropa û yê din dikin, lê dadgehkirina endamên DAIŞ li ber dadgeheke navdewletî nakin. Berdan û efûkirina kesên bi DAÎŞê re bûn, meseleyeke bi serê xwe ye. Ji aliyê yasayî be, lêpirsîn û tomarkirina îfadeyên DAÎŞiyan heye, yan nîne ne diyar e.

Li Rûsiyayê bi sedhezaran Êzîdî hene, lê heta niha dewleta Rûsya ev qirkirin nepejirandiye. Çima nakin ez nizanim. Ji bo ev genosîd bête qebûlkirin, divê kar û xebat bibe, ev jî divê pêşî Êzîdî bikin, ne kesekî din. Ezîdî nekin, yê qaşo ji Êzîdiyan re dikin, xwe dikin xwediyên Êzîdiyan û dîsa Êzîdiyan dikin xulamên nano zikê.

HETA NIHA 20 DEWLET JENOSÎD QEBÛLKIRINE

Heta niha ji aliyên van dewletan weke Jenozid qebûlkirin e. Bi hêviya ev lîsteya hanê hê bêhtir bibe. Weke wezîra federal Annelena Beerbok got: raste em nikarin, kuştiya bi paşve vegerînin, lê em dikarin hewl bidin ji bo qurbanî edaletê bibînin, ji bo qirkirin û gelkujî nebe mîras û di nav nivşan nemîne.

1- Dadgeha mafê mirovan ya Ewrûpa 01.092014
2- Parlemenana Ewropa 27.11.2014
3- Yekîtiya Navneteweyî- UN 27.03.2015
4- Senatoya dewletên yekbûyî yê Amerîka 15.03.2016
5- Brîtanya/Îngîltere 24.04.2016
6- Fransa 26.05.2016
7- Kanada 17.06.2016
8- Şotland 23.03.2017
9- Ermenîstan 17.01.2018
10- Awistralya 26.01.2018
11- Parlamana Herema Kurdistanê/ Iraq'ê 03.08.2019
12- Portûgal 29.11.2019
13- Iraq'a federal (tenê weke destdirêjiya jinê) pejirandiye 01.03.2021
14- Holanda 06.07.2021
15- Belçîka 15.07.2021
16- Luksenbûrg 09.11.2022
17- UNÎDAD - Meclîsa Ewlehiyê ya navdewletî 10.05.2021
18- Komîteya navdewletî ya lêpirsînê ji bo Sûriyê 15.03.2016
19- Dezgeha Pisporên Jenosîda ya navdewletî 16.06.2016
20- Parlemana Almanya Federal 19.01.2023

Jêder

* https://www.tbmm.gov.tr/Yasama/KanunTeklifi/301570
* https://youtu.be/ZVIXoOwaczg
* Di sala 1828-1829 fermana rabûye berê şerê Delal, paşê yê Erinzê qewimiye. Bi serkêşiya Şêx Qasimê Têlanî pêkhatiye. Dengbêj Emînê Hemdûnî.

*Kurt Tarih Dergisî 

*Kovara Êzdînas Oldemburg gotara Dawid Xetarî.