Ji bo bîranîna Dengbêj Cemalê Mihê

Dengbêjê hêja û qedîm, Cemalê Mihê di 18 çileyê 2021an de ji ber nexweşîya koronayê li Nexweşxaneya Amedê wefat kir, berîya vê nexweşiyê tedawîya penceşêrê didît û rewşa wî ber bi başîyê ve diçû lê mixabin nekarî li ber koronayê bide, piştî heft rojên tedawîya koronayê xatirê xwe xwest. Cemalê Mihê li Şirnexê hat veşartin û stranên xwe ji me re hiştin.

Abone ol

Dîlan Salik & Tofan Sunbul 

Cemalê Mihê di sala 1957an de li gundê Kavilê Kalo yê li bajarokê Dêrgulê ser Şirnexê ve ji dayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye. Ew bavê neh zarokan e, paşnavê wî Dayan e. Navê bavê wî Mihê Hemo angu Mihemê Hemdana ye; bavê wî zirnevanek navdar ê Şirnexê bû. Bêrîya çîroka dengbêj Cemal ku paşnavê xwe ji bavê xwe stendîye –Mihê- divê mirov behsa kurtejiyana malbata wî bike, çinku tesîra muzîkjenîya bavê wî li ser dengbêjiya Cemalê Mihê gelek çêbûye.

Malbata dengbêjê navdar ê herêmê ji eşîra Batûyan e. Mihê Hemo bi du jinan re zewicî ye, Cemal zarokê tekan e yê jina duyem e, navê dêya wî Keser e. Ji ber ku ew kurê tekana yê ji zewaca duyem ya bavê xwe ye delalkî hatîye mezin kirin. Bavê wî bi zirnevanîyê debara xwe dikir û gelek stranên dawetê bi zirneya xwe lê dida. Mihê ji ber ku zirnevanek bi nav û deng e gund bi gund geraye, Cemal jî wek me gotî qedr e û kurê tekane ye û yê dawîyê ye, lewma bavê wî ew bi xwe re li van dawetan gerandîye, bi vê yekê Cemalê Mihê hem dinya dîtîye hem kes naskirine û hê zarokatîya xwe de perwerdeyek xwezayî ji bavê xwe wergirtîye, vê tecrûbeyê jî bêgûman dengbêjîya wî xorttir kirîye. 

KESÊN HERÎ BI QÎMET ÊN DAWETAN SAZBEND BÛN

Di wan demên berê de jî dawet çend roj û çend şevan berdewam dikir, ne wek dawetên îro roj û şevek bûn; ji ber vê yekê jî xwedîyê dawetan qedrê zirnevan û daholvanî gelek digirtin û ji heqdestê wan bigire hetanî xwarina wan, cihê razana wan. Wek me got kesên herî bi qîmet ên dawetan jî sazbend angu daholvan-zirnevan bûn. Îcar tam li ser vê meseleyê kesek dengbêj û hunermend be di nav miletê xwe û herêma xwe de jî xwedîyê qedr û qîmetekê bû. Dengbêj Cemalê Mihê jî yek ji wan kesan bû.

Wî hunera xwe ji gramafonê ku bavê wî jê re kirîye girtiye û bi dengê Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Îsa Berwarî û Seîd Axayê Cizîrî mezin bûye û bandora wan li ser dengbêjiya wî çêbûye. Piştî deh salîya xwe ew kilamên ku di plak û radyoyan an zomê da guhdarî kirin ji ber dike û distrîne, li gel bavê xwe gund bi gund digere, dibe şahîdê dawet û şahîyan, piştî demekê di gelek dîwanên dengbêjan de cih digire û li ser şopa bavê xwe diçe û hunerê ji xwe re dike armanc.

CEMALÊ MIHÊ LI SER DENGBÊJÊN ŞIRNEXÊ JÎ GELEK BANDOR KIRIYE

Ji xeynî bavê wî, jinbavê wî “Ciya Rehîm” jî cur bi cur stran digotin û şahiyên zomê ku bi şevan dewam dikir ji bo Cemalê Mihê îlham bûne, hindek miqam û stranan jî ji vê çandê hevpar ji ber kiriye. Ev mîna malbata xwe xwedan huner bû, hostayê pahîzok, heyranok, lawik û berîteyan bû. Di hevdutînek de digot “Carinan ez stranê dibêjim min hay ji xwe tune ye, hîs carinan welî min ho digire, ez dizivirime 15-16 saliyê xwe, eşq û evînî tê bîra min…” Weke tê zanîn bi sedan stranên herêma Botanê strandine, gelek stran wî bixwe çêkirine: Çiyayê Cûdî, Mîrana Zer, Çiyayîyê çend ji van stranan in. Cemalê Mihê li ser dengbêjên Şirnexê jî gelek bandor kiriye, bi taybetî jî di çanda dengbêjiyê de gelek qimet bi dengbêjên jinan dida. Bo nimûne, strana Mîro Biharê (1) ku behsa evîndariyê jinikek û zilamek dike bi aliyê dengbêjek zilam wek qilîp hatiba gotin bes dûmahiya dûmahî piçek bi israrê Cemalê Mihê, dengbêj Nûdem di gel Rezanê Batû wê stranê dibêje.

Dengbêj Salihê Şirnexî çawa bi denge xwe jiyana Bîşengê di bîra me da nexşand, Cemalê Mihê jî bi dengê xwe, bi bîr û hostetiya xwe stranên gelêrî yên qedîm ji me re hêlandin û ji bo dengbêjan, lêkolîneran, mêvanan jî çavkaniyekî zindî bû. Bi strangotinê di gel insanan sihbet dikir, denge wî jî wek çem û kanîyên çiyayên Botanê zelal û hertim bilind dibû.

Li gel dengbêjîya xwe ya ji temenekî biçûk destpê kirî; di pêşciwantîya xwe de bi hespê xwe diçû zozanan, dema havînê li Şirnexê dest pê dikir li zozanên jorê yên wekî Çemê Karê ku ev zozan bi nav û deng e û havînan jî berfa wir nahele; heçî bêkar û betal diçû wan zozanan li keyfa xwe dinêrin; Cemalê Mihê jî pêşxortanîya xwe de gelek li van zozanan di nav eşîrên Batûyan û konên wan de xwarin xwarîye ku ew bixwe jî Batû ye; li mêrg û çeman geraye, ava wan kenîyan vexwarîye; bi lawij, heyranok û payîzokên xwe olan ji zozan û çiyayan anîye. Kesek hunermend, dengxweş, ciwan û spehî be heyranên wî jî zêde ne, tê gotin ku di wan demên diçû zozanan gelek keçan ji ber lawînî, bejn û bala wî û dengê wî hej wî kiriye.

BAKURÊ HETA BAŞÛRÊ XWE DIDE HEZKIRIN

Êdî piştî demekê bavê wî jê re teksîyekê dikire û Cemal di salên 80î de li Şirnexê bi teksîcîtîyê debara xwe dike, paşê qamyoncîtîyê jî dike û li gel van karên xwe dengbêjîya xwe her didomîne.

Wek me li jorê behsê kirî ew xwe pêşîyê di nav eşîra Batûyan de, paşê di nav Şirnexîyan de, paşê Botan, paşê hema bêje li temamê Bakurê heta Başûrê dide nasîn û hezkirin. Li gel vê hejkirinê wî jî ji xwe hez dikir, dilê xwe nedihişt, cilikek-libasek spehî li ku hebûya li xwe dikir, bi rûniştin û zanîna xwe jî di nav milet te rêz ji bo wî her tim hebû. Dikarî bi zarokekî re bibe zarok bi mezinekê re bibe mezin û ji henekan hez dikir. Zilamê keyfê bû, dinyadîtî û merd bû. Ji heft salîyan heta heftî salîyan her kesê ku ew naskirî hejê kirîye. Ji zarokatîya xwe heta dawîya emrê xwe dawetçî bû, di dawetan de li cem zavayî hem stran digot û hem di dawetan de govend dizivirand. Cemalê Mihê herî zêde ji gere ku ev yek ji zarokatiya wî tê û ji damî hez dikir. Di van demên xwe yên dawî de ji bilî dengbêjîyê wextê xwe yê betal li ber derîyên dikan û qehwexaneyan bi damî derbas dikir û li Şirnexê wek damcîyekî çê û serkeftî jî dihat nasîn.

Dengbêjê hêja û qedîm, Cemalê Mihê di 18 çileyê 2021an de ji ber nexweşîya koronayê li Nexweşxaneya Amedê wefat kir, berîya vê nexweşiyê tedawîya penceşêrê didît û rewşa wî ber bi başîyê ve diçû lê mixabin nekarî li ber koronayê bide, piştî heft rojên tedawîya koronayê xatirê xwe xwest. Cemalê Mihê li Şirnexê hat veşartin û stranên xwe ji me re hiştin. Cihê te ronî, deng û dewra te daîm be!

1- https://www.youtube.com/watch?v=8ZrJ9Wjf_eUhttps://www.youtube.com/watch?v=urbMdDcnFS0&feature=youtu.be