Ji Komxebata Ferhenga Rastnivîsîna Bêjeyan çend têbînî
Heke li Stenbolê Enstîtuya Kurdî nehata avakirin û li ser zimanê kurdî xebat nehatina kirin, kovar û rojnameyên bi kurdî nehatina çapkirin, me îro nedikarî wisa bi hêsanî bi kurdî binivîsanda.
Samî Tan
Rojên 11-15ê tîrmehê li Wanê Komxebata 44an a bi navê ''Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurmancî-Tirkî'' hate lidarxistin. Ev komxebat ev çend sal in didomin û em di wan de li ser awayê nivîsandina bêjeyan gengeşî û gotûbêjan dikin. Zêdetirî deh hezar peyv tevî varyantên xwe hatine tomarkirin, ji nava gelek forman yek (kêm caran jî du heb) wekî forma/ên pêşniyarkirî tê/n neqandin. Di dema neqandinê de nîqaş û gotûbêjên berfireh tên kirin.
Li gorî beşdarên vê xebatê û Weqfa Mezopotamyayê, ev xebatên girîng ên netewesaziyê ne. Dibe ku hinek kes qîma xwe bi van xebatan neynin, heta hinek henekên xwe pê bikin, lê ji bo amadekar û beşdarên van komxebatan, kar û xebatên wiha parçeyekî girîng a plansaziya zimanî ne, bêyî doza azadiya neteweyî û zimanî naçin serî. Ji bo hinekan dibe kurmanciya gundê wan têrî wan dike, pêdiviya wan bi xebatên wiha tunebe, lê em dizanin ku bi xebatên wiha ziman ji qalib û dirûvê teng ê hoz û bavikan derdikeve, rengekî neteweyî werdigire.
Li gel vê yekê jî, divê her kes bizane ku em di xebatên xwe de peyv û formên zimanê yên hemû cih û warên ku kurdên kurmanc lê dijîn li ber çavan digirin, bi peyvên ji zaravayên din re hevrû dikin, pirî caran peyvên zimanên din ên îranî tînin bîra hev. Di komxebatan em hemû peyvên hemwate wekî parçeyekî gencîne û kelepora kurdî dibînin. Bi kurtasî armanca me ne baskokirina kurmancî ye. Armanca me destnîşankirina (ji aliyê denganî, peyvsazî û wateyî ve) forma herî rast, nasyar û berbelav e.
Îro heke em dikarin bi kurmancî binivîsin, bi saya serê xebatên wiha ye. Heke alimên kurdan li medreseyan bi kurdî nenivîsanda, heke rewşenbîrên kurd li Qahîreyê Rojnameya Kurdistan dernexista, heke Mîr Celadet Bedirxan tevî hevalên xwe Kovara Hawar dernexista û li Parîsê Koma Kurmancî xebat nekira, li Stenbolê Enstîtuya Kurdî nehata avakirin û li ser zimanê kurdî xebat nehatina kirin, kovar û rojnameyên bi kurdî nehatina çapkirin, me îro nedikarî wisa bi hêsanî bi kurdî binivîsanda.
Em vê mijarê daynin aliyekî, hinekî qala komxebatê bikin. Di nîqaşan de hemû varyantên her bêjeyê ji aliyê fonetîk, morfolojîk, semantîk û etîmolojîk ve tên nirxandin û berawirdkirin. Hin caran li ser peyvekê bi seatan nîqaş û gotûbêj tên kirin, her beşdar bîr û boçûnên xwe, bi delîl û palpiştan pêşkêş dike. Di encamê de heke lihevkirinekê giştî çêbû jixwe kêşe namîne, heke nebû hingî encam li gorî biryara piraniya beşdaran diyar dibe. Hin caran jî biryar dernakeve, ji gotûbêjeke din re tê hiştin.
Di dema nirxandin û nîqaşan de gelek agahiyên balkêş derdikevin holê, em ji hev gelek tiştan hîn dibin, ji ber ku her beşdarek ji herêmekê ye, di warê kurdî de xwedanê ezmûn û kedekê ye.
Di dawiya gotarê de ez dixwazim hinek nîşe û têbîniyên xwe yên ji komxebata navborî bi we re parve bikim. Kesên ku hinekî bi zimanê kurdî û rêzimana kurdî re eleqedar in dizanin ku rayekên dema niha ya gelek lêkerên kurdî wekî morfemên bêjesaz tên bikaranîn. Her wekî ji şûştinê firaqşo, destşok; ji firotinê pirtûkfiroş, firoşkar; ji xwestinê xwazgîn, daxwaz, xêrnexwaz, û hwd. Rayeka dema niha ya hin lêkerên mîna dîtin (bîn), gotin (bêj) jî nerêzikî ne ku ji wan bêjeyên nola “dûrbîn, bedbîn, bîna...”, “çîrokbêj, bêjer, xweşbêj” bi dest dikevin.
Lê belê hinek paşgirên mîna “-dêr/der”, “-ker”, “-xur”, “-ber” hene ku gelek ji me bingeha wan nizanin. Em pêşî bala xwe bidin “-dêr/der”ê ka ji ku tê. Melayê Cizîrî dibêje:
“Ger xeberdar î ji sirra 'kuntu kenzen' guh bidêr” anku guh bide, ew jî nîşan dide ku rayeka lêkera “dan”ê “dêr” e. Bi alîkariya paşgira “-dêr” peyvên mîna “guhdêr (yê ku guh dide mirov)”, “avdêr (yê ku avê dide erd û zevîyan)” û hwd. hatine dariştin. Her wiha ji paşgira “-ker” peyvên mîna “karker, çêker, biker…” hatine dariştin. Di Mem û Zîna Xanî de li şûna “bikim” forma “bikirim/ bikerim” hatiye bikaranîn.
“Bêjin kî ye da biçim bibînim
Hazir bikirim ji bo we bînim”
Ev jî nîşan dide ku ev paşgir ji lêkera “kirin”ê tê. Di vî warî de mînakeke din jî rayeka lêkera xwarin "-xur" e ku wekî morfemeke bêjesaz tê bikaranîn, jê peyvên mîna; “xure, bertîlxur, kurtilxur, araqxur, vexur û avxur...” hatine bidestxistin. Ev bêje dîsa di Mem û Zîna Xanî bi vî rengî derbas dibe:
“Qeta çu nebû ne xur ne xwabek
Wan bîr nedihat-i nan û abek”
Ev forma rayekê ya van lêkeran bi xwe re pirsekê tîne; gelo ji bilî rayekên dema borî û dema niha, di kurmancî de rayekeke din heye? Ev forma lêkerên mîna “dan (dêr/der), birin (ber), xwarin (xur/xwer), kirin (ker/kir) wê hest û bawerîyê bi mirov re çêdike ku di demên berê de ji bilî rayekên dema borî û dema niha, rayeka raweya fermanî jî hebûye. Ev mijar hêjayî lêkolînê ye.
Tiştên çend tiştên balkêş ku di komxebatên de min wekî nîşe tomar kirine.
🔸 Ji rayeka dema niha ya lêkera weşandin "-weş": weşek (yê ku diweşîne), darweş, gûzweş...
🔸 Paşgira "-il": gavil, (gavilgaz: gava mezin), çîqil, dîkil, bangil, wateya peyvê zêde neguherîne, gav û gavil, dîk û dîkil, bang û bangil, çîq û çîqil xwedanê heman wateyê ne.
🔸 Lêkerên “weşandin” û “werandin” ku wekî hemwate têne zanîn li hin herêman ji aliyê wateyê ve ji hev cuda ne. Werandin (jixweber çêdibe), weşandin (bi hêzeke derveyî çêdibe).
Mînak: Darê pelên xwe werandin.
Me sêv weşandin.
🔸 maremiz: mîhra ku ji bo bûkê tê destnîşankirin.
🔸 berdoş: mêrê ku karê dotinê dike.
🔸 serbêr: kesê/a ku serê pez digire.
🔸 berhev: birêkûpêk, pratîk
🔸 cûcik<fêrik (varik)< fêrûçk< mirîşk (Varikên spî nikarin hêkên sor bikin).
🔸 fisfisok, fisose, gûgerînk, kêza rêxê bi tirkî “kokarca”.
- Melayê Cizîrî, Dîwan (transkrîpsîyon Arif Zêrevan), Nefel, r. 79
- Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Weşanên Nûbihar, Stenbol, r. 89
- Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Papatya Yayınları, r. 124