Ji taxa me Kelogirîn’ek’ bilind dibe
Murad, bê deng û bisteh, di berîka xwe de peyvên xwe yên tiraşkirî hildide û bi kuçe û kolanan dikeve. Çîrokan napê, her gava wî jixwe li tejê çîrokê dialiqe û deng û rengên nelipêşçav, berze, tepisî dibe xwe û wan bi ruh û gewde dike.
Omer Dilsoz omer.dilsoz1@gmail.com
Murat Özyaşar li dû dengan ketiye. Dengê çîrokên di nav dûkêla qerebalixê ya jiyanê de çilmisî digire, bi xwîna vê axê hevîr dike tîne li tenûra nivîsê dipêje. Belkî berê dipêje paşê dibêje, lewma dibêje, “ti wateya hevokan nîn e, (belkî) hevokên wateyan hene..” wate ye hevokê bi ruh û hiş dixe.
Murad, bê deng û bisteh, di berîka xwe de peyvên xwe yên tiraşkirî hildide û bi kuçe û kolanan dikeve. Çîrokan napê, her gava wî jixwe li tejê çîrokê dialiqe û deng û rengên nelipêşçav, berze, tepisî dibe xwe û wan bi ruh û gewde dike.
Ji jiyana rastîn, ji hiş û hişmendiya xwe diçe nava aresê û qebê bi reşreşkên jiyanê re dike. Ew tim li texma “ên dîtir” digere, bi pirs û halûmercên wan re hemhal dibe.
Berê nerm diçê. Bo raçandina dîmena çîroka xwe xwe nawestîne. Her tişt, her kes, her halûmerc dibe jê re bibe mijara çîrokê.. nerm diçê germ pê de xwe berdide. Bi kubarî lê bi derb û kûr gîsnê xwe berdide zikê axê; yê çîrokê.. ziman di destê Murad de hevîrek tirşbûyî ye.
Rûdaneka asayî hildide, di teşiya ziman de wê tîne ser xemleka bilind, paşê bi fînaleka derbxwer jî çîroka xwe bi encam tîne. Derb, di dawiyê de ye. Murad, ji derblêdanê hez dike. Tîne hemû rişm û kela wê çîrokê, wê qewama giran, di hevokekê de bi cih dike. A rastî, hevokê serobinê hev dike û wateyê lê dike û ji wê wateyê hevok çêdibe. Hevok dirize belkî, berê wate şîn dibe, rîş û rîçalên xwe berdide û pê re pê re ew dibe hevok û kêl kêl dirise...
Halûmercên mirovîn, di çîrokên Muradî de bi awayê herî sade, herî derbxwar, herî dijwar xwe raberî me dikin. Rengên civakê tên xwe di lalotetiya zimên de asê dikin. Derdê xwe îfadekirinê û rewşên trajîkomîk, heta rewşên “kelogirîn” bi vegotineke nerm û têper tên ser qalê.
Di çîrokên Murad de dayik, ew kes e ku ligel her tiştî mîna keleheke asê xwe li ber rişma jiyanê ser pêyan digire. Bi çavê Murad, ew lawê berî dayika xwe razê, êdî pê re ti axaftin nayêne kirin..
Murad, di çîrokên xwe de berhingarî bavê xwe ye. Bav, di van çîrokan de kesê bê nan û xwê..
Wek sembol, belkî dayik war û bajarê wî, welatê wî yê ew bi xwe jî qenc nizane çawa û bi çi navî pênase bike.. bav, îktîdar, belkî dewlet.. rûyê tirş, bextê sar...
Murad, di “Kuçeya Mecbûriyetê” de, li dû mexdûriyetên ji mecbûriyetan peydabûyî dikeve û bi ken û tîqetîqên mirovan ên di hevokên watekuştî de mirîne, pirsa “em li kê dera vê jiyanê ne” digere.
Murad, bela xwe di peyvan dide; ji peyvan xwe digihîne çîrokên wan û ji çîrokên wan peyvan wateya hebûnê; ji wateya hebûnê vedigere serî û dipirse ji jiyanê, “ez bimirim” ez bimirim çêtir e ku ez van halûmercên xwe, derd û kulên xwe nîvî bihêlim û derba xwe ji jiyanê texsîr bikim.
Murad, di nivîsê de ji reqsa bi peyvan, pê re pê re govenda bi hêma û watelêkirinan hez dike. Ew naxwaze xwe di ferhenga heyî de asê bike; dixwaze ji peyvên heyî pireke nû bo derbên giran ên watelêbarkirinan deyne û stûkûra ziman berfirehtir û watefirehtir bike.
Ew kenekî “zer”, zerdavî li ser dilê xwendeyan dihêle û wan daxilê nav agirê çîrokên xwe dike, dibêjê, “heke em ê bisojin kerem kin em tev bi hev re bişewitin!” ev dojeha peyvê têra me hemûyan dike…
Niha em ê Murad Ozyaşar bi kurdî bixwînin. Bi wergera Kawa Nemir û Selamî Esen. Hevokên Muradî; biborin wateyên Murad ên miradxwazî bi destê du werger hosteyên peyvê ji nû ve bi ruh dibin û li vê semta me, li taxa jêrî deng didin êdî. Kenê zer êdî kelogirîn e û di nav reh û demarên vî zimanî de hêdîka xwe berdidin xwarê...
Ser xêrê be!...