Kêl

Çi ket ber wan herimandin û tune kirin. Jehrî kirin kaniyên me, deştên me şewitandin. Tu baş dizanî çelengo, di dîrokê de ji we re digotin "Zo" û ji me re jî digotin "Lo". Kalik û bapîrên me herçiqas hevdû kuştibin jî em in hevparê heman êş û birînê! We qir kirin dor hat me û me jî qirkirin. Em ew kes in ku ji ber şûrên wan filitîne, em bermayiyên wan zemanên bêbext in.

Abone ol

Ardin Diren

Bîranîneke ku dibişkive bi ser zeman ve! Ji wî zemanê biqilqal birîneke ne kewiyayî olana xwe digîjîne dilê me. Birîneke ku her sal kêlên xwe diqetîne. Li wê erda sar xweşmêrek bi ser dev raketî ye. Li wê erda sar dilê kevokekê dipirpite. Li wê erda sar mirin kelogirî dibe. Mirin bi xwe heyirî dimîne ji vê çûyîna bê wext re.

Wêneyekî ku berê me dide dîrokê. Wêneyekî ku qaçilê ser birîna me radika. Wêneyekî ku kîzînî bi dilê me dixe! Xwîna wî tevlî çemê Arasê dibe, hilma wî ya dawî berfa Araratê dihelîne. Ararat bi ser wî de digirî, "sareri hovin mernem hovin mernem, hovin mernem" bimirim ji bo bayê çiyayan... bimrim bimrim. Rabe çelengo tu xweşmêrekî û bayê çiyayan temborîka dilê te li ba dike. Bayê çiyayan birîna te baweşîn dike. Bayê çiyayan strana koçkirinê dibêje di guhê vî zemanê bê wijdan de. De ra be lo, rabe carek li çiyayê Araratê binêre, bayê zozanan hembêz bike û li firîna kevokan temaşe bike. Ji xwe tenê yên azad kevok man li vî welatî, lê ew jî bi tirs, bi şik û guman difirin. Lê dîsa jî difirin, difirin û difirin.

DIVÊ BARANEK BIBARE, DIVÊ LEHIYEK RABE

Ji wî zemanê biqilqal kevokên tirs ketiye dilê wan difirin ber bi asîmanê gewr, asîmanê ku ji ewrên giran re avis e. Asîmanê ku dixwaze biteqe bi ser rûreşiya mirovahiyê ve. Divê baranek bibare, divê lehiyek rabe çelengo nexwe wê ev şerm çewa paqij bibe!?

Em çidikin birîna te kêl nagire. Em çidikin dibişkive û pîneyan jî qebûl nake. Ma birîna te ew birîne ku were pîne kirin? Ez naxwazim bibêjim lê bi serê te ew birîn bi şermê nayê veşartin. Ew birîn bi şermê nayê kewandin. Ji ber tu heya nemaye li rûyê wan. Dilê wan sar û hişk e wek wê çileya sar ku tu têde qerisandin. Li vî welatê tenê bi kevokan re rihm maye, wekî din berdîberdan e her tişt.

JEHRÎ KIRIN KANIYÊN ME, DEŞTÊN ME ŞEWITANDIN

Ji berê de jî berdîberdan bû, tu dizanî ev welat hîmên xwe li ser dîrokeke çewt danî û yekta ew bûn li vê dinyayê! Çi ket ber wan herimandin û tune kirin. Jehrî kirin kaniyên me, deştên me şewitandin. Tu baş dizanî çelengo, di dîrokê de ji we re digotin "Zo" û ji me re jî digotin "Lo". Kalik û bapîrên me herçiqas hevdû kuştibin jî em in hevparê heman êş û birînê! We qir kirin dor hat me û me jî qirkirin. Em ew kes in ku ji ber şûrên wan filitîne, em bermayiyên wan zemanên bêbext in. Pêşiyên me her tim wiha digotin, "dinya li dinyê; çavê gur li mihê." Înca xweşmêro ez çi bêjim, çavên van gurên boz tim li me ye! Ji xwe ma ne ew çav in ku te çavînî kirin di wê çileya sar de! Ma ne ew bûn ku te li ser wê betona cemidî dirêj kirin û reviyan.

DILÊ ME ZÎZ E, AWIRÊN ME KÛR IN

Ka ez çi bêjim çelengo, kalik û bapîrên van kesan jî her tim bi dek û dolaban xencerê di pişta me de rakirin. Ew vê yekê ji wan hîn bûne. Werhasil tu dizanî ev çîroka kambax çîrokek dirêj e. Ma ji wan ne zêde bû li rûyê te binêrtina! Ax ew rûyê te yê ku dîrokek bi jan di hinarkên xwe de vedişart. Ax ew dilê te yê ku zêmareke kevn ya bav û kalan diheband. Em çibikin çelengo ji xwe me û dîrokê jî qet li hev nekir, dîrok tim bêbextî kir bi me re û dengê zêmara me birî! Ji lewre em bermayiyên êşên qerase ne. Dilê me zîz e, awirên me kûr in. Me di wan êşan de hevdû nas kir û em ê di wan êşan de kêl bavêjin qelşên xwe, ew qelşên ku dîroka bextreş çêkiriye di giyana me de!

Lê êşa te, lê birîna te çima kêl nagire nizanim?

Nizanim çima ew her sal dibişkive bi ser vî zemanê bêbext ve?

Rast e di tirsa kevokan de jiyan dijwar e.

Bi tirsa kevokan jiyan xedar e.

Ji lewma, divê em bijdînin kêlên birînê xwe. Divê giyanên me li ber bayê çiyayan xwe hênik bikin. Û divê em kevokan netirsînin. Divê kevok ji me nebizidin. Ji xwe niha tenê hêviya me ewe ku qira kevokan neyê, nexwe dê tu kes birîna kesî derman neke, nexwe dê tu kes li rûyê kesî nerêne, nexwe dê tu kes asîmanê şîn nenêre, nexwe dê tu kes bayê çiyayan hembêz neke. Nexwe dê tu kes ji kesî hez nake.

Erê çelengo, em ê ji bo xatirê çavên te yên kewgirî kevokan nebizidînin.

Tirsa kevokan ji te dûr lê dilê kevokan her bi te re be...