Komara Mahabatê-1946 (Di çapemeniya swêdî de)

Rojnameyên swêdî di derbarê Komara Mahabatê û serekê wê Qazi Mihemed de hin agahî û zanyariyên balkêş weşandine.

Abone ol

Di derbarê mijara Komara Mahabatê-1946 (Di çapemeniya swêdî de) qasî 100 nûçe û şiroveyên dirêj di rojnameyên swêdî yên mîna Dagens Nyheter, Svenska Dagbladet, Aftonbladet û Expressenê de hatine weşandin. Wek tê zanîn Komara Mahabatê karibûye tenê salekê bijî. Salek be jî kurdan kêfa azadiyê û rizgariyê tam kirine.

Tecrûbeya Komara Mahabatê nîşan daye ku kurd dikarin dewleta xwe saz bikin û bibin xweyê komarekê. Dema em li çapemeniya swêdî mêze dikin em dibînin ku kurd dikarin keviran ji cîhê xwe bileqînin û dengeyên herêmê bihejînin. Ji ber vê yekê hersê dewletên herêmê Sovyet, Îran û Tirkiye li ser sînorên xwe dest bi seferberiyên leşkerî kirine. Di sernivîsên van rojnameyan de derbasbûna peyva “oro” (endîşeya mezin) bala mirovan dikşîne. Di çapemeniya swêdî de cîhgirtina mijara avabûna Komara Mahabatê herwisa ji niqaş, şirove û ji nivîsîna dîroka kurdî re zemîn amade kiriye. Wek mînak nûçegîhanê Svenska Dagbladet di nivîseke xwe de berî ku qala Komara Mahabatê bike bi kurtî be jî dîroka kurdî ya sedsala bîstan analîz dike. Ew dyiar dike ku kurdan di salên 1925, 1929 û 1936an de li pey hev sê caran li Tirkiyê serî hildane. Li Kurdistana Iraqê piştî sala 1919an hema bêje kurdan hersal serî rakirine.

Hin rojnameyên swêdî qala bûyerên berî avakirina Komara Mahabatê jî dikin. Bi xayîntî kuştina serekê kurd Cafer Axa dibe mijara çend nûçeyan. Hukimeta Îranê wî heta bajarê Tebrîzê dixapîne bona hevdîtinan. Le belê li wir ligel 30 kesên din tên kuştinê. Rojname dinivîse ku ev kirina nemirovî di nav kurdan de hêrseke bêhempa peyda kiriye. Rojnameyek Cafer Axa wek mêrxas û gernas (hjälte) dinavîne. Di sala 1930yî de eynî tişt vê carê tê serê Simko Axa, ew jî tê kuştin. Rojnameyên sala 1942an dinivîsin ku Hukimeta Îranê qasî 25 hezar leşkerên xwe li hemberî kurdan seferber kiriye ku li bakûra Îranê serî hildane. Serekê vê tevgerê Mehmed Reşîd bûye.

KURD ÊDÎ DORA BAJARAN DIGRIN

Hevkarekî leşkerî yê rojnameya Svenska Dagbladet hê di sala 1941an de dîtina xwe di derbarê pêşeroja Azerbeycan û Kurdistanê de diyar kiriye ku paşê jî rast derketiye. Vî hevkarê rojnameyê wiha gotiye: “Ji aliyê Sovyetê de dagirkirina Îranê herî pêşiyê mehtemelen berê xwe daye Azerbeycan û Kurdistanê, herdu herêmên ku li koşê rojavaya bakûrê welêt cîh digrin”. Angorî rojnameyên sala 1945an berpirsên hukimeta Îranê ragîhandine ku kurd çekan berhev dikin bona serhildanekê. Mirov dikare bêje ku berî avabûna Komara Mahabatê kurdan hemû hêz û îmkanên xwe seferber kirine bona ku xewna xwe rast bigerînin û pêk bînin.

Di despêka sala 1946an de êdî rojnameyên swêdî diyar kirine ku Komara Mahabatê ava bûye yan jî ber avabûnê ye. Dagens Nyheter yek ji wan rojnameyan e ku nûçegîhanê xwe Kenneth Norman şandiye herêmê bona bûyeran di cîh de bi çavên xwe bişopîne. Nûçeyên ku diyar dikin kurd ketine gelek bajarên Kurdistanê û hakimî van bajaran bûne di meha adarê de her diçin zêde dibin. Wek mînak rojnameya Aftonbladetê bi sernivîsa “Kurd dora sê bajaran digrin” bi tîpên mezin wek sur-manşet li jora navê rojnameyê weşandiye. Rojnameyê di rûpelên hundir de vê carê “Kurdan dora sê bajaran girtiye” nûçeyek belav kiriye û navên van bajaran jî dide: Serdeşt, Bane û Saqiz. Rojname diyar dike ku kurdan bi zanetî dor li van bajaran girtiye û heman nakeve nav bajêr. Kurd dipên û dixwazin ku bi vê dorpêçanê yekiniyên Îranê bêhêz û birçî bihêle, jêrzemîn û depoyên wan hêdî hêdî vala bibin û di dawiyê de wan mecbûr bikin ku ew teslîm bibin. Rojnameya Expressen bi nivîsekê diyar dike ku serketin yan jî binketina serhildana kurdan bi helîna berfa serê çiyan ve girêdayî ye.

Angorî agahiyên rojnameyan Îran di rewşeke gelek xirab de maye, kesên 19-salî hildide bin leşkeriyê. Ne tenê serhildana kurdan, serhildana azerbeycaniyan jî zorê dide Îranê. Hêzên fermî ji darbe yan jî şoreşekê jî ditirsin ku bi destê rûsan û bi alîkariya hêzên çep pêk bê. Angorî rojnameya Expressen li paytextê Îranê bêhizûrîyeke mezin diqewime. Şêniyê Îranê û Tehranê li benda gotara serekwezîrê Îranê sekinîne ku bi rêya Radiyoya Tehranê roja 21 Adarê bê weşandin. Di rûpelê pêşîn ê rojnameya swêdî Aftonbladetê de em wêneyekî yekiniyên siyarî yên ordiya Îranê dibînin ku manevreyan çêdikin. Serhildana kurdan li Îranê herwisa bandor, pres û barekî giran daye ser milên Tirkiye û Iraqê. Wek mînak Tirkiye û Iraqê li ser sînoran çalakiyên xwe yên leşkerî her berdewam kirine. Rojnameyan têkiliyên di navbera kurd û van welatan de jî derxistine pêş û ev yeka bûye mijareke bingehîn.

Nûçeyek: Kurd li dora sê bajaran digrin (Aftonbladet, 22/3 1946)

QAZÎ MIHEMED SEROKÊ KOMARA MAHABATÊ

Rojnameyên swêdî di derbarê Komara Mahabatê û serekê wê Qazi Mihemed de hin agahî û zanyariyên balkêş weşandine. Di rojnameyan de navê Qazi Mihemed gelek caran ji hev cuda hatiye nivîsîn, wek Gazî, Ghazî, Qadhî, Quazi. Rojnameyekê diyar kiriye ku Qazi Mihemed gotiye ew ne komunîst e û komunîzm tu wext ji aliyê kurdan de piştgirtiyê nabîne. Svenska Dagbladet serekê kurd Qazi Mihemed wek “alîgirê rûsan” dinavîne. Rojname êdî cîh didin pêşketinên Kurdistanê û dinivîsîn ku kurd niha di bin ala Kurdistana Azad ku ji rêngên sor, kesk û spî pêk tê hemû herêma rojavaya gola Urmiyê wek bajarên Şino, Bokan, Mahabat, Rezayiye, Dilman, Mako û Xoy xistine bin kontrola xwe. Şerê bajarê Serdeştê berdewam e. Kurdan niha berê xwe daye paytextê Kurdistanê Seneyê, ordiya Kurdstanê ji 10.000 kesan pêk tê. Rojnameya Dagens Nyheter bala xwendevanan dikşîne ser xaleke giring û dibêje ku komara kurd bi qanûna bingehîn sîstema mecbûriyeta perwerdeyê bona herdu cinsan (jin û mêran) û hemû maf bona kêmaniyan aniye.

Hêzên ku gelek baş organîze bûne hewl didin ku Kurdistaneke azad ava bikin. Rojnameya Dagens Nyheter diyar dike ku kurd û azerbeycaniyan peymanek îmze kirine ku heta 20 salan derbas dibe. Rojnameyê çar xalên vê peymanê jî weşandiye: 1) Herdu netewe wê nûnerên dîplomatîk biguhirînin, 2) Azerbeycanî li Kurdistanê, kurd li Azerbeycanê dikarin di hukimetê de cîh bigrin, 3) Dijî êrişê alîkariya leşkerî ya dualî, 4) Dema komployek li hemberî hukimetekê pêk bê, herdu hukimetê biryar bidin ka kîjan ceza wê bê dayîn. Rojnameyeke din jî nivîsiye ku kurd û azerbeycaniyan bi hev kirine. Têkiliyên kurd û azerbeycaniyan vê demê her berbi başiyê diçin. Li Tebrîzê jî kurd hebûne. Rojnamevanekî ku xwe gîhandiye bajarê Tebrîzê dibêje ku kurd bi şepikên xwe yên balkêş, şalên reş û xençerên wan di ber kemeran de, tifing li ser milên wan de tên û diçin. Kes nikare bê çek ji mala xwe derkeve. Rojnamevan vê tabloya kolanên Tebrîzê dişibîne fîlmên “Rojavaya Hov” (Vilda västern). Angorî rojnameya Svenska Dagbladet di nav ordiya Azerbeycanê de “serbazên zerîn ên bakûrî” jî xuya dikin.

Kurd dixwazin komarê ava bikin
(Svenska Dagbladet, 24-3-1946)

'GELÊ TEKOŞER Û AZADÎXWAZ'

Ne tenê nûçe herwisa çend şirove di derbara kurd û Kurdistanê de hatine weşandin. Nivîseke şiroveyê ku di rojnameya Svenska Dagbladet de hatiye weşandin Kurdistanê wek herêmeke teqînbar, wek koda barûtê dibîne. Di nivîsê de bi kurtî li ser dîroka Kurdistanê tê sekinîn û kurd tên nasandin. Hevkarekî leşkerî yê rojnameya Dagens Nyheter bi nexşekî rewşa kurdan li Îranê wiha analîz dike: “Ev gelê tekoşer û azadixwez li hemberî wan hersê dewletên ku lê dijîn nesadiq in, baweriya xwe bi wan naînin. Kurd xerîbê planên sazkirina dewleteke serbixwe nînin û difikirin bi alikarîya rûsan vê dewletê saz bikin”. Rojnameyên swêdî hin caran cîh dane dîtin û şiroveyên ku di derbara kurdan de di çapemeniya cîhanê de hatine weşandin. Wek mînak Randolph Churchill (kurê Winston Churchill) pirsgirêka kurd wek “Zarokê bi problem yê mezin yê Rohilatê” (Österns stora problembarn) bi nav dike. Wî gotiye ku kurdek yan jî du kurd tên cîhekî hertim problemek derdikeve. Randolph Churchill diyar kiriye ku ji ber gelek sedeman kurd nebûne xweyê welatekî serbixwe. Wî gotiye ku kurd xweyê kevneşopiyeke neteweyî ya xurt in. Kurd amade ne ku li hemberî hukimeta Îranê ligel azerbeycanîyan yan jî komeke din bibin yek.

Siyarên Îranê li hemberî serhildanêrên kurd manevreyan dikin (Aftonbladet, 22-3-1946)

TÊKILIYÊN KURD-RÛSAN

Rojnameya Expressen dinivîse ku piştî bûyerên Azerbeycan û Kurdistanê Îngîltere rola pêşengiyê li Rohilata Navîn winda dike. Di çapemeniya swêdî de li şuna Yekitiya Sovyet gelek caran navê Ryssland hatiye bi kar anîn. Di sala 1946an de têkiliyên kurd û rûsan her diçin pêş dikevin. Kurd sempatiya xwe li hemberî rûsan venaşêrin. Rojnameya swêdî ya here mezin Dagens Nyheter di nûçeyeke xwe de dinivîse ku yekiniyên rûs bona keşifan êdî ketine nav axa Kurdistanê. Rojnameya Aftonbladet jî dibêje ku têkiliyên jidil û nêz ên Qazî Mihemed bi rûsan re heye. Angorî nûçegîhanê Svenska Dagbladet rojnameyên Tirkiye nivîsîne ku Rusyayê bi avakirina dewletên Kurdistan û Azerbeycanê xwestiye Makedonyakê li Rohilata Nêzîk û Rohilata Navîn de çêbike. Svenska Dagbladet nûçeyeke balkêş diweşîne ku qala nivîseke bi rûsî dike. Ev nivîsa ku di weşana Stêrka Sor de derketiye dîyar dike ku hemû mafên kêmanî û komên etnîkî li Tirkiyê qedexe ne. Polîtîkaya “Tirkkirinê” li hemberî kurdan her berdewam e. Li hemberî Yekitiya Sovyet propagandeke bêhempa ji aliyê Tirkiyê de tê bi rêve birin. Weşaneke sendîqayên Sovyet bi navê Trud (Ked) ku li Sovyetê derketiye diyar kiriye ku Tirkiye kurdên li derdorê sînor dimînin sirgûn dike. Endamê Partiya Karkeran li Îngîlterê Philip Price ku piştî lêkolînên xwe yên li Iraq, Îran û Qefqasyayê gotiye ku “Tenê rûsan pirsgirêka kurdan çareser kiriye” û wek mînak jî rewşa kurdên Sovyetê daye. Rojname daxwazên Sovyetê ji Tirkiyê li ser 5 beşan parve dikin. Yek ji wan jî Sovyetê daxwaz kiriye ku wan bajarên wek Qers û Erdehanê ku berî sala 1914 ên Rûsyayê bûne Tirkiye wan careke din şunda bide. Kurd di têkiliyên rûs û îranî de jî dibin faktorekî mezin. Wek mînak Îranê gelek caran Sovyet sucdar dîtiye bona ku piştgirtiya kurdên Barzan dike. Svenska Dagbladet radigihîne ku Yekitiya Sovyet di vê demê de Komara Mahabatê ji xwe re wek yek ji wan qereqolên serê sînor (förpost) dihesibîne.

“Kurd ji rûsan alîkariyê werdigrin”
(Svenska Dagbladet, 4-4-1946)
BERBI NETEWEBÛN Û YEKITIYÊ

Nûçeyeke bi sernivîsa “Kurd dixwazin neteweyê xwe saz bikin” ku di rojnameya Aftonbladet de derketiye bala xwendevanan dikşîne ser pêvajoya netewebûn û yekitiya kurdan. Yek ji wan berpirsên Kurdistana Başûr bi navê Mecîd Beg Mistefa diyar kiriye ku hêzên mezin bûne sedemên perçebûna Kurdistanê. Ew di vê nivîsa xwe de Kurdistanê wek “hewizê petrolê” bi nav dike. Di derbarê têkiliyên kurdên Başûr û kurdên li Îranê de Mecîd Beg Mistefa diyar kiriye ku Barzanî bi 3000 mirovên xwe di navbera kurdên van herdu perçeyen de alîkariya pêkanîna “têkiliyeke rûhanî” (en andlig kontakt) dike. Rojnameya Svenska Dagbladet diyar dike ku kurdan bi pêşengiya Qazî Mihemed ordiya serbixwe saz kiriye ku bi alîkariya rûsan dixwaze Kurdistaneke azad ava bike. Heman rojname dibêje ku sala çûyî li bajarê Bakûyê piştî civîneke ligel serekên kurdan hukimeteke cihê saz bûye. Rojname dibêje ku kurdan bona Kurdistanê ji xwe re alek pejirandine ku ji rengên kesk, sor û spî pêk tê. Hukimet rojnameyeke fermî bi navê Kurdistan diweşîne. Hejmareke vê rojnameyê rûpelê xwe yê pêşîn bi wêneyekî Qazî Mihemed xemilandiye. Svenska Dagbladet di hejmareke xwe ya din de dîsa bala xwendevanan dikşîne ser mijara netewebûn û yekitiya kurdan, wek mînak diyar dike ku di navbera kurdên Îranê û kurdên Sovyetê de têkiliyên dostane hene û kurdên Îranê ji kurdên Sovyetê alîkariya aktîv werdigrin. Rojname navê Rêxistina Xoybûnê jî dide ku navenda wê li Sûriyê bûye. Xoybûnê daye zanîn ku hejmara şêniyê kurdan qasî 8 mîlyon kes e. Ev nûçeya jî nîşan dide ku Rêxistina Xoybûnê heta Komara Mahabatê (1946) her hebûye. Êdî em di çapemeniya swêdî de dibînin ku kurdên tekoşer wek neteweperest tên bi navandin: “Li ber çavên cîhanê neteperestên kurd dibin kesên bona serxxwebûna xwe tekoşîn didin”.

Îdamkirina 13 efserên Îranê ku derbasî aliyên serhildanêrên Kurdistan û Azerbaycanê bûne
(Svenska Dagbladet, 20-1-1947)
 LI SWÊDÊ ÇI DIQEWIMÎN?

Bûyerên ku li Îranê, Azerbeycan û Kurdistanê qewimîne bandûra xwe li ser biyaniyên ku li Îranê mane jî nîşan daye. Gelek ji wan ji ber telûke û tirsê karên xwe li Îranê berdane hatine welatên xwe. Di nav van de swêdî jî hene. Wek mînak mihendisekî swêdî Arvîd Nygeren ku sê salan Îranê kar kiriye vegeriyaye Swêdê. Wî di derbara Komara Mahabatê de daye zanîn ku hewldayîna sazkirina “Komara rus-kurd” li Kurdistanê hê berî salek bûye mijara axaftinê. Doxtorekî swêdî bi navê Gustaf Möller ligel hemşîreyekê û kesekî bi navê Harry Hacklin ku li Îranê di Dezgeha Rêyên Hesin de kar kiriye jî vegeriyane Swêdê. Hin kes jî bi malbata xwe ve tevayî hatine. Wek mînak malbata Farzanegan dema di sala 1946an de hatiye Swêdê li bajarê Trollhättanê cîwar bûye. Jina malê Ellen Holmberg angorî agahiyên rojnameyan berî 8 salan bi yekî faris re zewiciye. Berê gelek swêdî li Îranê bi taybetî li Tehranê jîyane. Bi navê “Kluba Skandînavyan” komeleyeke wan jî hebûye. Di salên 1930yi de komek kes ji Îranî hatine Swêdê bona lêkolîn, staj û xwendinê. Ji Swêdê jî gelek kes çûne Îranê bona kar. Bi vî tehrî têkiliyên Swêd û Îranê di gelek waran de pêk hatine û van têkiliyên piralî di sala 1946an de jî her berdewam kirine. Di dawiya sala 1946an di navbera Tehran û Stockholmê de seferên ezmanî cara pêşîn dest pê kiriye. Yek ji wan serbazên Îranê Ali Kia bona alîkariya ji nû ve pêkanîna ordiya Îranê hatiye Swêdê. Ev kesa berê jî şeş salan li Swêdê maye. Ali Kia ji rojnameya Dagens Nyheter re dîyar kiriye ku piştî binketina tevger û bûyerên li Azerbeycanê û Kurdistanê niha li Îranê aramî heye.

DAWÎ

Nûçeke dawiya sala 1946an dibêje ku Qazî Mihemed teslîm bûye. Rojname dinivîsin ku li Tebrîz, Erdebîl û Mahabatê gelek kes hatine kuştin. Rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku serekê Komara Mahabatê Qazî Mihemed hatiye darda kirin. Nûçegîhanê Svenska Dagbladet bi navê Henrik Bonde-Henriksen di nivîseke xwe radigihîne ku sefera leşkerî ya ku qasî mehekê bi alîkariya balafir û topan li hemberi kurdan li İranê berdewam kiriye, berî demekê qediyaye. Angorî rojnameya Svenska Dagbladet gelek leşkerên kurd bi pêşengiya Barzanî piştî ku li hemberî ordiyên Tirkiyê, Iraq û Îranê şer kirine li qraxê robarê Erez re meşiyane, derbasî nav sînorên Sovyetê bûne. Salek be jî gelê kurd di sala 1946an de bi hêvî û bi evîna azadiyê jiyaye. Neteweyê kurd hatiye wê baweriyê û ji cîhanê re nîşan daye ku ew jî dikarin komarên modern ava bikin. Piştî hilweşandina Komara Mahabatê, di sala 1947an de em di rojnameya Dagens Nyheter de rastî nûçeyeke gelek piçûk tên ku ji çend rêzan pêk hatiye. Angorî vê nûçeyê hukimeta Îranê destûr daye hêzên ewlekariyê bona radiyoyeke ku bi dizî weşanan dike derxe holê. Angorî vê nûçeyê radiyoyê bi zimanekî ajîtatîv gazî azerbeycanî û kurdan kiriye bona kelecana wan zêde be: “Cesaretê xwe bilind bigrin, çimkî saeta rizgariyê nêzîk e”.