LEWerger: Subjektîf e
Îro li bakur kê û kî hinek zimanekî biyanî fêr bûye dest diavejê wergerê. Ev bûyer jî dibe sedema du encamên sosret.
Werger heyat e, jiyana kesên ku ji me dûr in ramanên wan, hestên wan, nêrîn û dîtinên wan, rabûn û rûniştinên wan, cil û bergên wan, evînên wan, şerên wan, hêviyên wan, feqirî û belengaziyên wan, îxanet û dilsoziyên wan, xwarin û vexwarinên wan, tirs û wêrekiyên wan, serketî û binketiyên wan, zanistî û felsefeyên wan, çîrok û serpêhatiyên wan… Bi her alî va kîte bi kîte jiyana biyaniyan û ê cîranan bi rêya wergerê em nas dikin. Bêguman li dinyayê yek ji karê herî kevnar werger e. Destpêka dîroka wergerê ne diyar e, lê meriv dikare bi destpêka zimanan bide nasîn. Îro werger bi zanistiyê tê nasîn. Mijara wergerê bûye meseleya zanistiyê. Piştî pirzimanî û koçberiya qebîle, êşîr, civatokan pêdivî bi wergerê çêbû. Li cîhanê wergera herî kevnar em di tabletên Sumeriyan de dibînin. Bi min wergera nivîskî ji tabletên Sumeriyan kevintir e, vêga lêkolîner heta Sumeriyan çûne. Sibe dusibe dibe ev qebûl ji ortê rabe. Bi wergerê mirî radibin.
Piştî îcada nivîsê werger zêdetir bi pêş ve çû. Jixwe dîroka wergera devkî wî ne diyar e. Wergerên ewil di navbera civatokên cuda de lihevhatin/peymannameyan de em dibînin. Wergera yekemîn bi rengî hatiye nasîn. Ya duyem jî û pêşketina wergerê bi metnên olî xurttir bûye. Li gor rîwayetê heftê û dido/72 wergêrkar di heftê û dido rojan de Setuagîntayê ji Îbranî bo zimane Yewnanîstana kevn wergerandine. Peymanameya kevn beriya Îsa Pêxember di sala 247an de hatiye wergerandin. Piştî hiyeroglifên li Misirê bi navê Kevirê Rosettayê hat çareserkirin -beriya îsa pêxember 196an de- eynî metn me dît ku hem bi zimanê Yewnenistana Kevn hem jî bi zimanê Misirî cih girtiye. Di “Serdema Navîn” de karê wergerê bi rêya dêr û Încîlê pêşveçûna wî bi lez û bez dibe. Lê ev kar di navbera dêr û Încîlê de asê ma û ji xwe re sînor ava kir. Piştî salên 2000î wergerên li ser Wêjeya Kurdî bandora xwe zêde kir, piranî werger li ser helbestê pêk hatine. Îro werger bi gelek zimanên biyanî li ser edebiyata me xwe zêde dike û her ku diçe dewlemend dibe, em ê mînakên ne baş û tewş jî bixwînin ku di navbera ferasetê û xavî de biryara xwe bidin. Wergerên heta salên 2000î wek Serdema Navîn di nav sînorên helbestan de çîrokan da çûne û hatine wê meriv dikare bi şert û mercên wê demê ve girê bide. Lê îro wergerên cur bi cur li ser jiyanê, li ser dîroke, li ser zanistî û felsefeyê, rexneyê hwd bi her cureya nivîse rengê xwe diyar dike. Di nav malekê de em bo çûyîna odeyeke xwe ya din bi rêya wergerê ve diçin. Ev jî destnîşana pirzimanî û belavbûna me û welatek me yê mêtingeriye eşkere dike.
Welatek me yê azad hebûya bêguman ew ê ders ên me yên zaraveya Zazakî, Soranî û Lorî dê hebûna û pêdivî bi wergerandinê nedibû. Wêjeya Tirkan piştî salên heştî/80 em dibînin ji zimanê Îngîlîzî bênavber hatiye wergerandin; wergera îngîlîzî newalek kûr û dirêj danî navbera zimanên din. Bêguman ji bo guhartin û pêşketinê roleke girîng a wergerê heye. Di sedsala 9 û 10an de li Bexdayê Tevgera Navenda Wergerê guhartineke çandî dide destpêkirin. Di serî de berhemên Yewnanîstana Kevn, di serdema xwe de, di asta kurewî ya çandê de ramanên Fars, Hînt, zanîstî û çanda wan bi wergerên zimanên erebî û sumerî çanda kevn bi aliyek ve hat parastin. Li aliyê din jî fîkra Îslame pêş ket û derî li ber veguherînê vekir. Wergêr Îbnû’l-Batrîk, Yuhanna bîn Maseveyh, Kusta bîn Luqa, Huneyn bîn Îshak, Îshak bîn Huneyn, Sabît bîn Kurre hwd bi sedan berheman wergerandin û felsefeya Îslamê û qelemê kir nav dîsîplinek.
Piştî sedsala 14an em dibînin ku wergerên li ser têkîliyên aborî, sosyolojî û modernîteya rojavayiyan bêhtir dibin. Çîmkî Tirkiye bi her aliyê xwe ve mêtingereke ji rojavayê ye. Bi rêya wergerê hem çanda xwe dan qebûlkirin hem jî kirasên ku li gelên Tirkiyê dirûtin li gor dilên wan bû. Bêguman ev mesele ne mijara vê nivîsê ye, ji bo hin tiştan em diyar bikin me vê behsê vekir. Pergala Kemalîzmê bi şîriktiya dewleta Îngîlîz û Fransiyan çanda ku dixwestin ava bikin bi wergerên ji rojavayê piştgiriyê wergirt, ev pergala travestîbûnê ye(şerê laş û rih). Lê koka têkiliya wergerê ji Osmaniyan dest pê dike û em ewil ya Fransiyan dibinin. Di sala 1669an de bi navê Odeya Tîcareta Marsîlyayê saziyekê tê avakirin. Weke dibistanek kar kiriye û gelek xebat jî pêk aniye. Çawa ku di destpêka Komara Tirkiyê da bandora îngîlîzan zêdetir e, bi Serdema Tanzîmatê jî bandora fransî tê dîtin. Bi destpêkirina sedsala 19yan ne tenê bo karên danûstandinê werger bikaranîne, ji hêla wêjeyê ve jî wek roman, şano û ceribandin jî hatine wergerandin. Ne îro çar sed sal berê werger wek saziyan hatine avakirin. Vêga em behsa saziyên wergerê yên roja îroyîn bikin? Na. Temam şert û mercên Bakur diyar in, ên Rojhilatê diyar e. Rojava di nav şerekê dijwar da hebûna xwe diparêze, ewqas zehmetî û di nav êrîş û gefxwarinê de jî dîsa dev ji huner û hêza hunerê bernedaye. Dema em li Başûr dinêrin, mixabin ji hêla huner û afirandinê ve hêviyên me geş nakin. Em dibînin ku rêveberiya Başûr tenê li ser betonê bi rêyên duble û balaxanên cirnexweş xwe diafîrinin. “Türküci”yên ji pertav ketine/ji çapê ketine ku li Tirkiyê kes bala xwe nade, bi hezar dolaran tevî bi dengê xwe yê nexweş tên dawetkirin. Loma rêveberiya te çi be pratîka jiyana li vî welatî jî ew e. Îro zanîngehên Tirkiyê di çi rewşê de ne em hemû dibinin. Rêveberiya başûr jî bi pratîkên xwe teqlîtek xav dest nîşan dike. Zaningehên li başûr ji li ser wergerê bêguman xebatan dikin lê ne ku bênoqsan in. Dîsa kurdên ku li welatên rojavayiyan dijîn pergalek û saziyek bo wergerê ava nekirine. Îro li bakur wergerên ji zimanên biyanî her ku diçe zêde dibe. Kê û kî hinek zimanekî biyanî fêr bûye dest diavejê wergerê. Ev bûyer jî dibe sedema du encamên sosret. A yekem ji feraset û herikbariya ziman bêpariyek e ya din jî zimanek wergerî derdikeve pêşiya me. Ger “zimanê wergerî” xwe di zimên da bi cîh û asê bike gelo encama wê dê çi bibe? Bila ev pirs bêbersiv bimîne… Bêguman ev pirs mijara vê nivîsê ye lê wexta wî nîn e, di demek kurt de ez ê li ser berhemên Kawa Nemir “zimanê wergerê” çawa xwe bi cîh dike di helbestkarên ciwan da ew ê dê bê destnîşankirin. Xwendinên min hê temam nebûye li ser hemû berheman.
Wergerên Kawa Nemir ji hêla sosretbûnê ve mînakeke bêhempa ye. Çawa ku helbestên Nemirî, ji serî heta binî tehma wergerê jê tê, di wergerên wî de jî aloziyeke bêmane xwe dide der. Gelo wergera helbestê tenê veguhestin e? Ji zimanê jêderk bo zimanê armancê rasterast wergerandine? Bêguman nivîskarek, helbestkarek, zimannasek ew ê bi zimanî bileyze, bitewîne, rê li ber veke, heta ku ji dest tê ew ê ziman serûbin bike. Wergerên Nemirî di esasê xwe de bi sosretbûna xwe mînakek baş e. Hin kurdên piştre fêrî kurdî dibin riste û hevokên rêz kirine meriv wan dixwîne bandora zimanê diduyan yanî ê serdest xwe nîşan dide. Wergerên Selîm Temo ên ji kurdî bo tirkî muaazam in “Kürt Şiiri Antolojisi I-II” bi her alî ve kite bi kite hatiye honandin û ji bo xwînerên tirkî çavkaniyeke bêhempa ye. Wergerên ji tirkî bo kurdî bêtehm in. Ev jî me dibe tirkiya seyda Temo ku ji kurdiya wî hêztir e. Lê helbestên Temo yên kurmancî ji tirkî xurtir û herikbar e, rasterast têkîliyek heye, ji malê banga xwîneran dike.
Helbestên wî yên tirkî di asta herî bilind de dibiriqê. Rastnivîsên Temo yên tirkî jî yên ji kurdî behtir bi tehm û rîtmîk in. Wergerên Osman Mehmed ji soranî bo kurmancî, mînakên herî xurt in bo wergerên serkeftî. Ev jî serwerî/hakimiyeta Osman Mehmed a li ser her du zaravayên kurdî nîşan dide. Min gelek helbestên helbestkarên me yên soran bi saya Osman xwend û jê îstîfade kir.
Wergerên Abdullah Încekan ji almanî bo kurmancî herikbar, atmosferek ji hindir honandiye, di vir de serweriya her du zimanan a Încekan em dibînin. Ez almanî nizanim, min hemû wergerên almanî ji zimane tirkî xwend. Dema min wergerên Încekanî bi wergerên tirkî anî ba hevûdin serkeftina wî wek rojê li meydane bû. Çimkî hêz û tehma ku min ji wergera Încekanî stand ji zimanê tirkî nestandibû. Hêvî û daxwaza me ji Abdullah Încekan ew e ku berhemên bo pêşaroja edebiyata me bêhtir rengîn, berfireh bibe û çavkaniyên ji almanî li ser wêjeya me zêde bike. Nifşên nû hewcederiya xwe ji zimanên serdestan wernegire ji mala xwe peyda bike. Wergerên Dr. Dilawer Zeraq ên ji tirkî bo kurdî wergerandiye tu dibêjî qey ji hevîrê malê ye. Meriv dema wergerên Zeraq dixwîne encama ku dikeve dest me di qada serweriya her du zimanan de xurtbûna wî ye. Zeraq ji xeynî roman, çîrokan wergerên wî yên şano jî henin, adaptasyona li ser sehneyê û kodên zimanê kurdî di civakê de zindî ye bi hostetî tê da hatiye helandin. Mînak wergera dawî Dr. Zeraq a Dek û Dolabên Scapenê bi adaptasyoneke xurt hatiye wergerandin, meriv nikare bêje ev werger e. Wergerên Talat Înanç ku ji helbestên Ahmed Arîf wergerandiye û di kovara Nûbihare de hatiye weşandin di nav wergerên Ahmed Arîf de herî xurt û serkeftî ye.
Kovara wergerê LEWerger îsal hejmera xwe ya ewil weşand. Em di kovarê de çil û yek helbest dixwînin. Çar mehan carekê dê bê weşandin. Li ser helbestê minaqaşeyan jî ew ê bi xwe re bîne. Bo helbestnivîsan û helbestkaran nimûneyên serkeftî tê da hene. Ji îngîlîzî 14, ji fransî 6, ji erebî 7, ji almanî 8, ji bûlgarî 2, ji ermenkî 5, ji îtalî 3, ji swêdî 3, ji yewnanî 1, ji norwecî 1, ji farisî 7 û ji rûsî 3 werger em dixwînin. Hah ji we re antolojiyeke modern. Ev kar, karekî pîroz e û ji vêga em dikarin bêjin ji pêşaroje re maye. Hêvîdar im bi serkeftî her berdewam bike. Ji dozdeh zimanan helbestên cur bi cur hatiye weşandin. Bêguman bêyî rexne, bêyî nirxandin ev antolojî dê kêm bimîne loma xwendin û xwedîlêderketin divê. Divê kovara LEWergerê her bijî.