Li Pey Wext û Mekan: Rêze fîlmê Before

Her fîlm, her pirtûk, her muzîk, her kes, her wext û her mekan nikarin li ser mirovî bandoran çêbikin. Lê hin fîlm, hin pirtûk, hin muzîk, hin kes, hin wext û hin mekan bandorên mezin li ser jîyana mirovan çêdikin. Ev bandor ji destpêkê heta dawîya emrê mirovî li ser wan dimîne. Her dema ew bîranîn tê bîra mirovî kenekî sivik û hestên xweş jî bi xwe re tîne. Bandora van tiştan jî li pey xwe guhertinên qedîm di jîyana mirovî de tîne meydanê. Êdî ne pêkan e ku mirov ew mirovê berê be. Her tişt diguhere çem, dem, mirov, evîn...

Abone ol

Mela Mihyedîn

DUVAR - Her tişt bi çirûskek û dilopekê destpê dike û ew çirûsk piştre dibe agir û geş dibe; ew dilop dibe lehî û coş dibe. Ji bo destpêkê gav pêwîst e û carna jî ew gav silavek bi xwe ye. Bi silavekê an bi merhebayekê meriv derbasî cîhanek nû û bê sînor dibe. Çîroka me jî li vir dest pê dike; çîroka Céline (Julie Delpy) û Jesse (Ethan Hawke).

Fîlm ji sê beşan pêk tê û di navbera her fîlmekî de neh sal hene. Çîroka pêşî 'Before Sunrise' di sala 1995an dest pê dike, ya duduyan 'Before Sunset' 2004an dest pê dike û ya dawî jî Before Midnight 2013an.

Derhêner Richard Linklater ji fîlmên çîrokdirêj pir hezdike. Derhêner bi rêze fîlmê 'Before' navê xwe hem li dilê heyranê xwe û hem jî li dîroka sînemayê bi xetên zêrîn dineqişîne. Di nava 27 salan de destpêka evînê û guhertina wê ya di wextî de li bajarên cuda cuda bi me dide tamkirin.

Ji fîlman bêhna romantîzm û evînê difûre.

Di destpêka fîlmê pêşîn 'Before Sunrise' de kamera di hundirê trênê de nîqaşa jin û mêrekî extîyar nîşanî me dide lê mijara fîlm cudatir e. Du rêwîyê ji rêzê yê jîyanê Jesse û Céline; yek diçe Emerîkayê û ya din wê herê Parîsê. Her du di trênê de leqayî hev tên û bi silavekê sohbeta wan dest pê dike. Piştre Jesse ji Céline daxwaz dike, heta sibehê di nava bajarê Vîyanayê de bi wî re bigere û sibehê jî wê li balafira xwe siwar be û herê welatê xwe. Céline vê daxwazê qebûl dike û her du jî ji trênê derdikevin.

Di nava bajarê Vîyanayê de derhêner Richard Linklater me û lîstikvanên me kuçe bi kuçe, kolan bi kolan li her derê bajêr digerîne. Çiqas cihên xweş û dîrokî yê bajêr hebe wan tevan bi saya objektîfa xwe nîşanî me dide. Bi awayekî xeyalî hevaltî dest pê dike, bi awayekî xeyalî sohbeta wan didome û bi awayekî xeyalî me heta serê sibehê li nava bajêr digerîne. Ji wê gerîn û sohbeta lezîz evînek pak û qenc derdikeve holê; ya rastî destpêka her evînê pak û qenc e lê ligorî demê, rewşê, mirovan, daxwaz û evînê diguhere. Her du leheng di bin têsîra bajar, muzîk û sohbeta hev de dimînin û dil didin hev. Wexta ji hev veqetandinê tê ji hev re soz didin ku car din bên ba hev û piştre ji hev vediqetin û wekî dilopekê her yek di rêya xwe de diçe.

Piştî sala 1995an neh sal derbas dibin û salnameya me dibe 2004; fîlmê duduyan 'Before Sunset' derdikeve. Piştî van neh salan êdî ne Jesse Jesse ye û ne jî Céline Céline e. Fikrê wan, jîyana wan û hevalrêyên wan diguherin. Jesse û Céline di nava van neh salan de qet hev nedîtine û sohbet nekirine. Jesse li ser çîroka wan ya Vîyanayê pirtûk nivîsandîye û ji bo ji xwînerê xwe re destnîşan bike tê Parîsê.

Di pirtûkxanaya navdar 'Shakespeare and Company' de leqayî hev tên û kenek xweş li suretê her duyan deynê. Piştî destnîşan û sohbetê her du ji pirtûkxanê derdikevin. Lê vê carê heta êvarê wextê wan heye. Dîsa derhêner Richard Linklater me û lîstikvanên me li Parîsê kuçe bi kuçe, kolan bi kolan li her derê bajêr digerîne. Çiqas cihên xweş û dîrokî yên bajer hebe wan tevan bi saya objektîfa xwe nîşanî me dide. Piştî neh salan pirt tişt di jîyana mirovan de diguherin û bê guman tişta diguherê tenê ne wext e. Jîyana Jesse û Céline pir guherîyê vê carê li ser meseleyên dinyayê, li ser xwezayê, li ser bê edaletî û pirsgirêkên mirovî xeber didin. Piştî sohbet û gera wan a bajêr berê xwe didin mala Céline. Li malê di strana Nina Simone e gotinek wiha derbas dibe: “Êdî cihê ku ez diçimê dizanim”, bi vê gotina stranê derhêner peyam ji fîlmê pêşî re dişîne. Li kuçeyeke Vîyanayê helbestvanek serxweş ji wan re vê ristê dibêje: “Jîyan rêyek e û em nizanin bi ku derê ve diçe”.

Ma wext disekine û radize? Na mixabin na. Sal didin pey salan ji 2004an em tên 1913an; fîlmê sêyan 'Before Midnight' derdikeve. Dema objektîfa kamerayê vedibe em dibînin ku Jesse ji jina xwe ya li Emerîkayê berdaye û ji vê zewacê kurekî wî çêbûye. Piştre jî bi Céline re zewicîye û ji vê zewacê jî du heb keçikên wî çê bûne. Destpêka fîlmê pêşî di trênê de bi nîqaşa mêr û jinekek zewicî det pê kiribû. Di fîlmê sêyan de her du lehengên me Jesse û Céline êdî wekî wan her du insanan cirnexweş bûne. Timî nîqaş dikin, di navbera wan de hurmet pir nemaye û her yek ji wan di çerçoveya xwe de difikirin û ji empatîyê jî mehrûm mane.

Her çiqasî her yek ji wan li gorî xwe rast bin jî carna ji du rastîyan şaşî jî derdikeve meydanê. Vê carê derhêner Richard Linklater me û lîstikvanên me li Morayê me kuçe bi kuçe, kolan bi kolan li her derê bajêr digerîne. Çiqas cihên xweş û dîrokî yên bajêr hebe wan tevan bi saya objektîfa xwe nîşanî me dide. Zewac wekî jîyanê ye û pir rengî ye. Hewce ye di hemû rengên wê de meriv bikaribe bi hev re tevbigere bi hezkirin û bi hurmet. Di vî fîlmê dawî de bi objektîfî deng û rengê zewacê tînê ber çavên temaşevanan.

Vêga sal 2020 e, piştî du salên (2022) din neh salên fîlmê Before Midnight wê temam bibe. Gelo wê dewama fîlm were an na? Ethan Hawke (Jesse) dixwaze dewama fîlm bîne lê ka em binerin, ka wê wext çi nîşanî me bide...

Lê dîsa jî wekî fîlozof Seneca gotî: “Her destpêkek bi dawî dibe”. fîlm, pirtûk, muzîk, kes, wext û mekan û zewac bi dawî dibin.

Before Sunrise Before Sunset Before Midnight

Derhêner Richard Linklater Richard Linklater Richard Linklater

Senaryo Richard Linklater û Kim Krizan Ethan Hawke, Julie Delpy û Richard Linklater Ethan Hawke, Julie Delpy û Richard Linklater

Lîstikvan Ethan Hawke, Julie Delpy... Ethan Hawke, Julie Delpy... Ethan Hawke, Julie Delpy...

Wext 105 deqîqe 80 deqîqe 109 deqîqe

Sal 1995 2004 2013

IMDB 8,1 8,0 7,9