Li ser Evîndarên Franz K.

Roman, meseleyên ku sed sal e nehatine çareserkirin ji xwe ra dike naverok û hîn pirsin ku dê qet neyên bersivîn dipirse û di mêjiyê xwîner da wek dolabên arvanan yên avê dîsa li heman cihê dirêjîne.

Abone ol

Li gorî Albert Camus, hunera Kafka bi giştî ev e ku xwîner carek din vedixwîne xwendine. Çîrokên wî, bi dawîbûn û nebidawîbûnên xwe, di mêjiyê xwîner da hinek fikran çê dikin lê ev jî sedî sed nayê wateya ku hatine fêmkirin. Loma ji bo berhemên wî baş werin fêmkirin, divê xwîner carek din, bi awayekî din wan bixwînin.

Em di vê romanê da dibînin ku Kafka tenê ne bi berhemên xwe, bi habûn û mirinê jî xwe dide xwendin.

Evîndarên Franz K.ya Burhan Sönmez ku di weşanê Lîsê de derçûbû, vê gotina Albert Camus ku min li jêr nivîsî anî bîra min.

Ferdy Kaplanê ku dayik û bavê wî alîgirên Naziyan bûne û di bombebarana Sovyetê da hatine kuştin, heta deh saliya xwe li Almanyayê dijî. Piştî ku bavê diya wî, fêm dike dê ji ber nexweşiyê bimire Ferdy Kaplanî dişîne Stanbolê, cem dapîr û bapîrê wî.

Evîndarên Franz K., 2024, Burhan Sonmez, 266 rpl., Lîs.

Li Stanbolê sibehan diçe dibistanê, li dibistanê ji xwe ra hevalan dibîne, dil digire û “piştî nîvro jî li dezgehê masiyan alîkarîya dapîra xwe” dike. “Di nav axaftinên masîgiran de hînî siyasetê” dibe. Paşê tevlî tevgera çepgiran dibe. Pîştî salan bi havalake xwe ra dikeve têkiliyê û xwe di nav koma kovareke da dibîne. Ji vêr pê da jiyana wî lez diguhere.

Ferdy Kaplan û hevala xwe, Ernest Fischerê ku xwendekarê Zanîngeha Azad a Berlînê ye dikujin û yekî jî birîndar dikin. Lê piştî ku Ferdy tê girtin di lêpirsîn û dozgehê da li ser mirina xwendekarî disekinin. Heta Ferdy bi xwe balê dikişîne ser kesê birîndar, ew li ser sedemên siyasî disekinin. Wi çaxê derdikeve holê ku ew kesê birîndar hevalê Franz Kafka ye û nivîskarekî bi nav û deng e. Li vir metna Burhan Sönmez, wek metnên Kafka yên ku Albert Camus behs dike, li xwîner û dozgehê daxwaze xwendina bi rengekî din dike. Loma rengê dozê ji pêva diguher e. Derdikeve holê ku êrîş ne li xwendekarê bi navê Ernest Fischer hatiye kirin. Hedef Max Brod e, sedema êrîşê jî" fikra parastina Kafka û wezîfeya wî" ye. Çimkî Kafka ji Brod xwestiye ku hemû nivîsên wî bişewitîne lê Brod bi ya wî nekiriye. Loma divê ew were cezakirin.

Orhan Pamuk, di pirtûka xwe ya “Saf ve Düşünceli Romancı” da derheqê vê mijarê da dibêje, Kafka dema ku ji Brod ra dibêje hemû nivîsên min bişewitîne dizane ku dê Brod neşewitîne. Brod jî dizane ku Kafka bi vê gotina xwe, daxwaza neşewitandina nivîsên xwe jê dike. Ev bûyer wek du neynikên Borges, him çîrokeke bêdawî ji me ra dibêje him jî dalanên Kafka hunda dike.

Li vir, li ser diyaloga Kafka û Brod, em dikarin gelek tiştan bibêjin û tiştên em bibêjin him dê ji sedî sed rast bin him jî sedî sed şaş. Ji ber ku di metnên wî da gelek tişt tenê sembol in (Camus), Kafka bi berhem û jiyana xwe bi hêsanî nayê fêmkirin û divê meriv carek din wan bixwîne û li ser wan bifikire.

Ferdy ku ji xwîneriya xwe zêdetir holîgan e, bi fikr û ramanên xwe, bi tevger û xwebaweriya xwe, bir derfet û kirinên xwe, wekî lehengê romana Dozê ya Kafka, (her çiqas mirov nikaribe bibêje ev roman Kafkaesk e jî) ji ber ku ji yekê ra minetdar e mirina nivîskarekî din dixwaze, absurt e, bi vê absurtiya xwe jî dişibe lehengên Kafka. Lê tiştên cuda jî hene. Mînak lehengên Kafka, li pey sûcê xwe dikevin û dixwazin ka sucê wan çi ye ji ber çi hatine cezakirin (Li gorî Milan Kumdera ev, ji wan çar teybetiyên Kafkaesk yek e.) lê Ferdy, dixwaze sedema sucê xwe bide fêmkirin ka ji bo çi êrîş kiriye. Li aliyê din lehengên Kafka ji xwe çiqas nebawer bin, lehengê Burhan Sonmez ewqas ji xwe bawer e.

Em derd, kirin, armanc û xwebaweriya Ferdy, ji diyalogên di nav wî û endamên dozgerî hîn dibin. Ji xwe di pirtûkê da dengê vebêj kêm caran derdikeve. Vebêj, tenê çîroka jiyana wî ya ku li  Berlîna Rojhilat, Stanbol û Parîsê derbas bûye ji xwîner ra dibêje. Ev vebêj, wek dengê derveyî ya şano diaxive.

Roman, meseleyên ku sed sal e nehatine çareserkirin ji xwe ra dike naverok û hîn pirsin ku dê qet neyên bersivîn dipirse û di mêjiyê xwîner da wek dolabên arvanan yên avê dîsa li heman cihê dirêjîne. Wisa xuya ye ku tenê ne berhemên wî, jiyana Kafka jî huner e û divê ji serî heta dawî ji nûve were xwendin. Ev roman, xwîner vedixwîne vê yekê jî.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.