Li ser şopa sûretek
Di wan rojên Temûzî de em li bişkokên winda digeriyan gelo? Ewqas rê, ewqas rêwîtî… Û me bişkoka xwe ya winda bi awayek be jî dît gelo? Erê, me dît.
Mizgîn Ronak
Di rojên li nêva Temûzê li pey şûn û şopek bûm, li pey bêhnek, sûretek, navek… Li pey hestek, birûskek, gotinek, li pey pîrejinek, sêwî û şêrejinek… Rê dûr û gelek dirêj, rêwîtî xwazxwazok û westîner bû. Lê me nedikarî em hêdî bin an jî xwe bidin erdê û neçin. Na, em bi bayê bezê çûn, neçar bûn bi bayê bezê biçin. Lew tekane zaroka Simko ya saxmayî bû ew. Li sala 1928an çavên xwe vekiribû û piştî du salan, bavê wî yê leheng Simkoyê Şikakî ku 25 sal bênavber ji bo rizgariya welat şer kiribû, di 21ê Temûza 1930yan da hatibû şehîd xistin û ew, bi gelek xwişk û birayên xwe re sêwî mabû.
Ew… Hediyexana Simko, ku tevî roj û şevên xwe li ber sînor, li ser sînor û li vî alî û wî alî sînor derbas kiribû. Sedsalên dûr û dirêj ji ber çavên wî derbas bûbûn. Ji ber çavên wê yên wek welatek winda nediyar, wek baharek jinîşkavahatî li ber mirov ronî û geş. Çavên wê yên şahidên dîrokê, ferhenga pepûgê… Çavên wê yên geş û reş, çavên wê yên ronî, çavên wê yên çav…Çavên wê yên eyloyî, çavên wê yên Şikakî û ji her derî. Çavên wê yên li ber sînor ên bêsînor. Çavên wê yên ji zaroktiyek ku di dusaliya xwe de bê bav, di heftsaliya xwe de bê dê maye û di nav stiriyên sêwîtiyê de aj daye. Çavên sêwî û dapîra gelek neviyên bi rûmet, çavên xezala kilamên dengbêjan, çavên sînorderbas.
Rê bû rêbera me, carna digihîşt asîman, carna sernişîv dibû, carna kofiya xwe xwar dikir, carna bêvila xwe digihand asîman. Lê her diçû. Rê bû rêbera me, carna li navçan, carna li gundan, carna li newal û mesîlan bû. Carna dil dida spîndarek û hema li wir rûdinişt, nedixwest ku xwe bilivîne jî… Carna dil berdida robarekî û nema disekinî, hema li wê dibû av… Carna bi pey kaniyek li ber sînorê Lozanê diket. Sînorê Lozanê ha. Ne yê Kurdistanê. Lozan li kû, li vir li kû. Ji me re çi ji sînorên Lozana nizanim çend hezar km. dûr.
Lê ew kanî winda bûbû, bi rastî jî winda. Em û rê gelek geriyan li kanîsarkê, lê nîn bû. Sînorên Lozanê wê jî xwaribûn. Ew çi hût û cinawir, çi nebixêr bûn.
Lê hukmê wan biqasê zilma wan bû. Çawa ku zilm tu car nikare nasname û bûyînek tune bike, sînorên wan jî nekarîbûn. Hediyexan a livîaliyê sînorjiyayî, hê jî Ormiyeyî, Şikakî, Mehabadî, Qersî, Cizîrî û Qamişloyî bû. Dem sekinîbû, di sarincek çiyayê kurdan de qerisîbû.
Rê bû rêbera me. Em li pey wê, ew li pey Hediyexana Simko, em tev pev re li pey xewnek, sûretek, rasti û dîrokek. Em tev pev re li pey kilamek nîvîmayî.
Em çûn gundê neviyên wê. Lê ne li wir bû, çûbû ba neviyên xwe yên li gundê din.
Roja din dîsa em û rê rêwî bûn û ya ecêba dilşewat, rêwîtiya me tam rastê roj û şûnwarên “Rom ketiye Geliyê Zîlan, berxê çavreş kalekal e” hatibû. Em û rê li ber berxê çavreş dildar bûn. Em û rê, ji ber berxê çavreş birîndar bûn. Em û rê û berxên çavreş, tevde dikaliyan, dar û devî, çiya û baniyên vê havîna xopan porên xwe dirûçikandin.
Û Hediyexanê digot: ”kurd nabin yek, loma em di vî halê da ne. Kurd nebûn yek loma em sêwî man, kurd nabin yek, loma gur û çeqel kêfxweş in…”
Çavên wê yên ku bi çavên me tevan li dinyaya sînorhez mêze dikirin, agirek bera welatê dil didan, agirek ku dê qet venemire.
Jan bû rêberê me, em û rê rêwî… Di sûretê Bavitiya wî û Zaroktiya wê da ji dem û dewrana niha diçûn em. Di sûretê Simko yê dawîn de… Yê ku berî biçe û bikeve kemîna faşîstên faris kişandibû.. Wek merheba û bi xatirê we-yek bêdawî. An jî hem merheba, hem jî bi xatirê we-yek bêdawî. Hêj çend sal berê ketibû destê neviyên wî yên li vî aliyê sînor. Sînorên Lozanê ha, ne yên me. Çi îşê me bi sînorên Lozana nizanim li ku ketiye. (Lê mixabin, bi wê dûriya xwe jî ev sed sal e ku bûye sedema zordestiyek nedîtî)
Bişkoka Winda
Em wek dînan li bişkokên te yên
Ku li ber malê ketibûn geriyan
Ku me bidîta
Tu yê bihatayî qey
Berfa havînê bîne ji me re
Em jî bişkokên te bibînin
Û wek ku qet tiştek nebûbe
Li gel hev rûnên
Di wan rojên Temûzî de em li bişkokên winda digeriyan gelo? Ewqas rê, ewqas rêwîtî… Û me bişkoka xwe ya winda bi awayek be jî dît gelo? Erê, me dît. Belkî ew sûretê dawîn bû bişkoka me ya winda, ew sûretê ku em tev lê ne, lê kes nizane ku kî, kî ye?Sûretê dawîn… Wê tim li paşila me bimîne, wê zaroka hemî raperînan û dapîra me tevan vê baş bibîne.