Mavîş Guneşer: Mûzîka kirmanckî hê di pêçekê de ye
Muzîkjen Mavîş Guneşer dibêje ku “Êrîş, tunehesibandin, betalkirina konseran, qedexeya li ser şanoyan ji bo me kurdan ne cara ewil e. Em ji salên nodî ve rastî van qedexe û betalkirinên konseran tên."
Bêrîvan Kayi
DUVAR - Mavîş Guneşer yek ji kedkara mûzîka kurdî Metin Kemal Kahraman a ku ji albûma ‘Meyman’, ‘Saê Moru-Şahmaran’ heta ‘Çeverê Hezarû’ û hwd de cih girtiye. Lê beriya vê yekê bi Koma Agirê Jiyan dest bi mûzîkê dike û bi komeke jinan a bi navê Lîlîthê gavên xwe yê yekem diavêje. Bi salane ku kedeke mezin daye mûzîka bi zimanê zikmakî. Bi Mûzîkjen Mavîş Guneşer re me li ser hunera wê ya ji 20 salan zêdetir e, axivî.
Di komên muzîkê yên rockê yên jinên kurd de tenê koma ji Başûr a bi navê Tîpî Xanzad wek koma yekem derdikeve pêşberî me. Di salên 90î de wek ya yekem a kirmanckî jî navê te derdikeve pêşberî me. Min bixwe jî di rojnameya Xwebûnê de li ser vê mijarê bernameyeke çêkiribû. Rêwîtiya te ya mûzîkê, bi rockê destpê dike?
Ya rastî haya min ji Koma Tîpî Xanzad a rockê tunebû. Min jî di wê bernameya li ser rocka kurdî ku te ji bo Xwebûnê çêkirî de, dît. Beriya wê ez vê bêjim ku bîra mirov di nav malbatê de ava dibe. Ya min jî bi heman awayî ava bû. Jixwe tê zanîn ku malbat çi stranan bêjin, çi guhdar bikin mirov jî di nav wê çandê de mezin dibe. Bîra min î mûzîkê jî di nav malbatê de ava bû. Ez ji Vartoyê me li wir jî dengbêjî pir bi nav û deng bû. Ez bi stranên dengbêjiyê, li ber kasedên dengbêjan, li ber plakên aşiqên elewî yên wek Mahsûnî Şerîf, Aşiq Daîmî û hwd mezin bûme. Di nav malbata min de jî dengbêjên ku tim distran hebûn. Lewma ez li ber mûzîka rojhilatî na, li ber ya herêmî ya kevneşopî mezin bûm. Lê piştî me ji Vartoyê koç kir me mala xwe bire Stenbolê. Bi pêvajoya mekteb û hwd. re êdî min mûzîka cîhanê jî guhdar kir. Jixwe wek ciwaneke ku xwîna min dikeliya mirov berê xwe dide mûzîkên herî rasteqîn ên wek rock û hwd. êdî di cihê mûzîka herêmî ya kevneşopiyê de terzên rojavayî ango awazên wê bi min re derketin pêş. Tabî ev yek ne tişteke wisaye ku bi zanabûnê min biryar daye. Ji ber vê yekê jî di albûma min î yekem de hema bêje du stranê min rocksound yên din jî hinekî slow bûn û li ser evîn û bêrîkirina welat bû. Ez hê jî vê yekê dibêjim ger wê demê astengî li pêşiya konser û mûzîka kurdî nebûya û bihata guhdarîkirin belkî terzê rock û jazzê yê bi kirmanckî pêş ketibû. Lê tê zanîn ku di salên nodî de ligel lêgerîna terzê mûzîkê, mûzîkjenî jî kedeke mezin û piştgirî dixwest. Derketina li ser dikê û konserên bi kurdî qedexe bûn. Ya rastî îro jî tu tişt neguherî ye. Bi kinasî ez bêjim ku wek gelek hevalên xwe yê wê demê ji bo rockê na; ji bo bi zimanê xwe yê zikmakî stranên xwe bêjim, min stran nivîsîn û gotin.
Dema em bala xwe didin rêwîtiya te ya mûzîkê ji Koma Agirê Jiyan heta ya Metîn Kemal Kahraman û ji wir jî tu bi albûma bi navê ‘Dilgiran’ ya li ser Youtubê parvekirî stranbêjiya xwe didomîne. Ev pêvajo ji bo te çawa derbasbû?
Di 1994an de min bi Agirê Jiyan re destpê kir. Wê demê Agirê Jiyan jî hê nû derdiket ser dîkê. Stranên wek ‘Adarê’ ji girtîgehan dihatin û yên gelêrî wek ‘Şemamê’ ên ku me ber hev dikirin hebûn û li NÇMê em diketin odeyekî bi saetan li ser van stranan dixebitîn. Wê demê hewcebûn bi solîsteke jin hebû bi wî awayî ez jî tev li komê bûm. Yanî ne ku terzê min î muzîkê ew bû an jî min ji wî terzî pir hes dikir; di encama hewcebûnê de tev li komê bûm. Bi motîvasyoneke polîtîk me di nav komê de cih digirt, em dixebitîn. Min ji hevalên xwe yê komê pir hes dikir, ji stranên me yê wê demê pir hes dikir. Bi Agirê Jiyan re ji 2 salan zêdetir xebitîm. Wê demê tabî konser zêde nebûn me li dawetan stran digotin. Di dawetan de pêşî koma mûzîkê ya NÇMê derdiket ser dîkê. Yanî bi vî awayî me mûzîka nûjen a kurmancî, zazakî dibir nav dawetan. Ya din gel sekna me ya polîtîk didît û ev yek di nav gel de belav dibû. NÇM ji bo mûzîka kurdî û ya qedîm cihekî girîng bû. Wê demê kesên bi hunerê ve eleqedar bi moraltir û bi kelecantir bûn û bi berhemên hunera xwe ve hê zêdetir dixwestin eleqedar bibin. Bi Agirê Jiyan re nêzî 3 salan me albûm derxistin, stran qeydkirin. Ez vê yekê qet ji bîr nakim, di sala 1996an de em di nîvê qeydê de bûn polîsan avêtê ser studyoyê ez binçav kirim û piştre hatim girtin. Yanî ez hem tev li xebatên wê demê bûbûm hem jî bi stranên kirmanckî ên wek ‘şemamê’ me mûzîka çepkî tev lê kir. Her kesê ji herêma xwe tiştek li komê zêde dikir û bi vî awayî kevneşopiya çandê jî tev li mûzîkê dibû.
Piştî Agirê Jiyan min albûma xwe ya bi navê ‘Kejê’ ya rockê derxist û demek şûn de ez mecbûr mam ku ez berê xwe bidim Ewropayê. Li wir min Metîn Kemal Kahraman nas kir. Bi wan re hem di aliyê fikrî hem jî di aliyê mûzîkalî de me li hev kir. Min di albûma ‘Meyman’, ‘Çeverê Hezarû’ vokalî kir. 20 salên ku bi Koma Metîn Kemal re min derbaskirî, pêvajoya fêmkirin û hînbûnê bû.
Hertim lêgerîneke Metîn Kemal a ji bo mûzîka kevneşopî-çandî hebû. Di albûma ‘Saê Moru-Şahmaran’ û ya ‘Ogul’ de vokalî kir û herî dawiyê jî albûma ‘Zêmarên Polîtîk’me bi hev re çêkir. Ya din jî di navbera salên 2002-2006an de min û 2 hevalên din -Gabî û Şehrîban- Koma bi navê Lîlîth ava kir. Me li Berlînê hevdû nas kir. Bi 6 zimanan (zazakî, kurmancî, almankî, ermenkî, fransî, tirkî, yîdîşî) me stranên li ser jinan digotin. Tabî ligel van xebatên 20 salan de min li aliyekî din jî stranên xwe yên nû amade dikirin. ‘Dilgiran’ jî yek ji xebata min a dawiyê ye. Mixabin êdî di cihê albûman de tenê stranek tê gotin û her kes behsa stranekê dike. Tu kes behsa albûmê nake. Kam Sono jî yek strana ji albûma bi navê ‘Dilgiran’ e. Ji ber êdî endustriya mûzîkê jî guherî ez stranên ji albûma ‘Dilgiran’ yek bi yek li ser Youtub’ê parve dikim.
Ji salên nodî ve tu di nav mûzîka kurdî de cih digrî. Bi taybetî jî bi zaravayê kirmanckî yê ku îro li ber xetereya tunebûnê ye tu stranên xwe distirînî. Yanî tu bi muzîk û stranên xwe mirov dikare bêje tu ji bo ziman jî li ber xwe didî. Tu hem wek Mavîş Guneşer û wek endameke koma Metîn Kemal Kahraman mûzîka te/we bandoreke çawa li ser kirmanckî kir?
Di serî ez vê tiştê bêjim; ez ne di wî fikrî de me ku hebûn-nebûna zimanekî bi stranên min mabe. Lê ji zaroktiya xwe û heta niha ji bo hê baştir bi kirmanckî biaxivim min li ber xwe dida. Lewma wek girêdana min î hestiyarî ya bi muzîkê, bi ziman re jî pir bihêz bû. Min dizanî bû ku stran û qeydên me yên di salên 90î û heta niha hindik be jî dê li ser berxwedana heyî tiştekî lê zêde bike. Belkî berê baweriya min zêdetir bû û min digot emê bi albûmekî, bi stranekî gelek tiştan biguherînin û biparêzin. Lê îro ev baweriya min hinekî kêmtir bû. Ji ber ku dem pir zû derbas dibe, bi taybetî jî piştî sala 2000 êdî mirov nikare stran û hunerê û hwd zêde bişopîne. Li tevahiya cîhanê jî di warê siyasî û her warî de her tişt pir zû diguhere. Mirov êdî dibêjin ku em di heyama teknolojiyê de ne û jixwe dê her tişt hêsantir bibe, ziman zûtir bê hînkirin û belavkirin lê ne wisa ye. Ev leza heyî, zêdebûna dezgehê ragihanê zêdetir rewşeke neyînî bi xwe re tîne. Ji bo mûzîkjenên ku bi kirmanckî stranên xwe dibêjin rewş xerabtir e. 20-30 sal berê hê zêdetir bandora van stranan hebû lê îro ez ne di wê baweriyê de me. Ji ber ku em di heyama ku her tişt di kêliyekî de destpê dike û diqedê û sar dibe de ne. Berê me cd’yek bi salan guhdar dikir niha stranek çiqas baş û xweş be jî di nav çend rojan de te guhdarî kirin û bandorê wê namîne. Tu qîmeta hilberîn û afrineriya hunermendan namîne. Ya rastî ez naxwazim hewqasî xwe û derdora xwe demoralîze bikim lê ev rastiyek e. Em êdî zêde tesîrê li hev nakin, hîs û hestên me leqayî hev nayên, nagihêjin hev. Her kes di nav heyteholekî de ye û dixwazin tenê xwe xelas bikin. Lêbelê xelasbûn bi tu awayî bi tena serê xwe nabe, ger em bibin yek û ligel hev bin emê bikaribin çand, mûzîk û hunera xwe biafrînin û zimanê xwe biparêzin. Jixwe ez ne di wê baweriyê de me ku em bi stranan zimanekî ku li ber tunebûnê ye li ser pêyan bihêl in. Ev bi serê xwe nabe, hê zêdetir derfet hewce dikin. Gotina stranan û guhdarkirina wan têra xelasbûna zimanekî nake.
Di van salên dawî û bi taybetî di rojên dawî de li hemberî mûzîka kurdî bê tehemûleyeke mezin heye û gelek konser, şano û şahî hatin betalkirin. Bi salane tu jî di nav mûzîka kurdî cih digrî. Ji bo van qedexeyan tu dibêje çi?
Ya rastî îro êrîş bi giştî li ser mûzîka muxalîf heye. Lê bêguman êrîş, tunehesibandin, betalkirina konseran, qedexeya li ser şanoyan ji bo me kurdan ne cara ewil e. Em ji salên nodî ve rastî van qedexe û betalkirinên konseran tên. Bi berxwedan, xebat û sekna mûzîkjenên wê demê û bi hewldana wan, ev pêvajoya 30 salan me li pişt xwe hişt. Rastiyek heye ku berê hunermendên kurd hunereke alternatif û serbixwe ava dikirin. Wek ên dewletê jî bi tu awayî piştgirî û alîkariya aborî ji tu deverî û ji tu kesî nedigirtin. Di nav şert û mercên zor de û bi derfetên xwe bingeha mûzîkê ya îro ava kirin. Ya rastî hinekî di nêzîkatiyên civakê de yên wek ‘jixwe me wunda kiriye, jixwe em tune ne, ji ber wê ye hunermendên me jî tune tên hesibandin, ev normal e’ heye. Ev 30 sal in jî em di nav bêçaretiyake hînkirî de ne û ji bo hebûnê li ber xwe didin. Me her carê xwe di formên nû de bi îmkanên hunerî, heyî kir. Bêguman ligel hemû bêîmkaniyên heyî yên wê demê, ligel hemû qedexeyên dewletê her çiqas domandina mûzîka bi kurdî zahmet be jî me bi salan bi zimanê xwe bi reng û dengê xwe li ber xwe da û me qîr kire stranên xwe. Li cihê ku dewletê hebûna me ji bo hebûna xwe wek metirsiyê didît, me dev ji stranên xwe berneda û hunera xwe ava kir. Li dijî feraseta dewletê ya ku hebûna kurdan wek metirsiyekî dibîne jî bi salane stranbêj û hunermendên kurd, yên muxalîf li ber xwe didin. Ez vê wek berxwedaneke şoreşger pênase dikim. Ev qedexe hertim li ser stran û stranbêjan hebû. Ger ev pergal neguhere dê qedexe hertim hebin. Qedexeyên heyî bi giştî bi pêvajoyên polîtîk re girêdayî ne. Ger ku îro civakên heyî nava têgeha azadiyê tije nekin, ji gel heta kesan, ji hunermend heta her kesî dê rastî qedexe û zilma dewletê bên.
Rastiyeke heye ku em jin li kû bin, ji kû bin û kîjan karî bikin di her biyaveke jiyanê de barê me hertim girantir û zortir e. Ev yek ji dîrokê heta niha ve wisa xuya dike. Tu hem wek jinek, kurdek û elewiyekî bi salaye ku li ser dikêyî. Mavîş Guneşer bi zahmetiyên çawa re rû bi rû ma?
Ez jinbûn û mêrbûnê wek rolê dibînim. Derveyî jinbûn û mêrbûna me ya genetîkî, jinbûn-mêrbûnê wek pêvajoyeke dîrokî dinirxînim. Yanî ger ez di salên 1600î de wek jin an jî mêrekî ji dayik bûbûma wê pirsgirêkên min î wê demê li gor wê bûya. Yanî heyam û pêvajoyên dîrokî hertim bandor li eydiyeta cinsî ya mirovan kiriye û rol diyar kiriye. Bi kinasî senaryo li gor van pêvajoyên dîrokî tên amadekirin. Em kurd di pêvajoyeke derbasbûnê de ne ku ji kevneşopiyê ber bi modernbûyînê ve diçin. Yanî dayika min laçika wê li serê wê ye û pez didoşe. Lê ez -keça wê- bi cil û bergên vekirî yên modern im û derdikevim ser dikê. Yanî derbasbûna pêvajoyê pir hişk e.
Bifikirin, ev kevneşopiya bi sedan salan ji nişka ve diguhere an jî dişike. Ji ber vê yekê jî ev pêvajoyeke bi tengezarî û tevlîhev e. Em jî bi heman awayî çi jin çi mêr di nav vê tengezariyê de ne. Li aliyekî jiyana me ya modern a li bajaran li aliyê din dayikên me yên bi laçik ku bi tu awayî ev jiyana modern bala wan nakişîne. Ev yek wek du formên jiyanê yên di heman demî de ne. Jixwe ev tişt bi serê xwe tê maneya berxwedaneke xwe bi xwe re jî. Ez wek Mavîş di jiyana xwe ya rojane de rastî tunehesibandineke cinsî nehatime. Lê em jin li gor min zêdetir ji aliyê teknîkî ve qels in. Divê em xwe hê bi hêztir bikin. Ji ber ku jin hê nû di van 50-60 salên dawî de dev ji karê malê berdan. Ev jî ji bo pêşketina jinan hê demeke pir hindik e. Lê îro jin, li cihên ku mêr bi hêz in gotina xwe tînin ziman, stranên xwe qîr dikin û xwe heyî dikin. Di aliyê fêmkirina pêvajoyan de, hizirkirin, feraset û afirandinê de jin bi hêz in.
Tu asta pêşketina stranên kirmanckî çawa dibînî, pêşketinek heye?
Nivîs û qeydkirina stranên kirmanckî hema bêja di dawiya sala 1960î li malan bi teybên ji Alamanyayê hatî destpê dike. Bi awayekî profesyoneli jî nîvê sala 1970î de destpê dike. Mûzîka modern a zazakî bi awayekî profesyonelî mirov dikare bêje ku di van 30 salên dawî de destpê kiriye. Yanî mûzîka modern a kirmanckî hê pir ciwan e an jî hê di nav pêçekê de ye. Gelo ev pitika di nav pêçekê de wê hê mezin bibe, an gelo dê xwedî li vê mûzîkê bê derketin, di pêşerojê de guhdarvanên wê hebin… bi vê yekê ve girêdayî ye. Ji ber ku mirov çiqas straneke baş binivîse, bistirîne jî ger newe guhdarî kirin dê tu wateya wê tune be. Ev yek hinekî jî bi pêvajoyên siyasî, aborî yên pêşerojê ve girêdayî ye. Gelek ciwan hene derdikevin stranên xwe yê kirmanckî dibêjin lê ji hilberandinê wêdetir biya min mezaxî heye. Mûzîk niha pir bi hêsan tê çêkirin, bi teknolojiyê êdî li cihê studyoyê di malê de stran tên gotin. Bi hejmarî nîcelîk zêde bûbe jî, ez zêde bi nîtelîk nabînim. Mesele gelek hevalên ku hê gohê wan ji mûzîkê fam nake, dengê wan nexweşe û pir xerab stranan distirînin, hene. Wek hin hevalên ku hê ji sînemayê fam nakin lê derdikevin bi kurtefilmekî dibêjin em sînemager in. Bêguman mirov ji tu kesî re nikare bêje ‘welle tu nikarî bêjî an bikî’ lê biya min madem em karekî dikin hewceye heqê wê jî bidin. Ez vê yekê tenê ne ji bo mûzîka kirmanckî, ji bo tevahiya kurdî dibêjim. Wisa xuya dike ku li tevahiya cîhanê jî heman şêwe derdikeve holê.