Nefreta helbestê û kamyonvanî

Wêjeya me ya nivîskî di bin baskên helbestê da heta roja me xwe gîhiştand, parast. Stran û kilamên me bo hebûn û hişyarkirina gel bêşik rolek girîng leyst û hê jî ev rola xwe didomîne.

Abone ol

DUVAR - Di lîseyê de mamosteyê wêjeyê bo dersa kompozîsyonê spartekek/ödev dabû. Mijara kompozîsyonê bo pêşaroja xwe hûn dixwazin çi bikin û çi bibin bû. Kêm zêde di polê da çil, pêncî kes hebû. Mamosteyê wêjeyê ez ne şaş bim navê wî Husamettîn bû. Bi eslê xwe ji Amadê bû û kurd bû, lê bi rastî jî dijminê qewmê xwe bû. Mîsal peyama bo pîrozkirina Newrozê bi dilek sar, bi lez û bez xwendina wî qet ji bîra min naçe. Her kes kompozîsyona xwe qedand û teslîmê mamoste kir, di ser da hefteyek bihûrî mamoste hat li ser masaya xwe rûnişt û banga min kir. Jixwe ji navê min acîs bû û heyranê Sezaî Karakoç bû. Min ber xwe da got “gelo dîsa çi bû?” Kî min dîsa gilî kir, vaye çend hefteye şer û pevçûna min jî tineye.

Xêre? Li ber texteyê reş sekinîm û ji nişkava got; “sen kamyoncu mu olmak istiyorsun?” Min go; “Evet, kesinlikle olmak istediğim kamyoncu olmak.” Bi awirên tirş û kêmî li min nêrt. Mamoste dengê xwe bilind kir, bi tiliya eşhedê min şand cihê xwe. Mamosteyê wêjeyê negot tu çima daxwaza kamyoncîtiyê dikî. Hevalên din di kompozîsyonên xwe da bibûn; doktor, mamoste, pîlot, endezyar, nivîskar, helbestkar û hwd. Di nav sinifê da metna min ji yên din cuda bû, ev encam hem şanazbûna min xurt kiribû hem jî tirsek xistibû nav dilê min. Tirsa ji dersê mayîn bû. Jixwe mamosteyê wêjeyê min di sinifê da hişt. Ev nefret bû, nefreta hiş bû, nefreta ku di bin serdestan da teslîmiyetê dida nişandan. Husemettîn dijî an çûye ser dîlovaniya xwe nizanim lê hêviya min ew e ku vê nivîse bixweyne û hinek li ber xwe bikive.

Rastiya min a wê rojê kamyonvanî bû, havînan bi apê xwe re em bajar bi bajar digeriyan, li ser rêyan me rê dirêj dikir. Deştên fireh û hêşîn, çiyayên bilind, rêyên asteng û dijwar de em derbas dibûn. Mînakek, em hê nedigîhiştin Konya meqesî li Pozantiyê me xwarin dixwar, li ciyê Pala. Di nav daristanan da, li ber çêm û bi şahîdiya bayê hênik demên xweş me li pişt dihişt. Rêwitî her tim bo min dermanê dil û hiş bû. Di esasê xwe da hewasa kamyonvaniya min rê û rêwitiyê vedigot, dûr bûnê li dar dixist. Azadiyek hêma dikir, ji mal û bajarê xwe veqetandinê dida pêşiya min. Belkî rê bêhemdî xwe rêviyê di xwe da diveşart. Deşt bi deşt çiya bi çiya li bin zinaran li ber devê kendalan da meşa giran bû li ser rêyan diherikiyan. An dilê ku tofan û beleya feleketê geş dikir, radiwestand. Mamosteyê wêjeya tirkî ne ji min ne jî kamyonvaniyê fêm kiribû, cahîlek li dera wê bû. Nefretê hêma dikir, hem nefreta ku li xwe vegerandibû dida dest hem jî nefreta ku mêtingeriyan jê re ava kiribû û lêkiribû di keseyata wî de gelek caran bêhemdî xwe derdixist meydanê. Ji vê rojê çaxê meriv wan rojan di bin çav re derbas dike, encam ev bû. Mîchael Palîn li ser rêwitiyê wisa dibê; “Mîkroba seyahatê carek bi we bikeve êdî dermankirina wê tineye. Heta dawiya emrê xwe bi vê mîkrobê re bi aramî ezê bijîm.” Me behsa nefretê kir ka em pirtûka Ben Lerner jî raxin ber xwe. 

Nivîskar Ben Lerner pirtûka wiya bi navê “Nefreta Helbestê” sala 2018an de bi wergêra Hakan Toker hat weşandin[1]. “Nefreta Helbestê” ceribandinek serkeftî û nêrinek berepaşiyê xêz bike. Nêziktiya min a li dijî metnê di xwe de gelek pirsan jî derxistiye hole. Nivîskar Lerner di Wêjeya Emerîkaya nûjên da bi berhemên xwe yê rexneyî derketiye pêş. Ji xeynî nivîskariyê helbestan jî nivîsandiye. Ji helbestên wî yê hilbijartî jî guldesteyek hat wergerandin[2]. Lerner; “Gelek kes, bersiva fikra ‘helbest çi ye"' axê dide bêguman ji hev cuda bin jî bi nefreta helbestê va yekîtiyek xurt ava kirine. Ez jê keyfxweş nebim jî jiyana min li derdora wê diçe û tê. Di vê da dubendiyek nabînim, çimkî helbest û nefreta helbestê -belkî ji bûna we jî- ti car ji hevûdin neqetiye. Vê hêvokê vegerînim li ser helbestkariya xwe an rêya ku bi helbestê va dimeşim temamî erêkirinê nede jî gelek ciyan da bi dilek rihet hevkariya me heye. Ti car li pey helbestê neçûm û baznedam, çiqas min pişta xwe li helbestê vegerand, hat deriyê min xist. Wek mêvanên ku di hesap û kitebê da tine be li ber derî hazir û nazir sekîni be. Nay bîra min ku min helbestek bi dilek xweş û rihet nivîsî. Her tim êşê û hesretê bibîr xistiye, her tim xiyalên şer û pevçûnê daye pêş, her tim hêrsbûn û nefreta zelal hêma kiriye.

Wêjeya me ya nivîskî di bin baskên helbestê da heta roja me xwe gîhiştand, parast. Stran û kilamên me bo hebûn û hişyarkirina gel bêşik rolek girîng leyst û hê jî ev rola xwe didomîne. Barê ku li pişta xwe bar kiriye; bi serbilindî, bi zor û zehmetî dengê xwe yê berxwedêr û êşî belav kir li ser cîhana kerr û lal! Helbestên me jî bi qasî stran û kilaman xwe xistiye bin vê barê giran û pîroz. Belê nefreta ku rexnegir daye pêşiya me çiqas ferdî be jî dibe ku civakê jî mijûl bike. Helbesta gelê me di nav helbesta cîhanê da damarek wiyê xurt heye, pişta xwe spartiye dîrok û berxwedana hezar salan. Helbest li ser axa destpêka mirvohî va derketiye meşa xwe ya dûr û dirêj û ev meş bênavber dewam dike. Ne ji gel re ne jî hunerê re sekn û bêhndan tineye, her tim xwe nû kiriye, çimkî dengê xwe yê resen her tim parastiye.

Hin dem û dewranan da huner xwe ji gel dûr xistibe jî dîsa rêya xwe neqiş kiriye û dîtiye. Ev dem û dewranan da di esasê xwe da bo zîldanê helbesta nûjen meriv dikare wek “navberkek” bi nav bikin. Nefreta helbestê bi min di vê navberkê da xwe nîşan dide û li vir destpê dike. Di vê navberkê da helbest kopî û bêresen derdikeve meydanê. Ne tenê kopî û bêresenbûna risteyan, wêjeya gelên bindest û welatên mêtîngeriyê da ji wêjeya serdestan bi rêya wergerê wêje û bi taybetî jî helbest; bi hişî an bêferasetî navaroka wê tê valakirin. Nefreta ku Lerner behs kiriye û yên me ji vir vediqetin, ji hev cuda dibin. Nefreta nivîskarê Emerikî ferdiye yê me jî bi rengê civakî xwe destnîşan dike. Lerner; “Li ciyek nivîsek tê nivîsandin û helbestê li erdê dixe û dibê helbest miriye.”

Ev hevok ji we re jî xerîb û dûr nehat ne wisa? Dengê erêkirina we hat guhê min. Çimkî em gelek caran seh dikin, dixweynin. Ben Lerner didomîne; “Nefreta helbestê, di hunera helbestê da vaşartiye çimkî erka helbestkar û helbest xwîner, bi xerakirina hêza nefretê dikare liberxwe bide û mija ku li ser risteyan hatiye daliqandin ji ortê radibe.” Belê ev tespîta nivîskar em bizivrînin ser helbesta kurmancî, gelo ewê encamek çawa bikeve destê me? Îro helbestên ku tên weşandin -kurmancî- û em dixweynin -çi di kovaran da çi wek pirtûk- me divê ser vî armancê: Deng û rêz/gramer kirina risteyan dişibin hevûdin, peyv ji hev cuda bin jî, rihek yekrengî li ser helbestê xwe daleqandiye.

Bêguman şi’r nivîs di serî da azadbûnê hêma dike, bi risteyan leystin deriyên nû ji helbestkar vedike, lê tiştên ku em dixweynin mixabin ji hev ketiye, geramolek zêdetir û atmosferek tirş em dibînin. Di bingeha tehma risteyan de wergêr xwe veşartiye. Çiqas bi hostetî were veşartin jî bi xwendinek hûrgulî meriv digîhije vê encame. Ev encam jî me dibe ser nefreta helbest xwîneran. Helbest nivîs bi min xwezayî ye, ji xwezayê tê, xav e, li benda honandin û bêjingeyê ye. Yanî estetîzma wê bi afirandina hiş û dilê xwe radike ser linga, resenbûn di vê daye. Shelley wisa dibêje; “Heta vêga helbesta herî biîhtişam ku dinya alem dîtiye, dibe ku li bin siya orjînalbûna şa’r de hêjarbûna fehmberiya wê ye.” Lerner li ser zêde dike; “Vegotina fehmberiya orjînala hêjarbûn Platon bibîr dixe, li gor Platon têgihiştina wî tine bejî. Di wextê Platonê da dixwaze şi’rê bi pêşva bimeşîne li gor felsefeya nû hevberiya wê jî serdeste.” Teqez di devleta Platon da helbestkar gelek hatiye rexnekirin û di dawiya dawî da jî dixwaze helbestkaran bavêje derveya bajêr. Lê ev hêvî û daxwaza Devleta Platon serneket. Çima serneket? Ji ber sedema têkîliya helbest û maddî daye. Helbest xwe her tim ji maddîbûna jiyanê dûr xist, rû neda. Îro helbestê dîsa dixwazin bikin bin kontrola sermayedaran. Çimkî helbest daxwaza maddî nake, ê gel e û di xizmeta mirovahiyê da dijî. Nefreta li ser şi’rê tê meşandin di bingeha wî de xerakirin û naveroka wî bikeve hizmeta kapîtalîzmê heye. Mînakên me gelek in, hema li derdora temaşa bikin hûnê teqez bibînin.                       

Çavkanî

[1]Şiir Nefreti/Ben Lerner/weşenxaneya Everest/Hakan Toker
[2]Sanat Yok/Ben Lerner/weşexaneya 160. Kilometre/Ömer Şişman-Donat Bayer