Nexweşê nexweşiyê
Berî niha hefteyekê, min serma girt û ez nexweş ketim. Vê nexweşiyê ez êşandim. Îja ez rabûm çûm nexweşxanê. Lo bavoo, te digo qey milet giş nexweşin, dora dixtor weke dora tenûrê bû.
Merheba ji wer canik û camêrno. Hevalekî min heye, ew û malbata xwe giş nexweşê nexweşiyê ne. Ji ber vê nexweşiya wî, pir tiştên pêkenî tên serê wî. Qe nebe bo me wiha ye. Îja, min jê ra go ez ê nivîsekê li ser te û nexweşiya te binivîsînim. Go, heyra qey çavê te lê ye ku tu min bihetikînî. Min go, na heyra ez ê navê te nenivîsînim. Go, ma yên min nas dikin, wê giş zanibin ku tu qala min dikî. Min jî go, ji xwe yê ku te nas dikin bi rewşa te zanin û bûne şahidê gelek meseleyên te. Loma ti tiştekî jê xera bibe tuneye. Min dî xwe xurt kir û go; kuro hema tu çi dinivîsîn binivîsîne lo, tu dixwazî navê min jî binivîsîne. Belê, min destûr jê stend. Lê dîsa jî ez navê wî lê nakim. Bila ev jî qenciya min be.
Belê, min ev heval bi tesadifî di civateke hevalan de nas kir. Di civatê de gotin geriya hat ser nexweşiyê. Hevalan dostekî me pirsîn. Min jî go filankes bronşît pêre derketiye û bêhna wî diçike. Dixtora dermanê giran daninê. Hîn min qal dikir min dî hevala go, de ka em bes qala nexweşiyê bikin, em qala tiştên xweş bikin. Her çiqas sohbet guherî jî dîsa gotin dihat ser nexweşiyê. Hîn peyva min di devê min da dîsa hevalan go, de hela qala nexweşiyê neke lo. Min go, kuro ev çi hema hûn peyva min di devê min da dibirin. Ev çi bela we ye. We xêr e.
Heval keniyan gotin; erê em bi zanebûn peyva te dibirin. Ji ber ku ev hevalê me gava qala nexweşiyê dibe ditirse û nexweş dikeve. Ez şaş mam. Min berê xwe dayê û min bi meraq jê pirsî; niha ez bibêjim çavên min diêşe tu yê bitirsî? Min dî hema rabû û go, ya baş ez herim. Û bi lez derket çû. Ez sar sekinîm. Min ji hevalan re go, vî xwe xeyidan yaw. Hevala bi ken gotin, na na xwe nexeyidan, ji tirsa rabû çû û binêr niha jî wê rasta rast here nexweşxanê. Min go, çawa çê bû gidîî. Piştî nîv saet derbas bû, hevalan go, ka em lê bigerin bê ka li ku ye.
Hevalê me lê geriya û go ka tu li ku yî? Piştî vê gotinê pixînî pê ket û keniya. Tu nabê çûye nexweşxanê û ji dixtoran gotiye ka binêrin bê bronşît bi min ra heye an na.
Belê, êdî min jî ew baş nas dikir û li cem wî min hew qala nexweşiyê dikir. Rojekê apê wî çûbû, rehmetê, em û hevalan çûn gundê wan bo şînê. Lê ne ew, ne jî malbata wî, kes ne li şînê bûn. Me ji mervên wî pirsî bê ka li ku yî. Gotin mesele dûdirêj e. Ew nayê şînê. Û gotin ger hûn dixwazin wî bibînin wa li mala xwe ye. Me jî go ma em bo wî hatine, ka em herin mala wî.
Gava em çûn, me dî ku di nava nivînan de ye û lihêf avêtiye ser serê xwe. Me go, xêr e kuro ma tu nexweşî? Bû if û pifa wî. Xanima wî lê mikur hat û go; wexta kesek dimire, ditirse û dibêjê ez ê jî bimirim. Di wê şînê de bêhemd em giş keniyan. Bo ku rabe ser xwe me çiqa li ber dilê wî jî da nebû çare. Me di nexweşiyan de rewşa wî zanîbû. Lê me nizanîbû di şînan da dikeve taya mirinê. Em hîn bûn ku ji ber vê tirsê qet nare ti şînî. Ji xwe yê ku nehat şîna apê xwe da rûnenişt, wê çawa here şînê xelk û alemê.
Meseleya men î dawî jî berî niha bi hefteyekê qewimî. Berî niha hefteyekê, min serma girt û ez nexweş ketim. Vê nexweşiyê ez êşandim. Rastî ez niha jî diêşim. Îja ez rabûm çûm nexweşxanê. Lo bavoo, te digo qey milet giş nexweşin, dora dixtor weke dora tenûrê bû. Bi vê nexweşiya xwe îja were li benda dora dixtor be lo. Ez rûniştim ku heta dor were min. Hîn werê, min dî birayê vî hevalê min di ber min da derbas bû. Ez gihaştimê û min go xêr e inşala? Go, wele pîra me nexweş bû û xalanê me ew biribûn Enqerê. (di nava kevanekê, ji ber ku kes ji wan newêrîbû, xalanê wan pîrê birine). Û go, xeber ji me ra hat ku nexweşiya pîrê nexweşiya xirab e. Min go, xwedê şîfa û silametiyê bide. Lê tu li wir çi dikî? Go, wele min çawa ev xebera xirab bihîst min berê xwe da vir, bo ku dixtor min qontrol bike.
Min jî go; ma pîrê temenê wê mezine, dibe ku nexweşî pêra derkeve. Şikûr tu can î, tu çima ew qas xwe ditirsînî. Go; lo bavo tu dev ji min berde, tu li hevalê xwe bipirse. Ez ji bo xwe hatim vir, lê min dî hevalê te berî min hatiye û wa li ser sedyê nale nala wî ye. Em rabûn pev ra çûn ser wî. Xwe li ser sedyê dirêj kiriye û ji tirsa rû pê nemaye. Min jê ra go; kuro rabe ser xwe eyb e şerm e, ti tişkî te tuneye. Go; kuro ev nexweşî di pîra me de derketibe bi serê te wê di min de jî hebe. Min çengê wî girt û min xwast wî rakim. Go; mihemed ez qurban dev ji min berde. Ez dibêm ez dimirim, tu ji min ra dibê rabe. Min kir û nekir ranebû. Piştî qederekî wî ji min pirsî û go, tu hatibû çi? Min go; wele min serma girtiye, ez hatime dixtor. Go; hahoo, qey tu dijminê min î, kuro tu bi vê nexweşiya xwe hatiye ser serê min. Ez keniyam û min go, temam kuro va çûm.
Belê, min wan di halê wan da hişt û ez ji cem wan derketim. Di rê da lîstika Molîêr ya bi navê “Nexweşê Nexweşiyê” hate bîra min û min go rasta rast bo vî hevalê min nivîsiye. Bo wî min çû pirtûka Molîêre kirî, ez ê diyariyê wî bikim.