Parsek

Kuro em çi luxsê de bûn ku haya me jê tunebû. Ku dilê me dixwast, em bi ereba xwe diketin û bajar bajar digeriyan. Ji ber xela benzîn û mazotê, êdî bû xeyal. Ku tu miftê li erebê bixî, pêncî wereqeye.

Abone ol

Merheba dostên hêja, xwişk û birayên ezîz. Ka hûn çawa nin? Ez dengê we dibihîsim ku hûn dibên em weke jahr in. Hûnê bêjin tu ji ku zanî? Ji ber ku ez jî weke we jahr im. Hal û rewşa me yek e. Û ez zanim, hûn ji ber çi wek jahr in jî. Hûnê bibêjin tu ji ku zanî? Ê ma ne min ji were got heyra rewşa me yeke wîî. Ji ber çi? Ji ber bihaya rû daye. Jixwe îro tu ji kê bipirsî, ji ber vê bihayê wê bibêje “jahr im”. Na na, ne bihayî xela xela.

Tu here bazarê, bexdenûs bûye pênc wereqe. Kes nema kare li derve parîk nan bixwe. Heval û dost nema karin li hev rûnên û du çayan wexwin lo. Ka bise ji bo ku hûn nexesirin ez rêkê li ber we bixim. Te dî hûn jî ne xerîbin lo.

Ku ez pir bêriya heval û dostê xwe bikim, ewil ez li malê çaya xwe dem dikim û taliyê têm ser îternetê û weşana zîndî vedikim û heta em ji hev aciz dibin, sohbetê dikin. Belê nabe weke em li cem hevdû rûdinên lê qe nebe em naxesirin lo.

Kuro em di çi luxsê de bûn hayê me jê tunebû. Ku dilê me dixwast, em bi ereba xwe diketin û bajar bajar digeriyan. Ji ber xela benzîn û mazotê êdî ew jî bû xeyal. Ku tu miftê li erebê bixî, pêncî wereqe ye. Bi serê xetoyê dînik, min siwarbûna erebeyê navbajêr ji bîr kiribû. Piştî salên dirêj ez wegeriyam erebê navbajêr. Ê birê min wek me go nema dibe wîî. Belê xelk êdî terin marsê em ji hespê dadikevin kerê. Elawekîl ker jî nazire lo. Ji ber yêm jî bihaye. Ma erebe bê benzîn dimeşe? Ker jî bê yêm heyra.

Ka bise ez meselaya ereba jî ji wer qal bikim. Yê ku emrê wan li ser sîhî ye wê bizanibe. Te dî wexta telefonê desta nûh derketin, pir bihabûn. Kirîna telefonê li hêlkê lêgerîn li hêlkê. Lêgerîn ev qas bihabû, kes newêrîbu li kesî bigeriya lo.

Jê re digotin qontir.

Her qontirek weke deh wereqê niha bihesibînin. Yanî we deh deqa xeberda, sed wereqe diçû. Niha em çîrokan ji hevdû re divên.

Ku ne tişkî mecbûrî bûya kes li kesî nedigeriya. Îja me çer dikir hûn zanin? Me ewil bi heval û dosta bazar dikir. Me digo binêr tenê ezê zîlekê ji tere lêxim. Wexta ku min zîl li telefona te xist tu zanibe ez li qahwê me tu jî rabe were. Her gerîn bi bazar bû.

Îja carna em digeriyan û hevalên me telefon vedikirin. Ji ber qontirek evqas biqîmet bû em bi hevalê xwe re dixeyidîn û me digo ehmaqa heram tu çima telefonê vedikî û bi lez û bez me digirt. Gelek mesele li ser hene. Mînak du hezkiriyên hev ji ber nikarîbûn li hev bigeriyan, saetê carkê zîlek ji hevdû lêdixistin. Yanî digotin tu di bîra min de yî.

Em û heval û dostan tim li qahwê li hevdû kom dibûn. Wek niha kafe û filan bêvan jî tune bûn ha. Îja telefona hevalekî ji nîv saete carkê lêdiket. Wî jî venedikir û digirt. Rojekê me mereq kir û me jê pirsî: Kuro ev kî ye li te digere û tu jî venakî?

Go kuro binêr in ezê ji we re bibêjim lê hûn ji kesî re nebêjin. Telefona me heye lê ji ber bihayê kes li me nagere. Min jî xwarziyên xwe temî kirin û min ji wan re go, kî sê cara li min bigere ezê ji wan re çiqulata bikirim.

Sirf ji bo ku bêje binêrin li min digerin û forsa xwe bavêje xwarziyen xwe bertîl kiribû. De wer îja nekene û nevêje trajîkomîk.

Ne tenê gerîn, peyam jî bi du qontiran bû. Ku nivîsa te sed û şêst tîp derbas dikir dibû çar qontir. Ji bo ku sed û şêstî derbas neke û çar qontirê me nere, me peyvên xwe kêm dinîvîsand. Belê niha jî kêm tê nivîsandin. Minak: ji silavê-slm ji merhabayê-mrb. Lê niha ji xemsariye. Ya me ji bihabûnê bû.

Heyra îja îro erebe jî bûye wek mesela telefonê. Wexta xwe de telefonê me hebû lê quntirê me tunebû. Erebe jî li ber deriyê herkesî heye lê benzîna wan tuneye. Û çi erebeyê qerase ha. Tu fedî dikî li erebê binêrî lo. Lê li ber derî dirize.
 
Belê rewşa niha ku em têdene xelaye. Pêşiyên me belesebeb ne gotine: camêrtî bi bêrîka vala nabe. Ya na em jî zanin her roj li ger û seyranê bin abê heyran. Bêrik valaye ha.
 
Îja te dî ser nivîsa me parseke. Mesela me ê asas eve. Ka îja ez mesela xwe û parsek ji were qal bikim. Heyra ew ro li sûkê ez bi telefona xwe daketibûm. Mi dî parsekek hat ba min û pere xwast. Û ne carek û ne dudu û ne sisê… Te dî ew gotina ku: sê tişt hene zik bi êş. Qereçî, mirîşk û mêş. Tu çiqa divê kêş bêtir xwe didin pêş.
 
Paresekê me jî bi vî hawî bû. Min dî xelasî tune min rabû wereqeyak dayê û dîsa bi telefona xwe daketim. Ez lê hay bûm ku parsekê min hîn ser serê min e. Min dî ku bê çi awirên tûj dide min. Min go heyra xêr e. Wa min pere da te. Tu çi li ser serê min sekîniyî?

Wa li perê kefa destê xwe nerî û wa li min nêrî û got:
- Av bi çiqasi ye?
-Du wereqe ye
-Nan bi çiqasî ye?
-Çar weraqe ye
-Ê ka bi weraqekê ez karim çi bikirim he?
Hema min dî perê destê xwe vir viran serê min û got:
-Wûlan perê te serê te bixwe. Te sedeqe bidî weke însanan bide.

Ez şaşo maşo bûm. Min li dora xwe nêrî ên ku bi me dikeniya jî hebûn. Qederekî ez fikirîm û min go weleh parsek mafdar e. Berî vê halê ku te wereqek dida wan qe nebe karîbûn avek an nanek jixwe re bikirîna. Ez karim bêjim ji vê tunebûnê yê îşê wan xirabûye di serî de parsekin.

Kes nema gunehê xwe dide kesî yaho. Îja min biryar stand. Min go ji îro pêve ku parsek hate pere xwast an di binya du wereqa ezê nedim an jî ezê jê dûr bikevim, birevim.

Meriv nizane, dibe ku carek dinê ez lêdanê jî bixwim. Meriv xwe biparêze başe lo. Îja heyra temiya min li we gişa hûn jî wekî min bikin. Nebî nebî hûn wereqekî nedin kesî ha.

Min serê we êşand lo. Ka ez xatirê xwe bixwaz im. Heyra de bi xatirê we. Bimînin di xêr û xweşiyê de.