Payîza PÊŞÎ Romana PEYA: Suzan Samancı

Lehenga romanê Payîz ji me re behsa çi nekir? Kîjan heqîqetê veşart di hêman kirina hevokan de? Ewê herkes ji xwe re tiştek veşartokî derxe.

Abone ol

Romana Suzan Samancı ya dawî û bi kurdî “Payîz an jî Ziyab” di hindir de dike gupegup. Ji hindir diaxive ji navarokê, kakilê lê ne ji zikê xwe. Ger hûn bêjin edebiyeta Samancı çi ye? Ez ê pêşî bi “Payîz”ê ve weynim ba hev, piştre “hesab û kîsab” a ku di hindir de dike kelekel ez ê pênase bikim. Li ser sehneye payîz heye û rola sereke ew e. Ger em bana roman û çîrokên nivîskar -belkî helbestên wê da jî ev hebe- bi nav bikin tiştê ku li hemberî me xwe bi cih dike “hesab dîtin”e. Bingeha wê jî ji xemginiyê ji êşê û ê hêrî bi bandor jî bêguman nasnameyê, nasnameya ku tê binpêkirin tê redkirin pêk tê. Êş jî xemgînî jî û nasname jî di hindir de rû dide, geş dibe û gelek caran bo jiyan ku were domandin jê re aş û enerjiye.

Payîz û xemgîn destbirakên hevûdin in. Yek pêl diweşîne yên din hestan. Payîza lehenga romanê payîzek pêşî ye wek berfa pêşî. Destnîşana payîza di wextê xwe de bibîr dixe, amade dike, xwîner bi carekî ve naxe bin payîza tûnd û hişk. Payîza pêşî bi xwe re berhemek peya jî aniye. Roman bi çar gavî naçe, rehwanî ye pir caran jî peya ye. Roman ji serî heta binî bi rîtma payîzê ve xwe temam dike. Serpêhatiyên lehengê çiqas sosret û zehmet bin jî bi vegotin û usluba xwe ahengek derdixe meydanê, ev jî behtir xwîner nêzîkî lehengê dike. Kî zane xwîner vana yeko yeko hîskirine, dîtine yan jî ji ew ê kêleka xwe seh kiriye.

Suzan Samancı di sala 2015an da bi berhemek “vegeriya mala xwe”, pirtûka wê ya ewil a bi kurdî bi navê “Ew jin û mêrê bi maske” bû. Baş te bîra min çaxê min romanê dawî kir, nivîskar hêla uslub û sazkirina hevokan de xwe gelek şidandibû. Romana wê ya yekem bêhna xwe bernadabû, heta ku ji dest hatibû xwe şidandibû. Endîşeya pêvxistinê, heqîqetê û di piştre bandora afîrandine xwe di kêliyê hevokan de li ber çav dixist. Kelecanî ji dihat hîskirin di sazkirina hevokan da ew jî aloziye dida ber me. Wek şekirên ku di destê zarokên cejnê dabin wisa bi kelecan û hişk hatibû girtin. Destpêk jixwe zarok nîne? Em dîsa dubare bikin destpêk bêguneh e. Destê ewil saf û zelal e. Lê destpêk nîşana pêşarojeyê û li wir xwe veşartiye.

 Payîz an jî Ziyab, Suzan Samanci, 88 rpl., Avesta, 2024.

Suzan Samancı neh sal paşiyê pirtûka wê ya duyem a bi kurdî bi navê “Payîz an jî Ziyab” hat weşandin ji Weşanxaneya Avestayê. Ne tenê ji romana ewil şop û rêç henin, bi giştî ji berhemên nivîskar rêç û şop henin. Çaxê meriv berhemên nivîskar têxe rêzê meriv bi rihetî dibîne ku li ser xetek û her berhem bi pêş û paşiya xwe temamkiriye. Samancı tabloyek amade dike, tabloyek ji êşên û ji hêviye; berhemên wê jî li ser tuvalê reng û xet in. Samancı di şexsê xwe de çîrokên jinan daye vegotine. Bê guman karekter û lehengên jin me derdixe vê rêyê. Pira navbera berheman de lehengên jin viya ava kirine. Yek ji yên din cuda lê bi qasî cudabûna xwe jî ewqas nêzikatiyek rastiya rastî û pêvxistine. Kakil diyar e, li derdora kakilê, qalikê ku hatiye vegotine berheman ji hev diteqîne. Samancı di romanên xwe de bi hindir ve diçe, bi karekterên xwe li xwe vegeriyaye û ê hindir hêma dike. Di hişê karekteran da her tim aloziyek, kaosek diçe û tê. Ev stresa hindir piştî qederek vedigere şidetê, xiyal û arzûya şidetê pêk tê. Çiqas liberxwe bide jî şidet xwe dibin hiş de xurt û berpirsiyariya dawî jî hilbigirtiye ser xwe.

Ev çend wexte bi zanayî û sîstematîk li ser govend û zimane erîşên pîskolojîk pêk tînin. Derdora me hatiye dorpêçandin di destên serdestan de das û xizar ketine pey guliyên me û dixwazin pêlek ji daristanê nemîne. Çav sor, qemçik rast û li pey firseda lêdane ne. Lê piştî pratikên êrîşkarî; tevgirtin û reaksîyonên ku hat dayîn têra xwe ne bes be jî gel li ber xwe girt. Ne ev du mehe desthilat û şîrekên wan bi şerê pîskolojîk rûyên xwe vegerandine çand û zimanê kurdî. Geşbûnê dîbînin di destên wan de îstatîstik jî henin. Xwendin û nivîsandina kurdî dibînin. Êdî hişek xwenasîn û ji nifşên nû li hemberî wan henin. Ev nifş di hişê xwe de meseleyê çareser kiriye: Azadî û serbestbûn e. Dezdeg û saziyên gel jî bi ruhek seferberî agirê ku dibin kurdî da dadane bêhtir har dike. Em jê kêm nemînin û wisa bejin: Xelasbûn û serbestbûna gel di “har” kirinê de xwe veşartiye. Ev nifşê zîrek yan jî serdema ku em vêga tê da dijîn bi hişek netewperwerî tevdigere. Xetên sor êdî diyarin. Tirsa serdest bêguman ev e. Bi kuştinê em naqelîn, di heps û zindanan da serî nehatiye tewandin. Li ser her cure yên jiyanê Vegera Malê her ku diçe zêde dibe û ev tevgirtin bi hêz û bibingehe. Çend ro berê maîlek ji nivîskarek hatibû û xwediyê maîla bi gotinên Voltaireyê li peyama xwe dawî anîbû, “em baxçeyê xwe hêşîn/şîn bikin.” Belê Suzan Samancı bo baxçeye edebiyata xwe û zimane we geş bike gul û sosinan bi peyv û hevokên xwe şen û şîn dike. Baxçeya me roj bi roj hêşîn dibe, reng bi reng şa û mezin dibe. Pergalîstên serdestan vê yekê dibînin, hîsdikin. Di dawiyê de serdest encamek jî dixwaze di dest da "me çi xelaskir" yan jî "me çi qas wan paş ve xist". Nêrîn û nêzikatî ev e. Moral û motîvasyona ku geş bûye û vegera ku bi ber malê ve tê meşandin dixwazin qut bikin, paş ve bixin.

Emê li ser romana “Payîz an jî Ziyab”ê bi helwesta wiya hindirî ve binêrin û binirxînin. Çaxê behsa payîzê tê kirin bêşik helbestkarên me yî nemir Generale Payîzê xwe dide pêş. Helbestkar bi payîzê re bûbû yekwucud, ka em bi risteyên wî silavek jê re bişînin; “Payîza min birîn e û herdemî ye…” Payîza Samancı jî ji birîn û hesabê pêk tê. Berhemên nivîskar çi bi kurdî çi bi tirkî yekane bêhna ku ji naverokê tê hesab û kîsab e. Ev hesab bi şiklek çawa xwe di wêjeya nivîskar de bicih kiriye? Di destpêke de hesab-pirsîna li hemberî jiyanê û taybetî erk/bav/patrîarkalê re hesabek rû dide. Lehengên nivîskar jin in. Jinên ku dibin nêrîna patrîarkalê da hebûna xwe kişf dikin û piştî kişfkirinê parastin, hesab dayîn û dîtin jî pê re tê. Nivîskar berhema xwe de kaya kevn li ba dike.

“Min bavê xwe yê xwînmij bi destê xwe kuşt, nepixandina dilê min daket! Ji nû ve, ji dayik bûm!”[r.87]. Jinên bindest û sirgunî li welatên xerîb di nav çandek cuda da lêgerîna hebûna xwe, hesreta welat û her wext bi dudilî jiyanek li hemberî wan hatiye asê kirin. Li hemberî xwestek û arzûyên hatine kişfkirin bi tevgirtina erk/bavê tê destnîşankirin; “min agahî da malê, dema bi diya xwe re axifîm, dengê bavê min ê serxweş dihat; ‘Ez ê werim kîjan destûrnameyê? Tu dibe qey ji min re parêzgerî û bijîşkî xwendiyê!’ Wê gavê mîna xencerek li min bikeve, min xwest bigirîm lê nikarîbûm bigîriyam jî. Dengê diya min a reben hat, lavayî dikir digot em herin lê bavê min ê şîrherimandî digot; ‘de rûne di ciyê xwe de, pîrejinê, ka tu çi fêhm dikî ji destûrnameyê!’ ”[r.77].

Paragrafa ku me ji romanê xwend gelek nimûneyên bi vî rengî henin. Karaktera romanê yê sereke mamosteyek wêjeye yê. Bi xwendin xwe kişf dike. Hêmakirinên wek pirtûkxane, pirtûk û xwendin, xwe kişfkirin lixwe vegerandine dide me. Payîz an jî Zîyab romanek “sêgoşe”ye: Bav, dê û lehenga me ya jin Payîz. Lê em dikarin goşeyek jî li ser zêde bikin ew jî sîstema ku li hemberî jinê tûj û tûnd. Bav û pergala li ser jinê ku koletiyê ferz dike. Li hemberî we dê û keça wê ya Payîzê rewşa ku di hindir de ba û firtoneye bilind dike û dilerîzîne bi vegotinek nerm hatiye ser ziman. Simone de Beauvoîr di heypevinekê xwe de dibêje; “ez viya dibêjim: azadiyek makul, qadek bo tenêtiye dibe ku were parastin. Bo xiyalkirine, bo xwendine, bo muzîkê guhdarkirine, bo hizrkirine/fikirandine, kin û kurmancî ji bo çi dibe bila bive.”

Belê lehenga romanê me jî bo tenêbûna xwe cihek digere ev cih jî rûpelên pirtûkan in. Mamosteyê edebiyatê ji xwe re odeyek aîde xwe daxwaz dike. “Rûçika diya min a bikeder, dilê min peritand! Min diranê xwe sîqand û pêçiya xwe ya nîşandekê hejand: ‘li min binere bavê xapînok ê xwînxwar, ez bi qedera diya xwe re bijîm jî tu li ser qedera me hikumdariyê bikî jî êdî ew dewran çû. Tu û yên wekî te nikarin dengê min qut bikin. Bavê ku jina xwe dike binê piyên xwe, wê qîzên xwe jî bike binê piyên xwe.’ Dengê min di nava şeva lacîwerdî de wekî şirûbek herikî û bêdengî, wekî dêwekî lebitî. Hatim ber bavê xwe û sekinîm, min xwest dest bikim qirikê, serê wî li dîwaran bixim û bibêjim (…)” [r.31]. Rewşa lehengê di vê paragrafa kin de xwe daye zanîn, li hemberî hêmeya bavê re ji pergela paşverû re peyam dişîne.

Usluba romanê xweser e. Ziman aîdê nivîskar e, xwe neşidandiye. Destê xwe xweş gerandiye. Jixwebawer e; usluba romanê hin ciyan de zêde bi rihe helbestî tevdigere, jixwe em zanîn nivîskar destpêka xwe ya edebiyatê bi helbestê daye destpêkirin. Mekanên ku hatine pênasekirin yanî taswîrên wê kêm in. Belê romanek li ser esasê derûnî ve hatiye honandin. Bi rêya monologan karektera sereke xwe ba dike li ser bajarê ku xwe tê da dibîne. Ev bajar bêşik kolanên Amedê ne. Bi îmgeyan hal û rewşa bajarê xwe bi dengek nizm daye behskirine. Leheng her wext nebe jî gelek caran bi ber dîroka nêz ve dîreksiyona xwe diqelîbîne. Hêmanên mîtolojîk jî kêm caran serî nîşan dide. Atmosfera romanê derûnî ye, derûniyek li ser hesab pirsînê xwe gihiştandiye serî. Serdema romanê û serîlêdana dîroka nêz xwîneran dibe serdema kontrayan û serkûjan. Desthilatên ku bajarek kurdan çawa ji hev perçe perçe kirin û li ser civakê û ferdên wî tiştek çawa derxistiye meydanê nivîskar daye nasîn. Samancı rewşa jinên welat daye vegotinê: hêvî, hêrs, serbestbûn û rêwitiya bi ber azadiyê ve tê meşandin bi êş û zehmetiyên xwe, eriş û tevgirtinên tinêhesibandinê, hebûn û xwebûn… Ezê nivîsa xwe ji pirtûka Xelîl Cîbran bi navê “Kum û kef”ê dawî bikim; “heqîqeta merivek/yekê din, tişte ku ji te re hatiye eşkerekirin nîne, heqîqet ew ê ku ji te re nehatiye eşkerekirin.”

Lehenga romanê Payîz ji me re behsa çi nekir? Kîjan heqîqetê veşart di hêman kirina hevokan de? Ewê herkes ji xwe re tiştek veşartokî derxe. Samancı bi romanên xwe ye kurdî her ku diçe bar lêgiran dibe yan jî bar lixwegiran dike. Samancı bi romanên xwe li hemberi tinekirina ziman û hebûnê bersivek bi vegera malê ve xemilandiye.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.