Pênc formên zordariyê yên Iris M. Youngê
Zordarî di civakan de xwe bi şideta sîstematîk ve li hûrgelan jî rû dide. Êrîşên fîzîkî û psîkolojîk, li endamên komên bindest, bi armanca xirabkirin, ruxandin û rezîlkirina wan têne kirin.
Rahmet Yelken
DUVAR- Li welatên senayisazî yên rojavayî û li dorhêla wan ji zûde ye tiştek di zanist û siyasetê de dihê dîtin, ku ew di heman qadan de tenê di bin navê "têkoşîna ji bo hevqebûlkirinê" an jî, di van demên paşîn de, "siyaseta nasnameyan" (identity politics) derbas dibe. Bi wan re dibe mesele ku gelo kîjan faktor hin mafên cûda bidin hin koman, û ta kîjan radeyê cûdahiyên civakî û siyasî yên ku di civakan de bi avakî hene, divê xwediyê baldariya cihêreng bin û di encamê de, bi rengê civakî û siyasî werin nas kirin. Ev bipirranî di nav çepgiran û lîberalan de tê niqaşkirin. Di nav wan de jî dijberên vê fikrê di kategoriyên kevn ên sinifan de israr dikin û dixwazin xetên şikestinê di civakan de bi rêya teoriya sinifan polîtîze bikin, yên din, yanî terefgir, "siyaseta ciyawaziyê" (politics of difference) tercîh dikin, dibêjin siyaset bila bo sebebbûna, û ev meqseda ya her du aliyan e, mielemekirina heqaniyetî ya hemû endamên civakê ne tenê cûdahiyên sinifî berçav bike, bila cinsiyetê, nijadê, sinifê, eslê û hwd. jî berçavan bigire.
Belê, her du alî jî dozdarê rizgarî û adeletê di civakan de ne, (yan jî xwe wusa dixapînin) lê yek dixwaze bi mantiqek ji nû ve belavkirinê ya hesilên aborî rê bigire, yê din îddîa dike ku rizgarkirin û serbixwekirina ferdî û adeleta civakî ne tenê girêdayî fakorên aborî ye, çima ku, ev baweriya wan e, zordarî ji vê şêweya belavkirina aborî derdikeve, û ji ber vê, lêgerîna li adelat û serbixweyiyê derveyê vê mantiqa klasîk a belavkirinê were kirin.
Yek ji temsîlkarên girîngtirîn yê vê tezê siyaseta ciyawaziyê siyasetnasa amerîkî Iris Young e, ew a ku çend sal berê ji nav me bar kir. Analîza sedemê ya zordariyê ku ew di kitêba xweya bi navê “Justice and the Politics of Difference” pêk tîne, qe nebe di kalîta xwe de, awireke tûj davêje zordariya li ser hindikahiyan di civakan de. Rastiya ku zordarî pê ve dikare li derveyî mekanîzmên klasîk ên ku çep dihesibînin jî çê bibe ne nû ye; wusa jî lomeyên ku li çepgiran têne kirin jî ne nû ne, xisûsî jî di nav me de. Belê, jidiliya ku Iris Young û temsîlkarên din ên “siyaseta cûdahiyê” pê ve analîzên xwe pêş dixin, wan li salên dawîn bû sedema derketina teoriyek a ku dikare li ser pirsgirêka rizgariya hûrgelan, ji her tebeqeyê (hindikahiyên civakî û etnîkî), bi teoriya çepgirî ya klasîk ve reqabetê bike. Niha, ew teorî li gelekî bizavên civakî li cîhana rojavayî û dorhêla wê cazîb tê û xuya ye ku ewê di pêşerojê de jî were, çima ku pê re avahiya civakî ya nû li cîhana rojavayî baştir dikare were famkirin û wisan jî li dor hin mijaran seferberiyek civakî ya fireh dikare were birêxistin.
Fikra Youngê ew e ku hemû komên bindest xwediyê yek taybetmendiyek hevpar in. Firsendên ku endamên van koman bi wan ve karînên xwe pêşve bixin an jî raman û hestên xwe bi azadî pêşve bibin pirr kêm heta qet tune ne. Ji xeynî vê taybetmendiyê, şertên hevpar ên ku ji bo hemû koman derbasdar bin tune ne. Gava ku wiha be, gelo ew xitimandina pêşveketinê ya komên bindest bi kîjan mekanîzman tê pêşvebirin û tecrûbeyên komanî û ferdî yên wan çawa dikarin di sedemtiya xwe de werin destnîşan kirin? Young bixwe pênc heb forman rêz dike, yên ku li gorî wê sedemên zordarîkirina siyasî û civakî ya li komên bindest (ên ku dibin hedefa zordariyê) in.
1. Kedmêjî
Di civakê de kedmêjî heye, loma ku tê de hesila karê komeke ji mirovan derbasî hesabê komeke din dibe. Em dikarin ji wê re îstîsmara kedê jî bibêjin, çima ku barê kar, xerckirina enerjiyê ya komekê her tim bi kêrî koma din tê, ew a ku pê re avahiyên desthilatiyê yên ku civakê di jixwe hene, cardin di xwe de ji nû ve diafirîne. Ev îstîsmar ji rûyê normên pênasiyê yên di civakê de dertê holê. Ew in ku qerar dikin kî ji bo kê çi dike û kar çawa tê qerebû kirin. Mînakek baş-eşkerekirî ya vê îstîsmarê di civakê de ev e ku hesila karê jinan gellek caran li hesabê mêran tê nivîsandin; meslek hene yên bi navê “meslekê jinan”, wekî hemşîretî ye, ji bo wan di civakê de xweziyek aligirî heye ku di wan de tenê jin kar bikin, an jî bi heman awayî hin meslek jî hene li ser pişta komên diyarkirî yên etnîkî an nijadî dimeşin. Bi dabeşbûna bazara kar ve bazarek îstîsmarê ya hesilan, çiraxtiyê û kesên bê meslek çê dibe, ku ew hemû bi pênasiya xwe ve wek yarmetîderî û xizmetkerî û kêm-meaşî tên hesibandin. Bi wan ve meriv dikare bibîne ku modela safî ya belavkirina mal û milk tenê nikare îstîsmara kedê di civakan de îzah bike, ji ber ku şert û mercên avahî û sazûmanî û kulturî jî li vir rêgir in.
2. Marjînalîzekirin
Marjînal ji kesên ku ji sîsteman, bi taybetî sîstemên sosyal û siyasî, ve têne vederkirin, an ji wan ve li derve têne hîştin, re tê gotin, prosesên vê vederkirin û lidervehîştinê yên marjînalîzekirinê (marjînalîzasyonê) ne. Ji bo wan gellek sebeb hebin jî, pirrî caran em dibînin ku ev bizêdeyî tê serê kesên ji komên kemjimarî yên etnîkî an dînî, endamên hin nijadan, kesên kal û pîr, dayikên bi tenê, seqetan, ên ku bêkarin an jî karên xwe wenda kirine, ciwanên ku ji xwe re karek nabinin û hwd.. Marjînalîzekirina bi vî rengê jî zordariyek pir xeternak e, lewra pê re ew kes ji jiyana civakî dûr dihên hîştin û ew jî tunebûna madî di jiyana wan de encam dide. Du heb kategoriyên avahî (yên ku heta bê avahiyên aboriyê tê) yên marjînalîzasyonê hene: bi ya yekem re alîkariyên xêrûbêrê dixwazin serî derkevin û wê di civakê de kêmînin, lê dibê ku çalakiyên wan tesîreke ters bidin û ew kesên mihtac bi domdarî bendewariyê wan bikin. Wê çaxê li vir jî potensiyala rizgariyê û serbixwebûnê li cem wan kût dibe, çima ku ew bi rêya bendewariya li xêrûbêrê, ger ku ew di wê sîstemê de zêde man, ew pê re di aliyê wan (rizgarbûn û serbixwebûn) de pasîf dibin. Ya duyem jî dişibe ser ya yekem, bi wê ve, ji kesên marjînalîzekirî re fersend namînin ku ew pê ve sen’et û hunerên xwe bi awayekî di civakê de bi rûmetê pêşve bixin.
3. Bêhêzitî
Sedemeke zordariyê jî hêza siyasî yan sosyal di civakê de ye. Kesên endamê komên ku li jor behsa wan hatî kirin, gellekî caran di mijara hin biryarên bingehîn de, rasterast beşdarî prosesên biryargirtinê nabin, û mecbûr dimînin ku serî ji fermanên hiyerarşîk re daynin. Mirovên bê hêz neçar in ku guh li fermanan bigirin û kêm caran an jî qet caran nikarin bi xwe fermanan bidin. Berevajiyê vê dê "rêzgirtin" be; mirovên ku bixweber têne şopandin, seba ku ew bi cil û berg, bi zewqa xwe yan tevgera xwe dikevin nav "normên" civakî. Lê ew hurmet û rêz ji bo ked û karên ên bêhêzan nayê ravekirin. Li mirovên bê hêz kêm fersendên pêşkeftin û meşandinê hene, xweseriya wan a xebatê tune û karê ku ew dikin ji wan re rêzgirtinê û hurmetê naxwaze û nayne.
4. Emperyalîzma kulturî
Di konstelasyonan civakî de dibe ku kulturek ji yek a din bihêzdar û loma jî desthilatdar be, û pê re jî norm û nirxên civakî ji wê kulturê werin peydakirin. Eger ku nirxên ji wê kulturê di civakekê de perspektîfa taybet a komên din di derheqê heman mijaran de nedîtbar û pê re jî wan qalib û mîna kesên "cihêreng" nîşan bikin, dibe ku meriv qala emperyalîzma kulturî bike. Ev li ba endamên çanda tepisandî de, hişmediyek duqat diafirîne, qatek ji kultura serdest û yek jî ji ya wan a bindest. Wusa ew dest pê dikin xwe tenê ji derveyî bibînin an jî xwe ji derve de pêdinasin.
5. Şidet
Zordarî di civakan de xwe bi şideta sîstematîk ve li hûrgelan jî rû dide. Êrîşên fîzîkî û psîkolojîkî li endamên komên bindest, bi armanca xirabkirin û ruxandin û şermkirina (rezîlkirina) wan, têne kirin. Ka em li vir gotina Benjamîn ji bîr bînin, gava ku dijmin qezenc kir, miriyên meriv jî li Gimgim û Cizîrê ji destê wan de emîn nîn in. Îcar Young li vir îddîa nake ku çalakî yan kiryariyên ferdî ji bo famkirina vê sîstema şideta têr in, ne, ew dixwaze wan çalakiyan jî di konteksta sîstema zordariyê de ronî bike. Bi rastî ji, li gorî wê ew kiryarên ferdî wusa zêde girîng nîn in. Eger ku girîntiyek wan hebe, jî ew e ku meriv dikare bi rêya wan, çerçoveya zordariya civakî, ya ku van kiryaran dorpêç û gengaz û carinan jî wan qebûldar dike, bibîne. Zanîna ku bindest neçar in pê ve bijîn, a ku îhtimala zirar û şidetê di wan de timûtim zindî dihêle, wan bê qidûm û bê enerjî û bê hêz dike. Di wan de psîkolojiya qurbantiyê çê dibe, pê re jî jêbirina rûmet û azadiyê ya ferdî yan jî ya ku bi nasnemaya wan a komî ve girêdayî ye. Ev paşxaneya psîkolojîk, li kiryarên ferdî yên zordestiyê tê zêdekirin. Ew karekterê şideta sîstematîk xwe bi taybetî di bûyeran de nîşanê me dide, gava ku kes ji hin koman, tenê ji ber ku ew endamên komekêne rastî şidetê tên. Şideta bi wî rengê ya zordariyê zor bi zor dikare bêyî radestkirin û têgeha belavker a ku zordestî bi kiryarên ferdî ve bi dest dixe, behsa wê paşxaneya psîkolojîk û sîstematîk nagire nav teoriya xwe. Lê li gorî Youngê reformên çêtirkirî tenê dikarin werin bidestxistin, eger guherînên ku wan hedef dikin, têgihiştina kulturî hêlînin nav refleksiyonên xwe yên li ser zordariyê û zordestkirinê ne.