Puşkîn: Peyva 'kurd' çima hat sansurkirin?

Rewşenbîr û çepgiriya tirkan jî heta ber derê kurda ye. Çepgirên tirk - ji sedî heştê - di esasê xwe de pişta xwe spartine nasyonalîzmê.

Abone ol

Çaxê navê Puşkîn seh dikim, bi taybetî tiştê ku ewil di hişê min da xwe diyar dike “duelo”ya wî ye. Gelek caran min vê dueloyê jî xiyal kiriye. Hewayek gewr-reş, berdestê êvarê, heta çok botên çerm, şewqeyek ji fransiyan û cotek çavên wêrek. Bi rastî jî naskirina destpêkê ji berhemên şa’r zêdetir wêrekbûna wî bala min kişandiye. Piştre helbestên şa’r me xwend, di serî de ruhê ciwaniya qure û bi redkirina bêmane me digo “ev jî helbest in?”. Lê çi bi xwendina serdevkî çi niqut bi niqut her riste me derxist li ser rêya evînek hindabûyî. Şa’r helbestên xwe bi fîstanê hesretê pêçaye, evîna ku tenê êşê hêma dike bi zimanê rojane derxist jor e. Melonkolîk û xiyalperest bû. Romantîk û sade bû. Bi qas romantîkbûna xwe ew qas jî pişta berhemên xwe spartibû folklora gelê xwe. Jixwe Puşkîn helbesta klasik a qaydeperest serûbin kir bi zimanê xwe yê rojane. Edebiyat bi xerekirinek jixwe bawer destpê dike. Bi wêrekî û hiş î didome. Çaxê şa’r bi zimanê rojane nivîsî û di kovaran de hat weşandin; rexnegirên wê dewrê bi tinazî û wek “pêkanokî” dan ber rexneyan. Lê nivîskar li ser rêya xwe veneqetî û bi ser va jî meşiya.

RASTIYA GELÊ XWE BI USLUBEK LÎRÎK WEŞAND

Dengê ku afîrand di valahiya hunerê da olan da, her tim di nav gerdûna hiş da bi riste û berhemên xwe yê rastnivîs pirsan ava kir. Rastiya gelê xwe bi uslubek lîrîk weşand. Gel, Puşkîn xwend jê fem kir. Bi her hevok û risteyên xwe ket dilê civaka xwe. Ne tenê trajediya gel û civakê hêma kir, çand û di edebiyata ûris da deriyê rasteqînê vekir. Bi romantîzma fransiyan jî lîrîzma xwe bilind kir û danî pêşiya xwîneran. Rêber bû, leşker bû, maceraperst bû û şervanek ji dil bû. Gogol, “Puşkîn, buyerek harikuladeye” dibê û Dostoyevskî li ser zêde dike; “Puşkîn, ewliyayek ji me re xeberên pêşaroje aniye.” Emê li ser helbestên Puşkîn neseknin, hûn baş zanin ku par li ser berhema Puşkîn bi navê “Erzurum’a Yolculuk”ê da bi destê şa’rê tirk Behramoğlu peyva “Kurd” hatibû sansur kirin. Emê hem li ser sansura wêjekarên serdestan biseknin hem jî bi Puşkîn re derkevin rêwitiye.

Puşkîn sala 1814an da helbesta xwe ya ewil bi navê “ji dostê helbestkar re” dinivîse. Bîst û çar saliya xwe de tê surgunkirin. Tenê helbestan nenivîsî li pişt xwe berhemên giranbaha hişt û direksiyona Wêjeya Ûris bervî rojaneyê va kişand.  

Berhema helbestkar “Erzurum’a Yolculuk” ji bîraninan, seyahet/gerê û çavderî pêk hatiye. Sala 1961an da pêşî bi destê Zeki Baştımar tê wergêrandin. Dû re Behramoğlu sala 1982an de berhemê werdigerîne. Her du wergêrkar jî peyva “kurd” di berhemê de derbas dibe sansur kirine. Berhem ji sed rûpel pêk te, tiştê ku dîtiye, seh kiriye û leqayê buyerên ku jê re ecêp hatiye tomar kiriye. Vê berhema nivîskar bi usluba xwe ya helbestkî û teswirên xwe yê resen xwendinek herikbar e. Li gelek ciyan bi nêrina xwe ya objektîf û bi hûrbîniya xwe buyerên civakî-aborî û çandî jî dide destnîşan kirin.

Li ser sansura berhema Puşkîn, Fırat Sozeri li malpera Kurd Araştırmaları da wisa dibêje; “wergêrkarek dibe ku peyva Kurtinskiyê nizani be û wateya wî jî tê maneya kurd. Loma Zekî Baştimar dema ku metnê wergerand, dibe ku bi îmkanên wê rojê sansurek nîbe, bêhtir bi nezaniya wî ev tehrîfat çêbûbe.” Wek Sozeri jî diyar kir, dibe ku Baştimar nizanibe peyva Kurtînskî tê maneya kurd. Wergêra Behramoğlu jî di bin rejîma 12 Îlonê da hatiye wergêrandin. Meriv dikare wergêra ewil û heta dawiya salên nodî têxe nav nêrîna tirsê. Lê piştî 2000î çapên nû da dîsa ev sansura berdewam dike. Behramoğlu di esasê xwe de pergalîstek kemalîst e, netewperestek hişk e. Hêla huner û qada nivîskariyê de pergalîstên dij-kurdan û çanda wan serdestên çawa tevdigerin em baş zanin? Behramoğlu jî rola ku li xwe barkiriye ne ji pergalîstên sondxwarî dûr e.

RÊ DIYAR, ZIHNIYET EŞKERE YE, TEVGIRTIN LI ORTÊ YE

Behramoğlu dibê ez rêhevalê Dogu Perinçek im. Ji vê û şûn da meriv çi binivîse ewê li hafe bimîne. Rê diyar, zihniyet eşkere ye, tevgirtin li ortê ye. Dîsa par na perar li ser sansurek din, ji kelama Taner Talaş – Malpera Serbestiyetê- em hîn bûn ku sala 1957an de Almanê lêkolîner Ulla Johansenê bo pirtûka xwe-50 yıl önce Türkiye’de Yörüklerin Yayla Hayatı- pêşgotinek ji Yaşar Kemal dixwaze. Di pêşgotinaYaşar Kemal de “Alevi Kürt” derbas dibe. Wezerata Çandê jî destûre nade, dibê ev her du peyv bila were derxistin. Û bersiva Wezereta Çandê “etnisitenin olmasının imkânsızlığı” dibê. Ev hevoka kin her tiştî eşkere dike. Sal 1957an de em sansurê dibînin sal bûye 2019 hê jî sansur didome. Lê do ji îro çêtire çimkî êdî ti tiştek veşartî namîne. Vêga bo mesele baş bê fêm kirin paragrafê/bendê em bixweynin.

“Qehweya ewil min bi Kerimoglu re vexwar li bin konê îhtişam jê dibariya. Kerimoğlu her hal min kiribû ciyê bavê min. Ji wî rojê şûn da ne tehma wê qehweye ne jî bêhna wî min ti qehweyek da nedî. Paşiyê ji koçerên tirkmenan ji elewiyên kurdên Torosan qehweya dîbekê min vexwar. Tehma wî qehweyê min ti car nedî. Yan jî tehma û bêhna wî qehweye zaroktiya min bû…”[1].

Piştî vê bendê destnîşankirina Nazan Maksuyanê em bixweynin; “Di dîroka Tirkiyê de îdeolojiya nîjadperestiyê; ew ên ku ji dil diparêzin û qebûl dikin jî ji xwe re bi navê Türkçü, Turancı, Atsız tercîh dikirin û bi navê nîjadperestiye dixwestin xwe jê dûr dixin”[2].

ME HETA HEBÛNA XWE DA QEBÛLKIRIN, ME DÎROKEK DIN AVA NEKIR?

Vêga Behramoglu xwe wek çepgir dide nasîn, ji xwe re qilfa çepgiriyê çêkiriye. Rewşenbîr û çepgiriya tirkan jî heta ber derê kurda ye. Here çepgirên tirk –ji sedî heştê- di esasê xwe de pişta xwe spartine nasyonalîzmê. Her roj rûyên wan ê ku li pişt sloganên jihevketî veşartiye derdikeve ortê. Mîsal Behramoglu di pêşgotina pirtûke de 13/sêzdeh car peyva tirk bikaraniye. Lê di berhema Puşkîn da, ku Ataol wergêrandiye yekcar peyva kurd derbas dibe, jê re tehamul nekiriye. Piştî wergêra Baştımar şêst/60 sal dû re wergêra Ataol sî û şeş/36 sal paşiyê di çapa 10an de peyva kurd hatiye nivîsandin. Vêga em rastgir û seydayê wan ê mezin Necip Fazıl Kısakûrek der heqê kurdan de çi gotiye em bibîr bixin; “Êdî teqez hatiye îspat kirin ku, li Tirkiyê unsûrê kurd tineye. Ew ên ku ji xwe re ‘kurd’ diben û xwe wek nîjadek din dibînin di eslê xwe de ji eşîra oğuzên tirkan in. Bila ev baş bê zanin. Li Tirkiyê kî/ê dijî ew tirk e”[3].

Ji çepgirên wan heta rastgir û îslamperestên wan bo tinekirina gelê kurd bi hemû hêzên xwe, bi çar alî va erişan pêk anîn. Ger çand û dîroka gel were hindakirin biveneve ew gel jî ji ortê radibe. Li ser nîjadperestan û serdestan nivîskare Êmerikî û pêşdarê edebiyeta Afro-Êmerika Tonî Morrîson Zanîngeha Portlandê Navenda Xebata Reşikan de diaxive û wisa dibêje;

“Erkedariya nîjadperestiye, erkdariyek gelek girîng e, dîqatê xeradikin. We ji karên xwe dixin. Dixwazin sebeba hebûna we hûn her tim bidubare bikin û beyanan bidin. Yekî derdikeve û dibê zimane we tineye, hûn jî bo îspate bîst salên xwe didin. Yekî dibê şikle serê we xaromaro ye, zanyar jî bi xebatên xwe tiştek wisa tineye dibên û li ser dixebitin. Yekî derdikeve û dibêje hunera we tineye, hûn jî dest bi lêkolîne dikin. Ti hewcetiya wan tineye. Çimkî yekî diqede yên din destpêdike.”

Belê me heta hebûna xwe da qebûl kirin, me dîrokek din ava nekir? Dîroka berxwedanê ji nû va hat ava kirin. Li dijî devletên xurt û bêvicdan roj bi roj rojeva xwe diyar kir. Ket lê dîsa rabû şewitî dîsa zîl da. Di zindanan da hatin kuştin, hatin îşkence kirin, hatin surginkirin, di qetlîamda derbas bûn. Di rêya hebûna gelê xwe de hemû têkoşerên ferdên azadiyê li ber me rê û qadan vekirin. Mîrasa ku maye ne wisa bi hêsanî ma, bi wêrekî û ji xwe bawer hat roja me. Êdî rojeva ku nîjadperestan diyar dikin dibe ku em xwe jê xelas bikin û li ser karên xwe rojeva xwe diyar bikin û bidomînin.

Puşkîn havîna sala 1829an de ji Moskovayê diçe Tîflîsê, ji wir jî xwe li ser Qersê digîhijine Erziromê. Bêdestûra Çar I. Nîkolayê derdikeve rê. Çîmkî Puşkîn serhildêrên efserî yên Dekabrîstê re têkîliya Puşkîn eşkere bûye. Puşkîn di rê da gelek tişt tomar kiriye. Vegotina Puşkîn objektîf û ji belge-bîranînan pêk tê. Tiştê ku em dixweynin di bejinga hişê helbestkar da ketiye ser rûpelan. Bi îmgeyên xwe, bi dengê xwe yê resen berhema xwe neqiş kiriye. Bi Puşkîn re çiyayên ku ket me nediye ewê liber çavên me xwe nîşan bide, di nav deştên zer û hêşîn da emê bimeşin û dengê bayê zozan li guhê me bikeve, gund û navçeyên biçûk, konên li ber çeman hatiye dayîn yeko yeko emê derbas bikin. Di nav dengê topan de ewê denge ezdiyan û ermanan bê guhê me. Sed sal berê eskerên romî seriya jêdikirin û dişandin Stenbolê, li ser vê buyerê jî helbestkar qala serî jêkirinê dike;

“Nîzama leşkerên kazax xera bibû. Lê Basov li ser hespê xwe siwar bû û dîsa serkariyê kir deste xwe. Piştgirî jî di wextê xwe da gîhişti bû. Tirkan çaxê wiya fehm kir, seriyê leşkerê kazaxê bi bivirê jêkiribûn û gewdeya wî perçe perçe kiribûn. Tirk, ji nişkava ji ortê hinda bibûn. Seriyên ku jêdikirin dişandin Konstantînapolê/Stenbolê. Destê jêkirî dixistin nav xweynê û li ser alê pêlî dikirin.”

Puşkîn behsa ezdiyan dike û cara ewile ku leqayê ezdiyan dibe; “Artêşa me, di bin hikma me da Zakafkasya û dewerên ku me bidest xistibû gelên din jî hebûn. Di nav wan gelan de îdea ku ji şeytan re sitî danîne/dil berdane/qebûl kirine ezdî gelek bo min balkêş bû. Li quntara çiyayê Araratê/Agirî qasî sêsed malbat dijiyan. Vana hikma ûris qebûl kiribûn. Serokên wan mêrek bejin direj, kirêt bû, carcarna serokên wan pelerînek sor û şewqeya wiya reş bi serê xwe silav dida. Diçû ba fermandarê hemû siwariyan General Rayevskî.”

Puşkîn pirsa ku di hişê wî da ye, ji serokên êzdiyan dipirse û bersivek wisa seh dike; “Di esasê xwe de ji şeytan re serî dayîn tineye û tiştek wisa jî bînî tineye, got ji min re. Ew jî yekîtiya xwedê qebûl dikir. Lê erişen li ser şeytan jî qebûl nedikir. Li ser sînora dilovaniya xwedê kes nikare sînoran deyne, îro şeytan dibe ku bi xem be, lê sibe şeytan dibe ku bê êfûkirin. Ev bersiv bo min bes bû.”

Puşkîn divê da serdestbûna xwe eşkere dike. Ev serdestbûn jî ji ola wî tê. Qureye, ji dînê xwe bawer e û yekane dibîne. Puşkîn behsa jiyanên cuda û jiyankirinên koman jî dike. Kodên serdema çandî û civakî jî dide me;

“Do, min seriyek kona Kalmukê xist, ji kulavê spî û şivika damakirî hatibû amade kirin. Malbat bo taştê xwe amade dikir. Li ortê beroşek dikeliya; dûyê wî jî li orta konê da di qulek de derdiket. (…) Mezinê malê şivika titûne dirêjî min kir û li ser sifreya taştê rûnişt. Di beroşê da bi rûnê mêşinê çay dikeliya.”

PUŞKÎN TABLOYEK PASTORAL AVA KIRIYE

Puşkîn didomîne û bi veguhestina şa’r tevgirtina keçek hijdeh/18 salî em bixweynin; “Keçik kevçiya xwe dirêjî min kir. Min nexwest ku ez wê vegerînim. Diranê xwe min şidand û piçek min xwar. Gelê kî din tineye ku mitbexa wî ew qas nebaş be. Bo kurisandinê min tiştek xwest. Perçeyek goştê mehînê dan min. Şikir jî wiya re jî. Nazdariya keça Kalmukê çavê min tirsandibû. Bi lez û bez derketim, ev Kirkeliya beriyê min xwe dûr xist.”

Puşkîn tabloyek pastoral ava kiriye, bi firçeyên wênesazek teswîra xwe kiriye, heta hindir honandiye û neqiş kiriye. Ji jiyana rojaneyê bi kitekit behs kiriye. Ev vegotina kite bi kite xwîner acîs nake, tehma keyfxweşiye dide. Îroniya wî, hêrsa wî, tevgirtina wiya giranî, nêrina wiya li ser esasê dahûrînerê gelek deriyan vedike. Pevxistinek wisa bi hahoo yî em nabînin. Destpêk, xurt kirin navarokê û dawiya metnê jî bi ostetî bi hev re hatiye giredan. Ji peyvan dîmenên xwezayî, ji avahiyên kesran, qonaxan û xaniyan… Meyxenayên Gurcî û Ermanan, rêyên ku rê nadin, tonên hêşîniya dar û daristanan, çem û kanî, deşt û mêrgên bi bereket. Vêga ji pirtûke bendê ku min hilbijartiye em bixweynin:

“Tekerlek çend car di nav heriyê da ma, wek heriya Odesayê bû. Axirê me xwe gîhiştand deşta Voronejê ye ku kipkeskê. Bi lez û bez em meşiyan. (…) Daristan li pişt ma bû, li pêşiya me mêrgên gur vedibûn. Tepik her ku diçû pehn dibû. Çûkên ku di daristanên me da tine bû min li wir dît.”

Li ser rê pavyonan, meyxaneyan, cihên germav, bo betlanê malên cur bi cur… “Ji Georgiyevskê çaxê derbas bûm seriyek germavê xist. Guhartinên mezin çêbibûn. Berê hemamok ji bereqeyên tiroviro pêk dihat. (…) ava kelandî, ji qalikê darê yan jî bi şîşeyên şikestî me bikartianî. Vêga xanî û hemamokên gelek xweş ava kirine. Pir û pavyon çav tije dikirin.”

Rêya Leşkeriya Gurcî aboriya herêm li ser çi dimeşe em bixweynin; “Rêya Leşkeriya Gurcî ji Yekaterinogradê destpê dike. Rê Postaya Mezin da dawî dibe. Hesp ji vê dihat kirê kirin. Bo parastine jî ji kazaxan muhafizek peyayî û topek didan.”

Puşkîn li ber nivîsên wêneyan jî kelama xwe xetkêşên wî henin. Teswira xwe bi tenê li ser gotina venegotiye bi destxetên xwe jî dîmenan neqiş kiriye. Salên 1800 de nexweşina vebayê bi çavên nivîskar; “Ev goristan ji vebayê çend hezar kesên ku miribûn, mezelên wan bû. Li ser wan ji xweliya zehrê kulîlk zîl dabûn.” Uslub û metaforên şa’r tehma helbestê di rastnivîsên wî de dengeyek avakiriye. Li ser gura gura robarek de lotkeyek sivik û ji bingeha xwe bawer diherike. Puşkîn li ser tinekirina Çerkez an wisa dibêje; “Çerkez ji me nefret dikin.” Şa’r sedema nefreta Çerkezan wisa bi lêv dike; “Me ji deştên fireh û mezin wan derxistiye. Gund hatin şewitand eşiretên mezin yeko yeko ji ortê hatin rakirin. Ew jî her ku diçûn vedikişiyan kûrahiya çiyayan, ji wir di avêt ser leşkeran.”

Di berhemê da têkîliyên navbera devletan, şerê navxwe û suîqestan, jî kaosê û bûhrana aboriye jî di nav vegotinê da meriv dikare derxe. Li ser têkiliyên dîplomatîk heta pisepisên derdora kesran, di nav siyasetmedaran de û nav leşkeran de çi diqewime kêm zêde xwînerên wê serdeme seh dikirin. Me viya ji kû derxist? Ji serdema kovar û rojnemayan, ji quncik nivîsek, ji helbestek hermetîk û îfşayî, ji romanek erotik yan jî bi dengê karekterek tê seh kirin. Puşkîn çiqas bervî Bakur va nêz tê; çandek pêşketî dibîne û çavnêriyên xwe wisa aniye ser ziman;

“Em ketin Qersê. (…) Qedera nîv seatî di bin baranê da em sekiniyan. Axirê destûra derbasbûne dan. (…) Em li ber ji derva avahiyek berbat sekinîn; ev der hemam bû. Tirk derî xist. Li bin barana pêtî em di sekniyan ancax ti kes derî venedikir. Dawiyê li kelaka avahiye ji xaniyek ciwanê ermen derket. Bi tirk re xeberda paşiyê bi rûsî gelek baş û herikbar min dawetî hindir kir. (…) li odeyê jinek extiyar rûdinişt, ev jinik diya ciwan bû. Jinek hat ba min û destê min paçî kir. (…) Jina extiyar di demek kin de hunera mitbexe nişane min da, bi pîvaz goşte berxe pijand.”

Artêşa Osmaniyan li ber artêşa Ûris tarumar dibe, li pişt xwe hemû çek û topên xwe dihelin. Derbeyek wisa dixo ne pişt lê dimîne ne di çok da taqet. 27/bîst û heftê Hezîrane seat 18.00da ala ûris li kelaya Erziromê leqiya: “Tirkan, li ser xaniyan bêmade li me dinêrtin. Li kûçeyên teng Ermen bi xirecir kom dibûn. Sebiyen wan li peşiya hespên me baz didan û xaç derdixistin: Bang dikirin, Mesihî! Mesihî!”

Piştî ev bangkirine 86 sal paşiyê bi destê Osmaniyan û şîrekên wan qirkirina ermanan pêk anîn. Rêwitiya Puşkîn bo serdema xwe taybete, belge-bîranîn e û bo serî lêxistinê çavkaniyek xurte. Bi şewaza helbestkî berhema xwe honandiye, ji romantîzma teng û acîsiye hêvokên xwe dûr xistiye. Bi hûrbûna reng û teswira xwe da tabloyek ji xwezayê daniye ber me. Emê nivîsa xwe bi hêvoka ku tê da kurd derbas dibe bi dawî bikin. “Nîv seat paşiye ji Qersê em derketin. Artemî(navê ermenê min ev bû)di deste wî de Esnek Kürt kargısı[4] li pişt xençerek, li ser hespê fehl a tirkan bi çargavî behsa cengan dikir.”

Jêrenot:

[1] https://serbestiyet.com/haberler/turkiyenin-sansur-tarihinden-hic-aciga-cikmamis-bir-sahne-yasar-  kemalin-onsozu-alevi-kurt-olmaz-diyen-burokratlara-nasil-takildi-83436/  
[2] https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-165
[3] MTTB tarafından 1969 yılında yayımlanan “Anadolu’ya Bakış” isimli kitapçıktan
[4] Aleksandr Puşkin/Erzurum’a Yolculuk/Töz Yayınlar/Çv.Fırat Sözeri/2021