Redkirina kurdkujiyê
Em vê kurdîtiyê red dikin, vê kurdîtiya kurdkuj, otototolîter, otokolonyalîst û otoasîmîlasyonîst. Em her cûreyên kurdîtiya kurdkuj, despêkê di kesayeta xwe de red dikin û bi berdewamî li her derî.
Mizgîn Ronak Aydin
Kurdkujî çi ye gelo? An jî kurdkuj kî ye? Her çiqas dema em dibêjin kurdkuj, di rêza ewil da mijokdar bên bîra me jî, êdî awirên me zêde dûr naçin, wî bihêle carna li ser me bi xwe jî disekinin. Çilk û peşkên xwînê gihîştine her der û her kesî/ê. Heta ku mirov dikare bireve bila bireve û xwe ji berpirsiyarî û mesûliyetan bişo û sûc û kiryarên ên din, ên mezintir ku bi rastî jî wilo ne, îşaret bike; xilasî ne mumkun e, paqijî ne pêkan e.
Mînak; kî ji me karî bêxem û şerm, bê canêşî û sernizmî li wê keraseta ku li Bismilê rû da û bû sedema kuştina neh mirovên kurd binêre? Kî ji me karî xwe ji destê hest û zanîna; ez jî bi awayekî li wir bûm, ez jî di nav de bûm, lê min neda sekinandin, min nekarî bidim sekinandin, xelas bike? Jixwe ew peyva Sartre ya ku wek çirayek geş e û dibêje; ''Em hemî kujer-qatil in jî ji zanîn û hestek wanî tê.''
Lê eger ên ku xwestibin xwe ji wê hest û zanînê xelas bikin hebin jî oxira xêrê be ji wan re. Me ne wê xelasiya wan divê, ne jî dersa wan. Lew eger ku mirov kirde be û xwe kirde bibîne, dê pirsiyar û nêrînên wî/ê jî wilo bin, lê ku mirov wek kirde nejî û nenêre, dê tim berpirs û fermandar hebin û di demên wiha bi şewat de jî her tim “fermandar silo û xwarin çilo” (herhal kurdên ku bi vê gotina qedîm nizanibin tune ne?) be.
Kurd bû, kurdîtî bû, tevî teoriyên ''rizgarker'', tevî piranîperestî, ezperestî û malperestî yên peritî û îflaskirî bûn li wir; wilo bêruh û dirêjkirî! Kurd û kurdîtî bû wisa ji dinê û demê dûr, wisa belengaz û bêqîmet û bêrûmet û bêkesayet, li wir, li erdê, li ber lingên nizanim kê. Kurd û kurdîtî bû wisa belaş û kurmî û şermî û qedrêxwenezan û qedrêhevnezan û qurban. Kurd û kurdîtî bû li wir, deverûketî, serpiştêketî, li erdêketî ji her tiştên jiyandar û bilindker ketî. Yanî halê hazir ew wêne tenê ji me kêm bû, ew jî temam bû. Rola neyaran a sereke jixwe têra xwe tê zanîn û gotin, lê tam jî ji bo ku ew wilo ne, gere em wilo nebin, yanî hebûna wan rewş û şermê siviktir nake, lê hebûna wan, hebûna me berpirstir dike. Lew karê wan ew e û ew karê xwe dikin, lê em?
Name
Li wezareta aqil
Dermanê dînîtiyê nîn e welato
Em bi vê aqilê kêm
Bi kuxikê ketine
Kux-kux-kux!
Cîger perçe-perçe
Em bi werema tekrarê ketine welato
Kuxtekuxta me ji ber wê ye
Li navenda hesreta azadiyê
Derman nîn e ferman e
Kuxtekuxta me ye
Gelek caran em nizanin em kî ne
Ev der şoreş e welato
Baskên şikestî bi ser me de nebarîne
Hemwelatiyên çar welatan
Ên bêwelat in em welato
Û li xwe daneynî jî tu jî bêwelat î
Welat çî ye welato, ji ku ye, li ku ye
Em hemwelatiyên bêwelatiya te ne
Li ser çermê me
Darmaziya bêwariyê nexşandî ye
Tim şîn e
Bi ser me de nexwîne welato
Kulîlkên behîvan jî me nas nakin, çivîk jî
Mubtelayên jana te ne em welato
Ji me re dermanek bibîne
Li wezareta aqilê barbar
Darhirmê nîn e, hechecik nîn e
Êdî were ser hemdê xwe welato
Em bêwelatiya xopana dinê ne
Çawa ku di dema şevê ya herî tarî de elend-şefeq hil tê, divê ji bo vê kuxtekuxtê û jana zirav jî hil bê ne? Dê kurdîtî, biqasê hejmara kurdan redkirinên xwe, bi aweyê jîn û vîna xwe diyar bike. Mînak; em vê kurdîtiyê red dikin, vê kurdîtiya kurdkuj, otototolîter, otokolonyalîst û otoasîmîlasyonîst. Em her cûreyên kurdîtiya kurdkuj, despêkê di kesayeta xwe de red dikin û bi berdewamî li her derî. Ku welê nebe ne wata hebûnê dimîne, ne wata rewşenbîriyê, ne wata gotinê ne jî ya bêdengiyê. Ne tama nan û avê dimîne, ne ya helbest û dar û havîn û heyînê. Helbet dê redkirin, bibe despêka vejînek, demsalek din. Mirov ê karibin bi dilgeşî li rûyê xwe û hev binhêrin, dê ji ber cerg û mêlagên nêmgirtî, enfektebûyî nema bibe kuxtekuxta me. Ziman wiha ji sedbareya heman tiştan zengarî û lalik nebin. Lew di jiyana kirdeyî (sûbjeyî) de, her kes berpirs, her kes xwedî vîn e; kes nikaribe mohrên xwe yên reş û peritî li can û jiyana mirov bide û yekîtiya heqîqî ya kirdeyan e, ne ya koleyan.
Razan
Meriv bi sêvan re razê
Nabe sêv
Lê bi koleyan re razê
Dibe kole
Meriv bi werdekan re razê
Nabe werdek
Lê bi zordestan re razê
Dibe zordest
Meriv bi qertelan re razê
Nabe qertel
Lê bi yobazan re razê
Dibe yobaz
Ax xwezî meriv
Bi heyvê re raza
Û bibûya heyv
Wek ku wext hatiye êdî, lazim e em bi heyvê re razên. Bi bilindiya xwe jî li her derê bin, bi nizmiya roniya xwe jî. Bi serxwebûna xwe jî li her derê bin, bi dostaniya xwe ya ji fezaya li derdora xwe jî.
Wek ku wexta kurdîtiya heyvînî hatiye ne? Her kurdek heyvek, her heyvek xwebûnek, her xwebûn dil û canê welatek.