Reşîdê Kurd li Rewanê (1966)

Dema mirov vê nivîsa Egîtê Xudo bi baldarî dixwîne, mirov di nav rêzên nivîsê de rastî şopên vê tirs û xofê tê. Vê yekê wek mînak di hevdudîtina Reşîd û Egît ligel kurdekî bi navê Ahmed de jî dibîne.

Abone ol

Reşîdê Kurd (1910-1968) yek ji wan helbestvanên kurd e ku di jiyana xwe de gelek eziyet, îşkence, zordestî û tengasî dîtine. Herweha wek siyasetmedarî kurd hatiye nasîn. Berî demekê di hin çavkaniyên kurdên Sovyeta berê de ez rastî çend nivîs û wêneyên Reşîdê Kurd hatim ku li Ermenîstanê hatine weşandin. Di nav van çavkaniyan de nivîseke ku di derbarê wî di sala 1990î de belav bûye, gelek bala min kişand. Nivîs ji aliyê Egîtê Xudo de hatiye nivîsîn û di rojnameya Rêya Teze de jî derketiye.

Hevkarê rojnameyê nivîskar Egîtê Xudo birayê dîrokzan Şekroyê Xudo ye. Ev nivîsa Egîtê Xudo di esasê xwe de ji bîranînên wî pêk tên, ew li vir qala wan rojên sala 1966an dike ku wî li Rewanê ligel Reşîdê Kurd derbas kiriye.[1] Di nivîsê de navê wî her bi forma “Reşîd Kurd” hatiye nivîsîn. Em ji nivîsê fêr dibin ku Reşîdê Kurd wek mêvanê Partiya Komunîstên Ermenîstanê hatiye Rewanê, qasî du hefteyan li wir maye. Dema li Rewanê maye, ji bo wî bigerînin, partiyê Egîtê Xudo wek rêber û alîkar jê re nîşan daye. Egîtê Xudo piştî 24 salan vedigere rojên bihurî û van bîranînên xwe bi nivîskî di sala 1990î de di Rêya Teze de belav dike.[2] Piştî ku tevgerên “daçêkirin”ê (prestroyka) û “eşkereti”yê (glasnost) çawa tê zanîn serbestî û rehetîke mezin di warê azadiya xweîfadekirinê de li Sovyetê pêk tê.[3] Di van salan de êdî herkesî dest pê kir dîtinên xwe bi vekirî diyar kirin. Mirov vê yekê di vê nivîsa Egîtê Xudo ya di derbarê vî kurdê ji Kurdistanê de jî dibîne.

Rêza rûniştî, ji çepê: Mîroyê Esed, Reşîdê Kurd, Ofêlya.., Egîtê Xudo. Rêza paş, ji çepê: Tîtal Mûradov, Karlênê Çaçan, G. Harûtyûnyan, Qaçaxê Mirad, Svêtlana Bayloz, Elîyê Ebdilrehman û Emerîkê Serdar.

‘BEXTÎYARIM, BEXTÎYARIM ÇIMKÎ EZ PROLÊTARIM’

Egîtê Xudo dibêje ku ev mêvantiya Reşîdê Kurd di nav mercên veşartî (dizîka) derbas bûye. Wan nikaribûye zêde herkesî bibînin û li herderê bigerin. Mirov van gazin û lomeyan di nameke Reşîdê Kurd de jî dibîne ku wî piştî vegera xwe ji Egîtê Xudo re şandiye. Dema mirov vê nivîsa Egîtê Xudo bi baldarî dixwîne, mirov di nav rêzên nivîsê de rastî şopên vê tirs û xofê tê. Vê yekê wek mînak di hevdudîtina Reşîd û Egît ligel kurdekî bi navê Ahmed de jî dibîne. Dema Reşîdê Kurd li Rewanê maye, ronakbîr, nivîskar û kurdzanên navdar dîtine. Çend wêneyên ku em li jêr diweşînin şahidê van hevdudîtinan in. Di wêneyekî ku di lokala rojnameya Rêya Teze de hatiye kişandin, em wî bi berpirsê rojnameyê Mîroyê Esed û komek hevkarê rojnameyê dibînin. Vê demê du helbestên Reşîdê Kurd jî di hejmareke Rêya Teze de hatine weşandin: “Bextîyarim, Rêya Azadan”.[4] Li jora helbestan vê nota rojnameyê cîh girtiye: “Em îro gazêta xweda çend şiêrêd nivîskarê Sûryaêyî kurdayî progresîv Reşîdê Kurd neşir dikin”. Egîto Xudo navê nivîsa xwe ya ku me li jorê qala wê kir jî daniye: “Bextîyarim, bextîyarim çimkî ez prolêtarim”. Li jêr me hemû tekstê nivîsa Egîtê Xudo bêî ku têkilî kurdiya wê bibin latînîze kir bona xwendevan naveroka van bîranînan tam bizanibe.

Ji çepê: Reşîdê Kurd û Egîtê Xudo

Ev herdu xet ji şiêreke şaîrê Sûrîaêyî kurd, şerkarekî bona azayî û serbestiya cimaeta xwe Reşîd Kurdin, ku sala 1966- a mêvanê Rêspûblîka Ermenîstanê bû.

Payîz bû, payîza Ermenîstanêye bedewe têre- tijî. Kommerkezîya PKE spartine min, wekî du heftîa rêberîya şaîr û komunîstê kurd bikim. Ermenîstanê û wê para cimaeta mera bikme nas, ku wargêd respûblîkaêye başqe başqeda dijî.

Kî bû Reşîd Kurd? Çawa ku ewî şiêra xweda nvîsîye, rastîyê jî prolêtar bû. Bona şerkariya xweye polîtîkîêye aktîv çendik çend sala kela û zindanêd Sûrîaêda hatibû zêrandinê. Bi gotina wî, jin û zarê wî halê tunebûnêda bûne. Ew bi hîvîkirina Partîya Komûnîstîêye Sûrîaê hatibû Ermenîstanê. “Min zûva dixwest bihatama Ermenîstanê,- ewî minra got, - Cimaeta meye li vir bidîta...”

Nizam çima hatina Reşîd Kurd dizîva xwey dikirin spartibûne min bi serî xwe wî nebme hemû cîya. Programa gera meye herroje hazir didane me û ji wê programê der em nikaribûn cîê mayînda biçûna.  Ew bi emrjîyîna xwe bnelîêd respûblîkaê, tebîyeta  wê heyr-hijmekar mabû. Pirs- pirsiyar dikir, dixwast hemû tiştî bizanbe, ji gerê têr nedibû.

Reşîd Kurd merivekî dûrdîtî bû, xweyê zanebûnêd dewlemend. Bi kurmancîke delal û dewlemend xeberdida, nenihêrî salê emrê wîye pir (ew wî çaxî deve devî 60 salî bû) egin diçû, dihat. Xweyê kûltûra blind bû, pizka ser zimanê wî cimaeta wî, şerkariya wê bû ku wan sala li Iraqê gumreh pêşda diçû. Hesreta wî ew bû rastî bnelîêd resbûblîkaêye kurmanca bê, wanra qseke. Deba xwe, rabûn- rûniştindanê xweda merivekî sade bû, tarîxa cimaeta xwe, erf- edetê wê, zargotina wê rind zanibû. Wexta rasthatina tevî întelîgênsîa Erêvanêye kurd ewî derheqa pirsêd şerkariya cimaeta kurdaye mletîê- azadarîêda dirêj xeberda. Wextê gilî hat ser pirsêd dîn û hebandinê, ewî got: “Ax, wî dînî...Eger dixwazin bizanibin kurdê lape sofî û temiz kurdê êzdîne, wana hebandina meye mletîêye pêşin temiz xweykirine:-em ji wana qetîyane û me bi destî zorê dînê musulmanîê qebûl kiriye...”

Du helbestên Reşîdê Kurd (Rêya Teze, 27/10 1966)

Rojekê bi programê em gotî biçûna Kanakerê, mal- mûzêa Xaçatûr Abovyan. Berî çûyînê min kekê Reşîdra şirovekir kêye Abovyan, derheqa cimaeta meda çi nvîsîye. Ew bi xeysetê xweva merivekî usa bû, wekî derheqa her tiştî û hemû kesîda dixwest hûrgilî bizanibe. Wexte min jêra şirovekir, wekî ronayîdarê ermenîya Xaçatûr Abovyan derheqa cimaeta me, deb, rabûn- rûniştina wêda gelekî nvîsîye, bêsebir bûbû, dixwest gavekê zû mal- mûzêa wî bibîne. Lê telebextra, ew yek mera li hev nehat, çimkî em gîhiştine cî, elametî ser derê mal- mûzeê xistibûn, wekî rûê tezekirina avayîda mûze wedelî naxebite. Me avtomaşîna xwe îdî paşta şandibû, avtoajora gotibû, wekî sehetekê şunda bê, me bibe.

-  Em çi bikin, kekê Reşîd? - Min jê pirsî.

-  Emê çi bikin...Dha rinde em nav Kanakerê bigerin, dîna xwe bidne wan cîya, li ku Abovyan gerîaye, zarotî û cahiltiya xwe derbaskiriye...

Em kûçeke Kanakerêye tengra hildikşiyane jorê. Min hew nihêrî Reşîd Kurd lezand, pêşîa min ket û kire gazî:

- Ro- ryo, ca kerema xwe bisekine.

Merîkî kurmancî papax sêrî nişkêva meva derket û hevraz çû. Xof kete dilê min, gelo ev merîya kêye, kekê Reşîdê çi jêra bêje, ne axir eşeretî dabûne min, wekî ne lazime ew hemû merivê nenasra xeberde, here hemû cîya. Mêrik sekinî, heta em çûn gihîştinê. Reşîd slav daê û jê pirsî:

- Tu kurmancî?

- Belê, - ewî caba wî da. Paşê bi edetê mletîê slav- kilav hev kirin. Û Reşîd milê wî girt, bir ser rûniştekeke darîne drêj, ku ber derê malekê çêkiribûn, da rûniştandinê, bi xwe jî kêlekê rûnişt.

Ev her tişt usa zû hate kirinê. Wekî min pêra negîhand ji mêrkê nenas pê bihesim, ew kêye û ji kîderêye.

- Navê te xêr, pismam?- Reşîd jê pirsî.

- Navê mi Ahmede, lê tu kêyî, bibaxşîne, ez te nas nakim?

- Navê min Reşîde, ez ji Kurdistana Sûrîaême.

Min Ahmedra got Reşîd Kurd kêye û bi desta, çeva dida serwextkirinê, wekî nişkêva gilî- mlîyê zêde nebêje. Wana qasekê pir- pirsyar hev kirin, paşê Reşîd nişkêva jê pirsî:

- Ahmedê bira, tu Barzanî nas dikî?

-  Çima nas nakim? Ahmed cûrekî bi kubarî got.- Ew bi ordîya xwe şer dike wekî Kurdistanê azake.

- Eger lazimbe, tuê herî, pişta wî bigrî?

Ne ez, ne jî Ahmed hîvîya ha nîbûn. Ahmed demekê fikirî, çevê me nihêrî. Xof dilê minda, hîvîê bûm, ka Ahmedê çi bêje.

- Reşîdê bra, raste em bi dîn-donê xweva başqene, lê çawa dibêjin, em kurê bavê hevin, pirsa xîretêye, rojê oxirmê giran em gotî pişta hev bigrin.

Ser vê gotinê ji firnaxbûnê û şabûnê çevê Reşîd biriqîn û dîsa ji Ahmed pirsî:

- Hûn- kurmancê vî welatî çawa dijîn, kese zorê we nake?

- Tî saxbî. Reşîdê bra,- Ahmed gotê,- şikir kêmasî tune, kê kare mera çi bêje, vî welatîda extîyarîê me gişka wekehevin. Tenê cîê çêra pez û dewarê me tune...Wê Roma Reş erdê me zevtkiriye, cîê me tenge...

Ser vê gotina Ahmed, Reşîd Kurd bi dil û blind- blind kenîya, milê xwe stuê Ahmedra bir û hemêz kir.

Ser vê xeberdanê me texmîn jî nekir sehetek çawa derbas bû, me hew nihêrî avtomaşîna me ber me sekinî.

Wextê demaxatra Ahmed çend cara hîvî Reşîd û min kir, wekî herne mala wî. Lê femdarîye, em nikaribûn biçûna mala wî, nenihêrî Reşîd ji xeberdana Ahmed têr nedibû û bi dil dixwast biçûya mala wî. Heyf, wê rojê min pêra negîhand navê bavê Ahmed pê bihesim, tenê got, wekî ji gundê Emoye (Zovûnîya Niha).

Roja berî çûyînê katibê KM PK Ermenîstanêyî duda G. A. Têr- Gazaryans em qebûl kirin.

Reşîd Kurd razîbûna bi dil da katibê Kommerkezîê bona qebûlkirina usaye ser dereca blind û derheqa vê epîzoda rasthatina xwe û Ahmedda gilî kir. Gêorgî Artaşêsovîç gotê, wekî şaye, ku gaznê bnelîêd respûblîkaêye kurmanc tenê ewe, wekî cîê çêrê heywanê wan tenge...

Pey çûyînêra mehekê şunda Reşîd Kurd ji şeherê Amûdîê minra neme şand, kîjanêda nvîsîbû, wekî  gelekî ber xwe dikeve bona wê yekê, wekî wî tirê (gotiye qey) ez xebatkarê Çêkaê[1] bûme û wan 14- 15 roja tevî wî geryame û gele tişt minra negotiye...

Pey vê yekêra du sal jî derbas nebûn, wexta em pê hesîyan, wekî ew wefat bûye. (Egîtê Xudo, Rêya Teze, 4/12 1990)

Jêrenot:

[1]Di vê çavkaniyê de sala Reşîdê Kurd li Rewanê bi xeletî wek 1967 hatiye nîşandan:  Reşîdê Kurd, Karwan-Helbestên neçapkirî, Weşanên Komela Jinên Kurdistanê, Stockholm, 1991 (Bi alîkariya Amed û Zîn hatiye amadekirin), rûp.17.

[2] Egîtê Xudo “Bextîyarim, bextîyarim çimkî ez prolêtarim”, Rya Teze, 4/12 1990.

[3] Navên van têgehên wek “daçêkirin”ê (prestroyka) û “eşkereti”yê (glasnost) bi rêya Rêya Teze di salên 1989-1991an de hatine belav kirin.

[4]Reşîd Kurd, Bextîyarim, Rêya Azadan (Rêya Teze, 27/10 1966)

[5] Sazîya saloxgêriyê (îstîhbarat) ku di sala 1917an de li Sovyetê saz bûye.