Salveger û dilveger

Mehabad bû xeyal û rastiyek nemir; noqî bin avê nebû, bû keştiyek asîmanî û bi te re bilind bû, ji ber vê yekê ye ku ji her der û her demê dixwiyê.

Abone ol

Mizgîn Ronak Aydin

Dibêjin mirov aydê wî cihê ku dixwaze demê li wir biseknîne ye. Yanî kengê dibe bila bibe, tu dixwazî biçî wir, bibî aydê wir. Lew tu dixwazî demê li wir biseknînî, tam li wir, ne li derek din… Ji ber vê yeke jî ew der, li kîjan demê dibe bila bibe, hêlîna te ye, tu jî ayîdê wê yî. Ez jî dixwazim demê tim li wir, li ba te, li Mehabad biseknînim. Loma jî min mehên xwe yên dawîn yên li zindanê li gel te derbas kir; li zindanek bi hezar kîlometreyan dûrî Mehabad, lê li Mehabad. Min azadiya ku piştî sîh an sed salan hat jî diyarî te kir, ey Pêşewayê asîmanê dilê me yê ebedî.

Dibêjin ku hin pirtûk, timî mirov bêhazirî diqefêlin; li kû bî li kû nebî, dem çi be çi nebe, kî bî kî nebî, tim bêhazirî yî li hember wan, nûhatî yî. Pirtûka te jî wiha ye ey Çarçiraya li bîr û dilan. Tavehîv e pirtûka te, genim e, robar û zinarê kurdbûnê ye. Kevir e, av e, gul û çîçek e, pênûs e. Pirtûka te tim nû ye ji bo me; me bê hazirî li jêr oqyanûsa tenêtiyê diqefêle. Em dikevin kelecanê, li ber barana havînek dûr şil dibin, destên me yên lerzok di berîka bayê de li tiştek digerin. Gotinên li bîra me tev direvin, bi zimanek vingîvala em dixwazin gotinek bêjin ji te re, lê ew gotin tenê ev e; "em bê hazirî ne, nizanin çi bikin li hember wî bejna lewend û rûyê elend."

Em li tiştek, li gotinek digerin, lê nîne: Lew em ecemî û naşî ne, li ber wî rûyê ronak, tarî ne. Pirtûka te me her tim bê hazirî diqefêle, wek bafirokek winda li ber deriyê her tiştê dihêle.

Keça te Munîre dibêje ku te di wan rojên xwe yên dîlgirtî de jê re wiha gotiye; "Ji diya xwe re bêje bila porê te şeh bike." Em jî porê xwe şeh dikin, em ê tim porê xwe şeh bikin, da ku bibe xêlî li dij firtoneyên dijwar. Kurdistana ku her û her li paşila te ma jî porê xwe şeh dike, darên wî, çîrok û beybûnên wî jî.

Dibêjin ku çîrok, ji bo zarokan sedema razanê, ji bo mezinan jî sedema şiyarbûnê ne. Zarokên welat, hê jî bi çîrokên te radizên, mezinên wî hê jî bi çîrokên te şiyar dibin. Şiyarî û xew, wek du baskên hebûnê bi dengê kemana serbilindiya te xwe dihonin û vî welatê bêbaskîtiyê bifirê dixin. Bi destek te radizên, bi yê din şiyar dibin em, her der dibe Mehabad, her dem jixwe Mehabad e. Xewa zarokan jî tu yî, hişyariya mezinan jî. Dema dibêjin "Pêşewa" çirayên tarîşevan vêdikevin li çar aliyên dilê me.

Çiyayê ji çiyayan tu yî. Li salona dadgehê, way dîsa ji te dipirsin; "Çima tu jî ji Mehabadê neçûyî? Xwestin te ji zindanê rizgar bikin jî te nepejirand, çima?"

Wiha dipersivînî hê jî; "Ez ne bêrûmet im ku ji keştiya avgirtî birevim. Ku Mehabad noqî bin avê bibe, ez jî pê re me. Ez gelê xwe bi tenê nahêlim."

Mehabad bû xeyal û rastiyek nemir; noqî bin avê nebû, bû keştiyek asîmanî û bi te re bilind bû, ji ber vê yekê ye ku ji her der û her demê dixwiyê.

Tu huqûqnas bûyî, te dizanibû ku gere daxwaza te ya dawî ji te bipirsiyana, lê nepirsîn, belam te dîsa jî got; "Daxwaza min a dawîn ev e ku hûn min bidin ber gullebaranê, bi dar ve nekin." Daxwaza te neanîn cîh… Lê di wê berbanga ebedî de Mehabad bû dilê welat û veciniqî, hê jî dilerizîne dilê me her kesî. Ew çûn, tu may. Tu yê her û her bimînî. "Dido û dido nakin çar, dikin yek." (Qadî Muhemed) Ew yek jî tu yî, yekîtî û yekbûna her tiştî jî.

Saet
Saetek darîn e dilê min
Li te sekiniye
Ka dê kengê karwan rake
Û birê bikeve
Saetek jîr e dilê min
Bê te lê nade
Li dîwarên malên tije xwelî
Bêriya te dike
Saetek zîvîn e dilê min
Pênc deqe carek
Ji bo te lê dide
Saetek ji kevir e dilê min
Bo wî her dem Mehabad e