Sersal

Çawa ku meaşê asgariyê zem kirin, bazirganan jî her alavê xwe buha kirin. Êdî bazirgan li benda zema hikûmetê ya sersalê namînin û hema her kes ji ber xwe de zemê li alavê xwe dike. Çolvîre ye lo.

Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin sersal hatiye ber dêrî êdî. Her çiqas sersala kurdan sêzdehê çileyê be jî, em yekê çile jî pîroz dikin. Îja, di sersalê de, her kes sersala hevdu pîroz dikin û ji hevdu ra xêr û xweşiyê dixwazin. Ji gelek dewlet û miletan ra dibe xweşî jî. Lê ji kesên ku li Tirkiyê dijîn, sersal tu carî nebûye xweşî, ji ber ku di her sersalê da dewlet di serî da li ser xwarin û wexwarinê û li ser her alavî bihayî û zemê çê dike. Ji cerga ez bîr dibim ev yek wiha ye. Bo dewletê bûye çandek.

Sersal bo wan fersenda zemê ye. Ya ecêb ev e ku, di nava salan da em jî hînî van zeman kirin. Bo wê, ev zemên di sersalê de bi me qet tiştekî xerîb nayê êdî. Hûn bawer bikin, dewlet zemê çêneke em ê bibêjin; hela hela, gelo çima zem û buhayî çênekirin? Rast e, di van salên dawîn da bi zemê çavên însanan derxistin, di sersalan da weke me go bûye çandek û dewlet dibê fersend ev fersend e û bihaya herî mezin datînin ser alavan. Te dî berî niha bi hefteyekê meaşê asgarî çend quriş zem kirin. Çawa ku meaşê asgariyê zem kirin, bazirganan jî her alavê xwe buha kirin. Êdî bazirgan li benda zema hikûmetê ya sersalê namînin û hema her kes ji ber xwe de zemê li alavê xwe dike. Çolvîre ye lo.

Ji niha da zem a ku anîn ser meaşê asgariyê herifî. Tofana mezin jî piştî sersalê ye. Bawer im wê dolar jî bi firê bikeve. Ji xwe ku ew jî serî hilde wê bibe; go rez ne tu rez bû, di ser da terezê jî lêxist. Xwedê alîkariyê bide kesên ku bi dolara deyndar in. Ez vê yekê ji hevalekî xwe dizanim, li Mêrdîn dikan vekiriye û bazirganiyê dike. Rojekê ez çûm serdana wî. Di nava sohbetê de min jê re go, ka kar û barê te çawa ye? Go; xwediyê dikanê her roj kiraya dikanê li min zêde dike û ji ber vê rewşê, halê min qet nebaş e.

Min bawer nekir û min go, tu qerfa dikî. Sond xwar ku rast dibêje. Ez şaş mam. Min jê ra go, meriv bi salekê li hev du dike. Yê te çima wiha ye. Go; kuro wexta min ev dikan kirê kir, xwediyê dikanê di ser dolara da bi kirê da min. Min jî qebûl kir. Îja, her ku dolar zêde dibe kira ku ez didim jî li min zêde dibe. Min go; ma te çima li xwe wer kir, te jî weke her kesî bi pereyê tirkî dikan bigirta. Go; kuro ma min zanîbûya ku wê ev xezeb çê bibe, ma min qey xwe têwer dikir. Û go, ez bi şev û ro ji kira dikanê re dixebitim. Min jê ra go, wele birako te ehmeqî kiriye. Go; qet qal neke, bo vê ehmeqiya min kes tuneye ku serê min bişkîne. Ez gelekî ber vê rewşa hevalê xwe ketim.

Îja di sersalê de, eger dolar dîsa zend û bendê xwe hilde, bawerim wê ew hevalê min topê bavêje. Welhasil, sersala kê bi xêr be, ya me wê neb’xêr be. Ew gotina pêşiya ku dibê; sal bi sal xwezî bi par, xweş li halê me tê.

Niha ez jî dibêjim xwezî bi par, xwezî bi sersalên di zarokatiya me da. Nizanim ka bê ji ber ku em zarok bûn an bihayî û xizanî ne bi vê ecêbê bû, sersalên demên borî xweş û geş bû. Rîtuela men î Kose-gelî hebû. Em mal bi mal digeriyan, me rîtuela xwe li dar dixist û xwediyê malê jî fêkî didan me. Fekî jî sêv, pirtaqal û çend tiştên dinê bûn. Her çiqas bo zarokên niha tu qiymetê van fêkiya tunebe jî, di zarokatiya me da weke xezîneyê bû. Her tim ev fêkiyana bi destê me nediket ha. Pîrozbahiya Sersalekê qet ji bîra min naçe. Xaltiyek, li gund bi çikûsbûna xwe nav dabû.

Em hatin mala wê û me li deriyê wê xist, gava derî vekir, me dest bi dîlanê kir û me da lotika. Çepik û lîlandin di ser da. Pişt ra me go; serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê. Xaltiyê go, jixwe çar kurê min hene. Me dîsa da lotika û me go, Xwedê keçekê bide vê malê. Xaltîkê go, tew pênc keçê min hene. Me ji xaltiyê re go; xaltî bo ku ti du sêva nedî me, em çi dibên û em çi dikin tu me paşopê li kerê dikî, ma wê dinya xira bibe ku tu du sêvan bi me dî. Go, ti sêv mêv tuneye. Herin ber deriyekî din.

Me û hevalan li hev du nêrî û me dîsa da lotika û me go, Xwedê bereketê têxe vê malê. Xaltîkê dîsa ji a xwe daneket û go; heyra em ne muhtacî duayê we ne, bereket bi Xwedê ye. Bêhna me teng bû û me go, xaltî te nifir heq kirin. Wê jî go; ê te dî xema min e. Ma ez ê ji nifirê we bitirsim. Me û hevala bi dengê hêl bang kir û me go; serê salê binê salê xwedê hêwiyekê têxe vê malê. Ku vê bihîst, çav lê fire bû û dada şimika xwe.

Me jî baz da. Di dû me de go, qurmiçyanê heram û şimika xwe avet me. Ku destê xwe avêt fera şimika xwe yî dinê ku bavêje me, me go; xaltî, wê ferê jî bavêje, bila bibe cot, ku em bidin diya xwe. Xaltî li xwe hay bû û pêxwas da ser pişta me. Piştî ku me, ew têr li gund gerand, me şimika wê da wê. Ev mesela me di her sarsalê de, weke çîrok dihat qal kirin. Ku sal di ser hev du re qelibîn û em jî mezin bûn, me doz lê kir. Ew jî bi xwe keniya û go; te dî, hûn qurmiçyano bê we çi anî serê min. De îja were û nebê xwezî bi par lo.