Stran û ziman

Divê hunermend rêzik û rêgezên zimanê kurdî li bin guhên hev nexe. Bo nimûne di kurmancî û kirmanckî de nêr û mêtî heye, hunermend divê ji vê yekê haydar be.

Abone ol

Di çanda kurdî de aliyê herî xurt û zindî çanda gelêrî ye. Bi taybetî çanda gotinkî digel hemû pest û pêkutiyan, li gel hemû astengiyan jî ji bo parastin û bipêşketina zimanê kurdî kana herî geş û zindî ye. Ev çanda gelêrî pêwîst e hem li ser zar û zimanan bimîne û geş bibe, hem jî bibe keleporeke nivîskî û dîjîtalîzekirî. Çanda nû û nûjen a kurdî dê li ser vê bingehê pêk were û bi pêş ve biçe. Hunermendên ku ji vê kaniyê avê venexwin nikarin, berhemên bikêr û xweşik derxin holê. Helbet ev çanda gelêrî divê bibe warê lêhûrbûn û lêkolînên zanistî, di warê akademîk de li serê xebat werin kirin.

Di bin banê şaredariya de avabûna saziyên mîna akademî, mala dengbêjan û konservatuaran girîng bûn, lê mixabin piştî qeyûman ev derfet ji dest çûn. Em hêvî dikin ku di serdema nû de şaredariyên me di vî warî de xebatên baştir û mezintir bikin. Lê ji saziyên fermî wêdetir xebatên di qada sivîl de girîng û mayinde ne. Lewre jî xebatên sazî û dezgehên mîna Ma Music, NÇM û Navenda Dîcle û Firatê girîngtir in.  

Di van saziyan de bi qasî perwerdehiya muzîkê divê di warê ziman û çandê de jî perwerdeyekê xurt hebe. Divê hunermend bi qasî ku di warê muzîkê de perwerde dibin, di warê zimên de jî werin perwerdekirin. Hunermendek çendî bi meqamên muzîkê, note û taybetiyên din ên newayên muzîkê dizane, divê ew çend jî bi şêwaz û taybetiyên zimanê kurdî û gotinên stranan jî bizane. Bi tenê jiberkirina gotinên stranan têrê nake; her wekî çawa li ser newaya stranê xebatê dike.

Her wekî çawa dixwaze reng û dirûvekî nû bide newayê, divê bala xwe bide gotinên stranê jî. Divê hunermend rêzik û rêgezên zimanê kurdî li bin guhên hev nexe. Bo nimûne di kurmancî û kirmanckî de nêr û mêtî heye, hunermend divê ji vê yekê haydar be. Ji ber ku di roja me ya îroyîn de gelek ciwan rêzik zimanî ji stranan werdigirin. Her wiha kêşana lêkeran divê li gorî rêzikên zimanê kurdî bin. Rast e, divê reseniya stranên gelêrî bêne parastin, lê heke di gotinên stranê de rêzikên rêzimanî di asteke berz de hatibin binpêkirin, em nikarin li ser navê parastina reseniyê çavên xwe ji vê yekê re bigirin. Mixabin di vî warî çewtî û xeletî pir in. Lê ez dixwazim li vê derê wekî nimûne qala du stranan bikim. Yek ji wan strana  Ayfer Duztaş[1] a bi navê “Hey narim” ye. Di vê stranê de wiha hatiye gotin:

Gildir gildir baran e

Îşev şeva yaran e

Yarê lawikê belî ye

Şarê reş li serî ye

Di gotinan rêzikan de nêr û mê li bin guhên hev ketine. Serê pêşîn peyva “şar” mê ye, divê wekî “şara reş li serî ye” were gotin, lê em bêjin li hin herêman di warê zayenda rêzimanî de hin caran dubendî derdikeve. Hin peyv li hin herêman wekî nêr, li hinekan mê têne bikaranîn. Ev yek tê fehmkirin, ji bo parastina resentiya stranê ev maqûl e, ku em bêjin, “şarê reş”, lê belê bi tu awayî nikarin peyva “lawik” bikin mê, ji ber zayenda fîzyolojîk li gorî kesan û herêman naguhere. Her wiha heke “lawik” nêr be, “yar” jî dê mê me. “Yara lawikî belî ye”. Li gorî bîr û ramana min,  divê em gotin bi vî rengî werin sererastkirin:

Gildir Gildir baran e

Îşev şeva yaran e

Yara lawkêm belî ye

Şara reş i li sêrî ye.

Ez nimûneyekê jî ji strana “Çîçekê[2]” ji devê Mem Ararat bidim, ji ber ku ew ne tenê stranbêj e, di heman katê de nivîskar e, divê zêdetir bala xwe bide van tiştan.

Xweziya tu dotmam ba

Ez ji te ra pismam ba

Gula baxê min ba

Bilbil û şîlan ba

Di vê stranê de jî qertafên kesandinê çûne ber golikan. Lêkera “bûn” a di forma xwestekiya pêknehatî de giş wekî “ba” bêyî qertafên kesandinê hatine hiştin. Forma nivîskî ya vê lêkerê “bûma, bûyayî” di zimanê gelêrî de wekî “bama, bayî” tê bikaranîn, ew rewşeke asayî ye.

Di vê stranê de “bilbil û şîlan” jî li hev nehatine. Hunermend Sîmar[3]  wekî “bilbil û fîxan” gotiye, ew form rasttir e. Sîmar stranê jî wiha dibêje:

Xweziya tu dotmam ba

Tu ji te ra pismam bam

Gula li baxê min ba

Bilbil û fîxan bam

Wî jî di kesê duyemîn de lêker bêyî qertafa kesandinê hiştine. Wekî encam ez dikarim bibêjim, li gorî dîtina min divê gotinên qalkirî bi vî rengî bin:

Xweziya tu dotmam bay

Ez ji te ra pismam bam

Gula baxê min bay

Bilbilê şeyda bam

Binêre:

[1] https://www.youtube.com/watch?v=_ShItKyFWPA
[2] https://www.youtube.com/watch?v=v_fKIiuQbPU
[3] https://www.youtube.com/watch?v=0yGzjvDYMhw

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.