Suzan Samanci: Bi 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' sînoran dibezîne

'Çîrokên Jinên Dilşikestî' de em herî zêde dengên jinan dibihîsin. Weke Virginia Woolf dibêje "ya ku jin dinivîse her dem aîdê wê ye". Suzan Samanci jî bi zimanekî jinanê û bi hestên jinanê çîrokên xwe nivîsandiye. Em di çîrokên wê de jinên serbixwe, jinên ku ji aliyê civaka baviksalarî ve hatiye pelçiqandin jî dibînin.

Abone ol

Elîf Gun

Nav û dengê Suzan Samanci di salên 90î de tê bihistîn. Çîrok û romanên Suzan Samanci, bûne mijara lêkolînê û rastiya civaka Kurd, rastiya erdnîgarîya Kurdistanê, digel estetîk û çîroka xwe, bi zimanê xwe yê helbestvanî bi mafdarî cihê xwe di dîroka wêjeyê kurdî de jî girtiye. Berevajî pirtûkên ku wê yên bi tirkî nivîsandî, Samanci li şûna zimanek helbestkî û nependî zimanek di kurdî hêsantir de bikar tîne. Vê rewşê dihêle ku pirtûkên di demek kurt de bi çîrok û xweşiya xwe ya li ser ziman were xwendin. Suzan Samanci, dema ku tevna çîrokên xwe dirêse, xwendevan li hemberî tevnê wenda dibin, şaşwaz dibin. Berî niha me Suzan Samanci bi tirkî didît. Her çiqas Samanci berî hingî bi tirkî binivîsîya jî mijar û erdnîgariya berhem û lehengên wê bi rih û dengê Kurdistanî de behs Kurdistan e. 

WÊJEYA KURDÎ JI WÊJEYA CÎHANÊ BÊHTIR SIMBÊLTIR E

Lê belê îro şûnde em Suzan Samanci bi kurdî jî dibînin. Wêjeya kurdî ji wêjeya cîhanê bêhtir simbêltir e. Jinên wek Suzan Samanci kirasê pederşahî û zimanê mêran ji hev diveçirîne. Dema ku em wêjeya kurdî dinêrin hetanî iro, niviskarên jin gelo çend hebin? ji xencî helbestan ku jin di qada helbestan de cihekî mezin girtine. Lê belê di pexşanê de dengê jinan kêm tê bihîstin. Ji ber vê yekê mêran jinan bi kirasekî nêranê diafirandin û ravedikirin. Tespîtek muhîm ya femînîzmê ewê ku; jin bi mecburî di zimanekî ku ji hêla mêran ve hatiye çêkirin de dijîn. Jin ji aliyê mêran ve bi zimanekî pederşahî de hatin afirandin û em rastî jinên wisa tên ku nivîskarên mêr nehiştine ew jin ti carî azad bibin ew her tim bindest in. Di nava civakê de wisa dijîn ku jin tenê wekî amûr in wekî tişt û obje dixuyin. Lê belê îro di wêjeya kurdî de bi saya jinên Kurd yên wekî Suzan Samanci em dibînin ku ew kiras êdî tê veçirandin. 

'MIRZAYÊ REBEN' ROMANEK PSÎKOLOJÎK E

Suzan Samancı di sala 2015an de yekem pirtûka xweya kurteçîrokê 'Ew Jin û Mêrê Bi Maskê' bi zimanê xweyê zikmakî silav dide xwendevanên xwe. Di vê pirtûkê de leheng piranî jin in. Di 'Ew Jin û Mêrên Bi Maskê' ku ji ber analîzkirina kesayetiyên perçebûyî yên li dîasporayê hêjayî xwendinê ye. Em di çîrokên wê de xayintî, hîle, durûtî, derew û paşverûtiya fikrî ya mirovan (mêran û civakên pederşahî) dibînin. Lê belê em jinê bi her awayekî din dibînin. Jinên ku bi rêya zewaca çûne Ewrûpayê, bûne biyanî û di tenêbûnekê de li ser piyan disekinin. Piştî çîrokeke kurdî jî romaneke bi kurdî a bi navê 'Mirzayê Reben' 2019 an de, ew ji hêla Weşanxaneya 'Mîrzayê Reben' Avesta ve romanek dîasporayê, hat weşandin. Her weha em dikarin bêjin ku 'Mirzayê Reben' romanek psîkolojîk e. Samanci, bi şehrezayî weke derûnnasekê kesên ku ji welat û bajarên xwe hatine qewirandin, bi ziman, çand û erdnîgariyek cuda re hevdîtinan pêk anîne û hewldanên ku ew bi van ve hatiye zeliqandin û bi navgîniya lehengê sereke Mîrza vebêje. 

JINÊN BAJARÎ MODERN, JINÊN NAYIF Û BÊDENG

'Çîrokên Jinên Dilşikestî' de em herî zêde dengên jinan dibihîsin. Weke Virginia Woolf dibêje "ya ku jin dinivîse her dem aîdê wê ye" (Woolf, 2012: 185-186).

Suzan Samanci jî bi zimanekî jinanê û bi hestên jinanê çîrokên xwe nivîsandiye. Em di çîrokên wê de jinên serbixwe, jinên ku ji aliyê civaka baviksalarî ve hatiye pelçiqandin jî dibînin. Samanci di çîrokê xwe de vê nîşanî xwendevanên xwe dike “Xwexapandina jinê ne ji nizmbûna wê ya zayendî ve girêdayî ye; berevajî ew ji ber civaka dorhêla wê ye di rabirdû û pêşeroja wan tişên nebaş pêşkêşî wan dike” (Beavour, 2010: 47). Temaya 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' jinên kurd û jinên ji neteweyên cuda ên ku bi hêviya jiyaneke nû û di rêyan de çûne welatên Ewrûpayê lê li wir jî gelek caran starek nedîtine û ji bandora bîyanî bûne de hatine fetisîn em dibînin. Li gor xwendinên me yên bi van çîrokan re em dikarin bibêjin ku di van çîrokan de ligel ku babetên polîtîk û nasnameya nîjadî derdikevin pêş jî, nasnameyek jinanê, li dora bûyeran bicihkirina sekna jinên kurd jî li ber çavan in. Ev jin ji nav civak û çanda kurdan in lê bi du aliyan dikarin bên nirxandin; jinên bajarî û modern, jinên nayif û bêdeng. 

SIRGÛNÛ BIYANÎBÛNA JINAN DI ÇÎROKAN DE BI HEV RE GIRÊDAYÎ YE

Bêguman, ramanên çandî yên feodal ne tenê gelemşeyekê ku tenê jinên li Rojhilata Navîn dijîn were sînorkirin. Samanci, lehengên çîrokên wê ji welatên curbicur tên û bi hêvîyeke kul î welatekî azad û xwedî maf bijîn. Herweha cîhana hundurîn ya lehengan ku ji gundên xwe derdikevin, lehengên ku bi hêsanî naguherin, lehengên tenê bi maskeyên rewşenbîrî dijîn caran jî mecbûrî daxistina maskeye dibin, lehengên ku ji ber hilweşîna kesayeta xwe dikevin û kêmasiya xwe qebûl dikin û hewl didin ku bi helwesta xwe ya siyasî bêkesayetbûnê veşêrin hwd. diafirînê û tîne berçavên xwendevan. Di çîrokan de em rastî mişextbûnê jî tên. Herweha bi mişextbûnê ve biyanî bûna lehengên jin derdikeve holê. Sirgûn û biyanîbûna jinan di çîrokan de bi hev re girêdayî ye. Wekî ku Feridun Andaç dibêje: mişextbûn rewşek e û ya ku rewşê diyar dike di heman demê de ya ku hatî diyarkirin jî radixe ber çavan. Ew ji me re serpêhatiya trajîk a mirovahiyê vedibêje. Çavkaniyek dewlemend ji bo wêjeyê û ya ku rewşê diyar dike di heman demê de refleksa xwe ya ku tê destnîşankirin jî ye. Di vê pirtûkê de, ji bilî van aliyên wêjeya sirgûnê, avabûnên wan ên tematîkî, pîvanên dîrokî jî hene. Rewşên derbirîna sirgûnê di ziman, jiyan û nivîsandinê de têne nîqaşkirin. Wekî din, serpêhatî / serpêhatiyên nivîskar, di vê pozîsyonê de, ango sirgûnên edebî û ramanên wan ên li ser xebatên wan têne vekolîn. Di kurdî de gava yekem e ku meriv dibîne ka sirgûn dîmenekê dewlemendtir ya wêjeya cîhanê ye û di zimanên cihê û cûda de teşe digire. 

YÊN KU DIKEVIN SIRGÛNÊ 'SIRGÛNÊ' HILDIBIJÊRIN

Suzan Samanci, di çîrokê xwe de serpêhatiyê trajîk a mirovahiyên vedibêje û ev jî çavkaniyek dewlemend ji bo wêjeyê. Ji bo nivîskar di çîrokan de wisa dixuye: ezab, bêparbûn û şûnda gerdûnek hestiyariyê ya bi tevahî cûda pêşkêşî xwendevanan dike. Joseph Brodsky viya wiha vedibêje: Ji bo me nivîskaran, sirgûn berî her tiştî fenomenek zimên e. Ew hişmendiya zimanê zikmakî pêşve diçe. Ew mercên penaberiyê an jî şikestina bi lehengan re tê afirandin. Bicihkirin sirgûnek mecbûrî ye, sirgûnekê ku nayê guhertin û hilweşîn-gendelî ye. Ev sirgûnîbûn an jî xwe-sirgûnê tîne û li vir cûdahiyek din a diyar jî heye: Yên ku dikevin sirgûnê 'sirgûnê' hildibijêrin. Leheng carna mecbûrî sirgûnîyê ye carna jî yên di rewşa sirgûnê hildibijêr û dilxwaz e. 

'Çîrokê Jinên Dilşikestî' ji deh çîrokan pêk tê. Di her çîrokê em rastî jinên cuda û rewş û çîrokên wan ên cuda tên. Çîroka yekem 'Xerîbî', Madam Nikolê ku mêrê xwe wenda kiriye, bi eks û zor e û bi xeyala mêrê xwe dijî. Faraha Îranî ku li welatê Ewrûpa ji biyanîya re bûye pakijker û jineke ku em vê çîrokê ji devê wê dibihîsin yanî jineke veşartî heye. Ev jina veşartî di vê çîrokê vebêjer e û rewşa xwe a welêt, xerîbî bûna xwe û Farahê, biyanî bûna xwe jî tîne ziman. Çîroka duyem a bi navê 'Comedie Hotêl' ku bûyer di wê otelê de diqewime. Di serê çîrokê bi çavê lehenga sereke 'Comedie Hôtel' weke sîrkeke dixuye. Bûyer bi hatine lehenga jin a bi ewrûpayê destpê dike û flasbackan diçe welatê xwe. Lehenga sereke li otela Comedia yê rastî jineke afrîkî tê ku navê Safî yê. Safî dibe cîrana wê û esrarkêş û jineke har e. Lehenga sereke rojeke dema ku ji rojbûna hevalekê xwe tê sê esrarkêş li ber derîyê xwe dibîne û gazî polîsan dike. Polîs tên Safi û esrarkêşan dibe, di dawiyê Safi dişînin klinika psikyatriyê. Lê belê Safi herê jî yên weke wê zahf in. Çîroka sêyem 'Eyşê Qirşê' du jin hene û bûyer li derdora wan diçe û tê. Eyşê Qirşê û Fatê. Lehenga jin Eyşê Qirşê jineke serbixwe, azad û têkoşer e. Eyşê li hemberî civaka pederşahî serî radike. Dema ku ji mal derdikeve diçe komele xwe rût dike, dema ku tê mal montekî reş li xwe dike. Di nav gel de nebaş dixuye. Fatê gundê wan dişewitînin, ji gund tên bajêr li wir rojên xerab derbas dikin. Fatê ji bo xwendina Qûranê diçe komele lê belê piştre fêrî xwendinê dibe. Paşê di ferqa zana û nezan, xwende ne xwende dielime. Piştî xwendine li hemberî civakê serî radike. 

Herweha ji bo ku here Ewrûpayê Kazo re dizewice. Samanci, li hemberî sansûrê serî radike. Di çîrokên xwe de li hemberî desthilatdariyê û sansûrê serê xwe bilind dike. Samanci, bi navgînîya karakterên jin, wê rewşa mirovên çîna jêrîn û navîn yên wê serdemê, bi zehmetîyên ku jinek hem karker û hem jî jineke belengaz bû, bi serfirazî tîne ziman. Her du karakterên jin peywirên ku di civakê de, di rolên pêş-dîyarkirî de ji wan re hatine dayîn diveçirînin û sînorên ku hatine xêzkirin xera dikin.

"Looo hûn kî ne? Diz û bi qûz!" 

Eyşê ji kena xeriqî, satila wê ji destê wê ket, got: 

"Qet xema min nîn e!" (r. 12).

"Xalito heft zarok ji min çêkir û ez avêtim koşê, dibê êdî tu dê û xwîşka min î. De were nemire! Qûzê herama zerik pê şêrîn e!" (r. 42).

Femînîzmên fransî ji bo şikandin / berevajîkirina kiryarên rexneparêziya baviksalarî heyecanek girîng raber dikir. Femînîzmên fransî di navbera 'laş û zimanê jinekê de' girêdanek girîng saz kirine (Humm, 2002: 39). Dîtinên Simone de Beauvoir (Irigary, 2006: 7), ne ku tenê femînîzma Fransî, lê di heman demê de kevneşopiya femînîst a cîhanê jî roleke girîng di lîst û qada îstismarkirina jinan eşkere dikir. Ji teoriyên wêjeyî yên femînîst re bersivek girîng didîtin û bingeh peyda dikirin. Beauvoir tekez dikir ku jin tu carî nebûne civakek xweser û girtî û ew di cîhanek ku ji hêla mêr ve tê birêve birin xwediyê cîhek duyemîn e (Beauvoir, 1995: 7). Gava ku Kate Millett û Mary Elmann di wêjeyê de li ser qalibên zayendperestiyê sekinîn, paşê rexnegirên wêjeyê yên femînîst gumanên li jêr avahî û bingeha ziman dipirsîn. (Humm, 2002: 139).

WÊJE BERHEVKİRİNA SÛBJEKTÎVÎYE YÊ WERIN NIMÎNANDIN

Di pêkhatina kevneşopiya rexneya wêjeyî ya femînîst de, hin pirsên ku ji bo danîna têkiliyek di navbera ziman û jinbûnê de têne kirin, roleke girîng dilîzin. Rola ziman di teşeyên edebî de; nimûneyên zimanî yên taybetî yên mêraniyê û jinbûnê; kîjan nimûneyên alternatîf dikarin werin çêkirin. Wêje ji van berjewendiyan re navendî ye, ji ber ku ew timûtim xewn û xiyalan temsîl dikir. Wêje berhevkirina sûbjektîvîteyê ye. Formasyonên pêşkeftî yên edebiyatê cîh / tunebûn - an kêliyan - peyda dikirin ku tê de cûreyên din ên sûbjektîvîteyê werin nimînandin. Ew rexnegirên femînîst yên Fransî ne, ji rexnegirên din wiha pirs dipirsîn: “Ma em ê çawa subjektîvîteya jinê îfade bikin heya ku zimanek wêjeyî tune be ku ji kevneşopî û baviksalarî bandor bike?” (Humm, 2002, r. 142). Ji ber vê sedemê, femînîstên fransî hewcehiya afirandina zimanek jinîn anîn pêş ku zimanê zilamtî ji holê rakir û nivîskarên jin tezên ku pêşniyar dikin ku di vî warî de cîhanek nû ava bikin, derdixin pêş. Samanci, di wêjeya kurdî de zimanê mêranê rûxirandiye û zimanekî aîdî jinan di çîrokên xwe de bikaranîye. 

"Qîzên gundan dema ku tên bajêr, kevneşopiyan wenda dikin, ne dibin bajarî ne jî gundî dimînin, dibin tirra golê!"(r. 14).

Li gorî Kristeva, wêjeyên mezin nivîskarên ku "xwendevanên xwe dixin nav semotîkê" ne (Humm, 2002: 150). Samanci, tevneke wisa restîyê ku xwendevan di nava semotîkê de, rastiya civaka baviksalarî û hişmendiya pederşahî bûna lehengên mêr, bandora wan li ser jina nîşanî xwendevanê xwe dike. Mîna Luce Irrigary, Kristeva, ew li ser avahiyên nêr ên zimên disekine. Samanci, cûdahiya zayendî ziman destnîşan dike û di heman demê de ji hêla cewherê dijber ê zimanên sazkirî ve jî diyar dike. Bi heman awayî awayê ku jin xwe bi rastî di warê zayendî de tengav dike, tîpa rêzimana mê jî wekî vegotinek subjektîf û peyva jinan tê hilweşandin. Ew ji bêjeyên devalvant û rûreş ku jin wekî tiştikê ku bi mijarek zilam ve hatî girêdan diyar dike. Ji ber vê yekê “ne mumkune ku jin be û bi rengek hevgirtî û maqûl biaxive " (Irigaray, 2006: 18). Irigary, teza ku zilam rasterast an neyekser dixwest zayenda xwe bide gerdûnê biparêze, bi heman rengî rexneya xwe ji hebûna nivisek zayend-navendî re ji ber serdestiya avahiya nêr di hevoksaziya hema hema hemî zimanan de rêve dibe. Li gorî wê, ji ber ku ziman ji hêla mêraniyê ve teşe digire, aliyê zayendî yê jinan jî celebek zimanî ye û ew dibêje ku zimanek ku zayenda mê li ber çav negire nikare zêde beşdarî rexneya femînîst bibe (Humm, 2002: 153). Lê belê Samanci, di 'Çîrokên Jinên Dilşikestî', Ew Jin û Mêrên Bi Maskê', Mîrzayê Reben' de hebûna zimanê mêranê, hişmediya baviksalarî ye, simbêlên reş radixe ber çavê xwendevan. Em di berhemên wê de rewşa jina yanî 'mêbûnê' zêdetir berbiçav e. Lewra em dikarin bibêjin bi perspektîfeke rexneya femînîst û femînîzmê di berhemên wê de eşkere dixuye. Li gorî Helen Cixous, tekane awayê hilweşandina serdestiya zilam di wêje û rexne de eşkerekirina cûdahiya zayendî û zayenda mê ye: “… ya ku jin hewce dike ku bikin ev e ku guherînek di zimanî de çêbike, ango ramana ku wateya gerdûnî û homojen e. Jin yekem e ku êrîşî sazûmankirina ziman li zanîngeh û dîsîplînên ku çînî lê têne çêkirin wekî xizmeta leşkerî - rêyek ku jin di xizmeta mêr de bimîne dikin” (Humm, 2002: 158). Femînîstên Pêla Duyemîn: Simone De Beauvoir, Millett, Friedan, Greer: Nivîsarên pêşeng - Simone De Beauvoir The Secound Sex û Kate Millet Siyaseta Zayendî - her du bi israr dibêjin ku 'wêje' bi qasî malbatê hêzek baviksalar girîng e. 

REXNEYA FEMÎNÎS BI QISMÎ ARMANCEK HEVPAR PARVE KIRIN

Mystique Jinan a Betty Friedan û Female Eunuch Germanine Greer's herdu dîtinên femînîst bi rexnekirina çandî ve girêdidin. Van nivîskaran di derbarê hunera nivîsîn û çandê de pirsên girîng dikirin. De Beauvoir lêkolîn dikir ku çima jin ya din e di nivîsarên ku ji hêla mêran ve hatine nivîsandin. Millet lêpirsîn dikir ku siyaseta zayendî çi ye û di hunera wêjeyê de çi tê temsîl kirin. Her çend Friedan û Greer kêmtir bi baldarî nivîsandin, lê wan pirsî çima stereotîpên çandî ew qas bi bandor bûn û çima jinan ew qebûl kirin. Suzan Samanci di pirtûka a bi navê 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' de ji hin aliyan ve pirsên nû û her weha celebek nû ya rexneyê anîn ziman ji ber ku wan nerînên nû li ser awayê nêzîkbûna van pirsan digotin. rexneya femînîst bi qismî armancek hevpar parve kirin: ku ew dikare zordariya çandî ya jinan îfade û eşkere bike (Humm, 2002: 61).

Kevneşopiya femînîst a rexnegiriya edebî armanc dike ku biryar û ferzkirina kevneşopiya baviksalarî di nimînendeyên jinan de hilweşîne. Simone de Beauvoir û Kate Millett diyar kirin ku wêneyê jina ku di xebatên nivîskarên mêr de di kûçeyên cûda de pir dişibe hev (Beauvoir, 2010: 15-16; Humm, 2002: 64). Li gorî Kate Millett "siyasetek cinsî ya kûr e" (Millett, 1987: 47) serdestî hemî warên jiyanê ye û ev bandora ku di warê edebî de dibe sedema veqetîna zayendî yê (Millett, 1987). Sîstemek ku di mekanîzmayek çandî de, ji karanîna berfireh a pergala baviksalarî heya perwerdehiya derûnî-civakî ya di nav malbatê de, dixebite. Pergala baviksalarî ji ber ku hêza zilam li vir ketî perçeyek girîng a hemî mekanîzmayên temsîlkirinê digire nav xwe. Pirtûk di warê edebî, civakî û dîrokî de sentezek pêşeng a sembolên mêr pêk tîne (Humm, 2002: 76). Lê belê îro em jineke serbixwe di çîroka 'Eyşê Qirşê' de dibînin. 

Çîroka çarem a bi navê 'Marisa' Emînokê, jinika pijîşk û Marisa di meşeke de rastî hev tên. Emînokê jineke nezan, xizan û nîvzane, Marisa peykersaz û jinika din pijîşk e. Marisa wan gazî mala xwe dike. Pêşî Ji bo qehwe piştî qehwe xwarine dixwin. Jinika pijîşk bêkar e û Emînoka reben di bin tehdariya mêr de jîyaye. Dema ku Marisa dibihîse ku jinika din zanayê û pijîşka dibêje were di nexweşxana min de bixebite. Çîroka pêncem 'Nîla Dînik' de Nilay, Zerî, Silivya û Cimo şeveke bi hev re xwarine dixwûn. Nilay wekî ku ew jî navê xwe kurt dike Nîl jineke qure, nîvzane, xizan û reben e. Nîl di axaftinên xwe de xwe her piçûk û kêm dide xuyakirin. Lê belê Silivya jineke zana, zelal û şanoger e. Zerî bi Cimo re zewiciye û ev ji nû saleke li Ewrûpayê ye. Nilay li welatê biyaniyan xwe wek biyaniyek dide nişandan û ji eslê xwe dûr dikeve. Lê belê dijberî wê jineke di heddê xwe de ye. 

 SAMANCI TENÊ QALA JINÊN KURD Û WELATEKÎ NAKE

Çîroka şeşemîn a bi navê 'Qulora Darê' di vê çîrokê dîsa em rastî jineke ku hatiye bajarê Ewrûpa li sitareke digere. Berî niha di girtigehê de maye û tiştên nebaş dîtiye. Di qampeke penaberan de dijî. Em rewşa qampê û mirovên penaber dibînin di vê çîrokê de. Jinek tena serê xwe li welatekî Ewrûpayê bûye penaber û barê sirgûniyê di stûyê wê de ye. Çîroka heftemîn 'Şeva Newrozê' di vê çîrokê wekî navê çîrokê şeveke Newrozê ye. Dîlanê ji hevalê xwe re kirasekî rengîn didûriyê. Çîrok çîrokê ew mêr û jinê ku di nava tenêtîyeke de. Ev tenêtî dibe sedem ku ew kes xwe di nava wê biyanîbûne de wenda bikin. Çîrok heştemîn 'Gestapoyê Binevşê' bavê Binevşê dimire. Binevşê ji bo zilm û zordariya bavê xwe dibêje Gestapo lê dike. Bavê Binevşê mêrekî otoriter, feodal, durû, nezan û parsek e. Çîrok çîroka Bavê Binevşa zordar û Binevşê ye. Çîroka nehemîn 'Çîroka Jinên Dilşikestî' yê. Lehenga sereke a çîrokê Sosin e û ew temsîla jinên ku bûne penaber, biyanî û lêdanê mêran dixwûn ye. Bûyer li der dora Sosinê diçe û tê. Çîroka dehemîn 'Marisa Luisa' jineke biyanî ye. Em çîrok Marisa ji devê Zozanê dibihîsin. Marisa di jîyana xwe herdem dehdayî ditîye. Lê belê jiyana wê her çiqas dijwar jî be ji ser linge sekiniyê. Rojeke Marisa dimire, ji Zozanê re peyrek û paltoyê dihêle. Zozan, dema ku ser şînê bîranîn wê û Marisa tên bîra wê. Di pirtûka Woolf ya bi navê 'Üç Gine' de wiha dibêje: “Weke jin, welatê min tune. Weke jin ez welatek naxwazim. Weke jin, hemû cîhan welatê min e.” Samanci, weke jineke kurd her çiqas behsa çîrokên jinên dilşikestî bike jî tenê qala jinên Kurd nake, tenê qala welatekî nake. 

Di 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' de neteweyên cuda, jinên cuda û qala gelek rewş û bûyeran dike. 'Çirokên jinên Dil Şikestî' bi zimanê xwe, bi karakterên û honandina xwe bi rihek jinanê hatiye nivîsandin û her wiha rihên jinên navnetewî tev bi hevra deng didin û dibêjin: “Em jin in, emê serîhildin û em bi rasteqînî hene!” Bêhna hêst û ramanên Simonê de Beauvoir ji van çirokan tê. Rasterast di çîrokan de ev heye “tu jin nayê dinê, tu dibê jin.” Civak, rewş, erdnîgarî hwd. dihêle ku tu bibe jin. Em dikarin bibêjin Samanci, bixwe kedekê mezin daye û di çîrokên wê de em jinên serbixwe dibînin. Belkî bi çîrokên jinên dilşikestî dixwaze dengê xwe jî û dengê hemû jinan jî bide bihîstin. Loma lehengên wisa afirandîye ku ji serê çîrokê heta dawîya çîrokê ew bixwe li ser pîyê xwe disekinin û negirêdayî tu mêran in. Samanci, dema ku lehengên xwe yên jin teswîr dike lehengên xwe yên jin bi jinbûyîna wan, bi mirovbûyîna wan derdikete pêş xwendivanan. Loma di 'Di Çîrokên Jinên Dilşikestî' de em jinê wek obje nabînin, em jinê wekî jin dibihîsin, mêze dikin û dibînin.

Ji 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' hin hevokên bi tesîr:

-Diya min diya min a bêmiraz, xêr nedî, min sonda xwe anî cih, binêr ez çawa govendê digirim. Qîrînên diya wê rûçik û bedena wê ya wek teniyê tê ber çavên wê, mîna ku bi cizbê keve, wisa ji xwe diçe (Gestapoyê Binevşê, r. 12).

-Silviyayê li çavên min nêrî û got: 

“Jin, bi tenê ne welatê we tên kuştin, mêr li her derê wek hev in!” Dû re li Ciwan nêrî, piyala xwe bilind kir” (Nîla Dînik, r. 22).

“Çi evîneke mezin bû! Evîndarên mezin har in, kesên evîna mezin dijîn ew bi xwe har in! Wî pir vedixwar û dikişand, wek siya min li pey min bû, êdî bîna min çikiya û min ew terikand” (Nîla Dinik, r. 22).

"Min ji mêrê xwe yê yekem hez nekir, lê ez neheq nebûm, ew şofêrê tirê bû, bi mehan nedihat malê, ez jina teze çavê min hertim li riya wî bû, îcar dema ku dihat male jî daîm betilî bû, deng jê dernediket, nedigot, him ne digot, gûm! Qey li ser rêyan îşê xwe bi qehbikan diqedand û taqet tê de nedima” (Jinên Dil şikestî, r. 46).

Eger ji zagonên Swisreyê nebûya, van mêrên pazû werimandî dê dinya bi serê me de xera bikirana! Tu dibê qey jinê jêhatî û zîrek, bavê wan kuştin e! (Jinên Dilşikestî, r. 46).

"Zozan a delal, ew hevala min a ku li Martini yê dimîne, wê li te bigere, tu yek caran wek her gav, stran û helbestên welatên xwe bêje bo min" (Marisa Luisa, r. 55).

Çavkanî:

-DeBeauvoir, S. (2010). İkinci Cins. İstanbul: Payel Yayınları.

-Humm, M. (2002). Feminist Edebiyat Eleştirisi. (Çev. S. Günoğlu). İstanbul: Say Yayınları.

-Irigaray, L. (2006). Ben, Sen ve Biz: Farklılık Kültürüne Doğru. (Çev. S. Büyükdüvenci & N. Tutal). Ankara: İmge Yayınları.

-Millet, K. (1987). Cinsel Politika. (Çev. S. Selvi). İstanbul: Payel Yayınevi.

-Samanci, S. (2021). Çîrokên Jinên Dilşikestî. İstanbul: Avesta Yayınları.