Vajînîsmûs û mêrên vajînîsmûsê
Gava hefsarê wan bê berdan, hedefa yê yekemîn bi tenê dibe hevşabûn û zêdebûn, hedefa yê din jî bi tenê tunekirin e. Her du enerjî jî divê carinan bi awayekî xwezayî bên têrkirin.
Di nava evîn û zayendiyê de mirov di warê raman, hest û tevgeran de, bandorê li hev dikin û qadeke balkêşiyê pêk tînin. Mirov nêzî hev dibin, deriyên xwe, hest û ramanên xwe, heta bedena xwe û ruhê xwe ji yekî din re vedikin. Têkilî û zayendî hestên hêjayî hezkirinê bi mirov didin jiyîn. Bi awayekî din, ev pejirandina jinbûn û mêrbûnê ye. Îfade û reftarên zayendî, heta dawiya emir parçeyek ji jiyana wan in (Becker 1995). Reftarên zayendî, bi awayekî berfireh, bi têkiliyên faktorên cuda yên tevlihev diyar dibin. Zayendî, bi faktorên takekesî, tevna biyolojîk û fêmê takekesî yê giştî re, di nav hev de ne. Gelek zor e ku mirov pênaseya zayendiyeke normal bike.
Di zayendiyê de normal çi ye; divê ev bi pênaseya takekes bixwe bê diyarkirin. Lê mirov dikare bi kurtasî wisa pênase bike; divê heqên zayendî yên hin an hinekên din neyê îhlalkirin, divê helwest, tevger, reftar û ramanên zayendî xisarê nedin takekes. Zayendiya mirovan girêdayî sê faktorên têkildar in. Ev, nasnameya zayendî (sexual identy), nasnameya zayendê (gender identitiy) û rola zayendê (gender role) ne (Kayır û Şahin 1998).
GAVA HEFSARÊ WAN BÊ BERDAN, HEDEFA YÊ YEKEMÎN BI TENÊ DIBE HEVŞABÛN
Li gorî nêrîna psîkanalatîk, di navbera zayendî û geşbûna derûnî de têkiliyeke nêz heye. Freud destnîşan kiriye ku zayendî bi zayînê dest pê dike û teoriya nihiçka zayendê bi pêş xistiye. Reftara zayendî ya mirov ku ji zayînê heta mirinê wek nihiçkeke jiyanê berdewam dike, di gelek waran de ji hev cuda ye. Têkiliyên takekes ên civakî, şert û mercên jiyanê, jîngeha çandî, jin an mêrbûn, temen, di jiyanê de azmûnên zayendî çiqasî bi pêş xistine; ev faktor hemû li ser cudahiyê bi bandor in. Divê haya dermandar ji van guherbariyan hebe. Di psîkanalîza klasîk de, Freud hemû çavkaniyên enerjiya ku berhema hişê mirov e, di lîbîdo û destrûdo yê de dibîne ku ev her du jî nestên mirov in.
Gava hefsarê wan bê berdan, hedefa yê yekemîn bi tenê dibe hevşabûn û zêdebûn, hedefa yê din jî bi tenê tunekirin e. Her du enerjî jî divê carinan bi awayekî xwezayî bên têrkirin. Lîbîdo, bi awayekî hêsan, reftarên me yên bidestxistina xweşiyê bi rê ve dibe, destrûdo jî dixwaze astengiyên li ser rêya xweşiyê tune bike. Freud ji bo van her du enerjiyên nestî yên ku di nav hevkariyê de ne û serbest neyên berdan, behsa mieyîdeyekê dike, ew vê mieyîdeyê wek Kompleksa Odîpûs bi nav dike. Zarok piştî şerekî çend salan ê di navbera hêza nestên xwe û hêza mueyîdeyê de, wek encam digihîje lihevhatinekê (qonaxa odîpal), heke ev lihevhatin û pêvajoya pejirandinê, bi awayekî xera bibe, ev qonaxa şer heta emrekî dirêj didome û ev bi nîşaneyên bêpargaliyên cuda derdikeve holê (Freud 1916).
LI SER BÊPERGALIYÊN FONKSIYONÊN ZAYENDÎ NÊZÎKAHÎTÊDANEKE GİŞTÎ
Em dizanin ku bi armanca hevşabûnê rîtuelên heywanan jî hene. Îcar mirov van rîtuelan gelekî bi hûrgilî dike. Ji bo vê, pêkhateyên wek moda, muzîk û telekomunîkasyonê jî bandorker in. Her ku asta çand û perwerdehiyê bilind dibe, mirov êdî têkiliya zayendî bi armanca zêdebûnê pêk nayîne. Ew vê têkiliyê wek nêzîkahiya navbera du mirovan, başbûn, afirandin, awayê rakirina astengiyên li ber jiyaneke hevpar ên hestewar û bi danûstandinê, bi kar tînin (Masters û Johnson 1970).
Ji bo fêmkirin û alîkariya pirsgirêkên zayendî, divê fîzyolojî, anatomiya zayendiyê û çerxa bersivên zayendî bê zanîn. Perwerdehiya zayendî, bi hevbandoriya dê û bav û zarokan pêk tê. Destperk (mastûrbasyon), di salên zarokatiyê de tê kifşkirin û wek çalakiyeke takekesî xweşiyê dide û berdewam dike. Hînbûna zayendiyê ji zaroktiyê dest pê dike û bi têkiliyên hevjînan (partner) qonax qonax bi pêş dikeve. Herçiqasî tê zanîn ku hemû herêmên mejî li ser faktorên zayendî bi bandor in jî, pergala lîmbîk û hîpotalamûs di roleke sereke de ne. Testosteron hem li ser jinê, hem jî li ser mêr, li ser lîbîdoyê bi bandor e. Bersiva zayendî ji çar qonaxan pêk tê. Hişyarkirin, plato, orgazm û rehetbûn (sistbûn). Lê, di beşkirina faktorên bêpergaliyên zayendî de û di warê pênasekirina cuda û dermankirinê de, qonaxa herî girîng, qonaxên 'hişyarkirin' û 'orgazm'ê ne.
Pirsgirêkên zayendî, ji bo kes, ji bilî wendakirina xweşî û hesta têrbûnê çavkaniya tengezariyê ye jî. Ev dibe sebeb ku mirov hestên wek hezjênekirin, tirsa terikandinê, tenêtî, bêbawerî, li hemberî jinbûn an mêrbûnê reftarên xerab, biçûkketin, şermkirin û bêrûmetiyê bijî. Di têkiliyên hevjînan de, têrbûna hestên wek dilgermî, hezkirin, zayendî, nêzikahî û parastinê, ji çavkaniyên têrbûna madî zêdetir dibin sedema şikandinê û rîsk zêdetir e. Bi kurtasî, di bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî de; bersiv û eleqeya zayendî, ji terza hînbûyî derdikeve, rewşa ne normal didomê. Pêvajoya pirsgirêka zayendî jî, ji bo pênaseyê taybetmendiyeke din e.
EPÎDEMIYOLOJÎ
Gava mirov bi çavekî epîdemiyolojîk lê binêre, bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî gelekî zêde ne û di rêjeya ji %10-30î de tên dîtin. Bi nirxandineke giştî, bi jinan re ji bêpergaliyên fonksiyonel rêjeya kêmbûna daxwaza zayendî ji %27-33, bêpergaliyên nehişyarbûnê ji %10-18, bêpergaliya orgazmê ji %5-25, dîsparonî-vajînîsmûs ji %3-11; bi mêran re; kêmbûna daxwaza zayendî ji %16, bêpergaliya fonksiyona repdarî (dîsfonksiyona erektîl) %5-50, ejakulasyona prematur %21-35, bêpergaliyên orgazmê yên din di rêjeya ji %3-4an hatine diyarkirin (İncesu 2004).
ETIYOLOJÎ
Herçiqasî sedemên bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî wek fîzîkî û derûnî ji hev bên veqetandin jî, di gelek rewşan de, pirsgirêk wek têkiliya sedemên fîzîkî û derûnî derdikeve meydanê. Wekî din jî, di gelek rûdanan de, ji bo pirsgirêkên zayendî, sedem ji yekê zêdetir in. Û di navbera faktorên pirsgirêkên zayendî de, encameke tevlihev derdikeve meydanê. Faktor, nexweşiyeke organîk an nexweşiyeke sîstemîk be jî, paşê faktorên derûnî û derûncivakî jî tevlî tabloyê dibin. Di lêkolînan de hatiye dîtin ku gava bi kesekî re bêpergaliya fonksiyonel a zayendî hebe, di rêjeya 1/3-1/2yê de bêpergaliyeke psîkiyatrîk jî pê re hevaltiyê dike. Divê mirov ji bo etiyolojiya bêpergaliyên wek vajînîsmûs, ejakulasyona prematur a prîmer, ejakulasyona retarde ya prîmer û bêpergaliyên orgazma jinan a prîmer, bi piranî li sedemên derûnî; ji bo etyolojiya dîsparonî, kêmbûna daxwaza zayendî, bêpergaliyên orgazma sekonder, ejakulasyona prematur a sekonder û ejakulasyona retarde a sekonder bêhtir li sedemên organîk baldar be (Sungur 1994).
Pirsgirêkên zayendî ji pevgîhana sedemên guherbar ên cuda pêk tên. Teoriya psîkanalîtîk diyar dike ku bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî ji ber dijberiyên derhişî derdikevin meydanê ku di bingeha wê de serboriyên zarokatiyê yên krîtîk hene, ji bo wê jî sedemên wek serboriyên zarokatiyê yên pêşwext, kêmaniyên geşbûna qonaxa psîkoseksuel, Kompleksa Odîpus, anksiyeteya xesandinê an jî hesûdiya penîs tên rêzkirin (Freud 1949).
Îcar teorîsyenên bi rêbazeke sîstemîk nêzî psîkopatolojiyê dibin jî vê meseleyê bi bandorên patolojîk ên di navbera jin û mêran ve girêdidin. Modela reftarî û teoriya hînbûnê dibêjê ku reftarên zayendî jî wek hemû reftaran tên hînkirin, kesên xwediyê bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî hîn bûne ku bertekên xelet bidin hişyariyên zayendî (Cooke 1966).
Di roja me de, li gel sedemên etiyolojîk ên ku teoriyên klasîk pêşengiya wan dikin; lê tê fikirîn ku sedemên wek têkiliyên navbera jin û mêran, kêmaniya agahiyên zayendî, fikir û îmajên cuda jî di etyolojiyê de bi bandor in (Hawton 1989). Bi giştî, mirov dikare faktorên sereke yên ku di pirsgirêkên zayendî yên cuda de hevpar in wisa rêz bike: awayê mezinkirinê, kêmaniya hişyariya zayendî, kêmaniya agahiyên zayendî an agahiyên xelet, kêmaniya ezmûna zayendî, kêmaniya têkiliya giştî ya bi hevjînan re, anksiyeteya ji bo performansa zayendî. Pirsgirêkeke norotîk a kevn, pirsgirêka odîpal a çaresernebûyî, tirsa terikandinê, hêrsa li ser zewacê yan jî hestên sûcdariyê yên olî û exlaqî, ev hemû jî dibin sedema jîngeheke zayendî ya tengezar, ev jî dibe sedema astengiyên zayendî. Ji bilî van, penceşêr, diyabet, qeyrana dil û nexweşiyên kronîk ên din, nexweşiyên jinan, ameliyat û gelek nexweşiyên giran, bertekên derûnî yên li hemberî awayên dermankirinê ne û hinek derman dikarin bibin sedema bêpergaliyên fonksiyonel ê zayendî (Spark û hev. 1980).
VAJÎNÎSMÛS
Vajînîsmûs ew nexweşî ye ku jin çiqasî bixwaze bikeve têkiliya zayendî jî bêhemdê wê vajîna bê girtin û destûrê nede ku têkilî pêk be. Bi giştî; êş, vekişîna fobîk, girnijîna (kontraksiyon) masûlkeyên pelvîk, tirs û bendewariya êşê heye. Vajînîsmûs ew tişt e ku masûlkeyên dora devê vajînayê dorpêç dikin bêdaxwaz xwe dijidînin. Ev bertekeke parastina derûnî ye. Fikra ku yekbûna zayendî dê wê pir biêşîne û penîs di vajînayê de cih negire, di vê tabloyê de serdest in. Ji aliyê anatomîyê ve, organên genîtal ên van jinan normal in. Lê di her hewldana ketinê de, masûlkeyên vajînal xwe ewqasî zêde dijîdînin ku mêr didê xuyakirin ku hewldan bi ser neketiye. Vajînîsmûs, di civakên Rojavayî de gelekî kêm tê dîtin, lê li Rojhilat ew bêpergaliyê ku herî zêde tê dîtin. Li gorî Rojava, li welatên ku kevneşopiyê didomînin û ji bo wan qîzanî (bekaret) girîng e, rêjeya bêpergaliyê bilind e.
Li gel girjbûnê, hinek jinên ku vajînîsmûsa wan heye, di heman demê de li hemberî daketina zayendî û ketina vajînayê fobîk in. Ev vekişîna fobîk, hewldanên têkiliya zayendî asteng dike û dixe rewşeke biêş. Di hişmendiya xwe de ev jin daketinê dixwazin, lê girjbûna bêdaxwaz didome. Her hewldana daketina zayendî, bi jinê re hestên metirsî, tengezariyê, girî û tirseke zêde hişyar dike û panîkê çêdike. Di tevgera vekişînê de, gava mêr bi helwesteke pasîf hevaltiya vê rewşê bike, çareseriya pirsgirêkê taloq dibe.
Heke pirsgirêk ji azmûna zayendî ya pêşîn a takekes derkeve, ev vajînîsmûsa yekem e. Di vajînîsmûsa duyem de (ya paşê çêdibe), di jiyana zayendî ya takekes de qonaxeke têrker heye ku tu nîşaneke wê tune ye, pirsgirêk paşê derdikeve meydanê. Îcar di vajînîsmûsa rewşî (qismî) de, pirsgirêk di rewşên destnîşankirî de derdikeve, di rewşên din de çênabe. Heke pirsgirêka zayendî, ji derveyî rewşa heyî û di her çalakiya zayendî de derkeve meydanê, mirov dikare behsa vajînîsmûseke tevahî (total) bike.
Di nav bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî yên jinan de ya herî zêde tê dîtin vajînîsmûsa prîmer e. Lê rêjeya wê ya di nav civaka giştî de nayê zanîn (Crowley 2006). Rêjeya bêpergaliya fonksiyonel a zayendî ya di nav klînîkan de jî di navbera ji %5-17 de diguhere. Ji ber vê jî lê tê fikirîn ku jinên ji ber vê bêpergaliyê gazincan dikin, ji bo serlêdana dermankirinê xwe paş ve digrin, ji bo van kesan pênaseyên kêm tên dayîn an jî nexweşî li ber çavan nakeve (Ter Kuilea 2007). Di hin lêkolînan de diyar bûye ku di nav populasyona giştî de rêjeya vajînîsmûsê ji %3-13 ye; di nav bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî yên serî li klînîkê dane de jî di navbera ji %21-48an de ye. Vajînîsmûs; di zewacê de, di nav rewşên ku li hemberî hevşabûnê dibin asteng de, ew sedem e ku herî zêde tê dîtin (Sungur 2000).
SEDEMÊN VAJÎNÎSMÛSÊ
Gava mirov bi giştî li sedemên vajînîsmûsê dinêre; tê dîtin ku sedemên fîzîkî li ber sedemên derûncivakî ne girîng in. Di nav sedemên vajînîsmûsê de, mirov nikare parastina derhişî ya psîkanalîtîk ji ber çav dûr bigire, lê di civatên rojhilatî de vajînîsmûs zêdetir e, ew jî ji bo me girîngiya faktorên derûncîvakî û çandî destnîşan dike (Tuğrul û Kabakçı 1997). Mirov dikare van faktoran wisa rêz bike: Bavê pêkuter ê otorîter û zehmetiyên têkiliyên bav û keçê, dêya jar û qels an dêya otorîter, malbata ku qîmetê nade zayendiyê, xweşnebîniya organên zayendî, nirxên hişk ên dînî û exlaqî, şîdeta zayendî, xwewekdîtina hevzayendî, agahî û baweriyên xelet ên zayendî, tirsa wendakirina bekaretê, tabûyên zayendî, daraz û qalib, hevjîna pasîf a bengî û tirsa zîfafê.
Rola azmûnên neyînî yên pêşwext jî di etiyolojiya vajînîsmûsê de mezin e. Tê zanîn ku pêşdaraziyên têkildarî nezaniya zayendî yan jî agahiyên çewt; metirsiya zêde ya ji ber têkiliya zayendî, hestên sûcdariyê, bendewariyên ji rastiyê dûr an tirsa neserketinê jî dibin sedemên bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî. Dîsa tê zanîn ku helwestên neyînî yên li hemberî zayendiyê û nezaniya zayendî dibin sedemên vajînîsmûsê. Teoriya psîko-analîtîk a klasîk vajînîsmûsê wisa rave dike ku dijberiyên derûnzayendî yên zarokantiyê gava neyên çareserkirin dibin sedema konversiyonê. Jinên bi vajînîsmûs bi awayê ku di qonaxên pre-odîpal an odîpal de mabin an jî di rewşa paşveçûnê de bin jî hatine pênasekirin.
Sîmptom wisa tê ravekirin; astengkirina arezûyên zayendî yên mêran ji ber hesûdiya tunebûna penîs û xesandina wan, ji bo arezûyên xesandina mêr îfadeya nezan a fîzîkî. Bi van jinan re li gel vajînîsmûsê, hestên xwekêmdîtinê jî tevgera fobîk a revok li têkiliya zayendî zêde dikin (Fenichel 1945). Abraham destnîşan kiriye ku di rûdanên kêmşidet de, jin nikarin enerjiya xwe ya lîbîdînal, ji bav derbasî mêr bikin. Hatiye diyarkirin ku di rûdanên zêdeşidet de, jin li dayika xwe asê dimînin û texmînkirina rewşa nexweş gelekî zor e (Abraham 1956).
JINÊN BI VAJÎNÎSMÛ Û MÊRÊN WAN
Jinên bi vajînîsmûsê, bi piranî sadiq û zarokwar in. Ditirsin ku hezkirinê wenda bikin, azmûna zayendî bi sînor e, azmûna têkiliya zayendî tune ye, xwedî taybetmendiyên kevneşopî ye. Bi piranî berevajî bavê xwe, mêrên nerm, bîrbir û dilsoz hildibijêrin. Jinên xwedî vajînîsmûs naxwazin bibin jineke gihîştî, fobîk in, ji têkiliyên zayendî direvin, li organên xwe yên zayendî nanêrin, dest nadinê û nahêlin kes dest bidiyê, azmûna jin û mêrîtiyê yan gelekî kêm e yan jî bisînor e, lê ji bo hişyarbûna zayendî û orgazmê amade ne. Hevjîn bifêm û hirmet in, ji serifandina pirsgirêkên hestewar dûr in, azmûna hevşabûna zayendî ya bihêrs gelekî kêm e an jî tune ye. Ev kes ditirsin ku xisarê bidin hevjînên xwe û zewaca wan xera bibe.
Gelekî zêde tê dîtin ku jinên di vê komê de, derbarê organên zayendî xwedî fikrên şaş in. Gelek caran lê difikirin ku vajîna teng e û cih ji penîs tune ye. Li ser çirîna hîmenê (perdeya qîzaniyê) fikrên wan karesat in. Bi giştî, bi jinên vajînîsmûs re, pirsgirêka hişyarbûn û orgazmê tune ye lê gava di her carê de rastî hestên neserketinê bên, dikare bibe sedem ku hevjîn ji hevşabûnê dûr bisekinin û nexwestina zayendî ya duyem peyda bibe. Ev hevjîn bi piranî tabloyeke bextewar a bi hev re pêşkêş dikin. Di gelek lêkolînan de hatiye dîtin ku jinên bi vajînîsmûs hevjînê xwe bifêm û bîrbir dibînin, di têkiliyên xwe de ji bilî vajînîsmûsê behsa pirsgirêkeke din nakin.
Malleson gava behsa sedemên vajînîsmûsê dike, dibêje gava mêr 'bikêrbûna wî kêm be, metirsiya wî zêde be yan jî zêde qebûlkar be' ji bo partnera xwe ya jin dikare bibe faktorê potansiyel ê pêkhatina vajînîsmûsê yan jî faktorê zêdebûna wê (Malleson 1942). Îdîaya herî zêde tê behskirin jî ev e; ji ber ku mêr pasîf û bê îdîa ye tê tercîhkirin û ji bo ku ji têkiliya zayendî birevin, bêyî wan dikevin nav peymaneke veşarî. Ew mêr, ew kes in ku pasîf in, dilsoz in, bi fikar in, ji hêlên agresîf ên zayendiya xwe ditirsin û ji derveyî hişmendiya xwe bi hevjîna xwe re ketine nav yekitiyekê (Kayır û Şahin 1988).
Hema bibêje bavê hemû jinan bi exlaq in û di warê zayendî de pêkuter, tehdîtkar û seduktîf in, di zewaca dê û bavê wan de, ji ber şer û pevçûnê hem îstîsmarên derûnî hem jî yên fîzîkî hene. Bav otorîterên hişk in, ji bo pêkutiya xwe bipejirînin ceza didin, di kesayetiya wan de pirsgirêkên wek alkolîzm û dijcivakîbûnê hene. Bavên ku şidetê bi kar tînin, tirsehêz û tehdîtkar in. Dîsa hatiye gotin ku bavên dijcivak û xwedî bêpergaliya kesayetiya sewesî-zorlêker (kesayetiya obsesif- kompulsîf), di etiyolojiya vajînîsmûsê de xwedî roleke mezin in (Barnes 1986, Silverstein 1989).
Dane piştrast dikin ku di vajînîsmûsê de; jin bi bikaranîna vajînayê, dixwaze penîs bigire hundirê xwe, jê bike û bibe xwediyê wî, bi vî awayî digihîje armanc û arezûya xwe ya sadîstîk a derhişî ku dixwaze mêr bixesîne. Ev wek îfadeya muskuler a arezûyê tê binavkirin (Kroger 1962). Dîsa hatiye gotin, qasî ku tirs/arezûya xesandina hevjînan a jinên bi vajînîsmûs heye, mêrên ku jinên wan bi vajînîsmûs in jî dijberiyeke odîpal a tîr dijîn û di nav tirsa xesandinê de ne (Ivanosvski 2007).
Ji bo vê rewşê Freud dibêje: “Gelek mêr, li hemberî jinek an jî tîpa jinekê empotan in, li hemberî yên din ne wisa ne. Mêrên di vê tîpê de, gelek caran şehvetê ji şefqetê îzole dike û li hemberî jina ku jê hez dike empotan dibe.” Gava rewşa li jor û ev şîrove digihîjin hev, tablo zelaltir dibe Wek encam; bi rêyên cuda bin jî, em rastî jinên bi vajînîsmûs ên ku di mêrên xwe de tirsa xesandinê pêk tînin û vê tirsê zêde dikin û mêrên ku vê tirsê bi awayekî zêde dijîn tên; di mijara çareseriya pirsgirêkê de, di pêvajoya dermankirinê de û di mijara lihevhatinê de, em rastî mêran tên ku astengiyan derdixin û bi rik tev digerin û pêvajoya dermankirinê dilikumînin û dereng dixînin.
NIRXANDIN
Berî em dest bi terapiyê bikin, bo nirxandinê, du yan sê seans dê baş bin. Di nav çîroka giştî de, çîroka zayendî ya nexweş, têkiliyên bi hevjînan re û rêbazên zayendî, hemû agahî bi hûrgilî tên girtin. Heta ku derfet hebe divê bi partnerê nexweşê re jî hevdîtin bê kirin. Heke di jiyana rojane de, têkiliyeke bi eşq û evîn tune be, ne gengaz e ku jiyaneke zayendî ya têrker hebe. Gava nexweşek bi bêpergaliya fonksiyonel a zayendî serî li me bide, bi kurtasî divê ev xal li ber çavan bê girtin; gazinên nexweş çi ne, çîroka gazinan çi ye, gelo pirsgirêk tenê ev e yan girêdayî nexweşiyên psîkiyatrîk ên din derketiye holê, gelo hercar e yan li gorî rewşê ye, gelo tetkîkên organîk hewce dikin an na, hevjîn pirsgirêkê çawa fêm dikin, gelo haya malbatê ji pirsgirêkê heye yan na, pirsgirêk bandoreke çawa li têkiliyê dike, gelo têkiliyên ji derveyî zewacê hene yan na, hewldanên dermankirinên berê û encam, bendewariya hevjînan ji dermankirinê çi ye û motîvasyona dermankirinê ya hevjînan çi ye? (Yetkin 2001)
Armanca sereke ya nirxandinê ew e ku mirov pirsgirêka nexweş an jî jin û mêr aniye, bê fêmkirin û taybetmendiyên wê bi awayekî rast bên destnîşankirin. Gava nexweşek bi gazinên zayendîtiyê serî li me bide, di encamê de dikare pênaseyên wek; bêpergaliya fonksiyonel a zayendî, bêpergaliya anksiyete yan rewşehest, bêpergaliya bikaranîna madeyan, bêpergaliyeke derûnî ya din an jî pirsgirêkên têkiliyan bike. Heke bêpergaliyeke fonksiyonel a zayendî hebe, divê terapîst çîroka pirsgirêkên zayendî, sixletiya wê, faktorên sereke û encaman diyar bike (Bach 2001).
Armanceke din a nirxandinê ew e ku faktorên biyolojîk û derûnî yên hêsanker (wek di zarokatiyê de peyamên neyînî yên li ser zayendiyê û diyabet), hişyarkerên ku bandora xwe pêşwext nîşan didin (wek vexwarina alkolê yan jî gengeşî), û faktorên dewamker (noropatî yan jî metirsiyên ji bo performansê) diyar bike. Ji bo diyarkirina van faktoran, divê agahiyên ji nirxandineke psîkolojîk a hûrgilî bidestketî û agahiyên lênêrîneke tibî ya di demeke nêz de bidestketî bên nirxandin.
Di terapiyên zayendî yên rojane de, lênêrînên laboratûwarê û hewce bike miayeneya fîzîkî girîng e. Bi taybetî jî di nexweşiyên biêş ên zayendî yên wek dîsparonî û vajînîsmûsê de û di bêpergaliyên fonksiyonel ên repdar (erektîl) de hewce dike (Bach 2001). Dibe ku atrofiya genîtal a jinê, îşareta kêmaniya ostrojenê be. Îcar dibe ku bêpergaliya fonksiyonel a repdar (erektîl) jî îşareta nexweşiyeke vaskuler, diyabet an jî sîptomên rêya mîzê be. Ji ber ku bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî pirsgirêkên berfireh in, divê rêbazên nirxandina wan jî derûnnasiyê û fîzyolojiyê di nav xwe de vehewîne.
Di dema pêvajoya nirxandinê de, terapîst dê derfet bi dest bixe ku perwerdeya derûnî bide û ji bo fonksiyonên zayendî li ser bawerî yan jî darazên şaş bisekine. Gava hinek agahiyên bingehîn bên pêşkêşkirin, bi sixletî li ser têkiliya zayendî ya hevjînan, bi awayekî lezgîn bandoreke erênî pêk tîne. Ev jî ji ber ku hîn hewldanan dest pê nekiribin jî, her du hevjîn ji wê demê pê ve dikarin lê bifikirin ku ji bo pirsgirêkên xwe, ji profesyonelekî sûd bigirin. Heke pirsgirêkên zayendî ji ber pirsgirêkên wek depresyon, anksiyete, nelihevkirina hevjînan an jî ji ber bikaranîna madeyan weke pirsgirêka duyemane bi pêş ketibe, gava dermankirin bi bêpergaliya fonksiyonel a zayendî dest pê bike dê nexweş nikaribe jê sûd bigire. Di şûna wî de divê li ser pirsgirêka sereke hûr bibin û dest bi dermankirinê bikin. Gava ev pirsgirêk bi awayekî baş bê dermankrin yan jî bê stabîlkirin û piştî wê dermankirina pirsgirêka zayendî bê kirin, dê bikêrhatî be.
DERMANKIRIN
Herçiqasî, di bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî de, girîngiya faktorên biyolojîk her diçe çêtir tê fêmkirin jî ne gengaz e ku dermanek bi tenê pirsgirêkên zayendî yên nexweş çareser bike (Leiblum 2002).
Di dermankirina bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî de psîkanalîz, terapiyên zewacê, terapiyên reftarî, hatine bikaranîn. Di salên dawîn de, di dermankirina bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî de, terapiyên zayendî yên li ser pirsgirêkê, yên bi reftarên kin zêdetir hatine bikaranîn. Lê ji bo niha dermankirinên ku herî zêde tên bikaranîn; bêhestkirin û sistkirina sîstematîk ya Kaplan, bikaranîna firehkar, egzersîzên masûlkeyan in ku ev teknîkên kevn in û li ser sîptoman qît dibin û dermankirinên demkurt in (Crowley û Richardson 2006).
Di dermankirina reftarî ya vajînîsmûsê de, tiliya jinê yan jî ya hevjîn di vajînayê de bi cih dikin, bi vê rêbaza dermankirinê armanc; hem kêmkirina tirsa penetrasyonê hem jî kêmkirina girnijîna vajînayê ye. Gava ev rêbaz bi rêbazên wek egzersîzên Kegel, bêhestkirina sîstematîk, sistkirina masûlkeyan a bi qonax an jî rêbazên biofeedbackê ve bên bikaranîn, rêjeya serketina wê bi awayê ji %90 hatiye ragihandin (Seo û hev. 2005).
Terapiya zayendî dikarin ji hemû rêbazên psîkoterapotîk ên cuda yên di van terapiyan de tên bikaranîn, sûd werbigirin. Terapîstê ku vê dermankirinê bi kar bîne divê li ser vê mijarê perwerdeyek dîtibe û divê azmûna wî hebe ku di bin supervîzyonê de nexweşan derman bike. Di roja me de, fêmê ku divê di dermankirina bêpergaliyên fonksiyonel ên zayendî de, nêzîkahîtêdaneke entegre hebe, her diçe zêdetir tê qebûlkirin. Divê haya terapîstên zayendî ji girîngiya nêzikahîtêdanên bi yopsîkososyal hebe. Êdî bi takekes re divê têkilî jî bê dermankirin. Armanca herî girîng a terapiya zayendî ew e ku divê di şûna pîvanên zayendiya objektîf de rêbaza herî bi bandor bê bikaranîn û bi alîkariya vê rêbazê nexweşan bînin rewşa têkiliyeke herî tetmînkar û qelîteya herî baş a jiyanê. Bi terapiyên zayendî yên pêk tên, hema bibêje hemû nexweş dikarin bên dermankirin (Leiblum û Rosen 2000).
Wek encam, vajînîsmûs ne bi tenê bi bêpergaliya fonksiyonel a zayendî ve girêdayî ye, têkiliya wê bi gelek pêkhateyên tendirustiya derûnî re heye. Divê em zehmetiyên teşhîsê li ber çav bigirin û bi wî awayî nexweş binirxînin, divê em ji bîr nekin ku îhtîmal e di nexweşiyê de faktorên cuda yên etiyolojîk hebin. Ji bo dermankirineke baş, hevaheng, serkeftî û sûdwer divê mirov berê nexweşan bide pisporên ku li ser vê mijarê perwerde dîtine.
Nivîskar Azad Dıldar* Ev nivîs pêşî di kovara Psychology Kurdî de hat weşandin.