'Xwedê neke ez êzidî bim!'

Ez bi xweşî, bi awayekî serbest û jidil, dibêjim xwezî ez êzîdî bûma. Ji ber çi? Ji ber ku êzdayetî wekî dîn û kulturekê, mal û milkê bav û kala ye, kevnare, xwedanfelsefe, xwezaparêz û mirovhez e.

Abone ol

Alî Gurdilî

Min bi sernaveke gelekî provakatîv destpê kir, bibexşînin. Dibe ku wiha be. Lê a rast ev gotina li jorê, têgihiştin û hişmendiya serdest a gelek kurdên misilman e ku di binehişê me de, xwe bi cih kiriye û hinek caran jî, wekî masiya ku bi ser avê dikeve, xwe dide der. Du kurdên li Almanyayê ku yek êzîdî û ê dî jî misilman e, li kempa penaberan dipeyîvîn. Ev kempa ku ez behsê dikim a Soestê ye ku bi qasî sê (3) meha ye ez jî li wira dimînim. Bi armanca hevnasînê, ê êzîdî ku li kempê tercuman e, ji kurdê misilman dipirse, bê ka êzîdî ye an na. Li ser pirsa hevalê me ê êzidî hevalê me ê kurdê misilman di cî da dibêje: ‘Xwedê neke ez êzîdî bim.’ Li ser vê bersivê, hevalê me ê êzidî dengê xwe nake û xatirê xwe jê dixwaze. Qederê, me sehkir ku ê misilman li xwe mikûr hatiye, ji gotina xwe poşman bûye û lêborîna xwe xwestiye. Piştre, bawî wî kurdê misilman pê daye zanîn ku ew jî berê êzîdî bûne.

XWEZÎ EZ ÊZIDÎ BÛMA

Ez jî bi xweşî, bi awayekî serbest û jidil dibêjim, xwezî ez êzîdî bûma. Ji ber çi? Ji ber ku êzdayetî wekî dîn û kulturekê, mal û milkê bav û kala ye, kevnare, xweşbîn, xwedanfelsefe, xwezaparêz û mirovhez e. Herweha, feraset û felsefeyekê jiyanê ye jî. Loma, ez xwe wekî yekî êzîdî dibînim û bi dilrehetî, dikarim vê gotinê bikim. Girêdayî vê xalê, li gor nêrîna min heke em bi awayekî jidil û dilînî, bikaribin vê gotinê bibêjin; maneya vê yekê ew e ku em hezkar û dildarên dîn û kultura êzdayetiyê ne, welew em ne êzîdî bin jî. Dîsa dema ez dibêjim ‘ez êzîdî me’ mexseda min ew e ku dixwazim bibêjim ez merivekî aştîxwaz, qencîxwaz û xweşbîn im û tu ferq û mêlîyetê, naxim navbera dîn û baweriyan û bi qasî daxwaza xweşhaliya xwe, xweşhaliya tevahiya mirovan dixwazim. Wekî vê yekê, dîn û kultura min ne yekê hegemonîk û zilimkar e. Wisa ye, dema em bi xweşî bibêjin ‘xwezî ez êzidî bûma.’ maneya vê yekê a din jî ew e ku dixwazim deriyê hiş û aqilê xwe, ji reşetariyên dogmatîkî re bigirim û li gor dengê hiş û aqilê xwe, dixwazim êzdayetiyê binirxînim.

BIRATIYA KURDÊN ÊZIDÎ Û KURDÊN MISILMAN

Em hinekî jî behsa meseleya biratiyê bikin; biratiya kurdên êzidî û kurdên misilman, an jî behsa diyologa di navbera wan de. Gelek caran kurdên misilman, ji bo kurdên êzîdî (an jî êzîdiyan) dibêjin "em birayên hev in, hûn kurdên resen in" û hwd. Bi van gotinan dixwazin bibêjin, wele ferqa me ji hev tune û em tev yek in. Lê a rast, ferqek pirr mezin heye di navbera wan de û ev gotin, gotineke rûkalkî û banegehî ye û ji rastiyên civakî jî gelekî dûr e. Loma jî pêdivî pê heye ku kurdên misilman, demildest li gor vê gotina xwe tevbigerin, an jî divê nema vê gotinê bikin. Dema meriv bira be, divê meriv li gor qaîdeyên biratiyê tevbigere û ji herkesî bêtir, divê meriv li birayê xwe xwedî derkeve û wî biparêze. Hinek kurd jî dibêjin, wekî êzdiyan zilmê li me jî kirine û loma, qeweta me tunebû ku em bikaribin birayên xwe biparêzin. Di vê xalê de, aliyekî rast heye, lê bi tevahî gotin ne rast e. Divê ji bîr nebe ku êzîdî ji ber dîn û kultura xwe û ji ber dîroka xwe a qedîm, zilm û zordestî li wan bûye û 74 caran, fermana wan rakirine. Bêyî guman hinek kurdên misilman ku xwediyê hişweriyeke dîrokî û milî bûne, xwestine ku birayên xwe biparêzin. Lê meriv nikare bibêje ku ev yek jî, wekî helwisteke berbelav e û tevahî hatiye dîtin. Hêvî dikim şaş neyêm têgihiştin.

Hinek êzîdî hene ku xwe kurd nabînin, xwe kurd hîs nakin û dibêjin em ne kurd in. Rêza min, ji wan re heye û ta radeyekê, ez wan mafdar jî dibînim. Loma jî berî her tiştî, divê em baş têbigihêjine sebebên vê rewşê, bikaribin empatî bikin û xweşbîn bin. Divê ew bi xwe, bi dilê xwe û bi awayekî serbest, bikaribin wê hîs û hesta aîdiyeta kurdayetiyê di ruhê xwe de bibînin û bikaribin bibêjin "em kurd in." Wekî din bi gotinan, bi şermezarkirinan em nikarin vê arîşeyê safî bikin û bi vî rengî, çareser jî nabe. Dibe ku li beşên din ên Kurdistanê; wate li başur, rojava û li rojhilata Kurdistanê, tehde û zordestiyeke sîstematîk ji aliyê kurdên misilman ve nehatibe kirin. Lê ev rewş, aliyê me cuda ye. Li bakur ji aliyê kurdên misilman ve tehde û zordestiyeke berbiçav û domdar, li êzdiyan hatiye kirin û ez bi xwe jî, gelek caran bûme şahîdê hinek tehde û zordestiyan.

DÎNÊ ÊZDAYETIYÊ DIJMINATÎ NAKE

Ez ne behsa nokerên kurd ên dewletê dikim ku gelek caran, tevî qewmê xwe, êrîşê êzîdiyan kirine û bi wan re, xwestine ku vî dînê qedîm, vê kultura kevnare bi tevahî tune bikin. Erê, neyarên me digotin êzîdî xirab in û melekê xirabiyê dihebînin û diparêzin. Mixabin, gelek kurdên misilman jî baweriya xwe bi wan dianîn û êrîşî birayên xwe ên êzidî dikirin. Min bi çavê xwe dîtiye, gelek caran dema di ber keseke êzîdî de derbas dibûn, heta gotinên xirab ji wan re negotana, di ber wan de derbas nedibûn. Çend caran li ser meseleya zewacê, an revandina keçekê êzîdî, êrîşê gundê Hemdûna kirine û xwestine ku gund, bi tevahî bişewitînin. Ev yeka ha, nimûneyeke ji wê tehde û zordestîya domdar û sîstematîk a ku li êzîdiyan hatiye kirin. Helbet, ji bîr nabe.

Ji rûpelên dîrokî jî xweş xwiya ye, dema dînek dertê holê dixwaze ku dînê berê betal bike û bikeve, dewsa wî dînî. Ev rûdan ji bo dînê mûsawîtî, xiristiyanî û misilmantiyê jî, derbazî ye. Beravajiya dînên navborî, em baş dizanin ku dînê êzdayetiyê tu carê dijminatiya dînên heyî nekiriye û qedr û qîmeteke mezin daye peyayên wan dînan jî. Lêbelê dema dînê îslamê wekî gindora ser banî tevahiya çanda kurdan a berê dabû ber xwe û diperçiqand, haya me jê tunebû ku ew gindor tevahiya çanda me a qedîm jî dide ber xwe û tune dike. Ji ber çi? Ji ber ku dînê îslamê ne tenê wekî dînekî rê û rismên dînî, wekî sîstem û pergaleke civakî jî xwe bi darê zorê da pejirandin. Qederê, bi wê tehde û zordestiyê jî, çanda ereb û zimanê wan hêdî hêdî bû yek ji zimanên sereke ê kurdan. Em baş dizanin ku rol û tesîra ramanên dînî, li ser mirovên rojhilatî gelekî zêde ye û ji ber vê yekê jî, ziman û têgihiştina dînê ku meriv baweriya xwe pê dihîne, dibin ziman û têgihiştina meriv û piştî demekê, dikevin dewsa ziman û têgihiştina meriv a berê. Di encama vê proseyê de jî, meriv nema dikare xwe çarçoveya ramanî û hizrî a wî dînî rizgar bike û xwebûnîya xwe biparêze. Erê, keraseta ku hatiye serê me ev e mixabin. Li vir, mexseda min ne ew e ku ez rabim dînê îslamê biçûk bikim. Nexêr, rêz digrim. Ez dibêjim, zanînên meriv ên teologîk û kozmogonîk bi çi zimanî bin, meriv di wê çarçoveyê de difikire û xwe, aîdê wê kulturê hîs dike.

GELO, MA DÎN TENÊ KULTUR Û RÊ Û RISMÊN DÎNÎ NE?

Ê baş e. Gelo meriv dikare bibêje ku dînek tenê kulturek e û nikare bibe destikê zilm û zorê? Meriv çawa dikare bibêje ku meseleya dîn, tenê meseleyeke bawerî û hebînê ye û nebûye sazûman û sîstemeke civakê, nebûye dewlet û destdirêjiyê li jiyana kesane û komelî nekiriye? Wekî dînên musawîtî û xiristiyaniyê, dînê îslamê jî bûye rêvebirî, desthilatî, sîte û bûye dewlet jî. Dînê xiristiyanan, hewl dida xwe ku bikaribe bi rêya seferên xaçpêrêz, xwe li dinyayê belav bike û kesên ji dînên cuda, bike xiristiyan. Dînê îslamê jî piştî ku meşrûîyeta xwe a civakî bi dest xist û bû sazûman û dewlet, dest bi şerê dînî, wate dest bi cîhadê kir û xwest ku wekî rastiyên neguhêrbar û herheyî, bi darê zorê û bi kuştin û komkujiyan, xwe li ser bawermendên dînên dî ferz bike û wiha jî kir. Ev rewşa heyî, ji bo dînê xiristiyanan jî wiha bû. Lêbelê, talîya talî piştî encama şerên 30 salan ên mezhebî û tevgerên humanîzm û reformê, dînê xiristiyanan destê xwe ji jiyana rojane şûşt û xwe da alî. Dêr jî, li xwe mikûr hat û vegeriya ser wezîfeya xwe a esasî ku ew jî, âyînên dînî û parastina ruhanî a dînî ye. Di encama tevgerên humanîzm û reformê de, ramana sekulêr li tevahiya cîhana rojavayê belav bû û dewletên rojavayî, destê xwe nema dirêjî dîn û bawerîyên welatîyên xwe kirin. Qederê, dîn û rêvebirî, dîn û sazûmana civakê ji hev cuda bûn û çanda cîhana rojavayê, bû xwediyê sîstemeke sekûlêr, mirovhez û xweşbîn. Loma min her gotiye, dîn civakan ava dikin. Ev yek rast e. Lê dîn nikarin berê civakên ku ava kirine, ber bi hêleke qenc ve bidin. Çimkî em baş dizanin ku ev yek, ancax bi rêya raman û dîtînên philosophic, encax bi rêya philosophiaê dikare pêk were.

Em werin ser mijara cîhadê, ku xwedêgiravî şerekî pîroz e. Erê dibêjinê, pîroz e. Ew pîroziya ku di destê hinek miletan de bûye şûrê zilmê, bûye şûrê kuştin û komkujiyan. Ji tarîxa mirovatiyê jî ayan e ku ereb û tirkan, cîhadê ji bo xwe kirine hincet û hêz û bi wî hawî, erîşî cîranên xwe kirine û heta xwestine ku tevahiya cîhana rojavayê jî, vebigirin. Loma karibûne destdirêjiya li ser namûsa xelkê, talan û her cure zilm û zordestîyê, li xwe helal bikin û wekî wezîfeke dînî jî binirxînin. Ew logîc û feraseta talan û cîhadê, hina jî berdewam e û loma bawermendên misilman, gelek caran rêz li bawermendên dînên cuda nagrin û wan wekî "kafir" an jî "gavur"an bi nav dikin. Nimûneyên vê rastiyê gelek in û xweş dihên zanîn. Ê baş e, gelo di dînê êzdayetiyê de çima şerê dînî tune, çima cîhad tune? Çima êzîdiyan tu carê şerên dînî nekirine? Gelo ji bo ku fersendê bi dest nexistine, yan hêza wan tunebû? Helbet, na. Dînek, dema baweriyên xwe ên dînî, rê û rismên xwe, li ser bawermendên bîyanî bi tu hawî ferz neke, ew dîn nikare bibe dînekî cîhadî û bi tu hawî, şerê dînî jî nake. Loma jî di êzdayetîyê de misyonerî tune, cîhad tune, zilm û zor tune û di dewsa wan de, qencîxwazî, mirovhezî û xweşdîtin heye. Êzîdî, tevahiya mirovahîyê wekî malbateke dibînin û esmanê jorîn jî, banê xaniyê mirovahiyê ye. Loma dema êzîdî hewara xwe dibin Xwedê, berîya xwe qencîya 72 miletan dixwazin û ji Xwedê lava dikin ku berîya wan, Xwedê alîkarê wan be û here hewara wan.

DIVÊ EM QISEKARÊ GOTINA RAST BIN Û DEREWAN LI HEV NEKIN

Visa ye; dema dînek mirovhez, qencîxwaz, xwezaparêz û ji hêla ramanî ve kozmopolît be, nikare dijminatî û rikeberiya dînên din bike, nikare dijminatîya çand, ziman û civakên bîyanî bike. Dibe ku ji ber van sebebên baş, çaksaz û mirovhez, ev dînê me ê qedîm hewqasî di bin tehde û zordestîyan de mabe û hê jî dimîne. Erê, me bi qasî bîyanîyan jî qedr û qîmeta dîne xwe ê qedîm negirtiye û me, vê çanda xwe a qedîm neparastîye. Heke me karibûya biparasta, bawer bin roja îro rewşa me dê ne ev rewş bûya. Loma jî, divê em qisekarê gotina rast bin û derewan nekin. Êdî bes e. Em pê nizanin, me nexwendiye û haya me, ji gelek alîyên nirxbilind ên êzdayetîyê tune. Loma, gelek carn em bi hêsanî vî dîn û vê çanda xwe a qedîm, reş û biçûk dikin û bi çavika dînên serdest, an jî bi çavika modernîzma heyî, rexne li wan digrin. Ne tenê zanînên wan ên dînî, em carinan irf û adetên wan jî rexne dikin û ferzên wan ên dînî jî, reş û biçûk dikin. Û di ser de jî, em dibêjin "wele em birayên hev in û ferqa me, tune." Loma hinek kurd jî, di xwe de wî mafî dibînin ku ji êzîdiyan re dibêjin, "çima hûn nabêjin em kurd in?" Erê wele, xweş bazar e? Divê em baş têbigihêjine sebebên ku birayên me ên êzîdî dibêjin "em ne kurd in" û divê em bikaribin empatîyê bikin. Wekî din, em nikarin arîşeyên xwe ên heyî safî bikin û pergaleke çak a sekulêr biafirînin. Rê û rêgeha vê yekê ayan e: rêzgirî, xweşdîtin, tolerans, xweşbînî û dilsozî divê. Baş e, gelo kurdên misilman çima nikarin bibêjin ez êzîdî me û nabêjin? Sebep çi ye gelo? Pirsa rastîn, a ku divê were pirsîn, ev pirs e. Rast e, destên dagirker û nokerên dagirkeran, di vê mijarê de gelek e. Sîxûr û nokerên dewletên dagirkeran ku ew dewlet jî dewletên misilman in, di meseleya tehde û zordestiya li ser dînê êzdayetî de, rolekê mezin hilgirtine. Lê ev mesele, tenê xwiyabûna rûkalkî a meseleyê ye. Binyada meseleyê, kûr û dûr e û mesele, tenê bi çehşîtiya hinek kurdên misilman, şirove jî nabe. Li gor dîtina min, heke me bi xwe êzdayetiyê reş û biçûk nekira, kesî nikaribû vî dîn û vê çanda me a qedîm, li ber çavê reş û bikira. Ev jî rastiya me ye û telîsê derewan a heyî jî, xweş diçirîne. Li gor dîtina min, tevahîya dînên heyî rojekê dê biguherin û nema, wekî xwe bin. Dînên ku xwe neguherînîn, nikarin xwe rabigirin û jîndar bin.

Dîn û baweriyên zordest û asîmîlekar ku zanînên xwe ên dogmatîk li ser tevahiya mirovan ferz dikin, nikarin bibin yek ji wan dînên siberojê. Çimkî civaka siberojê, dê ne ew civakên berê be û dê, xwe bilind bike. Loma gelek dînên cîhanî, reforma xwe pêk anîne û destê xwe, ji jiyana komelî şûştine, wate xwe dane alî. Ligel vê yekê, gelekên wan hê jî xwe negihandine wê asta qencîxwaz û mirovhez a êzdayetiyê. Ji ber asta xwe a bilind, êzdayetî gelek caran di bin tehde û zordestîyan de maye û dijminan, wiha xwestine ku tevahîya bawermendên êzîdî, ji kokê ve hilînin û koka wan, bihelînin. Dema meriv li rabirdûya dînê êzdayetiyê mêze dike, meriv dizane ku di êzdayetî de talan, cîhad, dadgehên engîzîsyonê û destdirêjîya mal û namûsa xelkê, tune bûye û nehatiye dîtin. Kesek jî, nikare beravajiya vê rastîya ayan, derewan bike.

DIYALOGA DI NAVVBERA KURDÊN ÊZIDÎ Û MISILMAN DE

Gelo, em çawa dikarin dîyalogeke baş a rastîn, di navbera kurdên êzidî û ên misilman de, ava bikin? An jî, diyalogeke baş û rastîn, çawa dikare pêk were? Li gor dîtina min; beriya her tiştî divê meriv dînê ku bawerîya xwe pê dihîne nas bike û bikaribe, şaşiyên dînê xwe bibêje. Divê meriv bikaribe, behsa tehde û zordestîyên ku li ser navê dînê meriv pêk hatine jî bike. Heke em wan şaşîyan nebêjin, tespît nekin û nepejirînin; em nikarin bi birayên xwe re diyalogên rast pêk bihînin û bibin sebebê, başî û xweşhaliya hev. Dema em rabin dîn û bawerîyên xwe, wekî zanînên herheyî û zanistî, raberî birayên xwe bikin û zilmê li wan bikin, em ê çawa bikaribin behsa biratî, azadî û wekheviyê bikin? Em ê çawa bikaribin jidil, ji hev hez bikin û xwedan tolerans bin? Diyaloga ku em behsa wê dikin, encax li ser bingeha azadî, wekhevî, biratî û hezkirinê, dikare pêk were. Heke ne wisa be, mixabin dê biratiya me jî biratiyeke qelp be. Nimûne: Li bakur di 40-50 salên dawî de, hema bibêjin tevahiya gundên êzîdiyan ji ber tehde û zordestiyan, vala bûne û piraniya êzidiyan jî, baz dane welatên ewropî. Di encama vê proseyê de, gelek erd, xanî, bostan, mal û milkên êzdiyan jî, ketine destê kurdên misilmanan û kurdên misilman jî, roja îro dibêjin ew mal û milkên me ne. Bila were bîra we, beriya demekê gelek êzdiyên bajarên der û dora Bişêriyê û Batmanê, nikaribûn biçûna ser erdên xwe ên çandiniyê û lê xwedî, derkevin. Gelo, me ev ne zilm e, ne dizî û zordestî ye?

Çawa em ê van rastiyan nebînin û nebêjin? Çawa em ê ligel hewqas zordestîyan jî, rabin bi serê hev sond bixwîn? Heta em li xwe mikûr neyên, lêborîna xwe nexwazin û rêz li çanda qedîm a êzdayetiyê negrin, em nikarin behsa destpêka diyologeke rastîn a ku em dixwazin di navbera kurdên êzîdî û ên misilman de pêk were, bikin. Rûspiyên kurdan, lêkolêr, civaknas û rewşenbîrên me, demildest divê li ser van meseleyan rawestin, lêbikolin û rastiya, arîşeyên heyî derbixîn holê. Bi alîkariya komîsyonan, tevahiya mal û milkên êzdiyan, divê li wan werin vegerandin û lêborîn, were xwestin. Li tevahiya cîhanê divê êzdayetî bi serbestî bikaribe xwe organîze bike û bijî. Bi qasî mabedên misilman û xiristiyanan, divê mabedên êzîdiyan jî hebin û li Kurdistanê, divê dînê êzdayetiyê were nasandin û zanîn. Wekî din, em nikarin wê çavika reş a ku me daye ber çavê xwe bidin alî û bi birayên xwe ên êzîdî re, aşt û dilsoz bin. Heke em nikaribinn van rastiyan bibînin, mixabin dê diyologa di navbera me de jî, diyologeke qelp û rûkalkî be.

Baş e, divê em çi bikin? Emê xwedan wujdan bin û rastiyê bibêjin. Emê li ber ronahiya hiş û aqilê xwe, li gor krîterên etîka cîhanê, bi serbestî rastîyan bibêjin û biparêzin. Emê hewl bidin ku dînê êzdayetiyê ku dînekî qedîm e, binasin û bi kozmogoniya wê, bizanibin. Emê hemhestyar bin li hemberî birayên xwe û bi dilsozî, mafê gotinê û xweparastinê bidin wan. Birayên me, xwe çawa bibînin û xwe çawa bidin nasandin, emê wan wiha bipejirînin û li hemberî wan, rêzgir bin. Heke em wisa nekin, bawer bikin em nikarin ji hev re bibêjin em birayê hev in û em, ji hev hez dikin. Loma, ez niha bi serbestî û bi dilekî xweş, dibêjim "xwezî, ez êzîdî bûma." û hew. Wekî gotina dawî; dibêjim hêvîdar im ku birayên me ên êzîdî li tu devera dinyayê li tehde û zordestiyan rast neyên û bikaribin bi serbestî bi nasnameya xwe a dînî bijîn û biparêzin.

Têbinî:

Di 12 sibatê (12.02.2023) de, di bin rêvebiriya komeleya Kurdish – European Societyê (KES: Civaka Kurdî - Ewropî) li Almanyayê, li bajarê Kolnê civînek pêk hat û ez jî, ji bo civînê hatibûm vexwendin û beşdarî civîne bûm. Mijara civînê "Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî li Almanya, Sedemên Krîzê û Çareserîyên Gengaz û li ber dest" (Ezid’innen und Muslim’innen in Deutschland: Konfliktursachen und Lösungsansatze) bû. Ev nivîs, axaftina min a li civînê ye. Civîn, di bin çavdêriya çend sazî û şarederiyên almanî de pêk hat.