Xwendineke kurt li ser 'Tarantîno, Babê Min û Ez'

Hinek berhem hene ku hê bi xwendina ewil re mirov bi xwendina wan kelecanî dibe û dixwaze berî her kesî li ser wê biaxive, binivîse. Pirtûka 'Tarantino, Babê Min û Ez' ya Şehmus Kurt ji bo min bû berhemeke wisa ku piştî xwendina çend caran heke dereng nemabim min xwest tiştekî li ser binivîsim, helbet berî her kesî!

Abone ol

Yehya Omerî

Van salên dawî li kêleka kurmanciya standard meyla nivîsandina bi devokan jî zêde dibe. Berhema Kurtî, yek ji wan mînakên serkeftî yên vê meyla nû ye. Divê bibêjim ku ev meyl baş e û bi îfade, qalib û peyvên herêmî; derfet û delîveyên nû bo helbesta me dabîn dike. 

'Tarantîno, Babê Min û Ez', pirtûka ewil ya Şehmûs Kurt e û li gor ku berhema ewil e jî, ji gelek kêmasî û qelsiyên berhemên bi vî rengî bêrî ye. Ev kamilbûn him têkildarî ‘emrê şairî ye him jî têkildarî akademîsyeniya wî ye.  Lew ra ev her du faktor dikin ku mirov li ser berhema xwe nişmîtir be û bikaribe serederiyê li kêşeyên ku îhtîmale derkevin û dor li helbestê teng bikin, bike. Lê divê neyê jibîrkirin ku temen û akademî her dem û bo her helbestvanî ne piştevan an jî rêxweşker in. Sedemek din jî ew e ku Kurt, helbesta kurdî baş dişopîne û li gel xwendina helbesta cîhanê, hewl dide metnên girîng ên poetîk jî wergerîne kurmancî. Nivîsa T.S. Eliotê şair û rexnegir, ya bi navê 'Kevneşopî û Şiyana Kesayetî' wergerandiye kurmancî. Nivîsa Eliot, di warê famkirina gihîştina şairan û rola kevneşopê de girîng e; û ev yek bi kêmanî me digihîne wê yekê ku Kurt, bes helbestê nanivîse, herwiha serê xwe bi çawaniya wê û problemên wê re jî diêşîne. 

Bi awayekî balkêş, helbest hunera herî ciwan û berz tê dîtin lê di heman katê de her kesê ku berê wan bi xwendin û nivîsandinê dikeve, cara ewil xwe li ser helbestê diceribîne. Dema em hinekî li ser vê yekê bifikirin em ê têderxin ku di cîhana helbestê de li gel kêmareka baş a helbestkarên serkeft, goristaneke bêsînor a helbestkarên virnî, beravêtî û pûç jî heye. Helbest, hunereke din e ku bi gotina Eliot, “piştî 25 saliyê jî mesaî û lêhûrbûneke taybet dixwaze.” Helbestên Kurt, balkêş in lew vegotina di wan de hê bi xwendina ewil re xwe dide der û xwendekaran dikişînin nava xwe. Bo nimûne helbesta ku navê xwe daye pirtûkê him ji hêla naverokê ve û him jî ji hêla şêwaza xwe ve cuda ye û xwe de sewteke nû vedihewîne; risteyên wê kurt û kirpîner in û ji hev vedibin: Risteya duyem û ya sêyem yê her sêrêziyekê ji risteya ewil dizên û peyva dawî ya risteya dawî jî bi peyva ewil ya risteya pêşî diqede:

“babê min ne mêrekî bi şertêd xwe
ez mêr ne bi şertêd babê xwe
tarantîno ne ez ne babê min”

Ev yek matematîka helbestê û hesabên helbestkêr jî nîşan dide ku bê ka çi qasî serê xwe pê re êşandiye. Li gel şiyana helbestkariyê helbest, xebateke hûr dixwaze da ku peyv bi hosteyî û bêyî ku çawalêhato li hev siwar bibin, werin ristin.  Risteya dawî ya vê helbestê jî bi awayekî aksîyon, lez û beza fîlmên Tarantîno tîne hişê mirov: “ber bi mirinê ve lez û bez.”

 Xaleka din a helbesta Şeyhmus Kurt ew e ku şaşwazîkirin û rexneya ku bi rêya mîzahê dike.  Ev rexne carnan bi referansên bo Qur’anê û çanda îslamî di nav risteyan de xwe didin der. Hindek caran jî bi rêya van referansan bala me dibe ser hêlên wan ên ku guncaw in bo riste an jî hêmaninê baş. Helbesta Leyletilqedr yek ji wan helbestan e:
“îşev şeva leyletilqedr e
her ramûsan hizar ca bi qedr e.”

Tarantîno, Babê Min û Ez, Şehmus Kurt, Avesta Yayınları, 2020.

Di helbesta 'Es-sebrûheseneyê' de Kurt, bi îfadeyeka erebî ya ku tê wateya sebr xweş e, referansê dide erebî û balê dikêşe ser şer û pevçûnên cîhana îslamê:
“es-sebruhesene digotin û hev dikuştin
goristan goristan
birîn dibû çol”

Helbesta 'Esramania' helbesta herî dirêj a pirtûkê ye. Vegêr xoşewîsta xwe Esrayê bi qasî ku wê weke nexweşiyeke pak bibîne, dike navenda helbestê û bi risteya 'ji ber ku tu esra yî' hebûna her tiştek bedew bi wê û bedewiya wê ve girê dide. Hemû jin û xoşewîstên navdar ên bo wan risteyên bedew hatine nivîsîn jî, bi bedewiyê nikarin bi Esrayê re têkevin qerezê lew:

“ji her jinê d’zanim tamek heye li te
tama te nîne li hîç kesê esra
mîlena tu, selwa tu, elsa tu
annebell lee qurbana biskêd te
ji ber ku tu esra yî.”

Piraniya helbestên Şehmus Kurt, kurt in lê belê têra xwe bi hunerê kirpîner û mişt in. Heta jê tê xwe ji bikaranîna peyvên zêde, îfadeyên bêçine dûr girtiye û di encamê de helbestên xurt ên ku di bîra xwendekarî de dimînin, nivîsîye. Helbesta dawî ya pirtûkê, di derbarê poetîkaya Kurt de daneyên girîng dide me. Behiya bêdîwaniyê yan jî hunera helbestê, ji du beşan pêk tê. Kurt, di beşa yekem de bi awayê jinûnivîsandina parçeyek ji beşa sebebê telîfa 'Mem û Zîn'ê, hem balê dikşîne ser kevneşopa helbestê, hem jî dîsa weke ku Xanî di wê beşê de nivîsîbû, navê hosteyên xwe rêz dike. Ev beş ji hêla naverok û forma xwe ve pişta xwe dide helbesta klasîk. Beşa duyem hêmanên helbestê yên weke wezn, qafiye, hunerên ciwankariyê û ahengê nîqaş dike. 

 Li gorî Kurt, wezn û qafiye tevî ku du hêmanên girîng ên helbestê ne jî êdî pêdiviya me, (bi kêmanî ya wî) pê nîne lê belê dema em li helbestên wî vedigerin, bi taybet qafiye cihekî girîng digire di helbestên wî de.  Nîqaşa li ser qafiyeyê kevin e û di serdema modern de xwe digihîne hunera helbestê ya Paul Verlainê ku mealen digo: “Pêwîst e qafiye were gem kirin an na dê tiştên nedîtî bike.” 

Helbesta Kurt jî, ji vê hêlê ve nêzî Verlaine dibe û hinek fikrên di helbesta wî de, bo helbesta me ya îro rojane dike; lê li gel pêşniyaza xwe jî Kurt nekariye bi giştî xwe ji derfetên qafiyeyê bêpar bihêle. Bi dîtina min qafiye û pêkhateyên din ên helbestê bi şerta ku derbasî zêdebariyê nebin bo helbesteka baş pêwîst in. Lew di helbesteke xwe de Kurt jî balê dibe ser vê yekê:

“wezn û qafiye du malnişîn in êdî xizmeta wan me nevê
huner û ciwanî û lîstik û veşartin heta radeyekê”

[lê em wan ji malê jî nakin derê]

Di van rojên têra xwe çors û kirêt ên vê dinyaya berê de, helbestkarek bi qevzek helbestên kubar ji Deriyê Mêrdînê dadikeve nav helbesta kurmancî. Ev yek hêviyê dide me ku hê sewta Cizîrî û kelama kurdî li dar e, berê wê dîsa li banê gerdûnê. 'Tarantino, Babê Min û Ez' yek ji wan bûyerên baş yên serdema koronayê ye. Bi xurtî pêşniyazî xwendekarên dilsoz ên helbesta baş dikim.